DÎCLE Û FIRAT DÎCLE Û FIRAT Dîcle û firat day e heyat Mêrg û cîmen kirî ye xelat Kirî ye bihist Mezra Botan Þewqa rojê jê ve hilat Mirovatî û medenîyet Kist û kalî û bereket Fêkî û horîyên cunnet Bi herka wan re derdiket Ew xakê tovê genim e Ava Dicle xum e xum e Firat bi kêferat û gum e gum e Mezra botan him e him e Cîhê jînê û evînê Warê Xanê, Mem û Zînê Medresa kultura jînê Bazara hindê û cînê Newal û dest û zozanin Dahil, zevî û grmîyanin Li ser þênga Dîcle û Firatin Hewraman, Bitlîs û Wanin Bax û bostan û rezin Avgerm û cîyayên berzin Newal û Xurþin pir xweþin Nîþanên Rustem û Guhderzin Milkê Medya û Keya nin Derya ola zerdeþtanin Warê dêr û mizgeftanin Bi mishef û bi quranin Bexceyên gulên reng bi reng Bi Laleþ û dêr û mizgeft Ji bo hema bû ye cennet Bi parêzin ji dil û bi dest Di ava Dîcle de masî Ji Firatê gelek razî Mebesta Gulavdûn her wisa Aþîtî, azadî û demokrasî 07. 11. 2004 Swêd Felemez Akad |