PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Zava, Xazuran û Bura ! ...


Porê civanekî kurd, piþtê zewaca wîya heyþ meh þunda di alîyê parada diweþe. Lêku civan sebeba weþandina porê xwa dizane. Pismemê jina zava yekê miþeqete. Evê miþeqet, di cemâtekîda ji zava sebebê por weþandina wî bi ken jê dipirse.

Pismamê jinê : Zava heyran min berîya zewaca te jî, te dîti bu. Lêku porê te neweþîya bu. Ev çi elemete piþtê zewaca te porê te, di parada weþîyaye ?...

Zawa : Keko þaþîya te heye. Porê min di zarutîya minda weþîyaye...

Burayê zava ; Di bin simêlê xwada dikenê û dibê je. Welleh ez dizanim, porê zavayê min çima weþîyaye ...

Pismamê jinê : Pismam qurban, ger tu me haydar bike kû porê zavayê me çima weþîyaye, em gelek kêyfxwaþ dibin.

Burayê zava ; Welleh ez pê hesîyamim gava zavê min diçe cem xuþka min, bi xuþka min nikare. Xuþka min, di para serê zavê minda bi þîrmaqa lê dixîne û dibê je : mehrumo, mehrumo de bike, de bike... Bi lêxistina þîrmaqên xuþka min, porê zavê min, di parada weþîyaye.

Zawa : Tu tiþtekî nabê jê bi þerm cemâtê terk dike. Mixabin salek þunda porê zava di alîyê pêþîyêda diweþe. Rorek zava bê hemdê xwa diçe mal xezuranê xwa. Pismemê jina zava mize dike ku porê zava îjar di alîyê pêþîyêda weþîja ye. Kivþe ku mereqa keçelo bi pismamê jina zavara heye. Pismemê jina zava dixwaze ku hîn bibe ka çima porê zavê yê wî di alîyê pêþîyê da weþîyaye ???.

Pismamê jinê : Zava qurban îsal jî, di alîyê pêþîya serê te da porê te weþîya ye. Ma ev çi, xezebin di ser teda tê. ? Welleh porekî pir gur û xwaþ li ser te hebu, ez pir merq dikim ku, êw porê tey xwaþ û hêja çima weþîya ye ?.

Zawa : Keko þaþîya te heye. Porê min di zarutîya minda weþîyaye...

Burayê zava ; Heyran we sala par sewala por weþandina zavê min kiri bu. Min sebeba por weþandina zavê xwa got, mixabin zavê min ji sistîya piþta xwa qehirî û li çareya sistîya piþta xwa gerîya.

Pismamê jinê : Xwa li nezanîyê datîne û dibêje, gelo çareya sistîya piþt çiyê û çi eleqedera por weþandina zava pê heye ?

Burayê zava ; Zawa min, salekîye dest bi xwarina qatix, ecul, mecul û kiþmîþan kiriye. Ango zavê min hingîya mast, tomast, to, þîr, bastêq, tu, mewuj, qeysî, xurme, êcîr ( hincîr ), hingiv, loqim, tistên wek wana kiriye, piþta wî gelek xurt buye. Gava zavê min diçe cem xuþka min, kivþeku xuþka min pir dêyþîne. Ango gava zavê min diçe cem xuþka mýn, þîrmaqa di enîya xwada dixwe.

Pismamê jinê : Pismamo min disa fehm nekir. Gelo dotmama min çima bi þîrmaqa li enîya zavê me dixîne ?

Burayê zava ; Fehm bike lo, xuþka min bi þîrmaqa li enîya zavê min dixîne, dibêje te min pir eþand. Îjar ji ber lêxistina þîrmaqên alîyê pêsîyê, por li enîya zavê min weþîya ye. Heyran hun bizanibin di þuna þîrmaqên xuþka mýn da por hêþîn na be ! ... Ez ditirsim, xuþka min þîrmaqan bavêjê suretê zavê min, êwê ruyê wî kosebe ! . . .

Zawa :Tu tiþtekî nabê jê bi þerm cemâtê terk dike. Zava diçe û hew diçe, edîjî tu car nayê cemâta mala xezuranê xwa.


07 11. 2004

Ali Cahit Kiraç