PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Jinika saftînik û ez ! . . .


Wextek hur û zikê min dihêþîya. Merovek ji minra got pelhewes bixwe. Pelhewes gîhakî wek pincarê ye. Lê ku ev gîha wek antîbîyotîke.

Di baxçê xanîyê meyê li Varto yê gelek pelhewes hebu. Ez ketim nav baxçe û min dest bi çînîna pelhewesan kir. Dîya min û xatuna min li cem min bun. Wî wextê ez nu zewicîbum.

Jinekek cînarê me hebu, mixabin ev jinik saftînik ( sefîk ) bu.

Kortebaxêra jinika saftînik, li balqona xwa deng li min kir û mizekin ji minra çi got ?

Jinika saftînik : Keko tu diçêre ?

Deng çu xatuna min û dîya min, ew bi min û bi jinika saftînik gelek kenîyan. Ango jinikê, li cem dayika min û li cem xatunê min rezîl û ruswa kir ! . . .


07 11. 2004

Ali Cahit Kiraç