PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pirtûka Nû ya Salihê Kevirbirî : Ozanekî Cîhanê Þivan Perwer





Pirtûka Nû ya Salihê Kevirbirî:

Ozanekî Cîhanê Þivan Perwer


Bir Dünya Ozaný Þývan Perwer
(Ozanekî Cîhanê Þivan Perwer)
Salihê Kevirbirî
Weþanxaneya Elma
160 rûpel, bi tirkî



Navê wî, Þivan Perwer. Kurd bi salan e ku wî bi saz û awaza wî nas dikin. Her ku li sazê dixe û distrê, kurd xwe di saz û awaza wî de dibînin. Þivan; “Heger ez rojek be jî nestirêm dê zimanê min biwerime, tiliyên min biêþe!” dibêje û li gotinên xwe wiha zêde dike:“Gava ku zimanê dayîka min, di nav zimanê min de vedibe, sazê hildidim destê xwe û distirêm. Ew ziman, ji dilê min ber bi mejiyê min ve wekî þelaleyekê diherike. Wê gavê tu tiþt nikare xwe li ber min ragire!”

Kê li ber deng û awazê karîbûye xwe ragire? Saza Þivan, zimanê gel e, berdevka hestên gel e. Guhdarîkirina Þivan, hezkirina ziman, çand û dîrokê ye. Þivan, saz û awaz; sê bêjeyên ku ji hev nayên veqetandin bixwe ne. “Ez evîndarê dengê sazê bûm. Li ku derê dengê sazê bihata min, li pey dibeziyam. Carcaran komên muzîkê dihatin gund. Gava min dengê wan seh dikir, aqil di serê min de nedima, min nizanibû ji kêfa çawa bikim. Dengê sazê ji bo min, melodî, hest, delalî, jiyan û xweza ye. Saz û awaz ji bo min tê wateya pirengî û pirdengiya jiyanê. Hê zarok bûm dema min rahiþt qevdika sazê. Piraniya caran, min bixwe tembûra xwe çêdikir” dibêje Þivan û yekem hevnasiya xwe ya bi sazê re wiha tîne zimên: “Erê, heþt salî bûm. Rojekê min qûtîkeke ku dims û tiþtên bi vî rengî dixistin navê vala kir. Min eyarekî ku dayîka min hiþk kiribû û darek jî peyda kir. Dayîka min diçû bajêr. Min jê re got: ‘Ji min re têl bîne!’ Diya min ji têlên tizbiyan ji min re anî. Rûniþtim, min bi tena serê xwe tembûrek ji xwe re çêkir. Min nekarîbû akorda tembûrê baþ sererast bikim. Li gorî zanîna xwe min ew eyar jî kir. Baþ tê bîra min, bavê min hate malê. Tembûra min a li ser barê dexil dît. Wiha got: “Xêr e, qey wê kurê min bibe qereçî!?” Rahiþt tembûrê û henekên xwe pê kir. Dayîka min, tembûr ji destê bavê min revand û got, ‘dest nede tembûra kurê min!’ Heger dayîka min negota, ‘dest nede tembûra kurê min!’ niha wê Þivan nikaribûya li tembûrê bixista!. .”

Weþanxaneya Elma bi kitêba nû ya Salihê Kevirbirî yekem car portreya Þivan Perwer pêþkêþî we dike.

Ji bo têkiliyê:

Elma Yayýnlarý
Ýlkbelediye Cad. No: 37/6
80070 Tünel Beyoðlu / Ýstanbul
0090 212 243 77 80


salihkevirbiri@hotmail.com
elmayayinlari@hotmail.com