PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Destbirakê dewlemend û ê destteng ! ...


Du destbira hebuye. Destbirayê yek dewlemendbu yê, ê din jî ji ber kislanîyê yek caran destteng buye. Destbirayê dest teng yek caran lawê xwa diþîne cem destbirakê xwa, jê zêran dixwaze. Lêku gelek caran zêran deyn digere û mixabin ev destbira ji xebatêra hinek kislan buye. Ji ber kislanîyê herê carê neqedandîye deynê xwa bide.

Destbirayê destten : Kurê min lawo, biçe cem apê xwa 20 zêran bi deyn bîne, xwadê kerîme hetanêku me deynê wî day.

Kurê destbirayê desteng, ser daxwaza bavê xwa, hêrê carê berê xwa dide mala destbirakê bavê xwa û diçe zêran bi deyn dixwaze.

Birarzî : Apo destbirakê te min þandiye kû, tu bîst zêran bi deyn bide me.

Apo : Birarzîyê minê hêja, kîsê zêrê min, li duwar, di serminda dardakirîye. Tu dikare ji nav kîsê zêrê min, bîst zêran bigire.

Dest birayê destteng gelek caran kurê xwa bi vî away diþîne mala destbirakê xwa û destbirakê dewlemend her carê qedrê kurê destbirakê xwa digire. Rojek dest birakê destten, disa lawê diþîne mala dest birakê dewlemend zêran bixwaze.

Birarzî : Apo ez hatimim tu bîst zêran bi deyn bide me.

Apo : Birarzî, kîsê zêrê min di serminda dardakirîye. Tu dikare lê binêre.

Birarzî : Apo çima kîsê zêran te valaye. ?

Apo : Apo qurban bavê te kîsê zêr tijî nekiriye ku, hetanê tu zêran bigire.

Birarzî : Apo raste ez ji bavê xwara bivêjim, bira bixebite û rojek berê deynê xwa bide ... Emê carek din bikaribin, ji te zêran bi deyn bixwazin !...


02. 11. 2004

Ali Cahit Kiraç