PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Siyabend û Xecê


Siyabend û Xecê


Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî. Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê keta hiþ û aqil ji serê wî diçû. Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re bîne.

Dilê Xecê jî ketibû Siyabend. Bavê Xecê kurdekî dewlemend bû. Wî dizanibû, ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî, ku qelenekî pir bistîne. Mirov ji mêranî, mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend têr nedibû. Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu didîtin, dilê wan geþ dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û dikeniyan. Lê dema ku qala qelen dibû, Xec digiriya. Siyabend li ber dilê wê dida û nedihiþt ku ew bigirî. Wî digot,"bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze bila bi rindiyê be, dixwaze bila bi xirabiyê be; hetta dixwaze bila kuþtin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim, destê min ji Xecê nabe".

Rojekê qîz, bûk û xortên êla Zîlan top bûn û çûn bindarûkê. Paþê, Siyabend û Xecê jî çûn. Gava ku Siyabend û Xeca zer tên wê derê, hemû ecêbmayî dimînin, devê wan xwar dibe û li wan dinêrin. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort civîyabûn, ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes qasî Siyabend û Xecê nedibû.

Gelek kurên axayan, began û dewletiyan dihatin, ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin.

Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabend, Xec revand bir ser çiyayê Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê þevan li wir bi hev þa bûn. Pir bextewar bûn, ku miradê wan bi hev bûbû.

Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniþtibûn. Xewa Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew re çû. Dema ku Siyabend di xewa þêrîn de bû û Xec bi porê wî þa dibû; bi carekê de dengek hat. Xecê nihêrî, ku di besta biniya wan de gakûviyek direve û sê gakûviyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew gakûviya delal ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din nawêrin herin ser.

Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor dilop dilop gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser sûretê Siyabend. Siyabend, ji xewê bazda ser xwe.

Wî bala xwe dayê, ku Xec digirî, pirs kir :

- Xecê, tu çima digirî, ma tu poþman bûyî ? Bila li ber destê Xwedê ahd û qerar be, bila bi qewlê mêrê berê be; me heta niha mîna xwîþk û bira bi hev re derbas kiriye. Ku tu poþman î ez te dibim mala bavê te...

Xecê got :

- Pî.. Siyabend, tu çima wisan dibêjî ? Na, ez ne poþman im. Ez heta roja mirinê ji te dûr nakevim.

Siyabend :

- Ku wisan e, tu çima digirî ?

Gavek berê gakûviyekî, gakûviyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew gakûvî mêrxasekî mîna te bû. Ji þabûnê û ji eþqa dil giriyê min hat.

Siyabend :

- Ka, bi kîjan alî ve çûn ?

Xecê destê xwe dirêj kir û got :

- A bi vî aliyê han de çûn.

Siyabend, rabû ser xwe, þûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe hildan û got :

- Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan im. Çawan gakûvî werin di cem min re derbas bin.

Siyabend li pey gakûviyan ket û çû.

Nêzîkî gakûvî bû. Tîrkevanê xwe kiþand, dirêjî wî kir, ku lêxe; gakûvî xwe wek mirovekî çeng kir û hat cem Siyabend. Struyê xwe li Siyabend xist û ew avêt bin gelî.

Xecê pa ne pa, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiþtek bi serê wî de hatiye. Xec, lezekê þûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, Siyabend tunebû. Xec gelekî geriya þunde, hat binê gelî. Çawan ku gihaþt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû ser Siyabend, ku çi bibîne ! Darek di piþta wî re çûye û di sîngê re kiriye der.

Xecê li ser derd û kulan re got :

Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e
Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.
Kê dîtiye, kê bînaye,
Ku nêçir, nêçirvan bikuje.

Gakûviyo, te strudirêjo weke bejna mino,
Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,
Strudirêjo weke dara sûkê,
Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê.

Siyabend li Xecê vegerand:
Xecê, Xeca min a delal,
Çawan nebû mirazê min û te,
Me ê ji xwe ra li serê Sîpanê Xelatê,
Çêkira konekî rind û delal.
Xecê meke, melûrîne,
Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne...

Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Xecê jî li wir xwe ji zinêr diavêje jêr.

Ev versiyona Siyabend û Xecê, ji pirtûka Erebê semo, "Berbang"ê hatiye wergirtin û hatiye kinkirin. H. Diljen


PIRS

1. Çiyayê Sîpanê Xelatê li ku ye? Li ser nexþeyê nîsan bidin.
Bersîv :

2. Çima ji Siyabend re dibêjin Siyabendê Silîvî ?
Bersîv :

3. Xec, keçeke çawan bû ?
Bersîv :

4. Siyabend, xortekî çawan bû ?
Bersîv :

5. Çima Siyabend nikaribû qelenê Xecê bide ?
Bersîv :

6. Çima bavê Xecê, Xec nedida Siyabênd ?
Bersîv :

7. Mirov çawan dizane, ku dengê Siyabend û Xecê xweþ bû ?
Bersîv :

8. Dema ku wan bi dizî hevûdu didît, çi dikirin ?
Bersîv :

9. Dema ku qala qelen dibû Xecê çi dikir ?
Bersîv :

10. Siyabend, Xec revand bir ku ?
Bersîv :

11. Çima Siyabend û Xec li ser çiyayê Sîpanê Xelatê bextewar bûn ?
Bersîv :

12. Kengê xewa Siyabend hat û çawan raket ?
Bersîv :

13. Dema ku Siyabend di xewê de bû, Xecê li besta jêrîn çi dît ?
Bersîv :

14. Çi Siyabend siyar kir ?
Bersîv :

15. Gelo ma Xec poþman bûbû, ku digirîya ?
Bersîv :

16. Dema ku Xecê got, " a bi vî alî han de çûn", Siyabend çi kir ?
Bersîv :

17. Dema ku Siyabend kir ku li gakûvî xe, gakûvî çi kir ?
Bersîv :

18. Dema ku Siyabend paþ de nehat Xecê çi kir ?
Bersîv :

19. Xecê di binê gelî de çi dît ?
Bersîv :

20. Çi bi serê Siyabend de hatibû ?
Bersîv :