Kongreya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê pêk hat Enstîtuya Kurdi ya li Stenbolê kongreya xwe ya 8’emîn pêk anî. Di kongreya ku 24.10.2004’an de li Kadikoya Stenbolê li Avahiya Egitim-Sen Þaxa Duyemîn pêk hat de, zêdetirî 70 endamên enstîtuyê beþdarî kir û di dawiya kongireyê de bi dengên xwe rêveberiya nû hilbijart. Rûniþtina kongreyê ji bo tevahiya þehîdên Þoreþa Kurdistanê yek deqe bi rabûna ser piyan destpê kir. Paþê jî dîwana ku ji Çeto Ozel, Ýbrahim Gurbuz û Þîrîn Tunç pêk dihat bi giraniya dengan hate hilbijartin. Di kongreyê de xebatên rêveberiya kevin hatin eþkerekirin, rapora darayî (madî) hate pêþkeþkirin û li ser van xalan gelek endam mafên axaftinê wergirtin û gilî-gazin, pêþniyaz û daxwazên xwe rave kirin. Her wiha danezana Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê bi bi zimanê kurdî zaravayên kurmancî-zazakî û bi zimanê tirkî li tevahiya endaman hate belavkirin û li dîwanê ev danezan bi zimanê kurmancî û zazakî (dimilkî) ji mêvan û endaman re hate xwendin. Þayanê gotinê ye ku li avahiya ku kongre lê pêk hat de, tabloyên Ehmedê Xanî, logoya Enstîtuya Kurdî û pankartên bi rengê ‘nasname; ziman, çand û rûmet e, li rûmeta xwe xwedî derkeve!’ balê dikiþand ser xwe. Cîgirê Serokê Giþtî yê DEHAP’ê Osman Ozçelik, rêveberên Komeleya KAYY-DER’ê û Endamên Desteya Rêveber ya Bîroya Navenda PEN’a Kurd ya Stenbolê, ligel komek ji endamên çapemeniya kurd li kongreya navborî hazir bûn. Di encama kongireyê de Þefîk Beyaz careke din weki serokê Enstîtuyê hate hilbijartin. Rêveberî ( 5 kes ) û Senatoya Enstîtuyê ( 18 kes ) ji van navan pêk hatin : Endamên Birêvebiriya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê : Cuma Çiçek, Qahir Bateyi, Þirin Tunç, Cuma Çiçek û Hasan Çeter. Endamên Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê : Zana Farqînî, Salihê Kevirbirî, Mulazim Ozcan, Mele Reþid Ýrgat, Kerem Soylu, Mele Ýsmet Kiliçaslan, Mele Celalettin Yoyler, Mehmet Þafi Ekinci, Kadirye Alptekin, Ýbrahim Gurbuz, Hasan Baraçkiliç, Eþref Doganer, Deniz Gündüz, Deniz Çiftçi, Çeto Ozel, Cemal Piranij, Arzu Civak û Alattin Aktaþ. Di kongireya ku têrnaverok derbas bû de, peyama Navenda PENa Kurd ku bi imzeya cîgirê serokê Navenda PENa Kurd Mustefa Reþid û peyama Enstîtuya Kurdî ya li Brûkselê ku bi îmzeya Derwêþ M. Ferho ve hatibûn þandin, hatin xwendin. Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê di 18’ê Nîsana 1992’yan de ji hêla kesên wekî Ýsmail Beþikçi, Musa Anter, Evdirehman Durre, Ýbrahim Gurbuz, Ýsmet Þerif Wanlî û çend navên din ve hate damezirandin. Enstîtuya ku heta niha bi awayeke fermî ji hêla dewletê ve nehatiye naskirin, gelek caran bi tehdeyî û zordariyan re rûbirû maye. Lê gelek balkêþ e ku enstîtuya ku hê jî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin, car çêbûn ku ji hêla Serokomariya Tirkiyeyê ve bo civînên rêxistinên sivîl hate dawetkirin. Ev dikeve sala 13’an ku Enstîtuya Kurdî ligel zext û zordariyan li ser piyan e û ji bilî girtina du mehan, her deriyê wê vekirî maye ! SALIHÊ KEVIRBIRÎ / STENBOL salihkevirbiri@hotmail.com Me ev nivîs ji www.pen-kurd.org wergirtiye. |