Mesaj ji dostên milîtan re Mesaj ji dostên milîtan re Ji bo dinyakê nû birano, Ji bo dinyakê nû Ev þer Ev xwîn Ev zulim Ji bo dinyakê nû birano Ji bo dinyakê nû Ev aram Ev rik Ev qolinc 2. cendekên zarokên birçî û qehpikên biçûk demokrasiya qesabxanan di bin dîwaran de dilerize di kûçeyên parsekan de îhtilal kirasên belengaz li xwe dike ji ber ku fînans kapîtal bi kûmê xwe yê kolonyel û bi rihê xwe yê dirêj û spî meclîsên neteweyan qehîm girêdane bi çarxên har yên dolaran rahên çiyan diqeliþine întixareke kevnar di qefesa can de bi înadê li þoreþên durû yên generalên cuntayî û ji bo xatirê ordiyên dagîrker hey lê, çavê te bixwum demokrasiya ku bi serqiloç û destqeyidkirî ye û esnafên noker û hemû sextekar û bênamus çivîk venaþînin ser benên telgrafan zîndanên tirsê li ser dilê xama rûniþtiye reþandiye strana tarî ya birçîbûnê li ser misilmanên belengaz yên her pênc wextên selayê 4. Aha, welatê min bûye cendera zilmê der û dor mezbehe navend gîyotîn êvaran devsa nan qehir vediguhezin ser sifreyan û bi þev jî însanên welatê min bi bermaliyên re, bi êþ û kulên xwe radizên li eþayirên payebilind û xwedîþahî menihêrin stran û dîlanên wan derew pevçûnên wan derew li milê dinê çiyan piþt û stûxwar mal kavil û wêran û li vî milî dizî û talan 6. Îxanet bi destên xwe yên revok û bi dilê xwe yê mêrkuj di hewþên mizgeftan de sedaran daçikîne zarokên ciwanmerd ên serxwebûnê li ber devê xwekuþtina mawzeran Xalit Begê Cibrî, Seyîd Riza di întîxara mawzeran de þikeftên Dersîmê straneke heyveronî ne Mirê mîran nema dikare biqîre ew bêdeng e, serdar û fermandar du rû ne û Mîllî Cephe bi pêxasiyeke pozbilind hinekî Marks hinekî Hitler begên Kurdan ku hatine xeniqandin di gorên xwe de tên gulebaran kirin û Mistefa Kemalekî di elîfbêya burjuwazî de di van çiyan de nîr li stûyê stranên me yên hennekirî hatin xistin bi navê bratiya gelan di van çiyan de zikên jinên biducanî hatin qeliþandýn di van çiyan de îstiklal-i tam hat fetisandin lê lûle hê sar nebûbûn rizgarîxwazên Mîllî dimeþiyan pê li serên bi xwîn yên zarokan dikirin û dimeþiyan rizgarîxwazên millî ji bo qetlîamên millî ... .. . nanê me tunebû guleyên me tunebû axa me ku bi hezaran can û hêvîyekê li zerê diçand tunebû miriyên me wekî çiyan li ser hev vegevizîn û namusa me di bin lingan de ma ... lanetbûyî zar zeç jin û dewarên me birçî ... Ew bi çaketên xwe yên çerm û bi potinên xwe yên reþ ordiyên talanker nebûn ew neferên Kuvay-ý Millîye bû ku me bi hev re nanê reþ seriyekî pîvaz parve dikir û cendekên me, bê þîn û bê civat li nik hev dihatin veþartin cendirme, pilingên bixwîn yên zor û zilmê Zilan bi xwîn rê nade ji hal û hewalê fahm nake wey loo, lo, lo wey lo li pey me alayiya sîwarê li ser me makînali 7. Dosto, mebesa me bi yeko yeko gotina van tiþtan ew e, ku tu bizanibî ka tu ketiye nav þerekî çiqas dijwar. tîfûs û qanser û siyatîk dîfterî qelsbûna dil, ulser hwd. û bi hemû xirabî û nexweþî di ser de jî birçîbûn di ser de zordestî û di ser de jî zindan xum xumeke bêdeng û keysarê tebîetê þitil qels in di çiyan de êþa xemgîn a heviyê di nav singa axê de tov rûçikiyê û bi xwîn e û stranên me di nav xwînê de ne "roja zivistanê ye gul nabiþkovin bilbil naxwînin li ser þaxan dil dixwaze dest nagihiyê wey li min ez birîndar im ji hundir yarê ji hundir biqelþîne dilê min" aha namûs ji kedera xwe li întîxarê diponije û qehra vê beroþa vala ji xwe fêdî dike axa ku yekî bi yek nade cot cobar gayê pîr zar zêç birçî û tî ne çûyîn ne hatin û di çiyan de mehkûmên tahzî. Orhan KOTAN |