PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EY BUHARA QAMIÞLO




EY BUHARA QAMIÞLO

Ey buhara min tû ĵi nûve ĵîn dibe
Diçilmisênin rengê te …………
Ey buhara xemgîn û rûbarên xwînê
Lêvên bi þîrava þêrîn dixemilin
Ĵîn dibin li ber te ey buhar
Xembar dibin û diçilmisin
Û diramanên tariyêde .
Pîvan …..pîvan
Qelaþtin pêsîra tev birîn
Diĵmin xwîn miĵe diĵmin
Wa serûkên çav qels
Berpersyarên odeyên vala
Netewênin serên bê rûmet
Dem dibhure
Dem xwe nû dike
Li benda min û te namîne
Ey serûkên qels kar
Nakim hêvê ĵi we li min negrin
Buhar diçilmise bi awazên we
Awazên bê saz ...?
Di rakevin ew çavên bê þerim
Di himbêzek rêçek tarîde
Buhara min þiyar dibe
Bi dengekî zelal
Qêrîna min belav dike
Min di civîne
Ez kîme ey buhar
Dildarekî birîndar
Di birîna rewþek bedew de
Evîndarim ..........evîndarim
Warekî kevnar
Paytexta buhara avdarê
Hêviyên tev hêvî
Evîndarê teme ey buhar
Qamiþlo dimîne yar
Hêstirên ĵi xwînê
Gulên buharê geþdike
Dil li min dibe ar
Qamiþlo dibe zar

09.10.2004

Dildar Îsmaîl
dildarismail@hotmail.com