PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þivanê derewîn



Þivanê derewîn


Li gundekî Kurdistanê þivanek derewîn hebûye. Her rojê pezê gundiyan dida hev û dibir deþt û zozanan. Þivan bi serê xwe pezê gundiyan diçêrand. Ew ji tenêbûnê pir aciz dibû. Ew difikire ku çawa vê aciziyê ji ser xwe rake. Rojekê numareyek hat hiþê þivên. Wî got ku ya herî baþtir ew e ku, ez derewekî bikim.

Ew derdikeve giharê beyarekî û dike qêrîn:

- Hawar e ha hewar e! Gur ketiye nav mîh û bizinan! Wey li halê feqîr û xizanan! Zû werin, lezkin ha lezkin !..

Gundî li ser gazî û hewara þivan dar û kotekan hildidin û berê xwe didin ba þivan. Lê ne gur dibînin, ne jî tiþtekî din. Gundî ji derewa þivan hêrs dikevin û vedigerin gundê xwe. Piþtî çend rojan bi rastî gur dikeve nav pezê þivan. Þivan wek cara berê, dîsa derdikeve giharê gund û dike gazî û hewar, dike qêrîn û zarezar:

- Hewar, ha hewar! Guran hemû mîh û bizin xwar !

Þivan çiqas dike qêrîn û zarîn jî, kes bi þivan baweriya xwe nayne. Kes naçe hewara þivan. Gur pezê þivan dixun, yên mayî jî birîndar dikin...

**********

Van Peyvan Bizanibe !


þivan, pez, gundî, gur, bizin, hêrs, çêrandin,
beyar, dar û kotek

**********

Bersîva pirsan binivîsîne !


1- Þivan çima aciz bûye ?
.....................................
2- Þivan ji bo çi derewan dike ?
.....................................
3- Guran çi xwarin e?
.....................................
4- Gundî çima cara duduyan neçûne hewara þivan ?
.....................................

Nivîsarê temam bike !

1. Li gundekî ..................þivanek derewîn hebûye.

2. Ew ji tenêbûnê pir................ dibû.

3. Guran hemû ......... û .................. xwar !

4. Þivan bi serê xwe ................. gundiyan diçêrand.

Rast e yan þaþ e? ( R / Þ )

1. Rovî ketiye nav pezê gundiyan.

2. Gur ketiye nav pezê gundiyan.

3. Kes bi derewînan bawer nake.

4. Guran hemû pez xwarine.

5. Guran bitenê bizin xwarine.

6. Þivan derewan nake.

7. Þivan hertim rast dibêje.

8. Divê mirov hertim derewan bike.

9. Divê mirov qet derewan neke.

10. Derew tiþtekî ne baþ e.