PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Alfabeya kurdî ya latînî
Hejmara tîpên alfabeya kurdî 31 in.

Tîpên girdek:

A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S þ T U Û V W X Y Z

Tîpên hûrdek:

a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s þ t u û v w x y z

Heþt dengdêr in :

a e ê i î o u û

Bîst û sê dengdar in:

b c ç d f g h j k l m n p q r s þ t v w x y z

Di zimanê kurdî de 31 yek deng hene û ji bo her dengekî jî tîpek (herfek) heye. Bi tenê dengekî taybetî di zimanê kurdî de heye ku bi du tîpan derdikeve û bi kurdî jê re pevdeng û ewropî jî dîftong dibêjin. Ew jî tîpên Xw ne. Dengê tîpa "x" bilind û xurt e û ya "w" jî nizim û zeyîf" e. Carnan dengê "w" weha kurt û zeyîf e ku mirov nabihîse û bi tenê dengê "x" dibîhîse. Loma jî di nivîsandina kurdî de herî bêtir çewtî di vî dengî de tê kirin. Çend nimûne:

Xwe, xweþ, xwiþk, xwelî, xwê, xwarin, vexwarin, vexwendin, serxwebûn, xwîn, Cigerxwîn, xweþ, nexweþ, nexweþxane, xweþmêr...

Ev dengê kurdî ku ji du tîpan derdikeve di zaravayê kurdî de ne wek hev e. Di zaravayê kurmancî de jî li gor herêman tê guhartin. Soran, dimilî û li hinek deverên kurmancî jî bi tenê "tîpa "x" bi kar tînin. Lê di rastnivîsa kurmancî de pêwîst e ku mirov "xw" binivîse.


Merþa Tîpan :

Em þagird in, em dixwînin abc
tîpên me tev sîh û yek in çde
xweþî ev e, bi zimanê kurmanc e
êfgh him rehet e, him þêrîn
iîjk xweþ dixwînim bi qîrîn
lmno hê mayîne hinên din
gelî kurdan, werin tev de bixwînin
pqrsþtuû tu meyze
vwx ne, ez þaþ nakim yek levze
heþt dengdêr in, heçî dengdar bîst û sê
riya ronî dibistan e, ma yz .

Hesenê Emîn