PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Esmerê



Ezîz Xemcivîn
azoozxem@eim.ae



Esmerê

Kenê þevê bi lîstokên Berçemokan re,

ne ba pêlên xwe dirawestîne

û ne
Esmera min awiran ji çavan diþikîne..

ji mêvandariya stêran li þeva perestinê,

li asoyê evînê,

li ber sira bayê oxirê,

li bîrhatina fîxana Xecê,

li ber nalîna Siyamendê birîndar,

li þopa Pezkoviyê xedar,

li beyabanê Mecnûn
û
li hêviyên çiyayê Cûdî..

Hey xanimê ...

nalîn û kalîna dilê min li nav pencên evîna te

dîl û girtî ...

tî û birçî ...

bê hêz û pepûk û kedî ye..

lê lê bermalyê þihîna bêdengiya awirên te

li ber hizra min bilind û bilind e,

birêza min serê min carekê

li nav geliyê memikan deyn û bilorînî,

dibe ji kêlîkekê bibe demsal,

buhar, buhiþt û jiyanek ...

Heger tav bên,

terez û bahoz serê min ji talda rêzekî biçe ber yê din,

û hîn destên te li ser min sîwanin,

di ber re lêv yek çiva bidin cegerê,

jiyanê ji hirmên hinguvîn bimijim..

bîna vînê belav e,

li çarçewkê nizanim

li þeveke kirîstalî,

li deryaya te bûme kelek nizanim çima ez dîn im.. ?

gelo pêlên evîna te har in ?

min bilind û nizm dikin,

nizanim cîhana dildariyê bager û babelîsk e.. ??????

nizanim heyv e gava ez pê li xaka wê dikim,

difirim bê giranî dibim??

gelo hêzê bê hêz dike?

Yan sîvanokê bê ceger û dil dike???

Pirs in; bi tirs in; bê bersiv digrîn û diçin….

Esmera evîna min;

bi þeva te re,

bi roja te re,

bi higûra meha te re û bi buhara axaftina te re,

çirayên damarên min geþ in,

stran û lîskên tiliyên min deng zelal in, ne bilbil in û ne þalûl in..

belê nivêj in Zerdeþtî ne

li hicrika te Þêx û Pîr im,

herdem te weke kaniya sipî dibînim,

sobelan û melevaniya min li wê jiyanê,

li wê hembêzê ta ebed ez dê wê bi þahî biburînim



17. 06. 2004

Ezîz Xemcivîn