PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bêjin Hewlêr Bela negrî


Bêwar Ibrahîm



Bêjin Hewlêr Bela Negrî

Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Raste .. kezîyên agir vêketin
Di nav golên xwîna
Samî Ebdurehman û
Þewket Þêx Yezdîn ,
Seed Ebdula û
Mihdî Xoþnaw de ,
Di nav xwîna Ekrem mentiq û
Du xesro yên soran de ,
Lê Xesro Pîrbal bi
Mêvanên cejnê re
Derket bû
Û sed mixabin ...
Li vegerê ,
Ne Samî dît ,
Ne Þewket dîtn ,
Ne Mihdî dît ,
Ne Newzad dît ,
Ne Seed dît ,
Li ber termên
Þêr û mêran
Ew jî nîvkuþtî bû ...;
Raste ...
Çavên bendewar
Di sibeha
Cejna qurbana reþ de
Li ber stiranên mirinê
Hatin rijandin ...;
Xewnên xweþ û pembehî ....
Di bin pêyên
Leþkerên tozê de
Bi navê ola islamê
Û mîrên musilmanan
Tev perpitîn û çiriyan ... ;
Ew nizanin ku
Tovê xewnên me
Li ber bayê
Ala rengîn
Û siya
Azadiya Kurdistanê
Têne vejandin û xwe nûdikin ... ;
Nizanin ku gelek
Pirs û pirsok ,
Ji hembêza mirinê xwe
Vedidizin ;
Gelek xal û bêhnok
Ji ser rêkên bê armanc
Vedigerin ...;
Û gelek hêvî û omîd
Ava berfê û lîlavê ...
Bi ser agirê qederê ve
Digvêþin û wî agirî
Vedimrînin .

* * *
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Erê raste ew
Xwezîyên xwekujiyê
Li ser sînga wê
Peqandin ...
Gelek kezîyên
Reþ û sor û zer
Ji qurm ve jêkirin ...;
Gelek diranên tûj
Ji þikefta dev hilpekeandin ;
Kaniyên xwînê di
Sikak û kolanên
Wijdanên reþ û
Mejîyên genî de
Bi destên terorîstên
Xab , xedir û xiyanetê
Di nav mij û tozê de
Herikandin ...;
Lê Hewlêr nehejiya ...
Ew pir û peravên
Navtêdan û xwepêþandanên
Duhok û Silêmaniyê û tev
Kurdên li ser goka zemîne .. ,
Ew xencera
Barzaniyê nemire ,
Ku li ser hustê
Çaldêran û Cezair
Hatiye danîn ...,
Ew hêsir , xwêdan û peyvên
Ku di lûlikên tivingên
Pêþmergên qehreman de
Dibin gulle û
Di þûna her gullyekê de
Termekî þehîdaye
Ku canê xwe daye ji bo
Felat û azadiyê ...

* * *

Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Bela dilê wê ji
Birayên wê
Yên musulman nemîne !!!
Bela dilê wê ji
Der û cîranan nemîne !!
Tu berjewendî û têkiliyên wan
Bi rijandina
Xwîna tahir nîne !!
Kezeba dayik û bavan ,
Dost û yaran
Ne bi destên wan hatin
Qelaþtin û sotin ...!!
Bela dilê wê
Ji ol û oldarên Islamê nemîne ;
Ne valane ji dilopên
Hêsr û xwîna
Welatên ber serjêkirinê re !!!
Bela dilê wê ji
Camiya Ezher a þerîf nemîne !!!
Ne valaye ji miletan re !!
( Welîme Lîaþab Elbehir ) û
( Wesaya fî Iþq Elnîsa ) ...
Þerefa wê li erdê xistine ,
Îro ketiye þer û berê
Tolhildana namûs û þerefê ...;
Ji xwe Camiya Zeytûnê
Xwe ji þeref û namûsê
Bêrî kiriye ,
Sîng û berên zeriyan dike
Textên reþ û
Bi dîwaran ve dadileqîne ..;
Tew camiya Emewî
Xwe keroke dike dengnake ,
Ew hêlîna kevokaye û
Haj û bajê wê
Ji kevokên serjêkirî nîne ...;
Na..na bela qet dilê wê
Ji der û cîranan nemîne ..

* * *

Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Ew qublegeha pêximberên
Kurdayetiyê ye ..;
Gotin :
Berxwedan jiyane ;
Ew nizanin ku
Jiyan berxwedane û
Hewlêr vîn û jiyane ,
Pêþmerge û çiyane ,
Gula welatê rojêye ...;
Çiyayên Kurdistanê
Ji Zaxoka Behdînan
Ta bi Xaniqîna Soran
Dibêjin :
Bela Hewlêr negrî ...
Ew warê
Sinbil û sembolaye ;
Paytexta dîroka |
Resen û windaye ;
Ew YÛSIV ê pêxmbere ,
Ku birayên wî bi xapandinê
Ew xistin çala mirinê ,
Lê YÛSIV nemir
Ew bi sebrê bûye
Melekê Misrê ,
Û Hewlêr namire ...
Ew paytexta rojê ye ,
Wê yazde kewkeb û
Der û cîran
Jê re herin sicûdê ...;
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Ew buhuþt û gulîstane ...
Paytexta
Kurd û Kurdistane .

* * * * * *


28. 05. 2004


Bêwar Ibrahîm