PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Teyr froþê Botan û bazirganê Serhedê


Li herema botan kesek bê þuxul û kere. Ev kes difikiri kû çi karê bikie. Karê teyr xudîkirin û frotan tê bîrê. Bawer dike kû ev kar baþ bimeþe. Di rojên nîzik da dikanek kirê dike. Çend teyr dikere û dike dikana xwa. Roj diser rojanda derbas dibe, karê teyr firoþ baþ rêva naçe.

Teyr firoþ rojek li dikana xwa kur û kur difikire kû ewê çi xwalî liserê xwa bike. Di ser fikirandina wî hevalek wîyê nehs dikeve dikana wî. Jê dipirse û sedemê fikirindina wî hîn dibe.

Hevalê nehs ji hevalê xway teyr firoþra dibêje ; ez gorî mereqa neke çare li cem min pirin. Tu tenê goh bide min û xibera min bike, ewê karê te rêva diçe.

Teyr froþ ; hevalê delal hêvîya min tuye, ez bawerim kû tuyê ji minra çarekî bivîne.

Hevalê nehs ; emê ji tera Tutî' yek ( Papaxan' ek ) bikirin. Û çare eve.

Teyr fros ; ê ez qurban bi yek Tutî' yek karê min çerê bimeþe ?

Hevalê nehs; Tu goh bide min û xibera min bike. Ezê anika ji tera qala carê bikim. Emê Tutî' yek ( Papaxan' ek ) bikirin û bînin dikanê. Dura kincên ( cilên ) çend hereman bikirin û li kesên cuda bikin. Wan kesena bi cilên herema bînin hember Tutî yê te. Û emê ji tutûyê tera bivên aha ev kes ji vî heremêye. Ango emê bi navên nasîna hereman Tutîyê te perwerde bikin.

Hevalê nehs ; Piþtê perwerdeya Tutî yê te, ewê ji heremên cuda bazirgan werin botan. Ji berku dikana te a teyrane xwaþa her kesan diçê û bala her kesên rêvî dikiþîne. Mereq neke bazirganên werin botan ewê werin dikana te. Ango kesên ji heremên cuda çer bikevin dikana te. Tutî yê tê bivê je aha ev merov jî vî heremê ye. Ewê bazirganê xerîb matmayî bimînin. Wî waxtê tu pesna Tutî yê xwa bike...

Hevalê nehs ; Bazirgan jî hewl bide xwa û bixwazin Tutîyê te bikiri. Nebe kû tu Tutî yê xwa bifiroþe bazirgan. Tenê bi direwan Tutî yê xwa têke ber bazarê û bahakî giran bide Tutî yê xwa. Gava kû bazirgan dil kir Tutîyê te bikire, hinek bi ponice û dura bivê je heyran di destê minda yek Tutîyekî min heye. Ji ber vî sedemê ez naxwazim Tutî yê xwa bifiroþim.

Hevalê nehs ; Û dura dubare bike bivê je bibore ez Tutî yê xwa nafiroþim. Lê kû hêkên Tutî yê min heye. Were ez heba hêkan bi nîv baha bifiroþim te. Dibe kû bazirgan bivê je ez hêkan çi bikim. Tuyê bivê çucikê Tutî yê min jî wek Tutî yê min baqilbin. Gavaku te bazirgan qayîl kir, 30 hêk bifiroþe bazirgan. Lekû bira van hêkana 10 heb hêkê Mirîþk ê, 10 heb hêkê Ordeg ê, 10 heb hêkê Ehlok ê be. Ha hewceyeku tu bi direwan bivê jê vana hêkê Tutî yê mine. Ger van sîh hêkana ji tera çucik derxîne tuyê bive Keyê welatê xwa. Gava bazirgan got ezê çere bivim Keyê welatê xwa, bersîv bide û bivê je Tutîyê min bi mehrîfetin bawerîya xwa ji xwadê nebire û sebir bike.

Hevalê nehs ; tiþtekî din ji tera bivêjim. Ger bazirgen pirs kir û got ewê çucik çere ji hêkan derkeve ? Tu jî bazirgen temî bike bivêje wan hêkana behere welatê xwa dayne binê kurtekî.

Hevalê nehs ; durajî sond buxe bivê je heyran welleh Tutî yê min qundeye. Dibe kû ji hêkên Tutî yê min cisnên din peydah bivin. Ji ber kû Tutî yê min yekcaran di dikanêda fir dide diçe cem Dîk Ordeg û Elokan. Fehm bike Tutî yê min qundeye.

Roj ji ser rojanra derbas dibe ji herema Serhedê bazirganek dilpak diçe herema Botan. Bazirganê Serhedê di derê dikana teyr froþda derbas dibe û bi rastî dikana teyran bala wî dikiþîne. Bazirganê Serhedê dixwaze bikeve hundurê dikana teyran û li teyran mize býke.
Bazirgan dikeve dikanê ...

Bazirgan ; Roj baþ

Tutî / Papaxan ; aha Serhedî hat, aha Serhedî hat. Ev merik jer herema Serhedê ye.

Teyr Froþ ; wey keko tu bi xêr hatiye. Ser seran ser çavaran hatiye. Ez qurban tu dilê xwa negire Tutîyê min vir, vir dike.

Bazirganê Serhedê ; çi vir, vir heyran welleh Tutî ye te pir baqile. Û wek fêlbazane ew çêr dizane ez ji herema Serhedême. Kekê têyr firoþ ma tujî dizane ez ji Serhedême.

Teyr Froþ ; qurban ma ez fêlbazim bizanibim tu ji kuderê ye. Leku Tutî yê min pir baqile ew pê derdixîne kû kesên xerîb ji kuderêne.

Bazirganê Serhedê ; ez qurban Tutî yê te tiþtên dinjî dizane ?

Teyr Froþ ; tew, tew Tutî yê min çi nizane. Wexta mirinê dizane. Li welatek dizîya þevê bive, tu ji Tutî yê min bipirse ewê navê diz ji tera bivêje.

Bazirgan hewl bide xwa û dixwaze Tutî bikiri. Lêku dixwaze bahayê Tutî bipirse

Bazirganê Serhedê ; kekê teyr froþ bahayê Tutî yê çiye ?

Teyr Froþ ; heyran bahayê Tutî yê min bist zêre.

Bazirganê Serhedê ; de here lo tu qîz dide mêr. Ma bahayê Tutî kî çýbe ? Bahayê Tutî yek dibe bist zêr ?

Teyr Froþ ; heyran were dev ji Tutî yê min de.

Bazirganê Serhedê ; lê kû bazirgan xwa xwaþ kiriye kû Tutî yê bikire û dibê je heyran ezê Tutîyê te bikirim.

Teyr Froþ ; hinek biponice û dura bivê je heyran dev ji Tutîyê min berde. Di destê minda yek Tutîyekê min heye. Ji ber vî sedemê ez naxwazim Tutîyê xwa bifiroþim.

Bazirganê Serhedê ; ez ji serhedê hatimim vir. Birêz têyr firoþ tu yê min têke xudîyê derd û kulan, ango ez gelek xemgîn bum. Welleh ezê hewl bidim xwa Tutî yê bikirim.

Teyr Froþ ; bibore ez Tutî yê xwa nafiroþim. Lê kû hêkên Tutî yê min heye. Ez dixwazim sîh hêkên Tutî yê xwa bifiroþim.

Bazirganê Serhedê ; ez hêkan Tutî yê te çi bikim. Ez dixwazim Tutî yê te bikirim.

Teyr Froþ ; ger tu hêkan bikire ewê pêþerojê çuçukê Tutî yê çê bive. Çucikê Tutî yê min jî wek Tutî yê min baqilbin.

Bazirganê Serhedê; Were em bazar býkýn ... Bahay hêkêkî çiye ?

Teyr Froþ ; bahay hekekî Tutî yê min niv qiyteta Tutî yê min e.

Bazirganê Serhedê ; birêz teyr firoþ tu bi min heneka dike. Ewê sîh hêkên Tutî yê te Sêsid zêr girê bide. Sêsid zêrê min tune ...

Teyr Froþ ; bira tu bi kêyfa xwaye pazar bi zorê nine. Ger razîbuna te hebe tuyê hêkan bikire.

Bazirganê Serhedê ; baþe hinek zêrên min heye lê kû kême, têra hêkan nake. Li welatê we nasên min heye ezê hinek zêr ji wan deyn bikim.

Teyr Froþ ; keko ser çavê min tu kengê were hêkên te li cem min amadeye.

Bazirganê Serhedê ; birêz têyr firoþ ez biçin tevdîra xwa bivînim, bixêr ezê di nav panzdeh rojanda werim hêkên xwa bistînim.

Teyr Froþ ; birêz bazirgan ger van sîh hêkana ji tera cucik derxîne tuyê bive Keyê welatê xwa.

Bazirganê Serhedê ; ezê çere bivim Keyê welatê xwa ?

Teyr Froþ ; birêz bazirgan Tutîyê min bi mehrîfetin gotinek heye dibê jin ''çêjikê Mar bê jar nabe''. Hewceye tu bawerîya xwa ji xwadê nebire û sebir bike.

Bazirganê Serhedê ; birêz têyr firoþ gelo ewê çucik çerere ji hêkan derkeve ?

Teyr Froþ ; birêz bazirgan wan hêkana behere welatê xwa dayne binê kurtekî. Birêz bazirgan nevê je têyr firoþ ji minra negotiye. Tistek heye ezê ji tera bivêjim.

Bazirganê Serhedê ; birêz têyr firoþ keremke gotina xwa bivê je.

Teyr Froþ ; birêz bazirgan ez ji te çi weþêrim, heyran welleh Tutî yê min qundeye. Dibe kû ji hêkên Tutî yê min cisnên din peydah bivin. Ji ber kû Tutî yê min yekcaran di dikanê da fir dide û diçe cem Dîk Ordeg û Elok' an. Fehm bike Tutî yê min qundeye.

Bazirganê Serhedê ; birêz têyr firoþ ji minra çi qundetîya teyran. Ez li mehrîtbuna wan mize dikim. Keko vî gavê bi xatirê te. Ezê di nav panzdeh rojanda werim û hêkên xwa bistînim.

Roja midetbuna panzdehaye, çavê Teyr Froþ û Tutî / Papaxan li rêya bazirganê serhedê ye. Teyr li dikanê hatina bazirgan divîne. Bazirgan çer nigê xwa davêje dikanê. Tutû qêr, qêr dike.

Tutî / Papaxan ; aha Serhedî hat, aha Serhedî hat. Serhedî disa hat.

Bazirganê Serhedê ; kekê minê têyr firoþ roja te bixêr be.

Teyr Froþ ; wey bazirganê hêja tu bi xêr hatiye. Ser çavê birê xwara hatiye.

Bazirganê Serhedê ; Sêsid zêr derdixîne dijmêre û dide têyr firoþ. Û bazirgan di nav du sepetê kayê da ji Teyr Froþ sîh hêkê digere. Bazirgan ji têyr firoþ xatir dixwaze û berê xwa dide welatê serhedê. Der dikeve serê çîyayê sîpanê digêje gundê xwa.

Gundî diçin pêþîya bazirgan, jê pirsan dikin...

Gundî ; Mîrê hêja tu îjar çima dest vala hatiye ? Kanê bir û kerî yê te ?

Bazirganê Serhedê ; dev ji bir û kerîya berdin. Min îjar hêkê Tutîya aniye. Zu xiber bidin cînaran Kurta kî hebe ezê bi bahakî rin ji wan bikirim.

Gundîkî difikire û mirîska wan nu bi kurtîyê ketî ye. Bazdide mala xwa mirîþka kurt digire û dizivire cem bazirgan.

Gundî ; keremke mîrê hêja min mirîþka kurt anî.

Bazirganê Serhedê ; wey keko ser çavê min ezê perê mirîþka te bidim. Ka bivê je. Bahayê mîrîþka te çîye ?

Gundî ; Keko kivþe kû bahayê hêkek Tutîyê gelek baþe. Ger tu bahayê yek hêkêk Tutîyê bidi min ezê razîbim. Û mîriþka bi kurt bidim te

Bazirganê Serhedê ; ji þabuna nizane çi bike. Xwadê ji rastî yê hez dike. Bahay yek hêkêkî Tutîyê bîst zêre. Keremke keko tu cîranê mine bîst zêr bi qurbana tebe.

Gundî ; bi vî yekê him razî dibe him jî matmayî dimîne ...

Bazirgan hêkên xwa datîne binê mîriþka kurt. Roj di ser rojanda derdas dibe di rojên cudada ji deh hêkan çuçikê Mirîþk ê, ji deh hêkan çuçikê Ordeg ê, ji deh hêkan çuçikê Elok' ê çê dibin. Der û cînar, gundî û gundîyê dorê bi vî buyerê dihesen. Her kes bi Bazirgan henek û tinazên xwa dikin.

Dý ser vî buyerê da mehek derbas dibe. Bazirgan çuyîn û hatina xwa û cînaran li xwa qedexe dike. Karê wî eveku kurt û çuçikan derdixînê cêrê. Bi rastî Bazirgan li hêvîya mehrîfeta çuçikê Tutî yê daye. Edî çuçik bunin varik. Rojek Kurt û sîh varik li hinda mala Bazirgan kendalek didin ber pencan. Wekê erdhec li kendalê were kêleka kendal hildiþe û kurt û sih varik ji ber hilsandina kendalê direvin. Ji ber hilþandina kendal der û dora Bazirgan dibe toz û dumax di demek kinda toz û dumax hildikiþe. Keleka kendalê bi alîkarîya tehvê ji zêran di teyise ( di biriqe ). Bazirgan xiber dina dê, bav, bira, jin û zarokê xwa. Malbata bazirgan bi sedan bar zêr dikiþînin malên xwa her yek wek Keyekî dewlemend dibin.

Ji bazirgan vetirê dîtina zêran mehrîfeta çuçikên hêkên Tutî yê ye. Bazirgan dixwaye biçe serdanîya Teyr Froþ. Bazirgan þuwalekî zêr û du pîyayê xwa digire cem xwa û berê xwa dide herema Botan. Û diçe bajêrê Teyr Froþ. Bazirgan cuwalên zêr li ber derî datîne û ji hevalê xwara dibêje hun li ber çuwal bisekinin ez xiber bidim Teyr Froþ bira zêrê xwa bihere mala xwa.

Bazirgan çer nigê xwa davê je hundurê dikanê Tutî qêr, qêr dike û dibê je.

Tutî / Papaxan ; aha Serhedî yê gêj hat, aha Serhedî yê gêj hat. Serhedî yê gêj disa hat. Tutî Bi van gotinên xwa Bazirganê gelek eciz dike.

Bazirganê Serhedê ; diçe ber Tutîyê û ji tutûyêra dibêje, bi xalikê erd û izman ji xatirê dîtina zêran neba minê qundetîya te di nav herema Botan ê da û di tev heremên dinda belev bikiraba ...

17. 09. 2004

Ali Cahit Kiraç

alicahitkirac@yahoo.de
mirezdin@hotmail.com