PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Da çinîna te þîrîntir be



Xelat Ahmed




Da çinîna te þîrîntir be


Weha

Bê firîþte

Bê gul

Bê balinde

bi tenê jinek im

Xwe ji te tavêjim

Tevliheviyeke ne gerek

Ji êþeka dirêj re

Xwe amade dikim



Dara ku pêleke din

Ez ê dil bikevim wê

Ez bi çivîkan pesinandim

Min tu jêre gotî

Ji min bawer kir

Dînê ….

Û dîroka axê bi min re par vekir



Ji kirasê min bawer neke

Heger bi buhrandina te re

Lerizî

Ew dixwaze tu lê binêrî

Da gulên xwe geþ bike



Dem xwe nabêje

Ne jî firîþteyan diyarî min dike

De …

Hîn xwe li min giran bike

Da çinîna te þîrîntir be .



Xelat Ahmed
dildarismail@hotmail.com