Helbestên Þivan Perwer, ên curbe cur - 1 Xezal Xezal : _______________ Xezal Xezal de hayê hayê... Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê Þewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê... Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim Cem aþiq û cem xozana.. oy cefayê.. Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir.. Xezala min biyan e Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê * * * * Buharê hat Buharê : ___________________ Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhara me þêrîn e Tevde gîhayê hêþîn e Keçê dilê min xweþ ke Giþ bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar çi xweþ û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne * * * * Behra Wanê : ______________ Oy… De îro mi go dilê min bû Behra Wanê Kelemê derd û kulan e… oy… De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin... Ax were lê lê hesreta’m dayê oy... De îro mi go çiya û zozan, þax û newal Hemû mêl bûne li bende mane De îro min go behra Wanê werdigere Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya… Were eman neman oy… hawar e limin lêlê dayê oy De lê lê dayê oy nema... De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma Ezê þax bi þax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê De minê bi Dilê Kurdistanê deveniþtama Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min * * * * Ez keçikek gundî me : ____________________ Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im Deþt û bajar nedîme lo wez brîndar im Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im Ava çem û kanî me birayêm hew zanim Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min j’xortekî heskiribû Ji malê meriyê me Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan Keç û xortik giþ bibin weke xwiþk û biran Li her derê ava bin da niþkav dibistan Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Hele were binêr hatî mala me Perwer Þivan Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan Lo bira derdo Þivano Xozano bar girano Bê waro periþano oo... Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... * * * * Sebra malan kara xezalan : ______________________ Sebra malan kara xezalan Bi me xweþ e wê nedin Serê xwe rakir kete du ala Lê li wê kes nebû xwedî Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Wexta min dît gelek pê þa bûm Bi can û dil pê ra bûm Hêsir ji rû jor de hatin xwa Min nêrî lê beyan bû Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Min go can û ceger xwiþka min Hel wer ba min em rûnin Serê xwe rakir kete du ala Ka ji bo çi wê mijûl be Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e * * * * De lorî kurê min lorî : ______________________ De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuþtin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Þênî ku sax bin nema tu bimrî Dujmin bi top û firok û leþker Bombardiman kir welat li her der Hilweþandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin jar û brîndar Zar û zêçên Kurd pir têne kuþtin Dexl û rez û pez tiþtek nehiþtin Tazî û birçî kir banger û berf Wan venaþêrin van þikeft û berqef Li ser zikê xwe diçin bi mestî Hin dest û hin pê, hin ser þikestî Di þevreþan de gernas e rêber Þêrê brîndar dema diçin þer De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuþtin dayik bi gorî Gelê hiþyar e gelek giha ye Tiving di dest e li ser çiya ye Sêr û piling in hawîr dibazin Doza me Kurdan serbest dixwazin Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeþte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e Qada me berdin ji bo me yekser Em aþtîxwaz in me navê ev þer Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî * * * * Ey Reqîb : ____________ Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman Naþikê û danayê bi topê zeman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên rengê sor û þoreþ in Seyr dike xwîna diyan me da rijan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên Midya û Keyxusrev in Dîn îman û ha îman her niþtiman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Lawê Kurd e, bûye ser pê wek þêran Da bi xwîn neqþîn bike tacê cîhan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Xortê nuh tev hazir û amade ne Canfida ne canfida her canfida Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan * * * * Serfirazkin (Venseremos ) : ______________________ Îro gel dike þerê jînê Hêz dike bi xurtî û ramanî Bimre neyarê gela cunta Bijî ‘Yekîtiya Popular’ Serfirazkin serfirazkin biþkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî Bi hurandin, bi girî fêde nakî Hatin wê bibe sosyalîst Wê sibe ji îro xweþtir çêbe Ewê dîroka min nû vebe Serfirazkin serfirazkin biþkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî * * * * Lê Dotmam : ______________ Xeber hate min li ser eþqa dil Eywax gul bû evîndara bilbil Bilbil xema qet nakþîne ji gul Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niþtiman e Diqîrî digazî li ber desta ne Wê çawa bê sebra me Kurdan e Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam tu pir þêrînî li ba þivan Lê niþtiman nadim bi hezar yaran Bo azadî dil û canêm qurban Bo rizgarî divêm axa goran Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê * * * * Zembîlfiroþ : _____________ Qinyata Zembilfiroþ û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroþ. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; Heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroþ Zembîlfiroþ zembîla tîne Delalo zembîla tîne Kolan bi kolan digerîne Nan û dahnê pê distîne Zarokan pê ditevrîne Gava ew zembîla tîne Xatûn li bircê dibîne Bi eþqa dil dihebîne Aqil diçe sewda namîne Ha dil were, ha dil were Kesê ji dil nekî bawere Ji mirovantî hatiye dere Xatûn : Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Buha buha ji te bistîne Lawiko ez brîndar im Zembîlfiroþ: Xatûna min a delal e Min bîhîstî Mîr ne li mal e Bazara’m bi malê helal e Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Ha dil were carek bi coþ Car car vexwe þerbeta xoþ Dilqinyata Zembîlfiroþ Xatûn : Zembîlfiroþ lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Min bo eþqa dil te anî Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Xatûna min a zerîn e Qusur li ser te qet nîne Lê dilêm kesî nahebîne Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Hay hay hay hawar e hawar e Hay hay hay hay.. Xatûn pir evîndar e Li ber rehma Xwedê xwar e Ji eþqê maye bê par e Evîndar e ma bêçare Xatûn li jor kar dike Zêr li eniyê par dike Kalên sedsalan har dike Xatûn : Çavên min mîna eynan e Biskê min mîna qeytan e Diranê min mîna mircan in Eniya min mîna ferþan e Berê min mîna fîncan e Fîncanên mîr û paþan e Sîngê min mîna zozan e Zozanên haft eþîran e Zembîlfiroþ, lawikê derwêþ Lê bike kêf û seyran e Zembîlfiroþ lawikê derwêþ e Keremke tu were pêþe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Ditirsim ji agirê êtûnê Ya Xatûn ez tobedar im Tobedarê Xaliqê Cebar im J’ser toba xwe ez nayêm xwarê Xatûn : Zembîlfiroþ lawikê feqîr e Were ser doþeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Tu Xatûna li birc û van î Li ser text û li ser seran î Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyal im Zarok tazî û birçî li mal in Xatûnê ez tobedar im Xatûn : Zembîlfiroþ lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wî Reb ê jorê Xatûnê ez tobedar im Tobedarê Zerdeþtê Kal im Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê * * * * Ez nexweþ im : _________________ Ez nexweþ im gewra minê Îro min go were ser min... ay… Gewra minê min go wez nexweþ im De were ser min Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min Ax… çi ferman e bira oy… Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin... Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman Eva serê çend û çend salên min temam Min terka welatê xwe da Ez perîþan im bira… ax çi ferman e dilo * * * * Qumrîkê : __________ Qumrîkê ez romî me belê Delalê ez romî me Kumsor û efendî me belê Kumsor û efendî me Xulam çavên reþbelek Aþiqa keçka gundî me De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra min nayê Qumrîka li ser zinara belê Delala li ser zinara Kulîlka nava dara belê Kulîlka nava dara Heyfa çavên reþbelek Ketiye destê neyara De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê Qumrîkê ser bi zêr e belê Sîng dergeha bajêr e Heyfa çavên reþbelek Qumrîkê didin mêr e De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê * * * * Hinê bînin li teþtê kin : ______________________ Hinê bînin li teþtê kin Þîr û þerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin Þarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e * * * * Yek Mûmik : ______________ Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna * * * * Narîn : __________ Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê Ezê tu emelê dunyayê nakim Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim Ezê tu dila di ser çavê reþ û belek re qebûl nakim Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin þaristanê xerîb Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne Emê bêjin ya wer em xuþk û birayê hevdu ne Hege xelk bêje ji bo þiklê ne weke hevdu ne Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne Toximê bextreþa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn * * * * Qîrînek tê : _____________ Qîrînek tê ji dûr welat Nalîn diket deþt û newal Gazî dike dibê: Welat Kanî welat bimrim heval Pi gotin tê ji yekî þivan Pir dibêje li ser niþtiman Guh dirêjo gotin giro Ka welatê te Kurdistan? * * * * Dilo ez bimrim : ________________ Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê Li vê buharê dilo heyran li vê buharê Mirin pir xweþ e dilo hewar li milkê bavê Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê Hêsir li çavê min xweþ in û neþ in weke baranê Weke baranê dilo heyran weke baranê Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê Mirin pir xweþ e bira hewar bi merd û cezê Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê Li gulistanê dilo heyran li gulistanê Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê Li zivistanê dilo heyran li zivistanê Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê Wek goristanê bira hewar wek goristanê Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê Di dibistanê dilo hewar di dibistanê Tirba Þivan hûnê çêkin li Kurdistanê Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê * * * * Kurdno rabin ji xewê : ______________________ (Xeberdan) Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paþketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev þîyar bûn Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paþketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev þîyar bûn Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye Bitlîs û Muþ, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez Þivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo * * * * Hevalê bargiran im : ____________________ Hevalê bargiran im, hevalê þoreþvan im Hevalê þoreþvan im hevalê þoreþvan im Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im Qet zen nekin her weha, li þorên we guhdar im Li þorên we guhdar im li þorên we guhdar im Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan Çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im Þoreþger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im * * * * Ala rengîn : ______________ Ala rengîn pîroz û xweþ, te hildigrim diçim bimeþ Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geþ Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, niþana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja þadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, niþana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û þêrîn î, niþana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê le bikin * * * * Mihemmedo : _______________ Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo Wî de dayê bejna Mihemedê min nîþana serê çîyan Bejna delalê min nîþana serê çîyan Wî de agir bikev mala van romiyan Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano... Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê biþewite bi kevir e Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy Kelemê çavê dujminano * * * * Warê me ye : ______________ Warê me ye warê me ye Þûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me Pezê me, pezê me Diçêriya li çiyayê me Talan kirin, girtin birin Agir berdan konê me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me Zarokên me zarokên me Ji bir nakin ew rewþa me Perçiqandin jiyîna wan Xwestin vemirin ocaxên me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me Mêrgê me na mêrgê me na Lê gul diçînin keçê me na Jêdikirin gulyê wana Ez j’bîrnakim zarîna wan Warê me ye Warê me ye warê me ye Þûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me * * * * Kurd in em in : _______________ Gerçî toþî rencerayî û hesret û derdim emin Qet lades em çerxe siqlê nabezim merdim emin Ger le birsan û leber bêbergî îmro req helêm Nokerî begane nakim ta le ser herdim emin Ax eman…. Ax Aþiqî çavî kejal û gerdnî pir xalnim Aþiqî kêw û talan û benden û berdim emin Min lezencîr û tenaf û dar û bend bakim niye Letletim kin bimkujin hêsta delim Kurdin emin * * * * Mîmîcan : ____________ Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan Xweþ camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan Çi xweþ li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan Gotin: Þivan Perwer * * * * Ehmedê Mala Mûsa : ______________________ Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê Hûnê çawa bikûjin xweþmêra ji bo xatirê mi rebenê xweþik jinê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavên reþ û belek hûn dibînin îro ax ketinê Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweþmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e Tesbîhê di destê wî de ji kevrê þadî, lê ji kehreban e Ew mêrxasê xweþmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim: Ew e mêrê bi sed mêran e Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê Keçik û kurikê me derketin govend, þahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê... Dilê min þewitî lê agir danê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavê reþ û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî Berhevkar: Þivan Perwer * * * * Gulnîþan : ____________ Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîþan Buhar e êvar e, sîyê girtî zinar e Keç û xort li seyranê Ji xeynê me dost û yar e Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikem nîþan Gulnîþan gulgulî, kesk û sor da xemilî Kesê Gulîþan nevê, ew delala vî dilî Kesê Gulîþan nevê ew serdilka vî dilî Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîþan Çavkanî: Hesenê Cizîrî Berhevkar: Þivan Perwer * * * * Mamê min : _____________ Were dotmam were dotmam were dotmamê Tu kulîlka nava þax û zozan Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman... Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava þetê me þerbet e... Pêla navîn li ser hev kete Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava þetê me hêþîn e, pêla navîn ser û bin e Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Wela heke mamê min dotmama min nede min Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim Biqelibînim ser çemê Xalidikê… Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê… Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê lê heke dotmama min nede min Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î Ax de dotmamê dotmamê Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê Gotin : Meryem Xan Berhevkar : Þivan Perwer * * * * Heybênin : ____________ Heybênin bênin Kejawe bênin Ew kiçe mindal e dilî meþkênin Erê çinar û lawlaw Cana zerya nemawe Erê min bo kê digrim Kê bibe ya ma Heybênin bênin Kejawe bênin Belê delên le bane Cana xum exime xwarê Erê xum eximê bawiþ Gel gele darê Heybênin… Erê delên lew bane cane þede herzan e Belê þidê qabilî bala berzan e Hey bênin, bênin Belê dibên hingiv ket Canam le qutya þîn da Belê ê man çûn xazgînî Vala hatin bi þûn da Gotin : Gelêrî (Soranî) Çavkanî: Tîpa Silêmanî (Enwer Qeredaxî) Berhevkar: Þivan Perwer * * * * Sarê : _________ Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e Sîyê girtî zinare Sî ket ber dîware Min bi heyrana gerdenê Wan biskê te yî li dar e Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye Min go Sarê were vir Sûryoyî xeber daye Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye Em gelek ji hev hezdikin Ferqa dîn qet nemaye Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên þekirî Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî * * * * Hekîmo : ___________ Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî… Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî Wey esmerê bînî þîrê teyrê bazî, emê pêþkêþî hekîmê xwe kin Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêþkêþî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêþîne Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne þîrê teyrê barî Wesmerê bîne þîrê teyrê barî, wemê pêþkêþî hekîmê xwe kin Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêþkêþî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaþê hejde salî Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim… Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêþîne Gotin : Evdalê Zeynikê Çavkanî: Þeroyê Biro Berhevkar:Þivan Perwer * * * * Seyran : __________ Seyran meha seyran e Dema bihara gulan e Vebûn gul û gulxunçe Çirîka bibilan e Were evîn were ba min Jana dil axîna min Ez heliyam li ber evînê Dermanê dil bide min Heyva çarde çû were Dewir û dem nema bi me re Ez nexweþ im bêhal im Beriya ku can bidim wer Gotin: Þivan Perwer * * * * Yaro : __________ Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Ezo þûne naçi verdi Yara rendek sujî verdi Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Yaro delalo rindek e Him alvoz û him hevalik e Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Xûda yarê min gunek e Gûzeka spî moreke Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro * * * * Lemlanetkem : _______________ Lemlanetkem, suk were dest le milanit kem Xu min yexsîrî tu nîm, hewaley þêkanit kem Xu min yêxsîrî tu nîm hewaley kiwstanit kem Qela û Sefîn beramber Yarekem e’bay kirde ser Bo xoy deçê bo seyran Minîþ kirdûwe derbeder Be danîþin du be du Kelegetî xal le rû Aþiqî le xwe birdû Bo ru awirim tê berbû Ey gulî þaxî Sefîn, ey ciwanî þeqlawe were Were dilim be ax û keser e Were le ser Sefînewe birwane Wek evînî min çend kûr e Were were were ey hewar were Hewlêr piþtî çiya ye Nawerastî kela ye Mesîf ser banu ma ye Min Þeqlawem xûþ dewêm Ji ber Leyla tê da ye Gotin : Gelêrî (Soranî) Berhevkar:Þivan Perwer * * * * Gulîzer : ___________ Dibêjin gul nexweþ e wey gulîzeram Dibêjin gul nexweþ e wey gul ez bimrim Rebenê bi bextê reþ e Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min gla zer e wey gulazerê Gula min gula zer e wey gulîzeram Ber çavêm here û were Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min bê evîn e wey gulevînê Ez bûm Mem ew bû Zînê Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar * * * * Hesenîko û Asê : _______________ Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê…. Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniþtîme li benda te me hoyê... Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke Wez kefîla heqê te me hoyê... Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê... Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê... û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê... Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê... Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew þûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno... Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê... Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê... Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê... Na na wele biþewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê... * * * * Hay gidî Xeydokê : _______________ Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman e Ji bo xatirê Xeydokê, eþîr tevda di þer da ne Bona çavê Xeydokê eþîr tevda di þer da ne Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû Bona çavê Xeydokê eþîr tevde têk ve çûn Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban Çi Xeydokek dil û can lo eþîr tev jê re bûn qurban Et di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan Hemû hatin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê * * * * Dûzgî : _________ De bê wayiro Dûzgî Dûzgî Dûzgî Mekanê to berzo Xwe ser de qîmetê heyet velerzo Wazê topî xoma sera dûr berzo De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro De bê wayiro de bê wayiro Pelgê defterê radê orê dîwanî Gola Dêrsimî kena mawkê kamî Berkenê bergêy benê gavanî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Khêla Dêrsim sero mekanî Zalim ta ana rozî keno xan û xopanî Kafirî çi xwo ra vira kerda Kêla birêna, yaba vêlî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Ya Dûzgînê minê kemerî Ez û to kerdo amo verê têberî Ê te kerdo amo verê têberî Komê xo ra vazî xebera te xêrî Ev ri sê nîma te ro çavêyî serî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Gotin : Gelêrî (Dêrsim) Berhevkirin : Daimi Cengiz * * * * Bew : ________ Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Mizgîn mizgînî bew bew kiras hatewa Yarim le nêw hat sera datewa Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Çîftî çawderî wey wey çi bînay çênî Xwuday wanê ser mergit naybênî Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Gotin : Gelêrî (Soranî) Berhevkirin : Þivan Perwer-Rênçber Xoþnav * * * * Mîro : _________ Ez çûme kelê Kela li evrazî Dergeh asin e Kilîl dar û mazî Tu bi Xwudê mîro mîro Esmerê bixwazî Ûy yeman yeman esmerê yeman Ûy yeman yeman esmera min yeman Tev xweþî birin eman eman Tehlî bo me man Xweþî tev birin mîro mîro Rindî tev birin yeman yeman Tehlî bo me man Rindî tev birin mîro mîro Nexweþî bo me man Berhevkirin : Þivan Perwer * * * * Koçerê : ___________ Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Piþta mala bênderê Eman eman koçerê Beriyê xaniyê me bi kevot Piþta mala me bi kevot Melkê mewtê here jor Melkê mewtê were jor Da biçe seyra dawetan Xweziya min kejîyan firot Eman eman koçerê Eman eman koçerê Min dît li afirê gamêþa Te dî li afirê gamêþa Tilya min girt û kêþa Gava çavê min lê ket Þîþa dilê min êþa Eman eman koçerê Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Piþta mala bênderê Eman eman... Çavkanî: Hesenê Cizîrî * * * * Pawanekanî : _______________ Pawanekanî dezirîngî tewa Qefle laya Hewlêr e egirê tewa Qefle laya Kerkûk e egirê tewa Çavreþim wa were Bênxweþim zû were Emro ezîzim were Rûhîþîrînim were were were A wan e zêrî hejdeh eyar e Yarekem bi naz û nazik û nazdar e Çavreþim wa were Bênxweþim zû were Emro ezîzim were Rûhîþîrînim were were were Ax eman nazdarim were Were ezîzim delalî ey gulî þaxî sefîn were Canim desotî be agirî to were ezîzim were Ax eman nazdarim tu Dilþadî min perîþanim were Bangî le canekim bawere be dil perîþanim Wek cîhan bûme perwaneyî tu ey hewar Were ey ezîzim were Le dûrî to ye þêt û þeyda mam Carî were hey canim çaw le rêka ma Çavreþim wa were Bênxweþim zû were Emro ezîzim were Rûhîþîrînim were were were Berhevkirin : Þivan Perwer-Nazmî Nazim * * * * Mîrkut : __________ Mîrkut bînin vî yalî Nend û bendan vemalî Doxê bigrin û rakin Bila dangoh binalî Him dano Him xwarino Him jîyano Kesê nekin Bê îmano Kesê bikin Jîn û jano Ay ay ay ay...... Hey ne li mal e ne li mal e Lawik hate pêþ mal e Ber bîna te bêhal e Ji kerba keçikê dinale Xwedê ava bike vê malê Keçikê bike bermalî Danê me ye Pel kuteye Ew xwêdana Eniya me ye Axa naxwe Xatûn naxwe Ev jî keda Destê me ye Lawno rabin dan lêdan in Tev lê bidin nan û dan in Zar û zêçên me birçî bûn Li payîz û zivistan in Spas ji xudayê xwe bikin Daye me ev nan û dan e Bila emrê me wiha neçe Bê azadî bê îman e Ay ay ay ay.... Nanê me ye Hem kute ye Noþîcan be Li canê me ye Me helal be Rizqê me ye De lê bidin Danê me ye Berhevkirin : Þivan Perwer * * * * Dîlberê : ___________ Min dî di banga sibê da oy... Bi fîstanê gulgulî... hey Di ber min ra dibuhurî oy... Bû perpitiya vî dilî hey hey hey eman Carek limin mêzekir oy... Wan awiran limin çêkir hey... Ew dîlbera lihevhatî oy... Tîr berda dil perçe kir ax ax ax eman Haho ji derdê dîlberê oy... Ji evîne nayêm derê hey... Ji bo xatirê Feqiyê Teyran oy... Carek were vê derê hey hey dîlberê * * * * Þêxa Dînê : ____________ Eman eman þêxa delal yarî kir... Ax lê tu yarî kir ax were lo ax Were min destê xwe avêt sîng û pela biþko qetiya Ax lê sîng sipî dikir hawer lê ax... Wele ev bêbavê bê esas û ewarê cîran û derdora me Li ber devê derî li min û þêxa delal ax lê gohdarî dikir Were eman ... ax eman eman hawer lê were lo lo... Wele gelî fesad û ewaran çûn cem bavê min û þêxa delal Ax lê fesadî kir ax were lê ax were lo ax Wele emê herdu biçin cem hakimekî adil mala wî ava bibe Bira bê vana herdu cihêl in ax lê nezan in ax ha wer lo lo Ava ji bona çavê te yî reþ û belek, ji dêmane sorgulî û bejna te ya zirav Ma ne hersalê minê dinya gihirt û ax lê aqil ji vî kir Were eman... ax eman eman hawer lê were lo lo... ax þêx delalê Eman eman þêxa delal min go ez ne þêx im... Ax lê ne derwêþ im ax were lê ax were lo ax Wele ezê rahêjim va xençera xençerekî heyderî bidim ser dilê xwe Dilê xwe rebenê ax lê biqeliþim hawer lê lê... Wele ezê hemû derd û elem û keserê þêxa delal ax lê lê bavêjim Wele tu dibîne kambaxê malê me qeliyane Wele ezê nizanim derdê dilê xwe rebenê ax lê ji kê ra bêjim Hawer lê eman... þêx delalê Ax eman eman þêxa delal min go ev çi dar e Ax lê di hewþa we de ax were lê ax were lo Wele dar e vaye bi nava payizê dawiyê re pelê xwe weþandin Ax lê bi ser me de ax hawer lê Wele xwedê bike mirazê mirazxwaza mirazê min û þêxa delal di nav doþek û lihêf û balîfê ax lê qedîfe da Ax were eman... ax lê þêxa dînê * * * * Yarê : _________ Çûçik çûye bin darê ra Silavek þande ji yarê ra Heçî di nava min û yara min fesadî kê bikin Xwedê nehêle biharê ra Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê Ji dîyêr de mîha reþ tê Dengê zengil bi min xweþ tê Serê çend sala ye ku þivanê mala bavê te li ber derd û kula Ji cîgerê xwîna reþ tê Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê Xaniyê bavê te bi çin e Baran dibarî hat me bin e Gava çavê te li min ket te go wî eva kî ye li hêvya min e Va Þivan e lo tu yarkê min e Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê Yarê, min nabihîze, min nabîne tu Kerbiyê, kurbiyê, lalbiyê, bêbext yarê.... * * * * Di dinê te sê tiþt hene : ______________________ Di dinê de sê tiþt hene pir xweþ in Yek jê dayik, yek jê bav e Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e Bê dê nabe, bê bav nabe Yar xweþ e lê lê yar xweþ e Dayik ji bo me weke dilê dinê ye lê lê Dinê ye canê, dinê ye Bavik ji bo me wek roniya rojê ye lê lê Rojê ye canê, rojê ye Yar delal e weke bîhna gulê ye lê lê gulê ye Gava bavo xort bû ji xwe re yar anî lê lê Yar anî canê yar anî Dadê û bavo bi evînê mal danî lê lê Mal danî canê mal danî Vebûn nêrgiz, gul û rîhan çem û kanî Vebûn nêrgiz herikîn çem û kanî lê lê... Di dinê de sê tiþt hene pir xweþ in Yek jê dayik, yek jê bav e Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e Bê dê nabe, bê bav nabe Yar xweþ e lê lê yar xweþ e * * * * Li eywanê xew kirî : ___________________ Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Dikim nakim ranabe loy loy, loy loy, loy loy loy cana min Xwelî li serê te kirin loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Diyarbekir ber avê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Çi yarek bejnzirav e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te dibe loy loy, loy loy, loy loy loy çavê min Tu hîn mayî di xewê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Deryê Ruhayê bilind e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Ev çi yareke rind e loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Xelk û alem zewicîn loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Tu hîn pepûk û kund e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min * * * * Xezala min : _____________ Xezala min, delala min konê bavê te çît e Xezala min delala min kon girêda bi þirît e Xezala min delala min tu rabe weris bîne Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne Were ba min bi min re bikene li nav kona kes nîne Xezalê delalê wek sitêrkê li ezmana Mala barkir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana Xezala min delala min evîn xweþ e bi du dila Evîna me þan û þîn be bi bilûra þivana Xezalê delalê were can lê hê lê can Xezalê delalê were can Evîn xweþ e li zozanan li ber qiraxê çeman Evîn xweþ e li zozanan lê Deþta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê Destê xwe bide min tu em biçin tev Þerefdînê * * * * Em ne xwînî ne : _______________ Lê lê dayê ez destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser dim Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim Ax de menal menal lê dayikê Reþa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo þînê ax... Gelî heval û hogiran hunê bi zixit û lîlan laþê me rakin Ala rengîn bi ser me dakin, gulek sor bi serê me de çakin Ax de menal menal lê dayikê Reþa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo þînê ax... Heyran hûnê herin hevre doza xwe tev berdewamkin Bes e bêjin hûn pêþmergi em te ji bîr nakin Em sond dixwin te dilþad kin Ax de menal menal lê dayikê Reþa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo þînê ax... * * * * Dotmam : _______________ Wey de dotmam, xweziya mala me cîranê mala hev biya ay... Wey de bira þîva þevê li me tinebiya Dotmama min tim û tim li ba min biya Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay... Were dotmam ev çi kul e, çi ê, ev çi derd e way... De tuyê rabe çavê xwe kil ke Biskê xwe þeh ke, guliyê xwe berde De emê herin serê Xelatê Sîpanê Bibin mêvanê Siyabend û Xecê Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay... Wey de dotmamê, xweziya çavê min birjiya Û ez nehatama wî alî Wey de minê dotmama xwe ya çavreþ nedîta bi wî halî De çawa sala îsal wezê bê te derbaskim van cejn û vî sersalî Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay... * * * * Malan barkir : _______________ Malan barkir lê lê çûne waran lê Dînê lê dînê lê Dînara min Goþtê me xwar lê lê miþk û maran lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Ez sewî me lo lo ber desta me lo Delalo delalo delalê min Brîndar im lo lo bê xwedî me lo Hevalo hevalo hevalê min Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê Dînê lê dînê lê Dînara min Dilêm eþiya lê lê agir pê ket lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Jana te ya dil jana min e lo Delalo delalo delalê min Ger min nedin ne gunehê min e lo Hevalo hevalo hevalê min * * * * Wî de mala min (Bavê Lalo) : __________________________ Wî de mala min Wî de mala min Mala bavê min mala mêran e eywax De here mala min hê hê…. Lê mala min mala mêran e De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo” De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane Guhê van gundan e de oy oy.. De mala bavê min mala mêran e De herê malan min hê hê…. Wî de mala min, mala min, mala min.. Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ber çema Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir Hatî kon û kozikê xwe danî cem me Belê wezê nakevime ber kûþtin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê Wezê ketime ber heyfa wê heyfê De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… De herê malan min mala min mala min, Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ser latê Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê Li vê dews û li vî rêç û li vî deþt û taqîbatê Wele wezê nakevime ber girtina û kuþtina Bavê Lalo Wezê dikevime ber heyra vê heyrê Û axalerkê me ser re dibêjin Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê Hoh oy de hoy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo... * * * * Canê canê : _____________ Canê canê canê, were meydanê Dilê min pir xweþ e bi vî dîlanê bi vî dîlanê Dîlan e þoreþ e, herkes pê serxweþ e Erd û ezman þên bûn bi vê dîlanê bi vî dîlanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweþ ebi vî dîlanê bi vî dîlanê Keç û jin û pîr tev, xort û mêr hatin bi rev Dest û mil tev dan hev li vê meydanê, li vê meydanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweþ ebi vî dîlanê bi vî dîlanê Dîlan gelek xweþ bû, Delîl pê rûgeþ bû Dilê dostan geþ bû bi vê dîlanê bi vê dîlanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweþ e bi vî dîlanê bi vî dîlanê Gotin : Delîl Dogan * * * * Ez dilgêþê can im : _______________ Ez dilgêþê can im Ji dozê re Þivan im Saza’m ne kevnar e Ez Hinê yê bêzar im Saza’m ne kevnar e Ez Hinê yê bêzar im Ez dilgêþê can im Dengbêj im tembûrvan im Leþker im þoreþvan im Roja cengê ez þervan im Bi vî rengê nûjen Dil bi þadî devken Li xan û eywanan Dixwînim xweþxwanan Ez dilgêþê can im Dengbêj im tembûrvan im Leþker im þoreþvan im Roja cengê ez þervan im Roj û þevên þadî Wê bikin Kurd û Madî Kes nabe êdî Cegerxwîn Giþkê bêje çi xweþ e jîn Ez dilgêþê can im Dengbêj im tembûrvan im Leþker im þoreþvan im Roja cengê ez þervan im * * * * Kîne em ? : _______________ Kîne em? Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter Gelê Kurdistan Þoreþ û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn, Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in rojhilat, Tev birc û kelat. Tev bajar û gund, Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar, Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng, Di rojên pir teng, Bi kûþtin û ceng. Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîne em? Hey hey hey kîne em? Kîne em? Gelê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aþtîxwaz. Em xweþ mirov in, Ne hirç û hov in Lê çibkim bê þer Dijmin naçî der. Bav û kalê me Dijîn tev serbest, Naxwazin bijîm Ta ebed bindest. Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in ew Kurdê serhiþk û hesin, Îro jî dijmin ji me ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr, Biteqim ji bin, Dîsa wek mêra, Bikevin çiya. Naxwazim bimrim, Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe Axa Mîdîya, Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar, Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo, Kardox û Kudî, Em in Mad û Goþ, Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor, Em in, em Kurd in li jêr û li jor Çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin! Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg Hinek jên bûne cahþê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar, Bûne olperest, Bûne paþverû, bi tizbî û xiþt Ta ku dijmin þikand li me ser û piþt Me dan bin lingan dewlet û hebûn, Bûn dijminê hev perçe perçe bûn. Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan Jar û perîþan Ket e bin destan! Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê Raketin, raketin… Yekcaran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Yek carna serê xwe bi hêz rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipiþiqîne Brûskê tavê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne Niþtimanperweran diwelidîne Em in ew gela Belê em in ejdeha Ji xewa dîlî Þiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr Rabin her wek þêr Serê xwe hildin Çi serbilind in Bi cîhan carek Em bidin zanîn Rêçika Markîs, Rêçika Lenîn. Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem, Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem. Bejin bilind in Wek dêw bilind in Em dest dirêj in Serbest dibêjin Dixwazin bi lez Gavan bavêjin! Kîne em? Hey hey hey kîne em? Ne xwînxwar in em, aþtîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in herdem Em þer naxwazin, Divên wekhevî, Em paþ ve naçin, Lê dijmin direvî! Divên bi þêwrê, lê ew qebûl nakî Divên biratî, lê ew qebûl nakî Bûye wek rûvî Li paþ xwe nanêrî Kine em… Gelo bavêm çi bikin? Naxwazin însanî Êrîþ bikin û bigrin Histu biþkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kîne em? * * * * Herba Qoroyê : _______________ Delal kirin esker e oy eman Dilêm kirin esker e canocan Qumandarê Romiyan oy eman Ew çawiþê contirkan canocan Tê çi çax bigre teskere oy eman Ji eskeriya Romiyan oy eman Ji leþkeriya Contirkan canocan Destê min ji delal kirin oy eman Destê min ji dilêm kirin lê yeman Jar û hustuxwar kirin oy eman Jar û birîndar kirin oy eman Birin Herba Qoroyê lê yeman Nizanim ji kê re çi dikirin oy eman… * * * * Çi tolaz û serserî : _______________ Çi tolaz û serserî hele Çi ewar û çav l’derî hele Hemû di derya te de ne Fesad gotina te kir lê lê Ew rûyê tim reþ dikî canê Dilê min ji te sar dikin Bo çi tu wa xemgîn î lê lê Tu zeriyek çavþîn î canê Tu li ber dilêm þêrîn î Ketim derya evînê lê lê Carê were bibînî canê Bo xatirê Mem û Zînê * * * * Bavê Fexriya : _______________ Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e.... Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê Lê li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî Hawar li min oy... Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e? Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e Hawar li min min rebenê Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê Hawar li min min rebenê Îro sê ro sê þev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê… Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan, Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê Ji Bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin... Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê Lê li min þewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo Birîndar bû bi sê gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê Emrê çûyî carde nayê min rebenê Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay… Pir delal bûm hawar li min min rebenê Gidî qurban bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min Biþewite mala mêrê xirab û Romiyan Çawa sala îsal qir û qal bûm Ax emrê çûyî carde nayê ay… * * * * Çavreþê Ruhayê : ________________ Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê we Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min Van keçan dil girtine wax zeriyê me Van keçan dil girtine zeriyê me we Tu delala Ruhayê Ruha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey Gul danîne nav dila wax zeriyê me Gul danîne nav dila zeriyê me wey Hûn çavreþên Ruhayê Zeriyê me bi þarê reþ in ay ay ay zeryê me Zeriyê me bi þarê reþ in wax zeryê me Kil ji çavan diweþin zeriyê me Kil ji çavan diweþin zeriyê me wey Hûn delalên Ruhayê Wek bulbulan dengxweþ in zeriyê me Wek bulbulan dengxweþ in wax zeriyê me Kil ji çavan diweþin wax zeriyê me Kî dil dide serxweþ in zeriyê me wey Hûn delalên Ruhayê Dikim nakim nêrayê zerya min Dikim nakim nêrayê wax zerya min Pê re ketim belayê wax zeriya min Pê re ketim belayê zeriya min wey Tu çavreþa Ruhayê Ruha bê te ne xweþ e ay ay ay zerya min Ruha bê te li min nayê lê zeriya min Bê te sebra min nayê wax zeriya min Bê te xewka min nayê zeriya min wey Tu delala Ruhayê * * * * Kirîvê : __________ Ax de were lê, were lê were lê lê... Ax kirîvê lê lê......ax Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Þengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê.. Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, þînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ... Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û þop û rê li min û te girtî ye Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê... Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne Xwe berde pozê Þengala Þewitî Tê bi þêxa þêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde Kirîvê lê lê... Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê... Îcar keçikê bang kir: Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Þêxaltîkê Melekê Tawis be Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo… De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweþbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo… Sîng û berê min, kara xezala mi xibþê, mi dîlimezê, min kevoka, þînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo… De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna þekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî diþîne, kirîvo lo… * * * * Hevalno : ____________ Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… Kuþtî bûn karwan Dû hev çûn ezman Da rojê bibînin Sitêrka bikin nîþan Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… Ew çavên digirîn... Ew laþên tev bi xwîn... Ji roja azadiyê ra tev dikin mizgîn Berdan ji gerdûn Bo jînê tev çûn Azadiyê dê bibînin Mayîn û hebûn Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… * * * * Min bêriya te kiriye : ____________________ Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji rengê buharê Bipirse ji gulên wê darê Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Ev çend sal e ez girtî me Zulm û zorî gelek dîme Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye Jîna bê te ne tu jîn e Jîna bê te ez dijîme Herku te’d bîra xwe tînim Hêz dide min û dijîme Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Evîn nebe jîn þîn e Jîna bê evîn qiymet nîne Dikim doza evînê bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji kevokên aþitiyê Bipirse ji hevaltî û dostiyê Bipirse ji dîwarên hepsê Ewê ji te ra bêjin rastiyê Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye * * * * Wa hatin pêþmergên me : ________________________ Wa hatin pêþmergên me Þal û þapik li bejna wan Ew in partîzanên me Çek û rext li milên wan Wa hatin pêþmergên me Þal û þapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Ji mêj da benda wan e Çavê me li rêça wan e Keç û xortên gundê me Daxwazya wan ya wan e Wa hatin pêþmergên me Þal û þapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Çek û rext li milên wan Tev rabin bkin dîlan Cejn û þahî û sêyran Bêjin hûn bi xêr hatin Ey pêþmergên qehreman Bêjin hûn ser seran hatin Hûn pêþmergên pehlewan Wa hatin pêþmergên me Þal û þapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Diparêzin jîna me Pir zehmet dîtin ji bo me Kurdistan ji nû ve þîn da Bi xwîna pêþmergên me Kurdistan ji nû ve þîn da Bi xwîna þehîdên me Wa hatin pêþmergên me Þal û þapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Dest ji dozê bernadî Dibê dilxweþî û þadî Da ji bo me pêk bînin Dostî û aþitî û azadî Wa hatin pêþmergên me Þal û þapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan * * * * Serhildan jiyan e : __________________ Serhildan li serê çiyan hêy Berxwedan di nava zîndan Dengê xorta xweþ tê min hele Dengê keçan dilovan Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e Rawestan ne karê me ye Pêþveçûn armanca me ye Kurdistan li hêviya me ye Çavên wî li rêça me ye Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e Dengê karker ji karistanê Ê xwendevan ji dibistanê Dengê pêþmergê ji qadê tê Dengê þehîd ji goristanê Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e * * * * Pir xweþ e serxwebûn : _____________________ Kurdino merdino pir xweþ e serxwebûn Ev demên tar û teng ku me dî va ne çûn Dest bidin hev hemî, pêþkevin em hemî Da biçin bo welat Yan mirin yan felat Roj li me hate der zû þiyarbin ji xew Ev dema ceng û þer paþketin êdî hew Dest bidin hev hemî, pêþkevin em hemî Da biçin bo welat Yan mirin yan felat Min divê ol û bext min divê pêþveçûn Min divê tac û text min divê serxwebûn Dest bidin hev hemî, pêþkevin em hemî Da biçin bo welat Yan mirin yan felat * * * * __________ Herne pêþ : ____________ Birayên delal hûn werin Kurdino Bihiþta welat em herin merdino Heger hûn neyên va ne keç em meþîn Bese koletî serfiraz her bijîn Herne pêþ herne pêþ dewr û dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê me ye Keçên nû gihan em dixwazin xebat Me canê ciwan daye rêka welat Dilê me ji pola gurçik bûye hesin Bo ala rengîn xuþk werin em besin Herne pêþ herne pêþ dewr û dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê me ye * * * * Narim narim narim : ___________________ Tu gulê li gundê we ye Yek wek te lê tune ye Ji bo te ez ji dûr hatim Dilê min di te de heye Kuro dîno de here Li dora min negere Xortê gundê me pir in Keçê me tune ji te re Narim, narim, narim Li vî gundî diyar im Li ser te evîndar im Çûna bê te ez nikarim Bejna zirav bejna te Çavê xezala li ser te Dilêm bû perçe perçe Ma ew ne bes e ji bo te Kuro lawo tu dîn î Ma van awiran tu nabînî Fesad û nerind pir in Hêsan nîne evînî Dîsgotin Þeva di nîvê þevê da Di berf û di bahozê da Gilî û gazîne xwe dikim Ketim mala bavê da Milê xwe bide vî milî Te agir berda vî dilî Em derkevin ji vî warî Da xelasbin ji vî halî Dîsgotin Gotin : Þivan Perwer-Hesen Mele * * * * Gulê rebenê : _______________ Wî de dewran e, gulê mahrûmê dewran e… Min dî bejna zirav sekinî li pêþya malê li ber bênderan Li xwekirirye qutinyê Helebê ser bejna tenik û zirav de berdabû Gulik û þurikên van kemberan Digo lawiko tuyê xwedê hebînî min bihîstiye tuyê here welatê xerîbiyê De rabe ramûsanekê ji dev û lêvê þekirî ji min keremke Bira dilê te nebe meskenê derd û kul û van keseran Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e. Wey de gelî gundîno... gelî gundîno û cîranno... Sibê ye min di bejna zirav sekinî li derî malê gelo xwe dabû nava derî Minê bala xwe daye ji linga heya serî Û min jê dipirsî kubarê tu aziba an jî ferî Go lawiko ezê bi te kim tuyê bi xwedê kî ji van gotinan vegerî Li kumêtê serreþ suwar be, ber derê me re her û werî Bêbexto bihîstina ku min bihîstiye tu li ser þêx û melan pir digerî Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên þêx û melan naçe serî Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e... Ax de gulê lê lê ez wêran im Wey li min gelî gundîno û cîranno... Sibê ye malan barkir koç bi rê ket Min dî kewa gozel xemilî bi refê ket Ew û pîra diya xwe ji malê suwarbûn bi rexê ket Xwedayê alemê wê qedera wê bi reþ bigerîne Tu bala xwe bidê kewa gozel li zozana danimê Teze dilê min þewitî agir pê ket Ax de dewran e... gulê malwêran, ax lê gulê li min dewran e... * * * * Laz û Kurd : _____________ Silav hatiye ji Lazîstanê Bo xebatkarên Germenistanê Silav hatiye ji Kurdistanê Bo gelê me yê li Germenistanê Lê bulbul kirin qefesa zêrîn Dîsa bangkir ko ax welatê’m kanî Welat berdane hatin Elmanya Bûna auslender hey gidî dunya Zar û zêça ziman ji bîr kirin Bav û dayik biser halê xwe de giriya Hezar silav bike li Kurdistanê Emê vegerin ji Germenistanê Hezar silav bike ji Lazistanê Emê vegerin ji Germenistanê Bulbul wê biþkîne qefesa zêrîn Ji bo Derya Reþ bo Gola Wanê * * * * Hoy Narê : ____________ Ez sekinîm bin darê Ji sibê heya êvarê Li hêvîya te me malneket Tu li ku maye lê Narê Hoy nar, hoy nar, hoy Narê Tu kulîlka hinarê Te xemilandî Adarê Te can daye buharê Wek kulilka Newrozê Bê qerarê, bê sozê Were em destê hev bigrin Bibin suwarê Bozê Hoy nar, hoy nar, hoy Narê Tu kulîlka hinarê Te xemilandî Adarê Te can daye buharê Ji nav gulan nar gul bû Rîhana nava dil bû Narînê li min mêzekir Çavê xezalê bi kil bû Hoy nar, hoy nar, hoy Narê Tu kulîlka hinarê Te xemilandî Adarê Te can daye buharê Gotin : Þivan Perwer * * * * Zindana tarî : ______________ Zindan tarî çav girêdayî Ling û dest li bend û zincîr Lêdan, îþkence, zilm û zorî Bi sala ye dikþîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê Ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe Dixwaze gelê xwe rûsipî derxîne Azadiya wî pêk bîne Bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye Evîndariyê azadiyê ye Bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot Carna îþkence û zilm li zindana tarî... Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê Çavên min girêdayî lê lê lê lê dayê Zulum çiqas dijwar e lê lê lê lê dayê Li vê zindana tarî lê lê lê lê dayê Dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta tê Û deriyê hesin dîsa vedibe lê lê lê lê dayê Dengê lingê cûnta tê lê lê lê lê dayê Dengê zilm û îþkencê lê lê lê lê dayê Çi qêrîn û hawar tê lê lê lê lê dayê Va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min Zincîr xistin lingê min, zulma xwe destpêkirin hoy… Û pirsan ji min dipirsin lê lê lê lê dayê Ku tirsê têxin dilê min lê lê lê lê dayê Her lêdanê li min didin lê lê lê lê dayê Lê ew bixwe ditirsin lê lê lê lê dayê Wek navê xwe ez dizanim lê lê lê lê dayê Ez perwerê niþtiman im lê lê lê lê dayê Ser didim ez sir nadim lê lê lê lê dayê Bawer im baþ dizanim lê lê lê lê dayê Vî dujminî ez nasdikim lê lê lê lê dayê Hucra min çiqas sar e Dest berdan û çûn Çavên min girêdane Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê hoy… Û carê ban hevalê xwe kir Weke dengê wan têkeve newalan, best û Biçê heta pêþmergan, li þaxên Kurdistanê bilind dibin... Wa.. Hevalno... Hevalno ho... * * * * Helebçe : ____________ Wey lo lo, wey lo lo wey lo Wezê daketim kel û kaþxanan Wezê daketim serê birc û van dîwaran Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo... Dîsa bombe û baran e Her derê girtî mij û dûman e Dîsa nale-nala birîndaran e Dengê dayika tê li ser lorikê wan e Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo… Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar... Dîsa li me ferman e Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e Her der xistiye nava agir û mij û dûman e Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim Weke Mahabat û weke Berzan e Îro dîsa li Deþta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e... Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy... Erê hey lê lê... Here hey lo lo... Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin Dinya alemê pê bihesînin Serok û rêberên Kurda li hev bînin Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiþtekî ji dinyayê re binnivsînin Bira xelq û alema pê bihesînin Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar… Heyfa Kurdistan ku îro diþewitînin Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me... * * * * Mamoste Can : _______________ Pîremêrdê çûbû xwendegehê gundê Li hewþê da rawestiya Dewreyan lê da mamosta Gotî ha xale can Çi digereke ha xale can Pîremêrdî beste ziman Peþtî çema bû wek goçan Le mamosta ronî û bedlovanî Gotî ha Mamosta can Bi qurban mamosta can Fêrîm nakî çon binuwsim Kurdistan... * * * * Cîranê : ___________ Dilê min bû behra belek Te av jê vexwar gelek Cîran ezê te bigrim Bira biteqe felek Cîran wa diçim sûkê Ji ter bînim xemla bûkê De tuê rabe lixweke Bibe bûka Kerkûkê De tuê rabe lixweke Wek kevokek Duhokê De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind Êdî ji me bigerin De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û ewan Êdî ji me bigerin Cîran cîrana min Tu rind e li ber dilê min Cîran cîrana min Tu xweþ e li ber dilê min Dilêm bû Behra Wanê Çem û kanî av danê Xwezî bi teyra baskbelek Ser serê Sîpanê Xwezî bi Siyabend û Xecê Dimîne li ser Sipanê Cîran melhema dilan Bi þev were nav gulan Cîran melhema dilan Bi tenê were nav gulan Bira kes te nebînin Dikevin nav du dilan Destê te bigrim biçim Ba pêþmergên Kurdistan De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind Êdî ji me bigerin De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Herwek Þivan dibêje Ewan ji me nagerin Cîran cîrana min tu Rind e li ber dilê min Cîran cîrana min tu Xweþ e li ber dilê min * * * * Em dixwazin ala xwe hildin : _________________________ Min divê her tim bilind be Ala engîn kesk û zer Hem xweþî hem ceng û rûmet Tê hildanê sor û gewr Dûr nêzîk ezê te hildim Tu yî xemla banê min Ger dibê derman mirin be Bo te gorî canê min Dêrsim û Sason û Pejder Bo te xwînê dirêjin Her çi Kurd in her çi xort in Bo te lawijan dibêjin Sê salan bi te kêfxweþ bûn Agirî, Zîlan, Tendurek Li pêþ rona te bûne ax Leþkerên Rom leq bi leq * * * * Dengek hat guhê min : _____________________ Dengek hat guhê min ji binê zinaran Nalîna þêrekî ku birîndar bû Bi ser birîna xwe da kû dinaliya Birîna wî ji dil jî gelek xedar bû Dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar Axa sar û tarî hêdî vedixwar Teyr û tû bi ser da dikirin hewar Dar û ber ji jana dil histuxwar mabûn Kela dilê wî bû weke wolkana Rêza çiya û bera ji ber dihejiya Weke talaz rabe li ser haviya Weke bahoz û tofanek rabibû Birîna þêrê me hewqas xedar bû Ew þêrên Kurdistanê ne, bê xwedî ne Gelê cîhan doza wan bi rast dibîne Doza wan jî parekî doza xwe dibîne Ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin Mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin Divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan Lew nalîna þêrê me tê ji çiya û baniyan Herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan Da ku êdî kes nenale ji êþ û birînan… * * * * Gelê min rabe : _______________ Gelê min rabe xwe bidin hev Karê xwe bikin hemî tev Da ku bela nebin ser hev Bibin xwedanê axa xwe Diçilmisîn gul û sosin Ava jiyanê ji me dixwazin Guhê xwe bidin hev nerazên Jiyanê bidin gulên xwe Gelê min rabe xwe bidin Karê xwe bikin hemu tev Da ku bela nebin ser hev Bibin xwedanê axa xwe Mijûl bûne dayik li ser lorîkan Hêj dikin girî û hêstirên çavan Xwedî dikin bi van hêviyan zaran Da ku xelas bikin dayika xwe Gelê min rabe xwe bidin Karê xwe bikin hemu tev Da ku bela nebin ser hev Bibin xwedanê axa xwe * * * * Em hatin : ___________ Kom kom hûn werin Em hatin hatin Ref bi ref hûn werin Em hatin hatin Cîhan tev bi me re Em hatin hatin Tê hev û dilerize Em hatin hatin Tirsok gi reviyan Em hatin hatin Weke pêt û pêlan Em hatin hatin Dikeve qesr û xopan Em hatin hatin Xelas bikin jînê Em hatin hatin Þên bikin rûyê dinê Em hatin hatin Zulmeta þevên reþ Em hatin hatin Ronak bikin em xweþ Em hatin hatin Em li bende we ne Em hatin hatin Li hêviya we ne Em hatin hatin Em jî bi we re ne Em hatin hatin Gelî xuþka werin Em hatin hatin Gelî bira werin Em hatin hatin Gelê’m tev de werin Em hatin hatin * * * * Ev çi jiyan e : _______________ Çû ko dilêm benêfrîne Geh bi xweþî geh bi xemgîn e Were em li hev heyran rûnin Bextê we me min gune ye, çi evîn e Ma wê emrêm li bê welat oy.. her li binê xweliya çolan Ev çi jiyan e em tê de ne Weke pezê bê firotan Gîha star e li cîhana mirovanê eywax li min Par bi par hat veqetandin Li binê dê û tumgelan e Çavê me li parê kesî nîne Bes e dayika me ji me re Kurdistan oy... * * * * Delalîkê dilê mino : ___________________ Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjim Lolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy... lo çi nebêjim Ronîka çavê mino ezê bûme bbulbulekî ji vanê de loy... ker û gêj im Wele piþtî çavê reþ û belek dêmanên sorgulî Belê ezê biçim ser milekî ji vanê bilind Hawar ezê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im Ax de gidî lo ez bêhal im Hawar gundîno hûnê rabin de hay… lo qiyamet e Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e Belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e Gidî lo ax de gidî lê gidî þewityo gundo Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Malîno hûn dizanin ronîka çavê min min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rêkin de way way... ber avêyo Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e Hawar hûnê bêjin pir nexweþ e û ji dil dinale Hawar li min lo þewitiyo gundo lo çawa nêyo Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim... * * * * Ez gul im tu beybûn î : _____________________ Ez nar im hay tu nar î Ez gul im hay tu beybûn î Ez dilê keça dihelînim Tu dilê xorta diþewitînî Narîna minê lê rewþenê Delala minê lê Eyþanê Delalê tu xeber xweþ î Rindikê tu xeber xweþ î Ji êvar da li benda te me Keremke tu were hewþê Ez gulçîn im tu gulnevþen î Ez çavþîn im tu çavreþ î Gul û gulçîn û guladarên minê Tu pir þêrîn û tu pir xweþ î lê... * * * * Ferzê : ________ Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê Bejna min ne kin e lê Ne dirêj e lê Tayek rîhana ye Xwe berda vê jengê Serya biþo lê Çava kil ke lê Biska þeh ke lê Tuncika berde lê Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê Ferzê bala xwe da çû Min ra bû talû Li bejnê û balê Li bejna Ferzendayê Bejnê gelek kûr bûn lê Em daketin lê Kef ket xorta lê Nizanim tê ji mala kê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê Ez û bejna xwe çûn lê Tev daketin lê Bulbul û þalûl Li me rabûn temaþê Bejnê carek were lê Rûnê li vê hêlê Mijûl bin li ser eþq û evînê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê * * * * Çîroka Apê Misto : ___________________ Lo Misto lo Mistiko Rebeno dest sistiko Doza heqê xwe nake Ber xekê xwe melis diko Misto bavê Seyranê Rabûye ser tapanê Diqîrim çiqas bêjim Tew lê nayê gûmanê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re derda lêneke Were lo lo lo... Misto Min gelek tiþt jê re got Dil û ceger li min bûn sot Go belê weke te ye Lê Misto bûye gayê cot Misasa dest axê xwe Nîr xistiye sutyê xwe Zikê erdê diqeliþe Bûye gayê axê xwe Misto Misto Misto Misto Dor dor dor reþ e lo Rebeno bi bextê reþo Were lo lo lo... Misto Heg zuxta lê dixîne Hêta Misto bi xwîn e Qet serê xwe ranake Lê bi ax û nalîn e Misto bîra te nayê Li gundê Xerabreþkê Havîn û zivistanan Em rêncber bûn bo axê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re derda lêneke Were lo lo lo... Misto Axa çûbû seyranê Me berdida meydanê Me serê hevdu diþikand Ew dima li ser talanê Bes e ev talan misto Nîr bavêje þivisto Tu rahêje misasê Li dujmin bade histo Misto Misto Misto Misto Misto dil û çavê min lo Tu dizanî bi halê min Were lo lo lo... Misto Misto kedxwar dudu ne Erd û zevî girtine Bi hev re weke seyan Dixwin tev ser û bin e Misto rabe ser piyan Dem çû em pri dereng man Kes êdî qebûl nake Zilm û zoriya kedxwaran Misto Misto Misto Misto Ji min gazinca neke lo Derya derda veneke Were lo lo lo... Misto * * * * Dayê ez xezal im : _______________ Îþev xewka min nayê oy oy oy... Ez hêsîr im, ez piçûk im, ez reben im, ez pepûk im lê dayê Dayê xewka min nayê lê lê… Lê dayê lê dayê lê dayê xewkam nayê Bighêm mirad lê vê dinê Ez delal im, ez xezal im, ez melû im, ez hesdikim lê dayê Dayê heyran min bidinê lê lê... Bavo ez heyrana te me loy loy... Ez gune me, ez gede me, bêçare me, benda te me, li ber mirazê xwe me Li ber mirazê xwe me loy loy... Lo bavo, lo bavo, lo bavo, li benda þora te me Dil û cegera te me Ez delal im, ez xezal im, ez melû im, jê hesdikim lo bavo Bavo heyran min bidinê lo lo lo bavo… Keko ez xuþka te me oy oy.... Min xezalê, min delalê, min bidinê, naxwazim keskî dinê li vê dinê Naxwazim keskî dinê oy oy... Lo keko li darê dinê Xuþka te me bi zenê Hawar cîranno rabin oy oy... Ê dixwazim min nadinê Ê dixwazim min bidinê, didinê Xelas bikin ji vê zilmê, xelas bikin ji vê belê * * * * : Bulbulo : ___________ Bulbulo xêr e vê sibekê Tu li ser darê xweþ dinale Ma tu jî weke min birîndar e Keremke were em mijûl bin Ka derdê te çiye Bulbulo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale Ax... wer xuya dike bulbulo tu jî weke min bêhal e De ezê nizanim tuyê ji derdê çiye ewqas bi ax û fîgan e Bulbulo de were em mijûlbin Keremke ji ser darê were xwar e Bulbulo, vê sibekê tavek kate çi hum-humî Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li ser serê min hedimîn Bulbulo tu perê darê ez bûme kewkurkek kula zinaran Ax.. xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî… Bulbulo, biþewite mala Contirkan, komkirin xortên hêja ji her hêlê da Birin bi vê qetera devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paþ ko û perdê da bulbulo... Ax... derd û kederên min ev in bulbulo ev çiya hatiye bi ser ê min re penê da Xerîb im, bêks im, bêhal im de yar yar... lo lo bulbulo… * * * * Deþta Palo : ____________ Kerengê deþta Palo zer bûn Min digot yê mo te digot na Tena serê wê bi der bû Min digot konê, te digot na Tev þa dibûn xort û zerî Min digot, birin te digo na Keçik zer bû, xort esmer bû Min digot, herê te digot na Deþta Palo bi dirhêz e Min digot, wa ye te digot na Delaliyê min teþîrês e Min digot, belê te digot na Hirî kî dasî de berda Min digot ew e te digot na Teþî ya xwe badide û dirêse Min digot vir de, te digot na Min got were li ba min rûne Min digot canê, te digot na! Teþîya xwe birise û bihûne Min digot dilêm, te digot na Tev þa bûn, wek Mem û Zîn e Sebra min bi te dihat Ez nergiz im tu beybûn e Bêhna gulan ji te dihat.. * * * * |