PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Heyamo ji wan re bibêje !



Konê Reþ



Çi havîneke dirêje

Tu dibêjî qey heyam

Xwe xuz kiriye û dem

Hûrikên xwe di nav tozê de

Didêre..

Waweylê !

Çilo sal pîr dibin û

Mîrneþîn pîr nabin ? !


Herdû bestên li dor gundê min Doda

Gelek çerx û dewran dîtine ta ku

Derbasî dîrokê bûne

Dîroka ku bi bê deng zêrevaniya

Rêwiyan dike û

Hin caran bi wan re

Di kene, hin caran digirî

Lê qet diyalogê bi kesên rawestyayî re

Li ser peravê demê nake..


Va ez ketime payîza temenê xwe de

Rojan dispêrim hev û

Bê deng xwe ji wan re xuz dikim

Pêre-pêre sosretmayî dimînim û

ji xwe dipirsim:

Va ez pîr dibim,

Gelo çima desthilat û

Berpirsyar pîr nabin ?!



Derewan dikin û

Tu bi wan zanî

Pêre jî ev gotin tê hizra mirov:

(Xwe bi parêze ji þerê wan kesên ku

te qencî bi wan kiriye)

An:((ku te qencî bi merdan re kir

Te ew ji xwe re kirîn û

Te qencî bi nemerdan re kir

wê rojekê li ber te rabin û

berberiya te bikin)



Dibêjin:

Ji bo rastî bê gotin,

Dîrok xwe vedigerîne

Gelo ! Ji bo vejandinê

Evîn jî xwe vedigerîne

Heyamo ! ji wan re bibêje !



Qamiþlo, Tebaxa 2004

Konê Reþ