Helbestên curbe cur - 10 Zerdûþt : __________ Erê Hurmuz tu hatî Bi xêr û xweþî hatî Li welatê þevêzeng Tu roja nûhilatî Îro pîr hate Laleþ Ronahî da þeva reþ Li asmanê çîk sayî Cot xuya bû roja geþ Pîrê min Zeradeþt e Þûn warê wî bihiþt e Hemî rûbar û kanî Hemî seyran û geþt e Îro þêrîn Newroz e Pîrê min bi koloz e Barê wî bi Laleþê Bergeha wî pîroz e Pîrê min çendî ciwan î Pîrê hemî merdan î Bi xemla xwe ya pîroz Ronahiya çavan î Erê Hurmuz bihar hat Ehrîman çû ji welat Bo welatê þevtarî Tu yî roja nûhilatî Helbest: Dildar Þeko * * * * : Xanima Osmanliya : ___________________ Keçê dînê ava Diyarbekir rabûye Him û guma wê ye Li ser serê min û te zalima qe rê nedaye Qurban heta sala çûnê Taximê bax û boxazê memkê te ye Gul û mirwarî xweþikê min bû Wê lê lê îro çend roje nizam kê konê xwe li ser dadaye Ax de were lê lê Ez aþiqê bejn û bala te me Ax ji min ra bêje lê lê Hay hay hay hay Xanimê dev piçûkê Wey xanimê dev piçûkê Destê xwe bide destê mina Herin xopana Dêrikê Bavên eskerê gumrikê Çû Midyadê gilî bike Berê xwe da cem hakim Bi ramûsankê razî dike Xwe ji Rûto berdide Li ser Xidirko qeyd dike Derdê dila xanimê hay hay hay hay Keçê dînê çiya li ser çiya dikir gazî Qurban ji eþqa dilê min û te ra Daran pelê xwe weþandin Mane rût û tazî Keçê te goþtê laþê min helandî Tu ji hestîkê min çi dixwazî Ax lê de were lê lê Wez meraqliyê te me lê lê Wez aþiqê bejn û bala te me ax Ji min re bêje lê lê hay hay hay... Xanima Osmanliya Wey xanima Osmanliya Qirik dirêj, çar tilî ya Dostê Xidirkê Omeriya Ketim dilê min êþiya Kabikê min l’rê heliya Reha navê min qetiya Derdê dilan xanimê Gotin : Xidirkê Omerî * * * * : Xewna me : ____________ Xewn e hemî êþa me Xewn e zîndan û kerba min Çawan jî gîhîþte salan Wek çarînekê dirêj serpêhatiya min Nizanin ku çawa Em li hev geriyan Nizanin ku çawa Me ji hevdu hezkir Du keserên winda lo lo Du parçe can Helbest: Ahmed Arîf Verger: Dildar Þeko * * * * : Yar bêylim : ____________ Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Dayê ev çi hat serê me dayê Çend û çend salan berî wiyan Li ser çiyayê me þerekî mezin hebû Di wî þerî da kalik û bapîrên me serê xwe dan Wext hate vî wextî... Dîsa li ser çiyayên me kesk û zer þîn bû Ji bo wê em jî ketin vî þerî Êêê.. niha ji te ra dibêjim dayê Mirin xweþ e an jîyan Bêje dayê bêje Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Hat kerwanê kerwanê kerwanê Hat kerwanê Gergeran Hat kerwanê Hêrikan Hat kerwanê Koçgîran bêlimo… Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo Welle tu gunek î lawo lawo Tu gunek î lawo lawo Welle tu menale Berxê min lo Welle tu hesret î Tu hesret î lawo lawo Ar berdan canê we Dijmin reþ bû Wî de malê malê malê... Wî de malê malê malê... Ne lê tu nedan Þayê dane kalê Wî de mîran mîran mîran... Nê le caran tirk ji me ra nebû cîran Tu mala xwe barke were Macîran Li cem min bibe cîran Wi de malê malê malê... Wi de malê malê malê... Ne lêê tu nedan Þayê dane kalê * * * * : Gulfiroþ : __________ Ez ji xew rabûm Min gulfiroþek dî Pir gelek þa bûm Gul bi dil didî Hebû me yek dil Tev jan û kul bû Nebûme bawer Gul bi dil didî Bazar me kir go: ”Ser bi ser nadim” Ê gulperest bî Can bi dil didî Min go kî didî Can û gul bi dil? Go ev bazar e Dil bi gul didî Min can û dil dan Dil kiriye qêrîn Go ho Cegerxwîn Dil bi gul didî Helbest: Cegerxwîn : * * * * Yar gijlokê : ____________ Yar gijlokê gijlokê Yar gijlokê baranê Te digot pelkê darê Yar gijlokê baranê Xew xweþ e li paþla yarê Yar gijlokê baranê Yar gijlokê gijlokê Yar gijlokê baranê Te digot pelkê guzê Yar gijlokê baranê Xew xweþ e li paþla qîzê Yar gijlokê baranê * * * * : Zîlan : _________ Herin ji serê heft çiyan kulîlkên heft rengîn bînin Wan kulîlkan li der û dora serê Zîlana min bigerînin Bînin bi wan kulîlkan Zîlana min bi hef nexþan bixemlînin. Wer bikin ku Zîlana min nexeydînin Ew delale, rêhevale Lê lê dayê mij dagirtîye her derê Lê lê dayê çav çavan nabîne Lê lê dayê ên ku wenda dibe Mirovahiye hedî hedî Pêtî pêtî ji me kêm dibe Çima, bêdengin hîna? Ma me soz dabu wan þehîdan Li ser agir û li ber rojê Carna mirin pîroze bi qasê jiyan Wekî rêheval Zîlan. Gotin : Rotînda * * * * : Meso dûr : ___________ Serva tora buti Mi ye xo kerdo kêm Ju yo di bom wazena Meso dur meso Serva tora buti Mi yo xo kerdo kêm Ju yo di bom wazena Ezo hîta derro Ooo paye ki na dana xo Ooo çi vesayiye Qesey ke tu vanena Tê de kemer vorena Rastiye de senena Kam mire bivano Ça honde xo deznena Tew tew mire çi derdo Gotin : Quto û Erdal * * * * : Avaþîn : __________ Þev tarî lê tu diçirusî Wek heyva çarde þevî Pir sînî pir zelalî Hevalê meyî tu Avaþîn Te kî dî kî nedî Avaþîn Te pir merxas û Egît nasî Ser singa Zagros diherikî Wekî xwînî ji axamere Rê bide Avasîn rê bide Ney xezebê li hember wan Ew hevalin wekî te zelalin Himezke wan bi pêlên xwe. Gotin : Rotînda * * * * : Bihiþt : _________ Dol û newal dema havîne Zozan buharin Serê çiyan tim bi berfe Tîpî û bagere Çar demsal jiyan dike Kurdistan bihiþte Qelinê te xwîna þehîdane Tu evîna rojê, sebra dilê urdayî Bihiþtekî axa te nadim hemû dinê Xeml û rewþa te çi xweþe Kurdistanê Kul û hêsan re hewa welatê min Wekê dermane Bê emsale avên rubaran Çem û kahniyan Xweza dewlemede Çîçek bi heft rengin. Gotin : Rotînda * * * * : Tu were : ___________ Dinêrim duriyan Li kûriyan, li deriyan Deregiyan þevan,dengekê were Gohdar dikim wekê dînan Were kezîzera min De were tu were gel min. Were were were Tu were gel min Tu were gel min zivistan bibe buhar Tu were gel min xweza bixemle bi heft rengan Tu were gel min wê roj ji nuva derkeve Tu were gel min dert keder kul namîne Tu were gel min temenê min bi be ciwan Tu were gel min ezê bifirim ji þabûna Were gel min kezî zera min Tu were gel min erd û asîman bigê hevdu Tu were gel min xiyal dakevin jiyanê Tu were gel min avên behra þîn bibe Gotin : Rotînda * * * * : Benda te me : ____________ Çavê min diçin cîhekê dûr Dilê min digere li wandera hur hur Nikarim bisekinim Diçim melûl melûl Benda te me dewere Benda te me Li benda te me dewere Tu gula çiyan Tu sebra dilan Heviya gelê min Sosina þoreþê Benda te me Xem nine bimirim jî Bo evîna te. Sebra min bi tenê li çiyan tê Tu heyî li her dol û newal, çem û rubar de bîhna te tîne bayê dimeþe sibe êvar li benda te me dewere. Gotin : Rotînda * * * * : Koçberî zor e : ____________ Te þikand dilê min Dîsa nizam çima Serê min dêhþê serê min Min nizani bû ku Koçberî ewqas zore Dilê min digrî dilê min. Ji te dûr bê navim Lê dîsa evîndarim Na bê te wek dîn û harim Na nabe zore Koçberî bi jane Ez mam li paþ heft çiyan Bi hesreta te me Dilê min digrî dilê min Tu tim li ber çavê minî Dixwazim werim cem te Dilê min digrî dilê min. * * * * : Qêrîn : __________ Qêrînek ji dûr Hat gohê min Min go belkî kezeba min Qetan ji kûrve Dizanim Veqetin zore Bi jane wek birîna þûr. Hesreta dilan Kû dide çavan Zore zore zore… Heywax mala min Rabin ji pêþiya min Ezê bajom dozê Hildim tola wî Berxa min Ji êvara xwedê da Agir dadan li ser singa min Berxa min Mêvanê þeva dawî rewiyê jiyana bê mirin. Gotin : Rotînda * * * * : Çarçêla : ___________ Dimeþî dimeþî naqedin çiya Pir bilindin Zagros bi qasê xweda Kurêjehro, Govendê, Cîlo û Çarçêla Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev livra Ne Iskender, ne Timur, ne Erep ne Fars Dest hildarî nestandin li ser van çiyan Her kû serê gelê Kurd ketî tengasî Hilkiþiyan Zagrosan ji bo azadî Konaxa þervananî tu Çarçêla Nav girê Zagrosta a herî delalî Çîroka Çarçêla pir bi jane Çarçêla wek çarperçê Kurdistane Çar demsal Çarçêla bi berf dixemile Bihiþta Zagrosa tu yî Çarçêla Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye Piroze livir jiyan, pir kevne dîrok Rengîne xweza livir, bi xemlin zinar 16 hezar çîçek dijên li ser Zagrosan Gotin : Rotînda * * * * : Gimgim : __________ Wekî baxçê gula bi cîh buye Di navbera çemê Sus û ava Xoþan de Kanya sar girê Sedo, Goþkarbaba Sê golê germikê li binya wê ye Gimgime, Warêtoye Inaq û Xirbaqup Ziring û Alingoz Dadînan û Xoþan Golabêbinî pir kûre Gimgime… Kimsoryan û Dêrik Badan û Baskan Tatan û Anêr Cîbran û Xormekan Gimgime Warêtoye Çiyayê hezargolê li piþta wê ye Welatparêzin tev þêniya wê Govendê Gimgimê dewlemende Min bîriya axa te kiriye Gotin : Rotînda * * * : Here welatê xwe : ________________ Ket nava valahî kî Kur dirêj û reþ û tarî Çewa derkevi ji wir Nizanim nizanim Direvin tên ji Kurdistan Durdikevin ji eslê xwe Bê xwedîne li wan kuçan Sutalin sutalin Here welatê xwe bo ku bibî mirov Here welatê xwe bo ku bibî azad Here welatwe an na tu wek parsekan Bigevizî li van deran. * * * * : Naygotin : ___________ Kerba dilê min bûye bahoz Fikrê serê min bûnin aþît Nikarim li ber bisekinim Çewa bînim ziman nizanim. Naygotin Pir hînê te bume Bê te wekê mirî me Dema navê te dibihîsim Av li çema kêmdibe Nay gotin Di vê dema teng da Min hustu xwar nehêle Tu dirêjke destê xwe Ez þerm dikim Bêjim ji te hesdikim nayê gotin Gotin : Rotînda * * * * : |