Çend Kilam û Sitranên Din Jiyan : _________ Gelo çima dijî mirov Ji bo çîye û çi nîne Ger xirabî ger çêyî Herdem hertist li ba wîye Dil û jîyan bikin yeke Xwe nexapînin bi malê dunê Rastî bêjin rastî bijîn Hevra bibin yek dil û cane Êdî bese rabin serxwe Bigerin bi hevra sema Têla tembûra min dibê Zulfiqar sûrê heqane ******* Tew Zerê : ____________ Jorda hatî refik qazo Wî dilo yo yo yo yo Jorda hatî refik qazo Tew zerê wez mêvanê teme Hêvrî girtî gaz bi gazo Wî dilo yo yo yo yo Ez çýbikim dewet bê sazo Tew zerê wez mêvanê teme Jorda hatî refik cuko Hêvrî girtî sûk bi sûko Ez çibikim dewet bê bûko Tew zerê wez mêvanê teme ****** Sîpan : _________ Kî here axa Tetwanê Wê bibine çiyayê sipanê Cih ware siyabend û xecê Xeml u rewsa Kurdistanê Sipan sipane xelatê Bilind bun çiqas li te tê Ava te ava qudretê Gulên te gulên cunetê Te kul u xem pir dîtye Zulm u zorê te pir dîye Xwezgînî hate girtne Soz u peyman wan dane ***** Sebra min : ____________ Ji xwe dipirsim sebrate kanî Gelo wenda ye kê ew hilanî Nikarim bijîtim bê te lê yarê Dilêmin diêse ji berte yarê Canê min diêse ji berte yarê Evinê birine ez pir bê halim Delalê xezalê ez kur dinalim Sirinê delalê ez pir be halim Xezalê delalê ez pir bê halim Pelê te gulê sorê sor ave Wek birîna min hîn jî bê nave Dibê bibînim çavên kildayî Ev demên sirîn biskên badayî Bi tenê nabe bê te xew nakim ***** Þev : ________ Wa dîsa bû þev Xwewa min nayê Van þevên tarî Dawî lê nayê Tenahî zore Sebramin nayê Dîlber xeyîdîye Pêjîn jê nayê Dimînim sîyar Di gel xeyalan Sevhêrkêm diçin Tev puç û vala Dijmêrim derdan Dirêsim kulan Dilber xeyîdîye Pêjîn jê nayê **** Keçika Cindî : ____________ Hana na keçika cindî Tu çiqas rindî poz bilindî Tu ji vî gundî ez ji vî gundî Nizanim çima tu poz bilindî Hana na na cana na na Na na na simik sorê Simikan derîne were jorê Min bi xulama te por sorê Hana na na cana na na Na na na simik resê Simikan derîne were hewsê Min bi xulama te por rese ***** Kurmeþ : ___________ Kurmeþ biþewute li ber gaze Xebera xirab ji me çi dixwaze Wez ji qu kuva terim narim Xebera kotî di pêþyamin dibeze Were eman eman eman eman Wez helîyam dayê teva nemam Ro weket di gazê da warbû Derd û kulê me dihevda rabûn Þevaka payîzê sibebû Derd û kulê me ne eylebûn ne sarbûn ***** Çima : _________ Çim çim çima nay çima Esmer çima tu nayê Çim çim çima nay cima Dîlber çima tu nayê Çavêm kor bû ji hêsiran Lawo tu li xerîbîyê mayî Veger were cem dayka xwe Welat li hêvya te maye Berfa welatê me helîya Bihar hat tu nehatî Gul û sosin tev rengîne Dilê dayîka te bi xemgîne ***** Hêviya min : ____________ Hêvîya min Ji te heye ey hîcrana can Wer dermanke van birînan bi gul û rihan Hun gazincan ji min nekin derdem girana Evina dijwar bila neyê serê gurana Pir havîn zivistan va çun dîsa deng nehat Ma ke dîtîye gelo van birînên xedar Ew ne li vir ez durketim li xeribiye Buye zindan jîyana be evîndarîyê ***** Axû Dax : ___________ Ax û daxû derdî le dest dunyayê Pesew û bê halim derd bê duwayî Em sersamîya Bê aramiya Dil nakamîya Key dîye kotayî Bûhar çûye derom pêy xirabtirim Nasre wê dilêy pir li agirim Ne li nav gulîzar Nelay xizmû yar Ne li dest û sar Oxre nagirim ***** Lo Lawiko : ____________ Binê malê me bi rê ye Tûncik topa rimê ye Dikim delal revînim Bavêm kela Wanê ye Delal Delal delal wî delal Ax delal lo lawuko Sêva sor bê dendiko Ba xelkê ne tisteko Li ba min teberiko Delal delal delal Hamdi li gir fitili Te di li gir fitili Neynik dani xemili Xweskam yara xwe biditi Li ser kevna ewulî Delal delal delal ***** Agir : _________ Agirê sewata dilê dayîkan Disewute venamire Agîre hezar salan Disewute venamire Agir agir roj agir Tîna dilê me agir Sewata azadîyê Hesreta Kurdan agir Tim buharê li newrozan Ronî dide dest û cîyan Agîrê dilê sehîdan Disewute venamire ***** Sivano : __________ Sivano cos dibi tu li dest û diyaran Nabînî tu ruyê ne derd û xedaran Sadibî tu herdem bi berx û bi karan Xwezil ji berxên te jî yek ezbama Heyla lawo sivano Ez heyrana sivano Heyla lawo sivano Ez qurbana sivano Pif dikî bilûrî tu li sevên tarî Top dibin pezên te tev li te dikin guhdarî Ci dibê tu ji wanra tu bi kîjan zarî Xwezla ji guhdarên te jî yek ezbama ***** Leyla min : ____________ Cepikan lêxe ji dil were leyla min Bi kena bi lêvên sor gulîstana min Soz û qirar ji tera were leyla min Tû ya mini de were gulîstana min Le le leyla min ... Bêje bêje ji dil were leyla min Digo vebin ew sor gul gûlistana min Baxcê evîna me avda were leyla min Renge jîyana me bi nasta gulîstana min ***** Lero Lero : ____________ Warê heyder berz warano Lero lero lero lero Warê heyder berz warano Mayto qirbo cim sîyay mino Car car meskên ziracono Lero lero lero lero Car car meskên ziracono Day to qirbo gil surmino Kerîm kisto co nîzono Kerîm kisto co nîvano Goyne kerîm mi ciqaya Pêceng wirdiyes ar îdaya Kerîm kisto kêrd kocano Kerîm zomay poncrecono Lero lero lero lero Mayto qirbo cim sîyay mino ***** Ronîbe : _________ Te da min derd û kule Ronî be cevên te dilêm Dilê min da birîn vekir Ronî be cevên te dilêm Ev cend sale tu ya min buyî Dara Jîyana min te hilsand Evinek nû min ji xwe ra dît Ronî be cevên te dilêm Kanî ev sozin te da min Min sewûtand û kust û cû Dilê min da birîn vekir Ronî be cevên te dilêm ***** |