PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Êzingvan




Êzingvan


Lo birayê gundî an êzingvan
Vê sibê birbangî kuda diçî?!
Dest te de bivir, li piþta te nan,
Waha bi lez î! çima; jo bo çi?!

Tu rikdar î bi kerbî, lê ji kê?
Ji daran? Ji mal an li jinikê?
Þev, roj dixebitî bi nanzikê,
Lê hîç ji xwe napirsî ûþta wê!

Derdêxînî kerba xwe ji daran,
Devjî jêr nifjê nû ên wek lawan,
Bê dilêþ dikþînî mal bi baran;
Difroþî, lê dernê miza destan

Bê veqetandin, terr û hiþk didî sewat
Tu dikujî dêmen û rindiya welat,
Þûv û çandinî te hiþtin za û mat
Nezanî... Belengazî giþt ser te de hat!

Lo Kurdo, malva, tu çiqas bê heþ î,
Li her kirinên xwe gêj û serkeþî!
Jîna merovtî û xwêþ herdem bê bes î,
Lê ji bona neyaran te her "Çav reþî" î!


Hemreþ Reþo

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf