PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



MİXAREYÊN DÎCLE


Ji berku ev nivîskar zêde oldarîyê dimesîne, me hewce dît em nivîsa wî bigirin besa arşîvê.


Wekî dine xetirê zarutîyê... Saf, me´sum û qutsî bıranınên zarutî ... Çimaye nizanim, gava zarutî tê gotin tim miqqêdessa wehşî tê bîramin; hezek wehşîya xweşik ĵi kurî, leyistik û revandina zarutî...

Ez; li Geliyê Botan mezinbum... Ava dayîka Dîcle û herdem çemê wehşî Botan... Zarutîyamin bi vê çemê wehşî (Botan) bihurîye beĵim ciyê wîye... Bîranînin min ê bi matem li qeraxê Botan bihurî...

Evanên rind bidin min; heşta ĵi wera demedek ĵi ê bi matem:

Di zarutîyamin da çend menzereyên ku ez şahidbibum, îru ĵî li ber çavêmin tên û diçin. Zarokek kî welatim û ez şerm dikim bi navê însanetîye, qehr dibim bi navê dîn, kultur û bi navê pêwistîya ku însanê bi xwazin bibin ehsen´ê teqwîm...

Dîcle ĵi cemmê der dikeve. Kanîya wî ĵi zozanê çetex dikele, di ber Perwarî ra di gelîye Botan di buhure Dîcle... Hê ku mezin nebube û nebuye Dîcle, âwil çemê Botan û ev mixarê ku Botan di ber vanra di buhure bîraverîyên wan mixara win kes dizanin?

Ez şeş-hâft salî zarokek bum, li mixarê Botan henek kesan bi lingê lez li pîya diçun dihatin û tişta dixwandin. Gava min wan tiştan ditît, ĵi xwe mezintira ra min di pirsî van civanan çi dikin? Ewan ĵî li derû dorê xwe dinhêrîya bi xof û bi dengê kêm “Evan Qur´an hîmdibin. Ĵi bu ku dîn bi âlimînin ârebî hîmdibin.” di gotin. Ez bi qafê xwey zarotî min zâf tiştek fehm ne dikir, “Çima li mizgefta na, çima li medrese û li mekteba na, hetta çima di mala da na, çima di mixara da van degerême ê pîroz dahatin hîmkirin.” Âlimandina degera ku ĵi mera lazimbun âceb evkas âcêbbun ku wan di mixaran da hâpskiribun? Çelişkî kî divan tiştê ku dihatin kirin da ti ne be? Tiştê ku dahatin hîmkirin gava degerin; çima ĵi wan dahatin tirsandin! Deger (bawerî) ĵi bu ku ĵiwan werin tirsandin, an ĵi ku bi saya van meriv dighîĵe serbestî u azadî degerin! Kes tunebun ku mâ´na degera mizanibin? Gelîyê Botan îdî buye beyar; îdî wek mîna berê girêdayî bi degera medeniyet (şarezayî) bilind nabin li qeraxê Botan...

Hey kalê çem!.. Beşer çi zu bîrvakirin li qeraxê keça te Dîcle hîre hira hespê mûcahîda ku ĵi bu degera bi çargav direvîyan? Başe ku bîrva kirine diroku mazîyê. Çun kî gava îro bi dîtina, ĵi bu tê hêwîyek (çêmek) çê di bu, ĵi hêstirqê musilmanan ku wek mîna xwîna qetran!..

Qeraxê te kiribu wek mîna gulîstan Dara Îslamê! Ĵi hundir da hatibu kutin ĵi teraf kurmê darê Laik (Kemalis´t )´ an... Naxwazim navê van biĵmêrim û xetira qirêĵbikim. Ewha di qeraxê Botan da ê ku xwe avîtibun mixara ĵi ĵâ´ra gura (kuştinê...) xelasbibun, lê ĵi tehlika (işkence) perçebunê hê xelas ne bibun wan fîlizan...

Ev degeran; sîlehân wî ku em nizanin hene âceb ku ĵi wan dahatin tirsandin? An ĵî ew deger, wek mîna li Mekkê di çîyayê Nur da li mixarê hatibu! Tim li mixara dahat hîmkirin? Eman ya Râbbî ev çê tesaduf bu? Mixare: Medresa ku kevin nabe a yên degerên pîroz!..

Pexember, li mixarê hildabu pexemberî ya xwe... Çîyayê Nur, mixara Hîra, medresa Pexember... Pexemberî wâhîy bu kontrol dikir Nurê... Dostê mixaran dizanin vê Nurê... Mixaran... Ê kû ferqa tarîtî û Nurê ne bîstine ni karin ĵi hev derbixin mixara...

Însan bi Nur xemilandi bu. Bi rastî Nur, bi însan gihiştibu Nur tîyaxwe û navnivîska xwe...
Lewra Nur, bi terkbuna mixarê hatibu emirkirin. Bi ronîkatîya însana hatibu vezifedarkirin (Ĵi teref Allah (c.c)).Ĵi ber vê Nur mixarê terkkir. Bi gihîştina ronîkatîya însanan hatibu emirkirin.

Şi ber vî ye gava Nur mixarê terkkir, dinya meya tarî go ronî dihate xwîyan; ĵi bu ronîkatîya (dinya) me (Nur) bu rê wî; Li qerâxê Dîcle bihurî û medenîyet çekir di sînurê oqyanusa da... Ev Nur hetta Anedolê, Mezopotamya, Tunusê, Endûlûsê (îspanya) ĵi mera qezanç kiribu... Bi vê Nurê em gihiştibn Qadisîyye, Amed, Buxara, Şanghay, Yokohama... Ê ku Qonstantîlopolos kiribu Îslambol ev nur bu; ew Nur bi hîkmet û zanînbunê gihîştandibu Serayova û miqqedes kiribu...

Lewra ev hiîkmet (âdalet) û zanînbuna ku li ser erda dinya yê barî bu, hewayê çola cehaleta laiklikê wan (raman) a heşkkirin. Wisa heşkkirin û xistin çorax ku; mâr û mişk û bihok ĵî, ĵi zulma wan axu wax kirine(û el an ĵi hê dikin.)!...

Ĵi ber va zulma bu ku Îslam xwe avîtibu mixareyên Dîcle...

Ĵi zulma laikên hov (ew ĵi xwera dibêjin çaxdaş) revîyabun û bi tâbîra cemme ĵi wan ra dibin “Feqî” halê wan ehlê mixara gava difikirim; wek laîkê modern ku ĵi zulmkirina bawermanda zewq digirtin! Di donema klasîk laika da ĵi tirsa bibun ehlê mixaran yanê Êshabê Kehf têne bîramin. Xwîn digirîm ĵi bu halê me û terixame! Li dura bi zanînbuna ziman û lehçeyên ku ez dizanim lâ´net dixwînim ĵi wan ra ê ku wek mina me xwe dabun nîşandan û wan zulma li barê me kiribun û dikin!..

Ewha bun mixarên Dîcle û qehremanên xwedî hîkmet û bawerîya pîroz !

Va maqale ĵi “Nehirlerin Dili” (Prof. İhsan Sureyya Sirma) min vegerandîye zimanê Kurdî.


Werger : Zakir SÖNMEZ