Helbestên curbe cur - 7 Dayê : _________ Çima durim ji te dayê Va xerîbiya dawî nayê Bi hesreta welatê xwe Dikim nakim sebra min nayê Lêlê dayê lêlê dayê Dirêj bûn þev sube nayê Tirsim bimrim te nebînim Va xerîbya dawî nayê Xwedîkirim þîr mijandim Þev û rojan te ez hecandim Rojek çê te nedît li dunê Herdem hêsir te rijandin Vê xerîbiyê em xapandin Destê me ji hev û du qetandin Bila korbe çavê xerîbiyê Dil û cergê me helandin Gotin : Fevzî Kiliç ****** Kewê : _________ Kewa mîna kebokî Xew nakim þev û rokî Ji bo kewê din bume Birîna min merhem nakî Ax lê kewê dijwarî Jî cîgerê dinalî Nalîna te min di helîne Were em herin ji vî warî Kewa mina ser sorî Sîng zozana Çav morî Were em bi destê hev bigrin Em herin warê jorî Kewê çima tu dinalî Dilê te bi kul û jahrî Hemu kewa helîn çêkir Tu çima tenê mayî Gotin : Fevzî Kiliç ****** Evîndar : __________ Evîndarê bejna te me Takî rîhana li çavkaniya Meriv bîhnke jê têrnebe Li van deþt û van baniya Te ez helandim ez helandim Lê bi zerînê te ez helandim Nav þîrînê te ez helandim Te ez helandim ez helandim Bejna zirav ez helandim Çavê belek ez helandim Evîn xweþe bi xortanî Bi serxwebun û azadî Ew dem xweþe evîndarî Li zozana li Kurdistanê Sîng û berê zerînamin Belekiya berfa çiya Meriv bixwe jê têrnebe Li bilindan û li van çiya Gotin : Fevzî Kiliç ******* Te li min çikir : ____________ Te limin çikir te limin çikir Binêr halê min te limin çikir Dil û cergê min heliya Min ji te hezkir te limin çikir Dilê min hêlîna kul û xema Kanê sozê te ji min ra da Hiþ û aqil ji serê min çu Ez bum xwediyê kul û derda Binêr porê min te sipîkir Hêsir ji çavê minde rokir Bi hesreta bejna zirav Birîna min kure te derman nekir Gotin : Fevzî Kiliç ******* Bi te re : ____________ Ez li ser piya me bi evîna te Canê min bi te re, xwîna min bi te re Min rastiya xwe dît bi agahiya te Biryaram bi te re sozêm bi te re Aþitî azadî tim para te ye Stêrkên asîman tim para te ye Roniya hîv û roj tim para te ye Þeva min bi te re roja min bi te re Mûsayên zehmetkêþ ta Zerdeþtê Kal Ji Eyûbî bigere ji Rustemê Zal Hemzeyê pehlewan, dengxweþê Bîlal Muhemed bi te re, Elî bi te re (Zerdeþt bi te re) Nava olê mezin, her çar pirtûkan Tu sentez î yek ji nava dîrokan Keç û xort û kal û pîr û heya zarokan Gelê te bi te re welat bi te re Gotin û Muzîk: Ganî Nar ***** Bi min nekene : ____________ Bi min nekene Dibe ku rengê min te bide kenandin Serekî keçel û diranên þikestî Qermûçkên di eniyê de û destên dilerizin Di rojekê de ciwanekî rûken bûm ez Wisa bûm ez, ez wisa bûm Þervanekî serê çiyan bûm ez Di nava geliyan, li ser giran bûm ez Min stranên azadiyê ji bo bîranînan distra Min yariyên xwe bi zemanan re dikir Ez bi bazan re difiriyam Û bi zeviyên geniman re dihejiyam Bi avên çeman re diherikîm Bi kaniyan re diteqiyam Ê ku dujmin dilerizand, ew çalakvan bûm ez Xewn û hêviyên zarokan û kenên ser lêvên wan bûm ez Lê sal derbas bûn, roj li dû hatin Bûme pêkenokê zemanan û li kolanan razam Lê ji bîrneke Min xwe xelat dabû rojê Xelateke bê dawî Nekene û henekê xwe neke Ji ber ku rûyekî rasiyê me Rastiyeke ji agir Wisa bûm ez Lê ev roj, straneke ji bîrbûyî me ez Gotin : Mûsa Elo ****** Birîndar im : ____________ Ez birîndar im birîna min kûr e Hekîm û derman li min pir dûr e Ez birîndar im birîna min yek e Hekîmo tu bîne dermanê lêke Ez birîndar im birînê min du ne Hekîmo zû bike birîn disotîne Ez birîndar im birîna min sê ne Nalîn û qêrîn im derman li min nîne Ez birîndar im birîna min çar e Dermanê birîna min li destê yar e Ez birîndar im birîna min pênc e Tu bi desmala yarê birînêm bipêçe Ez birîndar im birînê min þeþ e Yarê tu bi xêr hatî birîna min baþ e Gotin: Ganî Nar ****** Dîlan : ________ Li gundê me dîlan e, defû zirne lê dane Hemî rengan lêxistin roja evîndaran e Were canê em herin rista keç û xortan e Ax lê canê canê Tu yî rewþa dîlanê Ev dîlan çendî xweþ e, cana min pê rûgeþ e Beji û mil hevre d’heje, kesê newê rûreþ e Ax lê canê canê Tu yî rewþa dîlanê Gotin : Nîzar ***** Qulingo : _________ Wî de Qulingo çima qîrîn tê ji ezmanan De tu çima nagerî li ser van deþt û zozanan Ma per û baskên te þikestine Tu jî weke min mayî di bin destên van neyaran Wî de Qulingo ma tu êþ û jana min nizanî Li ser hesreta dilê min axîn û waxîn kûr dinalî Ma tu nizanî serê çend û çend salan e Wez ketime xerîbî û dûrahiyê Qulingo Ma te jî welatê xwe terikandî Tu jî wek min bin desta yî Qulingo loy loy Gotin : Ganî Nar ***** Ey salên bûrî : ____________ Ez çi pêþkêþ bikim bo te diyarî Ne hest û hezkirin ne evîndarî Dîsa dilê min de kuþtin bi çavnebarî Ez li we digerim ey rojên çûyî Eywax dibêm bo we ey salên bûrî Hêz di çogê min de nema, bavêjim gava Dibêjine vê jîyan lê nizam çawa Siba min derbasbû rojam’m çû ava Ez li we digerim ey rojên çûyî Eywax dibêm bo we ey salên bûrî Gotin : Ganî Nar ***** Sînanê Kirîv : ____________ Were lo Sînano lo.. Kirîva te me lo.. Sînan dorê çipinyê wêran biþewite lo lo lo ber avê ye lo.. Belê vê sibêkê Sînanê kirîv lê kehêle suwar bûye, kihêlê tîne lo lo lo ser avê ye lo Ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim bidim destê Sînanê kirîv Ezê bêjîm kirivo qurban, tu yê vexwe ji destê lo... min Sakîneyê lo.. Sînan qurban ez dibejim ez pîr dibim lo, dil pîr nabe lolo.. Wele koka dara çipînya þewitî lo lo kevnar nabe lo lo.. Heyran çi bikim Xwedê biþewitine mala kirivantiyê Wele þûþa dilêmin þikestîye lo lo cebar nabe lo lo.. De wêran bimîne mala felekê, dibejin zewaca kirîva li hev nabe lo lo.. Sînan qurban dora çemê çam e lo... pûng û þurt e lo... Belê qirþ u heft qalên di ber hatin lo... bûn lê miþt e lo lo.. Erê Sakîneya bêmamo bûye masîyek sipî ji masîyên gola Hêmo Wele bêbavên hudêdiyan tor avêtin lo.... ji xwe re girtin lo... Were lo Sînano lo... Kirîva te me lo... Wele þurê Þamê lo.. li piþta te me lo ... De tuyê xema nekþîne Sakîneya bêmamo soz û qirarê dide Ger ez bimrim ji axa sarra ger ez bimînim lo … wez ya te me lo... ******* Lo berde : ___________ Þevek di nîvê þevê da lo di giraniya xewê da Destê xwe da destê min lo bin roniya heyvê da De berde de berde Lawo destê min berde Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde Te min didî li hewzê gulan, sibê, nîvro û êvaran Dest avête gerdenê lo, xiþîn kete guharan De berde de berde Lawo destê min berde Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde Tucara te ji bîr nakim lo ser te re kesî nakim Ger sed sal jî derbasbî lo, soza xwe xera nakim De berde de berde Lawo destê min berde Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde ****** Kevok im lê lê : ____________ Ez kevok im lê lê…. Ez kevok im way way Kevoka þîn im qurbano Li ser bana bin bana Ez dixwînim way way Ez aþiqê lê lê Çavê þîn im way way Ez maþûqê lê lê Çavê þîn im way way Kevok im lê lê.... Ez kevok im way way Kevoka reþ im xudêyo Li ser bana bin bana Hûr dimeþim way way Ez aþiqê lê lê Çavê reþ im way way Ez maþûqê lê lê Çavê reþ im way way Ez kevok im lê lê.... Ez kevok im way way Kevoka spî me way way Li ser bana bin bana Xweþ danî me way way Ez aþiqê lê lê Jinika bî me way way J’kerba delalê lê Ez xwînî me way way ****** Koçerê : _________ Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Piþta mala bênderê Eman eman koçerê Beriyê xaniyê me bi kevot Piþta mala me bi kevot Melkê mewtê here jor Melkê mewtê were jor Da biçe seyra dawetan Xweziya min kejîyan firot Eman eman koçerê Eman eman koçerê Min dît li afirê gamêþa Te dî li afirê gamêþa Tilya min girt û kêþa Gava çavê min lê ket Þiþa dilê min êþa Eman eman koçerê Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Piþta mala bênderê Eman eman... ******* Zalimê : ________ Min çavan vekir, tu nexuyayî Tu li bir çavên min wendayî Gelo xwen e, yan bera yî Dil min, li dû te bezyayî Dilê min gazî te dike Tu jî zalime, li bir di re ve Bes e zalim, bes e ciwan Ez bûm e perîþan Hey zalimê hey zalimê, ya ko ez nadim bi malê dinê Ez dixwazim te vegerî, de bes e were, weeee ...r de bes e were Hey zalimê çima çima Ez û te neman ji hev re Bûn aþiqê kul û derda Bûne wek Mecnûn û Leyla Ez ban di kim were were Hey zalimê were were Þev û rojên min tevî hev bûn De bes e were Hey zalimê hey zalimê, ya ko ez nadim bi malê dinê Ez dixwazim te vegerî, de bes e were, weeee...r de bes e were Gotin: Îssa Hassan ****** Ez û yarê : __________ Ez û yarê yarê, ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn, em ji hev bi dil bûn Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ezman pir þîn bû, pir di nava rojê da Çavên min li rê bûn, li hevîya yarê da Stêr bi hazaran bûn, di nîvê þevan da Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me govend datanî li nav kulîlka Me dîlan dikir li ber dengê dîka Me gulî di hûnan wek hejhejîka Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ewr pê de hatin, þêv reþ û tarî bû Tenê yara delal, bo min ronî bû Kunda li ser me xwend, ezman xalî bû Em ji hev dûrketin ez û yarê û ji Kurdistanê Em ji hev dûrketin ez û yarê û ji Kurdistanê Ez û yarê yarê ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn Em ji hev bi dil bûn Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Gotin: Kamûran ji Kîkan ****** Heval : ________ Eman heval eman heval Ji ber derdan ez bûm e pîr û kal Di bin destê neyaran de nexweþ ketim Bi meh û sal Nexweþdarê meh û sal im Ji ber jana dil dinalim Gelî xortan wekî þêr bin Divêvin em hemî bi kêr bin Ma ne bes e êþa evîn Ji ber kulan ketim nivîn Bi salan pir nexweþ ma bûm Lewra dil min bûye xwîn.. Gotin û Muzîk: Îssa Hassan ****** Serî rake : __________ Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Ez xortekî ciwan im Ez xwestiya keçan im Wek xwedana ji biska Dakivim ser gûhara narê, Narê Narê Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Destê min girt û meþî Em daketin nav tarê Go ez ji destê te herm Tu bibîne l’xesarê narê, Narê Narê Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Ez bi gûl û biybûn im Rengê vê gûlê yarê Ez bayekî hênik im Lê ji kenê vê yarê yarê yarê Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Gotin û Muzîk: Gelêrî ****** Bendê : __________ Hey bendê bendê bendê lê lê bendê Te ji bavê te dixwazim cara çendê Te nadê û her dimînim ez li bendê Ezê li dûv te bibînim lê lê bendê Ji bo te ez har û dîn im lê lê bendê Dimirim go te nebînim lê lê bendê Dilberê xweþ lewendê lê lê bendê Te ji xuda bitirse lê lê bendê Carek li min bi pirse lê lê bendê Ji evînê bixwîn ders e lê lê bendê Reþrîhana li gundê lê lê bendê Tiþtek ji me maye kêm e lê lê bendê Bi xulama wan rûdêm e lê lê bendê Em hev bikin li gundê me lê lê bendê Tev de herin govendê lê lê bendê Hey bendê bendê bendê lê lê bendê Te ji bavê te dixwazim cara çendê Te nadê û her dimînim ez li bendê Gotin û Muzîk: Seid Yûsif ***** Yarê : _______ Evîn gelek xewþ bû lê yarê Lê evîna te li min zor bû Derd û kulên min giran bûn Roj, ji rojan xirabtir bûn Yarê, yarê yar yar yar yar yar yarê Þev û roj dinalim yarê Tama memkê te xewþ bûn lê yarê Xweþ bûn wek xurmeyê Bexdayê Wek hejîrên Rûhayê Yarê çima tu nayê Yarê, yarê yar yar yar yar yar yarê Þev û roj dinalim yarê Xwedêyo xewþ Xwedêyo Kengê herî û kengê bêyo Tu gewra min rake ji xewêyo Û beje ez benda wê mo Yarê, yarê yar yar yar yar yar yarê Þev û roj dinalim yarê... Gotin: Îssa Hassan ***** Keçê dînê : ____________ Keçê dînê ciwanê çavê te çav xezalê êvar e, reþ e tarî dilê min giriya û nalî Dilê min giriya û nalî ji bo çavên te yî tarî Lêven sorî û delalî biskên zerî û zelalî Ji bo biskên zer zelalî ketim rêka reþ û tarî Rêka bê dest pêk û talî Te dibînim li meydanê çima tu nayê malê Dilê min ketiyê metalê heger tu ne yî li balê Wê rawestê bi yek carê Keçê dînê ciwanê çavê te çav xezalê êvar e, reþ e tarî dilê min giriya û nalî Dilê min girîya û nalî ji bo çavên te yî tarî Gotin : Issa hassan ***** Gulîzer : __________ Ezê rûnþtî me li bin dara gulê serê kanî Min dît Gulîzera min hat û jerê xwe li mil kir Piþta xwe da min û kir e meþek bi giranî Min ban kirê, Gulîzer, Gulîzer, Gulîzer ... Bihara ‘emrê min tu yî Gulîzerê Were were Gulîzerê tu bûy wek heyva biharê Weke kulîka hinarê ez ban dikim þêrîn yarê Were were were were were were were were were were Gulîzerê Gulîzera min tu delal î tu delalî, tu xewþ hevalî Binêre li min û vî halî, hêstir ji çavên min tên xwarê Were were were were were were were were were were Gulîzerê Gulîzera min tu xweþ xatûn Em aþiq bûn wek Leyla û Mecnûn Were li cem min rûn ji sibê ta êvarê Were were were were were were were were were were Gulîzerê Min lê nerî û axîn kiþan axîn kiþan û dilê min eþiya Ez bûm wek dîn û serxweþa, ez ban dikim þêrîn yarê Were were were were were were were were were were gulîzerê... Gotin : Gelêrî ***** Rengê çavên wê : ________________ Ji bo kê çûk dixwînin ? Ji bo delala dilê min dixwînin Kesr û axînan dibejên Ji bo hiskirinin cihyanê dixwînin Gava tu dixwînê Hiþ bi serê min namîne Histêr ji çava di barîne Mirov nema li bir xwe di bîne Xewndina van çûkan Nalîna van dilan Herdû dibejên ‘eynî derdan Bawer bike min hey bira Bixwîne çûko bixwîne Li deryayê þîn bixwîne Li esmanê þîn bixwîne Bo çavên þîn bixwîne Rengê çavên wê, bi rengê esmanê þîn Rengê çavê wê, bi rengê esmanê þîn Ji bîr nakim ji bîr nakim Ji bo xatirê çavê wê bûme dîn li çolan Ji bîr nakim ji bîr nakim Ji bo xatirê çavê wê bûme dîn li çolan Rengê çavê wê bi rengê ezmanê þîn Rengê çavê wê bi rengê ezmanê þîn Ranazim ranazim Ne bi roj û ne bi þev Çavên min naçin ser hev Ranazim ranazim Ne bi roj ne bi þev çavên min naçin ser hev Rengê çavê wê bi rengê ezmanê þîn Rengê çavê wê bi rengê ezmanê þîn Dixwazim dixwazim, Dixwazim destê wê, Bavê nade min, Dixwazim dixwazim Dixwazim destê wê, Bavê nade min Rengê çavê wê bi rengê ezmanê þîn Rengê çavê wê bi rengê ezmanê þîn Gotin : Issa Hassan ***** Ev e ev e : ____________ Ev e ev e ev e Ya ez wê divêm ev e Ji bîra min naçê ne bi roj û ne bi þev e Sed qîzî bidin min bi wan qayîl na bim Li ber dil þêrîn ewê nadim bi teva Gazin mi jê heye li mi na pirsî carek Çi bi serê min werê li cem wê weke hev e Min dil jêre raxist bi gul û beybûn e Ketye dilê mi de û ji dil der nakeve Ev e ev e ev e Ya ez wê divêm ev e Ji bîra min naçê ne bi roj û ne bi þev e Gotin : Seid Yûsif ***** Evîna bextewar tune ye : _____________________ Êdî wext dereng e, ji bo hînbûna jînê Bila dilê me biîskin, di þevreþê de Ji bo biçuktirîn stranek, kambaxî divê Ji bo her riçifa dil, axînek divê Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê Evîna bextewar tune ye Evîn tune ye ku, ji janê nehatibe Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne Evin tune ye ku, ji girî nehatibe û tevî te ji evîna welêt Evîna bextewar tune ye Lê ev evîna min û te ye Cana min, xezala min, birîna dilê min Ez te di dil de disitirînim, mîna çûkeke baskþikestî Li me dinêrin û diçin, bêyî ku tiþtekî zanibin Dubare dikin li pey min, rîsiyê minê hûnandî Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reþbelek Evîna bextewar tune ye Tu tiþtê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî, ne qelsîya wî û gava ku bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye Gava ku bi hêvî dilgeþîya xwe diqîre wê dieciqîne Jîyana wî jê bîyanî û êþeke bênav e Jîyana wî diþibe wan leþkerên bêçek Ku ji bo qedere din xwe girê dane Hiþyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje Evîna bextewar tune ye Helbest: Louîs Aragon Werger: Cemîl Denlî ******* Ditirsim yar : ____________ Carna yarê Navê mirov jî lê dibe bar Li serî dibe bela Navê mirov jî lê dibe bar Hingê çûyîn divê çuyin ax Ditirsim yar, ditirsim yar Yar ez diherim yar Bi xatirê te Bi sitranan re bûm heval Ketim nav helbestan û digirîm jî gava tu têyî bîra min Ditirsim yar, ditirsim yar Yar ez diherim yar Bi xatirê te Bila canê Jiyîn li min asê nebûya Roj neçûya ava Jiyîn li min asê nebuya Kengê çûyîn divêm çuyîn ax Ditirsim yar, ditirsim yar Yar ez diherim yar Bi xatirê te Gotin: Îbrahîm Seydo ******* Bajar : ________ Te got ez dê herim welatekî din zeryayeke din Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajarekî din Qey qeder e wî... Dest diavêjim çi bi pêsîra min ve dizeliqe Û tê bêjî qey meyîtekî veþarte ye dilê min Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hiþê min Ruyê xwe çawa diguhêrim li kuderê dinihêrim Derdikevin pêþberî min xopanên reþ yên jîyana min Salên xwe malmîrat kirin min belasebeb kambax kir Tu ê welaten din nebînî, wekî din zeryayan tu ê nebînî Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kuçeyan tu ê bigerî. Li eynî taxan tu ê pîr bibî Li eynî malan tu ê por sipî bikî Cihê tu ê herî û lê vegerî ev bajar e Yekî din hêvî neke Tu keþtî, tu rê nînin ji te re Li van quncikên biçûk li van deran tu xwe malxerab bikî Li hemû deverên cîhanê tu ê malxerab bimînî Helbest: Konstatînos Kawafîs Werger: Rênas Jîyan ****** Sinem : _________ Lê sînemê Çav mizgînê Fistan þînê Bejn þêrinê Sînêm, sînêm sînemê Sînema min Barê dilan Dam ser milan Sînem tu yî Rewþa gulan Sînêm, sînêm sînemê Sînema min Jê re vekir Derd û kulan Got e lawo Nakim dilan Sînêm, sînêm sînemê Sînemê Gotin : Jan Axîn ****** Kul û kulîlk : ____________ Ger ez ba bum a Min ê porê te bialasta Ger baran bum a Min ê xwe li nav çavê te bixista Îcar jî ji vê kulê nemrim Ji bilî kulîlkan Careke din hew hez dikim Xezalên tî avê vedixwun Ji golên çavên te Çukên baskokirî dilûsin li ser milên te Meþka xwînê ye ev dilê te Hevîrtirþê êvara ye kilê te Îcar jî ji vê kulê nemrim Ji bilî kulîlkan Careke din hew hez dikim Gotin: Rênas Jîyan ****** Delal : ________ Ku dil dîlber be lê xwe dîlber kî ye Eger dîlber dil be, lê navê dil çî ye Ez dil û dîlber tev lî hev dibînim Nizanim ku dil kî û dîlber kî ye Delal herdu çavê min qesrên te ne Nav herdu çavê min çîhê pîyên te ne Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî Û bi mijangên min biêþin pîyên te Kerîm lawo çeqilmast Kerîm lawo çeqilmast Min meyan û nebû mast Kuçikê mexmer alast Bû koçerkê bi rast Kerîm lawo çeqilmast Ez çûme Þam û Heleb Anin sê bizinê celeb Yekê kor û yekê pîr A dinê bizina tiþtîr Bûm hemberê mala mîr Helbest: Baba Tahirê Uryan ****** Siwaro bajo : ____________ Bajo, siwaro bajo Ku da dibe bila bibe Sekin min dikuje Li her qonaxê min gulek Li her gulê min dilek Li her dilê min kulek An jî mirinek divê Bajo, siwaro bajo Ku da dibe bila bibe Sekin min dikuje Wergera hestan çawa bikim Narîncokê mehîyan ji hêsiran Evîn ketin bextê çîtikan De bajo siwaro þev digirîn De heeey siwaro Di girîyê þevan de dinalim Di nalîne de diqêrim Di qêrînê da dil didim Di dildayînê de dimrim Bajo, siwaro bajo Ku da dibe bila bibe Sekin min dikuje Gotin : Jan Axîn ****** Keçikê bimeþ : ____________ Keçikê bimeþ bimeþ Xulama wan çavê reþ Delalê bimeþ bimeþ Xulama wî kenê xweþ Ramusanekê bide min Tê bêje min sehet xweþ Min bang kir wê xweþkokê Þêrînê þemamokê Fîstanê wê dirêj e Encax digihê ser çokê Digihê ser kambokê Encax digihê ser çokê Ji wê de hatîye Heleb’ ê Heta bigihê Qamîþlokê Gotin : Miradko ***** Xeydoka bajêr : _______________ Xeydoka bajêr were Agir diþewite di çavê min de Min jîna xwe da te dest ne da Di hemu hêvîyê xwe da têk çum Lê çavên te jî nînin Di hemu þerê xwe da têk çum Lê destê te jî nînin Þilfî tazîme, þerpezeme Bes ne xem e, tu vegere Xeydoka bajêr vegere Hêsir difetisin di çavê min de Min jîna xwe da te dest ne da Gotin: Jan Axîn û Îbrahîm Seydo ****** Buharê hat Buharê : __________________ Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhara me þêrîn e Tevde gîhayê hêþîn e Keçê dilê min xweþ ke Giþ bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar çi xweþ û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne ****** Kinê : ________ Navê te þêrîn e li vê dinyayê kinê kinê Ez bi serê te kim dil nadim hildim Yaman, yaman, yaman, yaman Navê te li nav alemê þêrîn e Dil nadimê hildim Ez mecbûrim biçim bajara Ji te re bigerime oy, oy, oy, oy kinê Ez mecbûrim biçim bajara bigerime Bajarê Humusê, Hemayê Kemereke ji zêr û zîvî ji yakûta Ji zemrûda ji malê dinyayê Ji kina xwe re bînim yeman yeman... Da biçî seyrana govenda, ser û bana ser seqrana Wî kirasê melesî kitaniþta lolo biqetînim, yaman yaman yaman Lolo xelkîno, li min û kina min bûrîn qehr û sal û zeman Pa kinê yek dî heye Dê bo te bêjim ji derdê te ye Sed pezê mala bavê min hebin Hemî pezê sor in, hemî li ber beranî Hemî ji derdê te ye kinê Ez mecbûrim bo te bibên Þînka siltanî bifroþim, bi xeþîmî bi nezanî lê lê lê lê bi erzanî Yaman, yaman, yaman, yaman Ezê bifroþim wî pezî bi xeþîmî, bi nezanî, bi erzanî Wele min dabî kil û kildan Min ji kina xwe re anî Kinê got: Qelso ji malê qelsana lo bêje Evînîka min û te ne ser malê dinyayê, ne ser zêr û zebera Ne jî qîmeta malê dinyayê pera ez zanime Sed pezê mala bavê te hebî ber beranî Te deibî ji kil û kildan Ez bi serê te kim Te têra çavê min yê çepî neanî yaman yaman yaman Gelî xelkîno, serhatîno, gelî guhdarno Gelek fêm kir û kêr nikir wele dîsana Yahid bê lê bê kina bêfêlê kinê dibêjî Te têra çavê min yê çepê neanî… Çunkî muhbeta min û te re banê dinyayê Gotin : M.Arif Cizrawî ****** Þev bûrî : __________ Þev bûrî bî mame bi tenê Dilo lolo dilo lo Þev bûrî bî mame lo bi tenê Min te dît û min go belkî bighêmê Dîlber dît û min go belkî bighêmê Ber wê kela lolo ez li bendemê Þev bûrî bî ez mame lo bi tenê Ji wê ve hatin cotek lolo Du sêv in, du sêv in Ji wê ve têne lo cotek du sêv in Pêk ve rûniþtîne herdu diaxêfin Wê te bikirin bi zêr û bi zîv in Tu nebêje qîmetê wê bejna xo Ew nêrgiza hêþîn bûye li Zaxo Min hêla bî bo lawik lawika xo Þev bûrî bî ez mame wey bi tenê Iþqekê girtim lo lo lo dijware Rê ve dîtî wek dîn û hindî har e Rabe ser xwe keçê biye bihar e Gul hêþîn bîn kirye lê lê buxar e Þev bûrî bî ez mame lo bi tenê Dûv ve bezîm min go belkî bighêmê Lawikê min ev e lolo bidênê Meke nazî lolo min bidênê Gotin : M.Arif Cizrawî ****** Seyranê : __________ Welê Seyranê Seyranê Seyranê Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê... Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê Keçê dinya nema derdê dewranê... Wele Seyranê keçê dînê Sîngê Seyranê keçê dînê Sîngê Seyrana Mele Mîsa... Qiseta wê ev e bîst û çar seetan li seyrana bî Li govend bî, li kêfê bî Lewma navê wê kirin Seyranê, vêca wî qewimî Heçî însanekê Xwedê keçek dayê, navê wê kirin Seyranê Ji berê çend salekê, eve dinya dibûrît Etwarin , lazim mirov hiþyar bît Her meqamek wextê xwe heye Û ser hatiye gotin, hewente nayê çêkirin Malûmê tiþtê xoþ, xoþîn, yê bizanibit bêjît Lazim miqaleta wê jî bêjît Çukî Elo zanî, navê wî di tarîxê de nîne Herkeskê bi anvê wî çêbiye Wele Seyranê, Seyranê Sîngê Seyrana Mele Misa Rojê sê cara min go: Bi xulam û xizmetkarin Wê gotinê wadê qewlê va seydanê Wek xizêma li ser bêvilê Seyranê Sîngê Seyrana Mele Misa tertir e Ji xwîniveka ber sibê Rontir e dîsa ji heyveka çarde Þevî Seyranê seyranê Çunkî min bi xulama sêbarî lêvan û dev û lêva bî Kelam digotin bi wê lêvê Sîngê Seyrana Mele Misa Tertir e ji xwîneveka ber sibehî Rotir e ji heyveka çardeþevî Sipîtir e ji kaxezeka nivîsandinê Kaxeza Semerqendî Seyranê Hemî girga dikeftinê Li beyana sibê, li buhara nîsana Bikefta ser qedfê vî giyayî Seyranê Wele Seyrê , ezê terka bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim Heya Sîpanê Xelatê bê cotyar cotê xwe berdin Ji min û Seyrana mele Misa re bikin erd û zevî Seyranê Wele seyrê seyranê Keçê dinya nema bûrî Li min û te bî dewr û dewranê Hayê sed cara li min hayê Seyranê Sîngê Seyrana mele Misa zertir e Ji zêrê zer þebayê, Seyranê Ezê terkê bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim Heta Sîpanê Xelatê Biskê seyrana Mele Misa re yan bib serê çiyayê jorî Bidim ber hewayê Seyranê Gotin : M.Arif Cizrawî ******* Delîlê : __________ Je nedî li bazara Delîlê delîlê de lê Te nedî li bazara Demîlê takrîhanê Delîlê hate jorê Delîlê delîlê de lê Xelk rabû çûne qîzkê cem hinara Delîlê tu bi hinarê Heçî wê nas nekir Ew dosta çav çara Wê xo kes nas nekê Dostanî fêrmara Delîlê delîlê de lê Delîlê delîlê de lê Delîlê takrihanê Qesebî li xwe kiriye Delîlê delîlê de lê Qeysebê wextiye Zeriyê takrihanê Min xo çend bêriye Delîlê delîlê de lê Reçmal ber kiriye Were çend rihanê Xelkê wê biriye Delîlê delîlê de lê Delîlê delîlê de lê Destê wê girtiye Delîlê hûr rihanê Were can gihayê Serde kir giriyê Delîlê delîlê de lê Dosta min biriye Delîlê takrihanê Gotin : M.Arif Cizrawî ****** Ser çavan dinêrim : Ser çavan dinêrim gidyano Reþ buhûne ay derdo… Li binya çavan dinêrim Hinarê rûkê rûne... Ay derdo Ber mala mezin Ji banê jorî hatî Xelk û dinya alemê digot Çavxezala te bî... Ber dîwarê xelkê melûl... Melûl, melûl, melûl bûne... Ay li min ay li min Ay li min ay li min Ay li min loma nekin Gotin : M.Arif Cizrawî ******** Lê Gulê : __________ Lê Gulê lê Gulê Helawa têr kakilê Helawa têr kakilê lê Min xwarî ji iþq û dilê Aman yaman yar yar Gulê Dexîl yeman yar Gulê Hinav sohtî bêhna Gulê Aman neman lê lê Gulê Helawa têr têr kakilê Herkesê li mala kula Bêbextê lê lê gula Yexsîrê çendî kula Were were nav gula Ezê Gulê ramûsim Keftim bextê kafira Aman yeman yar yar Gulê Dexîl yeman yar yar Gulê Hinara kerr têr kakilê Min xwarî ji iþq û dilê Min xwarî ji iþq û dilê Aman yaman yar yar Gulê Dexîl yeman yar yar Gulê Ji Cizîrê çavreþ e Wer Cizîrê þebeþ e Þebeþ dendik reþ e Þebeþ e dendik reþ e Ezê Gulê birevînim Xwe bavêjim bextê keþe Aman yeman yar yar Gulê Dexîl yeman yar yar Gulê Hinaroka têr kalilê Ez li bextê bavê te me Gotin : M. Arif Cizrawî ********* Ay lê Gulê : ___________ Ay lê Gulê Gula minê Þêrîna l’ber dilê minê Gulê nadim malê dinê Ez ser gulê têm kuþtinê Gulê kesk û sor û zer e Nîþana alê li ser e Êdî reng sipî û gewher e Þêrîn û peymana minê Rengê te yê pir delalî Bilbil li ser te dinalî Te nebînim bi vî halî Armanc û kedera min î Zordar dibê ez gul nadim Ezê zend û benda badim Ezê lê gilh û seradim Azad bibî b’þorþa minê Bi xudê ez pismamê te me Bi sûnd pesindarê te me Ser ceng û hewarê te me Qelenê te ji xwîna minê Helbest: Rêncber ****** Eman dilo : ____________ Eman dilo eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Dil û kezeb tev bûn kulo Yar bû gul û ez bûm bilbilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Ji nav bexça meþî û bi rê ket Por wek herîr li ber bê ket Canê min ma û dilêm pêket Dil wek tîr ji kevan lê ket J’serêm çû hiþ û aqilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Ji nav gulan derket meþ tê Wek horîya ji nav bihuþtê Ji gulan hilm û bêhna xweþ tê Ji hêsra hûnarkem bûn þilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Di ber min re bihurî û dimeþe Yek li ber min kir wek þeþ e Li pêþ min kir þeva reþ e Bûm birîndar û nexweþ e Dil û kezeb tev bûn kulo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Helbest: Mihemed Elî Þakir ****** Nesrîn : _________ Demê min tu dîtî Nesrîn Herdu çavêt di reþ digrîn Ewan çava di gotne min Careka dîn tu min nabîn Dil û canêm tev bûne xwîn Ji hemîla min vebûn birîn Ji ber þenga didan zêrîn Ji ber þoxa bejin þêrîn Te dêm têkel befr û xwîn Tu j'gula buy gula Nesrîn Buhar behî, Nesrîn werya, Kevnenêrî li ser çêrya Heyfa min têt Nesrîn girya Rondik weryan ser wan rûya Ew çavê reþ gelek girya Nesrîn xwezî te bibînim, Tu þîn bibî careka dî Ne li vê dinê li dinek din Ne li vî warî li warekî din Gotin : Mihemed Þêxo ******* Xemcivîn : ___________ Ez bûme pîrê xemcivîn Bê hiþ û mest û jêr nivîn Li dil vebûne sed birîn Ji ber evîna þoxa þêrîn Bilbil civanê gulê ye Evîna te ez pîr kirim Bê can û hem bê bîr kirim Bêçar kirim, xembar kirim Þaþ û nezan û jar kirim Bilbil civanê gulê ye Dilê xemgîn kir êþ û jan Agir berda hinav û can Hey zalimê bê bawerê Ma kanê peymana berê Bilbil civanê gulê ye Helbest: Sebrî Botanî ******* Yar Gewrê : ____________ Carekê min dit ji xwe re gewrek Çavê wi reþ û belek Xwe berda nav dilê min Min jê hez kirî gelek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Hat bîra min birh û çaw Lêv û diranê li hev Bejn û bala teyê zirav Porê tarî weke þev Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Ez û gewrê bûn dilek Bûne rihek bûn canek Tu car gewrê ji bîr nakim Ji niha û sed û salek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Nesîbê me tev rabû Ne b’destê min û te bû Xêrnexwaza em dûr xistin Lê dilê min li cem te bu Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Binêr li min û vî halî Ji eþq û xema ez dihelim Wextê çawêmin li te ket Keser xwe ser da alî Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Helbest: Kemal Þanbaz ******* Þêrînê nû gîhayê : ________________ Þêrînê gewr û rind e Lihevhatî û bilid e Pêçî ji mûm û find e Þêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Were þêrîn li ba min Xeman nexwe seba min Were rûnê li ba min Þêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Dîlber çiqas delal e Bê hogir û heval e Her dem me dil li bal e Þêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Helbest: Cegerxwîn ****** Ax û yeman Þikrayê : ___________________ Sebra min bê te nayê Þêrînê nû gîhayê Te ez xistim te ez helandim Te ez berdame dinyayê Te ez berdame dinyayê Ax û yeman Þikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Þikrayê Nazik û navgiran î Tu bi derdê dilan zanî Agir berda vê canê Hên jî tu nayî rayê Hên jî tu nayî rayê Ax û yeman Þikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Þikrayê Bûm nexweþek bê derman J’derdê kitek ramûsan M’nedî wek te bê îman Tere ketim belayê Ax û yeman Þikrayê Ax û yeman Þikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Þikrayê ****** Di xew de : ____________ Di xew de ez çûme þûn wara Nale nalê van dîdara Ax û ofê evan yara Nedihat dengê van dildaran Leyla rabû xwe di min wer kir Go dildaro te çi li min kir Te dil fêrî dildariyê kir Te ez hêlam te xwe ker kir Leylayê çi di min nehêla Giyanê min kir têk þêla Min go diçim wê nehêla Gêrandim ser kavl û kêla Go baþ e tu çawa hatî Baþ bû kesî tu nedîtî Xwezî bi saxiya xwe min dîtî Gerdena min te têr mêtî Helbest : Mihemed Þêxo ****** Ez der bûm : ____________ Ez der bûm dinyayê bi þîn û bi ser Ez bûme xerîb geram der bi der Felek roja min çû nehat û nema Te ez berdayîme deþtan û çema Helbest : Mihemed Þêxo ****** Were were : ____________ Were were li nik min rûne Dilêm kul e bikewîne Eger rojê ez te nebînim Hemî dema li min girîn e Were were reng esmerê Wek kulîlka li pencerê Þev û rojê di xeyalê de Dil û hinav hatin derê Were were çavêd belek Wê xwedana pirça xelek Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe Kulê dilêm bûne gellek ****** Min canek dît : ____________ Min canek dît li nav çiya Ronahî da çar aliya Rawestam bin sîka biya Nexweþ bûm ketme nav ciya Hiþyar kirim qêjnawê Min xwe avêt ber piyêt wê Ber perekî mezin ya wê Min jî guh da gazinêt wê Nesaxeke giran im ez Ya bê pirs û bê derman im ez Bê Xudan û sexbîr im ez Ya bê bab û semyan im ez Ferhad ez im þêrîna min Wey te xwelî bi serserê min Wey nazik û serbara min Kul û gazinda neke ji min Kaxeza ji kê re biweþînim Perda çî þêxî bi hêjîn im Ser kêleya çê çakî rûnim Dermanê te ji kîre bînim ******* Dilvîna min : ____________ Min canê dît bi çavêd zil Min yarê dît bi dilê kul War û hêlîn bûne kavil Min tu hêlayî Belê ne j’dil Dilvîna min, dilvîna min Ji nav baxî ez hatim çinîn Dûr ketim ji warê þêrîn Kilêz bit jî nabe hêlîn Bê awaz û cejn û narîn Dilvîna min, dilvîna min Bigrîm bo xo ya ji bo te Li ser xo ra sotim bo te Sûnd bi kavl û wêranya te Dîlber nadît evîna te Dilvîna min, dilvîna min Qalka zika her bihilavê Berba çûye ber barovê Þerme li testûrî ravê Du car bikevî yek davê Dilvîna min, dilvîna min Kaniya te av jê fîrkirî Te nedizanî ya dafkirî Te girêdan çav û burî Xewn bû go tu ser da birî Dilvîna min, dilvîna min Were guh bide vê pestê Ezê dijîm çerxa bîstê Ger liv livîm dibên rast e Ger nexweþ bûm ketme xestê Dilvîna min, dilvîna min Helbest: Mistefa Artûþî ******* Cana þêrîn : ____________ Ma te çend keç hilbijartin Te bi destê xwe veþartin Çend serhatî bi ser te hatin Ma te bo çi qîz negirtin Ey can canê cana þêrîn Te du pirsyar ji min kirin Car revend in car koçer in Nizanim kê em jê kirîn Þibê de ta roj diçû ava Ta ku heft nîvekê þeva Her ez bûm þevgerêt þeva Ez bûm per canê van çava Revend im ez revandim ez Revendekî bi lez û bez Yê bê reþmal û koz û pez Ji dîtina te têr nabim ez Helbest: Mistefa Artûþî ******* Rabe ji xewê : ____________ Rabe ji xewê çavê raketî Dilêm þewitî agir pêketî Þêrîna min çû tu dil vêketî Lê çibkim îro ji dest min derketî Þêrîna min bir zalim neyara Ez mame feqîr mam li ber dîwara Ez bandikim qêrîn hewara Kî serhêlîn e kî ji xew þiyar e Ser min zivistan, ka bihara min Þêrîna min ket dest neyarê min Wê li min qut kir ziman zarê min Li min xopan kir þûn û warê min Çi dem bê ser min ji biharê dila Ku bê guhê min dengê bilbila Ez wê hilgirim ser herdu dila Ez pê dermankim derd û kula Helbest: Bêbihar ******* Hebs û zindan : ____________ Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê Ji eþq û evîna gulê ketme belayê Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm Gula min kesk û sor heyran gula min geþ e Gula min bi xelkê tal e bi min pir xweþ e Dunya li ser me ron heyran bextê me reþ e Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeþe Gula min rengîn e heyran gul sor û zer e Hebs û zindan tê ez rizyam gul bê xeber e Gula min bindest e heyran bi kul û keser e Dest ji gulê bernadim can bidim ser e Gula min tu xeyidî min guneh çêkir Te ji min re çi got û min can û dil kir Mal û can dabû ser heyran gelek hindik kir Rêka min gelek dûr bû va iþqê kin kir Helbest: Bêbihar ******* Gulîzar : __________ Gulîzar Gulîzar... Ezê rûniþtî me li bin darên serê kaniyê Min dî Gulîzara min av dianî... Piþta xwe da min, kirî meþek bi giranî Min ba kirê Gulîzar Gulîzar Gulîzar Tu bihara emrê min î Gulîzarê Were were Gulîzarê Sifet wek heyva biharê Tu wek kulîlka hinarê Wer ji min re tu xweþ yarê Gulîzara’m tu delal î Tu delal t xweþ heval î Binêr li min û vî halî Hêstir ji çavêm tên xwarê Gulîzaram tu xweþ xatûn Aþiq bûn wek Leyla û Mecnûn Hela were dîlber tu rûn Ji sibê heta êvarê Min li te nêrî min axîn kiþand Min axîn kiþand dlêm êþiya Ez bûm wek dîn û serxweþa Ez bang dikim þêrîn yarê Gulîzaram li dibistanê Çente bi desta li eywanê Xelk û alem tev dizanê Weke berfa li ser zinarê ****** Perwîn : ________ Perwîn keça nûgihiþtî Ew delala xwedê hiþtî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriþtî Çiqas bêjim pir þêrîn e Keça têra min nalîne Ji ber bext û peymanê xwe Du reþmara li min werîne Du reþmar û herdu kezî Min go rabe wê go bixwazî Çaxa berê me ket welat Hêvî û gazî li pey me bezî Welatê min sor û þîn e Tevde buhara rengîn e Hinga min dî av û kevî Nûka xweda min mizgîn e Em vegeriyan ji welat e Me ne sebr û ne tebat e Mehra dila em hatin mal Qehra mezin ma welat e Helbest: Bêbihar ****** Eyd û erefat : ____________ Gava li me hat eyd û erefat Roka sibê li me hilat Ew dil û can ji ter kir xelat Hew xeyrî van bi destê miv’ hat Dilê min bû behra bêbinî Tu bû gemî lê sekinî Te ez helandime ji binî Evîna me bû serpêhatî Kanî ew sozê te û min Ka ehdê te li ber destê min Tu bi kud’ bir ew dilê min Ew ehd û soz kêr min nehat Gava tu li ber çavê min bû Cîhan li ber min heyv û ro bû Gava tu ji ber min dûr dibû Bê te qet sebra min nehat Ka hêlîna me ava kir Xewnê þeva me esas lêkir Bayê ber tavê xerakir Ji serê min bir hiþ û mat ****** Kê dinya hejand : _______________ Kê dinya hejand Kê dûlab gerand Ew Barzanî kak Rabû þûr kiþand Kurd hatin bi dor Bê kotek û zor Rijandin xwîna sor Barzan lê þikand Yek ji wa Barzan Ew bazê pehlewan Ew Mehdiyê zaman Bi mêranî heyf hiland Ne dêwê guhder´z Ne ristem û gurz Bê himet û hêz Barzanî nav stand De hêvî ma xweda Himetê bid’ Kurda Wan mêr û merda Xwîna xwe rijand ******* Pir þêrîn e : ____________ Kurdistan pir þêrîn e Tevde mêrg û kanî ne Ew buhuþta cîhanê Buhuþt xeyrî wê nîne Pênc hezar sal em hebûn Em tevde azade bûn Millet tev bindestê me Yek ji me Selahidîn e Welato tu pir hêja yî Tu welatê me Kurda yî Di cîhan de tu deng dayî Tu weke find û çira yî Ka we ke Kurdistanê Ji xeyrî dîn û îmanê Ji te re bibim bi qurban Roja cejna qurbanê Wan darê xox û rêva Bimeþe û bixwe bi lêva Kî heye milletê wa Ji xeyrî me Kurda pê va Helbest: Rêncber ****** Aso ey hawar : _______________ Aso ey hawar agir berbîne Aso cerg û dil tijî birîn e Herdu çav herdu çav tijî girîn e Dest û pê dest û pê bo te girtî ne Ey hawar e ey hawar e Bû bû Aso bû zalim bû Aso kulîlk e di nav berfê de Aso stran e dilê min lê da Ev roka wer kê dîtiye cana min Cana min ma bo çiye Aso stêra geþ tu car nagihêmê Aso kuþtî me ji ber vê þermê Evînî bo çi ya þerm e Li nik me ya bi tirs û sehm e ****** Þivan : _________ Dînê lê lê Þivan pez daxist ji çiyê Ay dînê lê lê Birî dora kaniyê Ay dînê lê lê Bêrîvan çûn pêþiyê Ay dînê lê lê Dotin bizin tev miyê Ay dînê lê lê Þivan pez anî zinêr... Ber kendala rê du gur... Berxê biçûk me kir nagir Çêran a li nav gul û giyê Þivan pez anî welêt Nav bexçe tev dar û sêv Van gîska kir kire-kir Çêra li nav gul û giyê Pez anî dora bîrê Sazî kir bi wê bilûrê Kotan xwe da hemberê Kerî girt dora miyê ******* Mixabin : ____________ Mixab bi navê jînê Sotim derdê evînê Ma ne bes e þêrînê Were þêrînê canê Ji dil derxe vê janê Bila herkes bizanê Ma bo çi ye ev evîn Jana wê ku nebe jîn Ey dîlbera xemrevîn Tenê tu yî zîna min Armanc û evîna min Wêran neke jîna min Helbest: Sebrî Botanî ******* Dil kuþtiyê : ____________ Dil kuþtiyê awirên çavên te Dil girtiyê reþmûyên çavên wê Nam þêrîn tam þêrîn dêm þêrîn Li hember min rabe ser xwe weke roj Ji ber singê cana min biþkoj Navzirav rû gulav ser dilav Yarê ez kuþtim li min nabê êvar Derman çi ye kes nizane bes yar Renge rû tarî mû rinde rû Min dil daye buhayê du sêva Min can daye buhayê du lêva Dev li ken, lêv û çen, xweþ beden Helbest: Cegerxwîn ******* Keça delal : ____________ Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil þewitî Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Xortê hêja menale ruh li te nema Te çi li min divê serseran va li ber te me Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim ******* Ji min dûr ket : ________________ Tu ji min dûr ket þêrîn Êþê avêt hinavê min Wez birîndar tim li ber çavê min Hat bîra min ew rojên geþ Min buhurand bi dilkî xweþ Tim tu bihara dilê min bû Pir kêfxweþ bûm bi wa çavêd reþ Min gazî kir dilo rabe Di nav dila de tim xuya be Çima tu tim kêfxweþ nabe Çima gula te geþ nabe Li min vegerand ez dinalim Wez brîndarek bêhal im Ji ax û hesreta dikalim Ji þêxê re ez evîndar im Helbest: Beþîr Çeçan ****** Ey felek : __________ Ey felek bo te dinalim Bo çi nêrgiz çilmisîn Ew çima bextê me ho ye Em bê dost û bêkes in Qe dihêt ma qe dihêt Ew roja min û hewe divê Kanîka arî bizêt û Jê vexwin çend me bivêt Agirê sra û vemirî Çav me lê tê geþ bibî Ew buhara tehnî kuþtî Hêvîdar in xweþ bibî Helbest: Bedir Xan Sindî ****** Her erom : ____________ Her erom erom Dilim elerzê amoza can Lembecê ma wa Mi gerden berzê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Li te digerim Menzîl bi menzîl amoza can Min liþwênê dil Dil li þwînî gul amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Aþe bextê min Reþî benwênê amoza can Kê dî we buhar Gul hel werênê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Fermisî dilre Berdî lê dibarê amoza can Çûn dilê hinê Ya bê te xwarê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î ****** Di zindanê dinalim : ___________________ Di zindanê dinalim ez Sibê de heta êvarê Çava vedikim te nabînim Tu ji min dûrket þêrîn yarê Evîndarê te bûm dinê Va îro tu mi dihilîne Çavrondika dibarîne Dil bi çav re dinalîne Tu gul bû min tu bîn dikir Çiqa gava ez hatim hundir Tu dûr ket te dilê min bi xwe re bir Tenha te ez hiþtim þêrînê Dikim derim ji dinyayê Ka soza ku te bi mir dayê Te hewara min his nayê Gelo tu ji ku diaxînê Axîna min û te bi tenê Çare tune jê re li dinê Ma dost nîne li vê dinê Cergê me suht vê evînê Helbest : Mihemed Þêxo ******* Rewþa civata : ____________ Rewþa civat û cihêla Gerdena van bejin kêla Xudena sê pel û pêla Van sê pela civat kêla Rûniþte xwar rûs û çîplaq Þîrê spiye gûzik û paq Ron û geþbûn dîwar û taq Fermiskê berfîne pê û loq Rêk û pêk û miþt û tijî Berdan ava birc û bijî Xwe lê zivirand û girnijî Got ez im dîlbera mijî Bibîne silava gulya Hawar bû req-reqa tilya Civat bi carkê hel hilya Kes nema go ne azerya Çihêla destêt xwe hildan Kura li keça çav wer badan Bû seyran û çeple lêdan Hemî rexa bû maç lêdan ****** Kewê : _________ Kewê xortê ser çiya bûm Her bilbilê awaza bûm Dengê cihêlê genca bûm Min deng dabû çiya û newal Xort û lawên min heval bûn Aþiqê dengê zelal bûn Li ber çêla geþe gul bûn Rewneq dabû bask û kendal Ref ref hatin dildarêt me Li dûv deng û awazêt me Ji ber hawar û gazinêt me Dîlan kirin cihêl û kal Çiya me li ser awaz xwendî Mêrga me lê dilan re çandî Cergê lawa pê hejandî Îro mame bêdeng û lal Bextê we me ey hevalê Ey tolazên pîr û kalê Di wê rojê de em binalin Da ji bîr nekin neçit ji bal Helbest: Xelef Zebarî ******* Þermîn e dil : _______________ Þermîn e dil dê çawa þevçiraxim tariya Bo wê bêjim har û gêjim... dil berêjim min viya Lew þêrînê nazenînê em ketin derdê evînê Rewþen û þoxa dila xanzada textê evînê Ew buhara li dêmê rijtî lê belavin lal û gul Kew bi sohtin lê dixwînin, hêr û janê ev ro dil Ger me zanî tu çi reng î... da bîna me hêt Ne torîn û ne perî ne meye me ji dil divêt Ji meya dilêvan dibarit bi rengekî sor û zelal... Helbest: Bedirxan Sindî ***** Xortên me : ____________ Xortên me lê ne bê jimar Gêwên nehing in nav û dar Serbestî û azadîkar Jînê dixwazin bê hedar Kurd im min azadî divêt Xwînê dirêjin bo welêt Þûnê didim xew li me nebê Heya ji cî rakim neyar Hew hêvî û gazî bikin Ger em nebin dost dê çi kin Derdê bi dest derman nekin Lê em dimînin bendewar Hingî me go em westiyan Heya bi Çînê em gihan Dengê me çû koma cîhan Kesik li me nabê þiyar Ala bi aþtî ya bi zor Ferz e li me hildanê jor Yan bêne kuþtin tev li dor Þerm e ji vê em bêne xwar Helbest: Ehmedê Þêxo salih ******* Çavên xwe veke : _________________ Çavên xwe veke birîndarê min Mêvanê te me kovandarê min Bo min biaxêve evîndarê min Li hêviya te me nêçirvanê min Þermîn mêvanî belêt di xewnê da Dê min hêlêve gel rojê helda Rêka dildara ji nîvþevê pê da Ne þareza bûm ketme divê þikê da Çi ra derdê xwe ji min ra nabêjî Salek duwazde meh tu herî gêj î Ji dûriyê hatim mêvan im e jî Hilo biaxêve bû dilê tijî Þermîn çavêt xwe ez neþêm vekim Ji vê pirsyarê þermîn dê ji te kim Ev ser þoyabêt ez dilkî rêkim Ji kanya çavê te sed pîka fire kim ****** Xem û xeyal : ________________ Xem û xeyalên te ez revandim Li çol û kilala te ez gihandim Ji ber sotim, te ez þewandim Bayê evîna te ez hejandim Dildarê rûyê di singê te me Çelengê çakê mêvanê te me Ji ber fermana te eleste me Sondê serê te, te ez helandim Dêrsim û Agirî di taca te bi Sîpan û Cûdî di burhên te bi Rewan, Derya Wan çavên te bin Rondikên çavên te ez pêlandim Þingal û bêxêr di biskên te bin Sindî û Gulî guharên te bin Geliyê Elî jî lêvên te bin Tûj awirên çavên te ez þewandim Dîjle û ferat di keziyên te bi Kerkûk û Hewlêr du singê te bi Sersing û Þeqlawa di devên te bi Þêrîn zimanê te ez vejandim Hemrîn û Metîn di rûkên te bin Zozik û Þêrîn di guhên te bin Barzanî bi xwe zimanê te bî Li dora cîhanê te ez gerandim Gera cîhan tev hemû ji ber te bî Pêþmergên dilêr nîþana te bî Ala kesk û sor li ser singê te bî Þahî û cejna xwe te ez gerandim ******* Çipka xunavê : __________________ Çipka xunavê li ser nêrgizê Carek dî hatî nav hoz û kuzê Çavêt reþ hibrin li ser kaxezê Te navþêrînê yar belengazê Ta kengî bijîn bê jîn û viyan belengazê Ta kengî bijîn bê çare û derman Dema awazê vînê me lêda Dê bûme kene bê þermî û tawan Evîna xelkê þadî û huner e Bo çi evîna me pir þerm û gir e Dîroka vînê neþîm ji bîr kim Ji serhatiya ya miþt û pir e Xin û xiþkokê da bo te bêjim Ez dê gazinda bo te verêjim Ez evîndar im xelkê ez nevêm Ez rastî bêjim yara ez nevêm Xemê dilê min pir vîn û sax key Xemê rondika hiþk û zuha key Dergehê jînê ji bo me vekey Þahî û govenda ji bo me karkey ****** Sînem : _________ Lê lê Sînem çiya bilind e ez te nabînim Erê bêbavê dinê min go mektûbekê biþîne Cizîra Botan jî bo ez bi xwîn im Sînem Erê eger tu nexweþ î ez textor im û ez hekîm im ****** Pêþkevin : __________ Pêþkevin em serfiraz in milletê Kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî Wa milletê Kurdî Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im Wa milletê Kurdî Kurdistan êdî menale lawê te hatin Xwendevan xwînfiroþê axa welat in Wa milletê Kurdî Xwendewan û xwendegeh im bê al û leþker Dê bijîn paþî bizanin rêçê bibin ser Wa milletê Kurdî Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim Wa milletê Kurdî Helbest: M. Ehmedê Namî ******* Keçka gundê me : _________________ Ez keç im keça gundan im Kulîlka serê lawan im Rîhana rêz û çeman im Lawiko ez bêrîvan im Delalê tu xwînþêrîn î Dil req î lêv hingivîn î Mij xorta gava min dibînî Bêriyê ez evîndar im Lawiko evînî þerm e Geleka bi tirs û sehm e Evînî guneh e li dev me Lawiko ez bêrîvan im Delalê bêjin rihanê Kulilka heyva gulanê Rêzana xweþiya jîyanê Delalê ez evîndar im Lawiko were mala me Min bixwaze û sehke kilame Gustilkê bike tilîya min Lawiko ez bêrîvan im Delalê bêje bavê xwe Min bide û dewlet serê xwe Qayil ke delalê dilê xwe Bêrîyê ez evîndar im Helbest: Ebdulezîz Sefer ****** Min bihîstî : ____________ Min bihîstî tu nexweþ e dilo Çibkim bextê min tim reþ e dilo Dilê min herdem dikule dilo Carekî nebûye geþ e Delala min tu pir têþî dilo Derdê xwe ji kesîr’ nabêjî dilo Bendî te mam ez heliyam dilo Tu kulê xwe ji min re bêjî Nayêm ba we li min negrî dilo Çima wilo tu bêsebr î dilo Evîna te ez helandim dilo Ma sozê te heya kengî Hêstir ji çavê min tên xwarê dilo Weke xunava biharê dilo Alem tevde dikevin xewê dilo Çavê min ji bo te þiyar in Helbest: Kemal Þanbaz ****** Axîna min tim ji dil tê : ___________________ Axîna min tim ji dil tê tim ji dil Lê min xist merez û kul, xem û kul Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul Þev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin Çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin Kul û xema bi hevre kirin, bi hevre kirin Ta di dilde xwe bi cî kirin, xwe bi cî kirin Çav û dilêm bûne gunehkar Her civandin ta kirine bar Ev derdê pir nayêne jimar Xwe berdan ser dil wek kurmê dar Helbest: Hilal Botanî ******* êmê : ________ Ay lê êmê, nazikê, nazdarê, sermezinê Aqilkêmê beybûna welatê Diyarbekir Hênikahiya welatêm Mûþê sozdara min î Vî zemanî rabe êmê Ay lê êmê bêbavê min go ez bi Yarimtepa þewitî diketim Minê dî li kutê biya lê mi dî sê zeryê Mala kalo hat û dimeþiyan Lê meþa van keçika Nebû meþa hakima, qeymeqama, yuzbaþiya êmê Erê dengê van bêbavan Nebû dengê naqosa, mifrediya Lê bêna van keçika Nebû bêhna misk û emberê þûþa kolonya Bi ser kambaxê gundê me de furiya Hevalno hogirno le min go bejna êma Hemo Takrihana devê çemê wezê xeþîm im zaro me nema Zanim ji kîjan alî de bêmê êma ma ******* Axîna min : ____________ Xwedê çawa gul we re çêkir Nexþek nema li wê bejnê kir Wextê çav dî gul bi xemê kir Herdiwa di dil de hêlîn çêkir Axîna min tim ji dil tê tim ji dil Lê min xist merez û kul, xem û kul Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul Helbest: Hilal Botanî ****** Berdilê min : ____________ Berdilê min pir þêrîn e Wek kulîlka bi hilm û bîn e Dilê min bo wê bi evîn e Bê te min gazî û qîrîn e Derdê te weke Xabûr e Bêbinî û kûr û dûr e Pêlin gir in ê din hûr in Limin xistin birîn dûr in Çi Xabûrek bê devî Wek geliyê dudevî Tu ji mir bûye derd û keder Tu car ji bala min nayê der Wej’ evîna te nakim der Tu ji mir’ bûye kul û keser Hela were þêrînê Derman bike vê birînê Piþtî herdu çavê belek Min heznekir hîna kesek Belkî vegerî li me felek Herdu dila dîsa bi yek Miradê me bi cî werê Eþa dila pê derê Kengî li mew bê dem û dewran Vegerê li me rojê ciwan Bê me cejna herdu filan Bê me bîna gul û baxan Miradê me bi cî werê Eþa dila pê derê Muzîk : Mihemed Þêxo ****** Mihemedo ronî : ________________ Mihemedo ronî min go, minê çi ji te re got û tu xeyidî Lê ava gola li min û Mihemedê min cemidî Giyakê çola li min û Mihemedê min seridî Lê heke yê neqeba herdu dilê þêrîn xera bike Lê eger qîz bê tu car nezewicî Erê eger jin bê tu car newelidî Lê eger xort bê bi ciwanîka xwe þa nebî ******* |