Bang Ji Bo Hemû Kurdan bi Taybetî Kurdên Li Ewropa, Amerîka û Yên Li Her Derê

Wekî tê zanîn li baþûrê Kurdistanê Parlamena Kurdistanê piþtî çend salan dîsa di roja pêncê meha dehan a sala du hezar û duduyan de li hev civiya û gelê me yê baþûrê Kurdistanê li hev hatin.

Em kurdên Ewropa û tevahiya cîhanê bi vê yekê pir kêfxweþ û serbilind bûn. Ev yekîtiya gelê me ya li baþûr bila li her çar parçeyên Kurdistanê li gelê me pîroz be.

Ez ji gelê xwe yê baþûr re serkeftin, serfirazî û serbilindiyê dixwazim. Lê belê tengasiyên baþûrê Kurdistanê hê xelas nebûne. Divê em kurdên li Ewropa, Amerîka û li her derê cîhanê di kêþeya baþûrê Kurdistanê de jî hîþyar bin. Çavê me li ser be. Ji ber ku talûkeyên li baþûrê Kurdistanê hê xelas nebûne. Ev þans û îmkana ku piþtî þerê Kendavê (xelîç) di sala 1991'î de kete destê gelê me. Ev þans û îmkan her gav nakeve destê me. Her çiqas kêmasiyên gelê me yên baþûrê Kurdistanê hebin jî divê em tiþtekî ji bîr nekin. Divê em baþ fêr û fam bikin ku gelê me yê baþûrê Kurdistanê ev yanzdeh sal in li baþûr sebixwe ne. Dewleteke serbixwe îdare dikin. Kesên hinek ji cîhanê, rewþa dewletan û ji dîrokê fam dikin, baþ dibînin ku dewlet û birêvebirin ne karekî rehet û hêsan e.

Lê gelê me li baþûrê Kurdistanê di demek pir kurt de bi ser ketine û pir bi pêþ ketine. Hemû saziyên xwe bi rê xistîne û ji Kurdistana me re xizmet dikin. Baþûrê Kurdistanê dema di 1991’î de kete destê kurdan, Sedam Husên Kurdistan xera kir û hê jî Kurdistan canimî çû. Tiþtê herî mihîm jî ev e ku dawîdorê baþûrê Kurdistanê bi gurên har hatiye girtin. Eger ji destên wan were dê di rojekê de gelê me bifetisînin û ji holê (ortê) rabikin. Dewleta Tirk, Ereb û Faris her roj ji gelê me re astengiyan derdixin. Ew tu car naxwazin Kurdistanek serbixwe yan jî Federe çêbe. Ez li vir bangî hemû kurdan dikim û ji wan hêvî û gazî dikim bila vê rastiyê baþ bidin ber çavên xwe. Divê em kurd li her derê bi serkeftina gelê me yên Baþûr serfiraz bin û divê em di tengasiyê de her dem bi wan re bin. Di pêþerojê de hazir û amade bin, dibe tehlîkeyên mezin çêbin. Em jî bi awayekî dîplomatîk cîhanê rakin ser piyan û gelê xwe wekî berê bi tenê û bêxwedî nehêlin. Wekî tê xuyakirin Amerîka dixwaze hemû dewletên di konseya UNO’da îqna û razî bike û paþê li Iraqê bixe. Ez bawer im biryara UNO hebe yan jî tunebe Amerîka dê li Iraqê bixe.

Lê em kurd hê nizanin dawiya þer dê çawa be?

Dê sitatûyek ji Kurdistanê re çêbe yan na?

Pir mixabim di dîrokê de pir caran lîstok li ser gelê me hatine çêkirin. Îcar dê çawa be? Em hê nikarin bersiveke bi realîst bidin. Hêviya me hemû kurdan ev e ku sitatûyek ji bo Federasyona Iraq û Kurdistanê çêbe.

Lê ev çênebe û gelê me wekî berê dîsa bikeve negasiyê emê li Ewropa, Amerîka û li cihên din çi bikin?

Ji ber ku niha li her derê cîhanê mirov der heqa þerê Iraqê de hîþiyar in. Em dikarin bi hêsanî dengê xwe bidin bîhîstin.

Dema þer dest pê bike û di dawiya þer de ji kurda re sitatûyek bikêr ji bo çareserkirina kêþeya kurd dernekeve divê em li NEW YORK, WASHINGTON, LONDON, PARIS, MOSKOW, BERLIN û li paytextên din bêdeng nemînin. Eger em bêdeng bimînin ji bo welatê xwe û gelê xwe, ne dîrok vê carê me efû dike û ne jî em ji îro û þûn de dikarin xwe biparêzin. Em neçar in ku berpirsiyariya xwe ya li hember gelê xwe yê li baþûrê welêt bi cih bînin. Wekî din tu alternatîfeke me tuneye.



FUAT AKPINAR

Bielefeld, 06.02.2003

Email: akpinar@t-online.de

Fax: 00495211366394







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=64