BILA DÎROK VÊ CARÊ JI BO KURDAN DUBARE NEBE!

Bazara van rojan a der heqê þerê li Iraqê ya di navbera dewletên Amerîka û Tirkiyeyê de nîþan dide ku Dewleta Amerîka dan û standinên ku bi Tirkiyeyê re pêk tîne, di van dan û standinan de daxwazên kurdan zêde li ber çavan nagire. Dewleta Amerîka di dîroka xwe de her dem berjewendiyên xwe li ser her tiþtî re girtiye. Karê me bi berjewendiyên wan nîn e. Lê belê divê Amerîka vê yekê jî baþ bizane çiqas berjeweniyên wan ji bo wan girîng e ew qas jî berjeweniyên gelê kurd jî ji bo neteweya kurd girîng e.

Eger Amerîka naxwaze “wekî ku Galbraith dibêje Gelo dîrok ji bo kurdan dubare dibe?“ dîrokê dubare bike, divê Amerîka daxwaz û berjewendiyên gelê kurd jî li ber çavan bigire. Divê Amerîka vê yekê jî baþ bizane ku ew dikarin vê carê bêyî arîkariya Tirkiyeyê vê operasyona li dijî rejîma Iraqê pêk bîne. Eger ew tirkan li dereveyî þer bihêle dikare li gorî plana xwe ya B operasyonê pêk bîne. Eger plana A yan jî B be, gava gelê kurd li baþûrê Kurdistanê derî li wan venekin û arîkariyê nedin wan, ew nikarin þerê Iraqê bikin. Ez bawer im ku Dewleta Amerîka jî baþ dizane ku baþûrê Kurdistanê vê carê roleke kilîd dilîze. Amerîka nikare wê rola kurdan li ber çavan negire.

Dema tirk bi zorê bixwazin bikevin baþûrê Kurdistanê û gelê me yê li Baþûr li dijî leþkerên tirk ên dagirker derkevin, pêwîst e Amerîka bizane ku wê çaxê plana wan a A û ya B jî pûç dibe û têk diçe.

Jixwe Amerîka jî baþ dizane û ketiye nava tengasiyeke pir mezin, ji ber ku muxalefeta niha li dijî þerê li Iraqê her ku diçe zêde dibe. Endamên UNO ji 191 dewletan 180 dewlet li dijî þer in. Her wisa di cîhanê ev cara yekemîn e çalakî bihejmarên pir mezin û xurt li dijî pêk tên. Amerîka heta niha hêj konseya UNO bi giþtî îqna û razî nekiriye. Almanya, Fransa û Rûsya li dijî operasyonê derdikevin. Dewletên ku ji sedî sed li cem Amerîkayê cihê xwe girtine Îngîlter û Îspanya ye.

Dewleta Tirk dixwaze dîsa wekî berê bi zorê û bi barbarî siyaseta dijminatiyê li dijî gelê kurd pêk bîne. Di meseleya baþûrê Kurdistanê de ketiye nava deprasyoneke pir dijwar û bi þovenîzma xwe famkor bûye. Ji bo Kurdistaneke federe yan jî serbixwe ava nebe dijminatiya xwe ji her demê zêdetir li hemberî gelê kurd bi riya daxuyaniyên xwe û bi arîkariya çapemeniya xwe pêk tînin. Dewleta Tirk dixwaze bi destê zorê tengasiyan ji gelê me yê li Baþûr re derxîne. Ev nêzîkî heþtê salî ye ku bakurê Kurdistanê xistiye bin bandora xwe û dagir kiriye. Ligel vê yekê jî tu sînoran ji mafên mirovan re nas nake û hemû daxwaziyên gelê me heta niha bi zorê û bi barbarî binpê kiriye.

Çapemeniya tirkan bi taybetî ya Medya Doðan van rojan kîna xwe li dijî gelê me vedirijîne. Serê her gotineke wan ’Küstah’ wiha bû, ’Küstah’ wiha çû û ’küstah’ wiha got. Bila dewleta devrûtan û devrûtên wan tiþtekî ji bîr nekin, em vê heqaretê, zorê, biçûkxistina gelê xwe û van gotinên bêrêz li rûpelên dîrokê dinivîsin. Gelê kurd ne ev zordarî, bindestî û koletî heq kiriye û ne jî van gotinên wan ên bi heqaret heq kiriye. Lê her çiqas piraniya rojname û nivîskarên wan dijminatiyê bi gelê kurd re dikin, hejmara wan kêm be jî kesên bi realîte nêzîkî kêþeya kurd dibin ên wekî M. Alî Bîrand jî di nava wan de hene.

Hêviya me kurdan ew e ku Amerîka vê carê jî der heqê gelê kurd de nekeve nava þaþiyeke mezin, daxwazên kurdan li ber çavan bigire û li gorî wê tevbigere. Ez dixwazim li jêrê du gotaran a yekem a Peter W. Galbraith ku bi xwe di salên 1990’an de li Bosna Hersekê serbalyozê Amerîkayê bû û heta niha di kêþeya kurd de bi awayekî realîte tevgeriye. Heta niha li ser kêþeya baþûrê Kurdistanê gelek analîzên wî yên pir balkêþ hene. Hêvîdar im ku Amerîka gotinên wî yên herî dawî di rojnameya New York Times ê di bin sernavê “Gelo dîrok ji bo kurdan dubare dibe?“ li ber çavan bigere. Gotara duyem beþeke ji nivîsara nivîskar û rojnamegerê tirk M. Alî Bîrand e ku di bin sernavê “ Tirkiye dixwaze li bakurê Iraqê çi bike? Gelo em karekî rast dikin?“ di rojnameya Hurriyetê de hatiye weþandin û gelek gotinên balkêþ in. Ez bawer im ku heke dewleta tirk li gorî gotinên M. Alî Bîrand tevbiger nakeve nava þaþiyeke mezin. Wekî din heke berevajî vê yekê bê kirin dê ji bo Tirkiyeyê bibe karesateke (felaket) pir mezin.


Gelo dîrok ji bo kurdan dubare dibe?
Peter W. Galbraith- 19.02.2003 New York Times

Li aliyekî birêveberiya Bush hewil dide ku di þerekî ihtimalî li hemserî Iraqê de Tirkiyeyê îqna û razî bike ji bo hewkariyê û li aliyê din mutefiq û hewalbendê em kurdên li bakurê Iraqê difikirin ku Amerîkayê careke din di riya xapanidan wan de ye. Nûnerê Serok Bush yê peywirdarê muxalefeta Iraqê Zalmay Halîlzad di nava vê mehê de çû Enqereyê û bi lîderên payeberz ên kurd re hevdîtinek der heqê çûyîna leþkerên tirk piþtî operasoyê û bi armanca arîkariya mirovane derbasî bakurê Iraqê bibin û li ser qebûlkirina vê yekê pêk anî. Halîlzad di wê hevdîtinê de ji lîderên kurd xwest ku destan ji rêveberiya otonom û xweser bikêþin. Her wisa lê zêde kir ku bi hezaran kesên ku ji ber Sedam ji welatên xwe derketine careke din venagerin.

Vê rewþê ji bo kurdan hin bîranînên nebaþ û xerab jî bi xwe re anîn. Ew Henry Kissinger sucdar dikin ku di destpêka salên 1970’yan de soz daye ku piþtgiriya serhildana wan bike lê piþtî ku þahê Îranê û Iraqê peymaneke di navbera xwe de çêkir DYA’yê jî piþtgiriya xwe birî û arîkariya kurdan nekir. (Hebûna Kissinger bi gotina wî, gelek nebû arîkarê kurdan: “Divê çalakiya veþarî û çalakiya bi peywir û misyon wekî hev neyê dîtin û neyê tevîhevkirin.”)
Di þerê Kendavê de jî Bushê mezin an jî babê Bush bang li gelê Iraqê kir ku Sedem biroxînin û têk bibin. Gava ku kurdan dest bi karekî wisa kir, Amerîka li hemberî êrîþa jiholêrakirina kurdan û þandina helîkopteran bi armanca têkbirina kurdan bêdeng ma û tiþtek nekir. Bush piþtî mehekê karî helwesta xwe û nêzîktêdayîna xwe ya li hemberî kurdan bi paqijkirina herêm ji leþkerên Iraqê rizgar bike. Bi vî awayî rê da kurdan ku rêveberia niha jê destê kurdan de ye ango bakurê Iraqê ji nû ve bê sererastkirin û teþegirtin. Di þerekî îhtimalî û jinûvesazkirina Iraqê de kurd ji ber hebûna wan a li herêmê û desthilatiya wan a li herêmê ji ber þêniyê wan ê zêde û hêza wan a girîng a leþkerî xwediyê cihekî taybet in û rola kilîdî dilîzin.

Lîderên kurdan ji bo hevdîtinên bilind û payeberzan hatin vexwendin. Wan bi Cîgirê Serok Dick Cheney û Wezîrê Parastinê Donald Rumsfeld re hevdîtin pêk anîn. Lê piþtgiriya DYA’ê li dîwar ket. Li gorî planên Amerîkayê bi armanca vekirina eniya þer a Bakur li hemberî Iraqê û derbaskirina leþkeran di nava axa Tirkiyeyê de, dê qebûlkirina Tirkiyeyê gelekî bandorker û bikêr be û ew wekî xala bingehîn û girîng dinirxandin. Ligel vê jî dayîna milyar dolarên pêþîn jî di rojevê de ye. Yek jî Tirkiye ji bo pêknehatin û danemezrandina Kurdistaneke serbixwe qarantî û misogeriyeke teqez dixwaze. Kurdan ji bo ku gumanên DYA û Tirkiyeyê nemînin tiþtê ku ji destê wan hat kirin û pêk anîn. Soz û qewil dan ku ji bo serxwebûnê tênekoþin. Bi vî awayî di Iraqeke federal de xwestekên xwe yên birêveberiyeke otonom jî bi sînor kirin. Ligel vê jî soz dan ku Kerkûkê cihê dewlemend ê petrolê jî nagirin û naxwazin. Tirk jî ji pergala federal ditisin û guman dikin ku dê wan ber bi riya serxwebûnê bibe û ewê ji bo riya serxwebûna kurdan bibe istasyoneke nû. Dibe ku ev di vê yekê de mafdar bin jî. 4 mîlyon kurdên ku li herêmê dijîn bi piranî naxwazin ku bibin ýraqî. Piþtî 12 sal azadî ciwanên wan nasnameya Iraqê hilnadin û piraniya wan bi erebî napeyîvin. Nifþê kal û pîr jî Iraqê bi gazên kîmyewî û kumkujiyan bi bîr tînin û wê wisa dizanin.

Washingtonê ku hêjî kurd hedefeke hêsan dibîne cihê xwe li ba Tirkiyeyê girt. Ji kurdan re hate gotin ku dê di nûsaziya Iraqê de kurd jî wekî kêmenetew û kêmek bêne nasîn û pêwîste ku pergala federalîzmê niha bê rawestandin. Lê dibe ku rêveberiya Bush hesaba koç û revroyê þaþ kiribe. Kurdan di nava dewletekê de ji perwerdehiyê bigire heta pêkanîna qanûn û zangonan bi rêveberiyeke ku hemû berpirsiyariyên xwe yên birêvebirinê pêk tîne, dewleteke rasteqînê ava kirin û damezirandin. Hejmara milîs û parazvanan di navbera 70 hezar û 130 hezaran de diguhere û îhtimala þerekî cidî bi hêzên tirk ‘arîkariya mirovane’ re heye. Parlemetoya Kurdan ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin û heke dewleta navendî ya Bexdayê wezîfeyek biçûk bidê, ku ji bo gel Zagona Bingehîgn ji niha ve amade kiriye û xebata xwe xelas kikiye dê di nava gel de bavêje dengdanê. Dagirkirineke Amerîka ji bo negirtina lîderên kurdan û parlemetoya kurdan, û ji bo astengkirina xebat û projeyên pergaleke federalîst û ji bo temamkirina wan xebatan dibe ku tu hêzeke pratîkî bi kar neyîne.

Niha jî kêþeya fînansekirina Tirkiyeyê û hejmara pereyê ku dixwazin dibe ku bigihîje radeyeke wisa Washingtonê bixe nava zor û zehmetiyê û dibe ku Tirkiye li derveyî þer bimîne. Ev yek dikare piþtî þer di teþegirtina Iraqê de rola Tirkiyeyê kêm bike û þansê kurdan zêde bike da ku çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin. Serok Bush di nava þer de her tim pîvaneke exlaqî jî hilda ser milê xwe. Rizgarkirina gelê Iraqê ji bindestiya lîderekî xwînmij û hov. Heke birêveberiya Amerîkayê bi giþtî cihê xwe li ba Tirkiyeyê bigere û xwestek û mafê kurdên Iraqê binpê bike û li ber çavan negire dê gelekî bêrû û melûsankî bê dîtin. Lê ne bi tenê li ba kurdan.


***

Tirkiye dixwaze li bakurê Iraqê çi bike?
Gelo em karekî rast dikin?

M. Ali Birend. 27.02.2003 Hürriyet


Her ku diçe kurdên bakurê Iraqê nêzîkî rêxistineke federal dibin gelo ji bo çim Tirkiye vê yekê naxwaze?

Gumanên me hene ku di pêþerojê de kurdên Tirkiyeyê jî bikevin nava hewa û heweseke wisa û statûyeke wisa bixwazin. Em ji hêla ewlehiya giþtî ve li meseleyê dinêrin. Ji ber ku me nekariye em kurdên hemwelatiyên xwe þanaz û bextewer bikin û me nekariye em wan têr bikin û kar bidin wan, lewre em ji wê ditirisin ku li kêleka wan kurd bibin xwediyê statûyeke baþ û bikarin li ser piyên xwe bisekinin û xwe bi rêve bibin paþê ev yek kurdên hemwelatiyê Tikriyeyê jî bixe nava hewa û heweseke wisa ku ew jî statûyek wisa bixwazin. Ji bo ku em pêþiyê ji vê yekê bigirin em naxwazin ew yek pêk bê. Ji bo stratejiyeke dûvedirêj dibe ku ev yek rast be, lê belê nîzîktêdayîna me bi giþtî gelo rast e û nêzîktêdayîneke baþ e?

Ji bo ku em bigihîjin armanca xwe ez bawer im em bi hovitî tevdigerin.

Em ji amerîkayiyan aciz in ji ber ku me bi baþî daynanên cihê mirovan. Lê em bi xwe jî bi heman nêzîktêdayînê kurên bakurê Iraqê biçûk dibînin. Em bi wan re wekî kesekî ji rêzê û ferdekî ji eþîretekê be tevdigerin. Em naçin beþdarî civînên wan nabin. Ji ber ku bi têra xwe di destê wan de çek û teqemenî nîn e em wan bêhêz dibînin û em berjêr li wan dinêrin.

Dibe ku em nabînin lê belê ligel ku em dixwazin pêþiya tevgereke serbixwe li bakurê Iraqê bigirin bêyî ku em bizanin em civakeke 4 mîlyonkesî ku bi çavê dijminan li Tirkiyeyê dinêrin, diafirînin.


Gelo ev siyaseteke rast û bikêr e?

Gelo ji bo kurdên li herêmê kî keþînertir û serencrakêþ e?

Tikriyeyeke ku derfetên kar û bar daye kurdên hemwelatiyên xwe, bûye endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) û bûye xwediyê komelgeheke demokiratîk dê bibe navenda keþîneriyê û baldariyê yan jî Bexda-Tehran-Þameke ku ji her alî ve hatiye dorpêçkirin û dixwaze xwe bi pêþ bixe yan jî bakurê Iraqê ku hewciyî Enqereyê ye? Gelo ji van kîjan zêde bala kurdan dikiþîne?

Gelo divê em tenê ji hêla ewlehiyê ve li meselê binêrin? Gelo nêzîktêdayîn û feraseta; „Serê mar li ku bê dîtin divê bê pelçiqandin... Tevger û pêþketinên ku em naxwazin heke bi zorê be jî divê em bidin rawestandin.“ Rojekê berevajî nabe?

Li cihê vê yekê ku Tirkiye piþtgiriya pêþketin û rêxistineke li bakurê Iraqê bike û wê bixe bin parastina xwe ku girêdayî Tirkiyeyê be, gelo ji vê baþtir nabe?

Ev nêzîktêdayîn Tûrtgût Ozal derxistibû holê. Wê çaxê tu kesî ji me qebûl nekiribû. Lê niha ratir xuya dike.

Mirov dikare zorê bi kar bîne û hin pêþketina aram û bi hemd bike lê mirov tu car nikare wan bide rawestandin û asteng bike. Berevajî vê yekê mirov dikare wan pêþketinan bi xwe ve girê bide. Gelo afirandian dijminan an jî dostekî girêdayî mirov be, kîjan baþtir e?

Hûn çi difikirin, gelo ez þaþ im?


FUAT AKPINAR
ALMANYA 02.03.2003









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=60