Fatîh Altaylî û Hurriyet dîsa li ser kar in!

Fuat Akpinar


Fatih Altaylî û rojnameya Hurriyetê îro dîsa (04.03.2003) ji gelê kurd re çêr û xeberên nebaþ dibêje, heqaretan dike û gelê me biçûk dixîne. Fatîh Altaylî di nivîsa xwe ya îro de der heqê meþa gelê me ya li Hewlêrê de wiha dibêje: “(Bayraðý yaktiran Kürtler mi, Amerikalilar mi?) Yên ku al dane þewitandin kurd in an jî amerîkî ne?” û wiha didomîne: “ (ABD Kürt kartýný çirkin bir þekilde oynuyor. Kuzey Irak’taki Türkiye karþitliði tirmandýrýlýyor. Bunun bilinçli bir tavýr olduðu çok açik. Dün Erbil’de yapilan gosterilerde bir kaç bin çapulcu Türk bayraðýný yakacak kadar ileri gitti.) Amerîka bi awayekî gelekî kirêt û nebaþ bi karta kurdan dilîze. Dijberiya li bakurê Iraqê tê navlêdan û lêsorkirin. Gelek eþkere û berbiçav e ku ev yek helwesteke bizanebûn e. Ev yek ew qas pêþ de çû ku duh li Hewlêrê çend hezar talankeran ala Tirkiyeyê þewitandin.” Rojnameya Hurriyetê jî di nivîsa xwe ya li ser çalakiya Hewlêrê de wiha dibêje: “(Besle kargayý yaksýn bayraðý) Qijikê kozî bike bila alê biþewitîne”

Rojnameya Hurriyetê ji destpêka hebûna xwe heta îro di her derfetekê (firset) de çêran dike û heqaretê li gelê me dike.Ne tenê li kurdan kesên ku siyaseta Tirkiyeyê jî rexne bikin çêran li wan jî dike û wan jî biçûk dixîne. Lê Hurriyet, Fatîh Altaylî û devrûtên wan tiþtekî nabînin an jî naxwazin ku bibînin. Wan ne tenê ala me þewitandiye mala me jî þewitandiye. Bakurê Kurdistanê ev heþtê sal in ku di bin dagirkeriya wan de ye, li walatê me kevir li ser kevir nehiþtine, gund û bajar þewitandine, bi milyonan mirovên kurd ji welatê wan bi dûr xistine û koçber kirine, nexweþî û nifaqî xistine nava gelê me, dijminatiya gelê me dikin, asîmîlasiyonê li hemberî gelê me pêk tînin û wan înkar dikin.

Ez bi xwe þewitandina alan guncan nabînim. Lê dewleta devrûtan ji ber ku birînên pir kûr li ser gelê me hiþtine, dema gelê me bi vî awayî reaksiyona xwe nîþan bide wê çaxê dibêjin, wan alan me þewitandin. Lê nabêjin ku me ev heþtê sal in mala kurdan þewitandiye. Bila dewleta devrûtan, rojnameya Hurriyetê û Fatîh Altaylî vê yekî baþ bizanin ku kesê mala mala wan bê þewitandin, welatê wan bê talankirin û bêne înkarkirin nikarin bêreaksiyon bimînin.

Ez dixwazim bang li gelê xwe bikim û ji wan re bibêjim her çiqas karê me zor e jî divê em di hinek mijaran de bi reaksiyonên xwe bi awayekî bi sebir û bi siyaseteke biaqilî tevbigerin û derfetê nedin wan talankeran ku li hemberî me zimandirêjiyê bikin.

Ez bang li hemû kesan dikim li dijî vê helwesta Fatîh Altaylî û Hurriyetê ya reþkirina neteweya me derkevin, bêdeng nemînin û giliyê Hurriyetê li Konseya Almanya Federal li Bonê bikin û li Dadgeha Almanya dozê li Hurriyetê vekin. Ji ber ku ev gotên Fatîh Altaylî yên wekî “(bir kaç bin çapulcu) Çend hezar talanker” û gotina Hurriyetê ya wekî “(Besle kargayý yaksin bayraðý) Qijikê kozî bike bila alê biþewitîne” ji bo hemû gelê kurd heqaret e.

Her wekî tê zanîn rojnameya Hurriyetê di rûpela yekem de di logoya rojnamê de ala Tirkiyeyê heye, di bin alê de bavê wan e û li jê bavê xwe jî dinivîsin: “(Türkiye Türklerindir) Tirkiye welatê tirkan e”. Ev gotin tenê bi serê xwe gotineke þowenîstî ye û bi vê gotinê gelê kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê înkar dikin. Ev gotin tenê rûreþiya wan nîþanî cîhanê dide.

Hurriyet li Ewropa li gorî biryara Çapemeniya Almanya derdikeve. Her kes û her kurdekî li ku derê dijî ferq nake dikare giliyê Hurriyetê bike. Wekî ku min li jorê jî diyar kir. Ez li jêrê navnîþanên her du destgehan jî didim.

Ev navnîþan, telefon û faksa Konseya Çapemeniyê ya Almanya ye.


Deutscher Presserat
Gerhard-von-Are-Str. 8
53111 Bonn

Tel: (0049) 228 - 985 72 - 0
Fax: (0049) 228 - 985 72 – 99

Ev jî navnîþan, telefan û faksa Dadgehê ye ku rojnameya Hurriyetê jî girêdayî wê ye.

Amtsgericht Offenbach
Kaiserstraße 16
63065 Offenbach am Main

(0049) 69 - 8057 0
(0049) 69 - 8057 435







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=58