Ji binemala Mîr Bedirxan, Kamil Mûþtak Ji Jîyanê Barkir !



Ji binemala Mîr Bedirxan, Kamil Mûþtak Ji Jîyanê Barkir !

Kurdistanîyên hêja !

Kamil Mûþtak wextekê kûrtbû nexweþ bû, di halekê tengde li berxwedida. Di doza gûndê Cinibrê`de ji 4 kesan, kesekî herî giringbû, zor-zilim û bûyerên hovaneyên ko dîrokên salabû li ser gelê Kurd di Kurdistanêde dihatin kirin cara yekemîn anîbû ber deryê dadgehên Ewrûpa yê û bi serbilindî di dozêde bi serketibû. Ew doz li pêþya zilma Roma Reþ bibû astengek û bibû rûreþîyek mezin ji bo dagirkerên Kurd û Kurdistan ê.

Kamil Müþtak di sala 1938 de li gundê MÎR BEDIR - XAN liser axa bav û kalên xwe ko girêdayî bi CIZÎRA – BOTA ve ye li CINIBR ( Yeþilyurt ) ê hatibû jîyanê. Ji bav û kalên xwede li xwe bixwedîn e, ji binemala MÎR BEDIR-XAN e.

Kûrê SADIQ `ê Evdile-Xan`ê Teter-Xan`ê Mikayil`ê Seid-Xan`ê ……Evdile-Xan(Ebdul-xan) e. Evdile-Xan bavê Mir Bedir-Xan e ew jî kûrê Mustafa-Xan e, …..Emîr Mihemed-Xan ê kûrê Emîr Þeref-Xanê ewil e.

Sadiq di sala 1890 ande li ser axa bavûkalên xwe li CINIBRÊ hatibû jîyanê. Bavê wî 14 jin anîn ew kûr bi tenê hebû. Di sala 1976 / 09 / 16 de li CINIBRÊ li ser axa kalên xwe ji jîyanê bar kir.

Gelek caran bibû firar, mehkûm û girtîyê Romareþ. Gelek wêne û belgeyên malbatê liba wî hebûn. Wexta sala 1938 piþtî þoreþa DÊRSIMÊ hatibû girtin, pîrka mi Heznî ji bo ew belge nekevin dest dewletê þewitandi bûn.

Têkilîyên bapîrê mi Sadik û pismamê wî Bedî ê Teter-Xan bi Pismamê wan Celadet Emîn Alî Bedir-Xan û birayê wî Kamuran Bedir-Xan re jî her hebûn.

Wexta ko dewleta Surî di dest Firingse de jî bapîrê mi û pismamê wî Bedî mehkumbûn liba Firingse bûn. Bedî tevlî serhildana ÞÊX SEÎD jî bi bû.

Bapîrê mi û Þêx Ebdirrehmanê Garisî hevdîtin kiribûn hinek belge di nav belgên wide þewitî bûn. Têkilîyên wî bi Barzanî re jî xweþ bûn, çend caran kara xwe kir ko bi rêya Qadowê Îsa herê ba Mistefa Barzanî lê pêknehat û heya ji jîyanê barkir ma kûl pêre. Qadowê îsa ji mire jî gelek caran digot.

Her wextî keder û kûlên bapîrê mi serhatîn, serborîn û serketinên malbata wî Mîr Bedir-Xan bûn û pir hesasbû, bi nava gûnd diket þekir didan zarokan di got ev zarok pêþeroja me ne”. Bi mere dirûniþt behsa dijminê Kurd û Kurdistanê dikir, zerer zîyanên dayîn malbatê þîrowe dikir.

Hercar di xilaseka axiftinên xwede di got ”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost”

Ticara bêçek û sileh nedima, ko bi kûderêve biçûwa xencera wî di berwîde bû, tivînga wî her wextî hebû. Ji bo hayên me ji me hebê liser dijmin gelek di sekinî, …….pir cida cida þîret dikirin.

Ko dima bi tenê jî dest bi sitranên ko di koçka bavûkalan de hatibûn gotin distirand. Ez piþtî ko bi dotmama xwere zewicîm li ba bapîrê xwe bûm. Dengê wî gelek xweþ bû, sitranên wî kevin bûn, ne di xwest kes dengê wî bike û berxweketî bû. Mi xwe xalî dikir gûhdar dengê wîyê zîz ko tijî kûl û kederên malbata wîya giranbiha dikirin.

Piþtî sirgûna malbatê kesên ko ne dilxwazên mebûn di gotin “Mala dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê”

Bi taybet wexta Mistefa Kemal, Ismetê Ker û ko sîyaseta sosoyalîstan derket bi hênceta sîyaseta karker û sîyaseta dagirkeran firseta êrîþan liser binemalên weke malbata me giranbiha, welatparêz, neteweperwer bêhtir çêbûn û dagirkeran ji vê gelek feyde didîtin.

Bapîrê mi Sadiq 4 kûr û 2 keç hebûn, Ebdurrehman kûrê mezin bû, bi nave Ebdirrehman Alî Bedir-Xan hatibû bi nav kirin, 19 salî zewicî piþtî 2 heftan bêwêrt ji jîyanê barkir, nihajî birayê mi yê mezin bi wî hatîye bi nav kirin. Navên binemala me bi teybet navên malbatê ne. Ramazan niha meznê malbatê ye, 6 kûr û 3 keç hene, ez jî kûrê didowa me.

Kûrê sisêya Silêman e, 7 kûr û 4 keç hene.

Nurê ya çaraye, 22 salî ji jîyanê barkirî ye, bi navê Miheme Nurî kûrek hebû û bi encama sîyasî Roma Reþ ew di sala 1983 / 09 / 16 de di sînorê Tirka û Surî de li gûdê Baziftê þehîd kir. Keça mamê mi Kamil Nurê bi wê hatîye bi navkirin û bermalîya min e.

Hibab ya pence ye, 13 salî bêwêrt ji jîyanê barkirîye û xwîþkek mi bi wê hatîye bi navkirin.

Kamil MÜÞTAK kûrê herî kiçik bû, 4 kûr û 4 keç hene. Kesekî weke hemû endamên malbatê xwedî soz bû, li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî xwedî kîn û inyad bû. Ticara kêmasî li welatparêzîya xwe nedikir, nerazîbûna xwe li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî eþkere dikir.

Bi dehên cara hate girtin xwe bi qarekter û þerefa xwe di parast. Wexta ko dijminan ew digirt ji bo girtîyan jî dibû sebir û cesaret.

Mam û xezûrê mi bû, ko çiqas dijmin li mi di gerîya, wexta ko ez bi dest dijmin neketam, gelek kes ji malbatê û gûndîyan jî di hatin girtin, lê mamê mi Kamil girtîyê bê dor bû.

Kamil Müþtak ji alîyê dagirkeran ve weke kesekî xwedî welatparêz û þoreþger dihat naskirin.

Ji sala 1959 û pêde hevalbend û dilxwazê Barzanîyê nemir bû. Di salên 1959 de li Cinibrê bi komeke kêmkes “Newroz” bi Find û çira pîroz dikirin.

Ji xizmeta welatê xwere her wextî amade bû, rihsivik bu. Bi mire gelek xizmet kirin, bêdengbû sirên xwe ji kesîre iþkere nedikirin.

15 sala berpirsîyarîya malbatê kir, di nava gûnd de li hemberî serokê qiþla leþkerê Tirk derket. Piþtre Ebdirrehmanê kûrê Eshed Alî Bedir-Xan ew serleþker kûþt û çû ket nav hêzên pêþmergên Bazanîyê nemir de.

Zilma ko dîrokên salabû bêdeng li ser Kurd û Kurdistan dihate kirin bi bûyera gûndê Cinibrê cara yekemîn hate berdestê dewletên YE, cîhanê û cîhan bi bûyerên li Kurdistanê dibûn di ware fermîde hate þîyarkirin û nêrînek nûjen bi Ewrûpîyan re çêbû.

Di vê berxwedanêde mamê mi Kamil ji 4 kesan, kesê herî giring bû, þaþ nebû, li serxwe sekinî bû, mi çi bida pêþya wî ko bi mirina wî jîba dikir.

Kamil Müþtak di piçûkayîya xwede dijmin naskiri bû , ji dijminê Kurdistan û gelê Kurd bi inyat bû, perwerde, terbîya neteweyî ya bav û kalan bû.

Roja ko buyera Cinibrê bûyî mi mamê xwe û 2 kes vexwendinî ba xwe kiribûn, mi xwest ko doz werêvekirin. Lê mamê mi Kamil bênîqaþ, bi cesaret, bi bawerî li piþt mi sekinî û gav neda paþ.

Roma Reþ çiqas xwest ko zilim û leyîstokan bikê jî, lê bawerîya bi mamêmire heyî nehiþt ko dijmin karibê bi serkevê.

Bêþik zor û zehmetên hemû kesên ko ketine ber êrîþa dijmin hene, lê mamê mi Kamil malbata xwe, þerefa gelê xwe parast, daw û tîlên dijmin bi serê dijminde kir û dijmin hiþte bê sitar. …Rupelek di dîroka gelê Kurd û Kurdistande vekir.

Silehjorekî baþ jî bû, çekhilgir bû, nîþanvan bû, weke baw û kalên xwe ji nêçîrê û seydê jî hesdikir.

Ji bo malbata xwe, mervatî û dostên malbatêre jî qedirnas bû, bi sîyanet bû û kiçikmirov bû.

Lê ko ez çiqas wî þîrove bikim jî roja înê 2007.12.07 di seet 17.00 de li ser axa bavûkalên xwe li Cinibrê-Cizîra Bota ji jîyanê barkir.

Ez hêvîdarim ko herkes li dijî dijminê xwe, li serxwe sekinîbê, ji tirsaxwe liber lingên dijminê Kurd û Kurdistan xwe nizim nekê û xwe netewînê.

Mamê hêja mi roja 2007.12.03 di seet 13.00 an de ji Traspolî-Moldawya ji cenabê tere telefon vekiribû, me bi dirêjayî xeberdabû. Te gotibû “Ez ji te gelek razîme, ti cihê xwe dadigrî û her wextî ji te bawerim. Lê emanet tifaq, ko kîjan kes ji malbata me tifaqê xirabikê û rêzê ji tere negrê, ez wî azanakim.”

Ez jî dibêjim ezê kêmasîya her ferdekê malbatê bikim, ezê nehêlim hêvîyên cenabê teyê ji mi çêbûyîn biþkihin. Ez hêvîdarim ko ti qewîtîyên xwe li hemû kesayetîyên zarowên xwe û hemû malbatê jî bikî.

Tiþtên ko cenabê te ez agahdarkirime, cenabê te hemû kirî ye. Ez hêvîdarim ko kes wesêtên cenabê te neþkênê.

Mamê hêja mi her wextî ji tere rêz girtî ye, ez dîsa ji cenabê tere rêzdarim û rêzdigirim. Ez ji Xwidayê alemê ji tere rehmê dixwazim, cihê te Cinet û biheþt bê.

Bila ti di mekanê xwede liba hemû kesên ko ji malbatê ji jîyanê barkirîn bi me piþtrast bin, emê te ji bo xwe mînak bigrin û te serbilind bihêlin.

Emê ji bo gelê xwe û welatê xwe, emê xizmeta xweya neteweyî û tifaqa malbatê bi domînin bi serfirazî. Emê li berxwe bidin ko em her ferdek bibin weke bapîrê xwe Mîr Bedir-Xan.

Xwida sebrê bidê hemû zarokên te û hemû malbata teya giranbiha ko gelek bi rûmet e. Ti di mekanê xwede bi rihetî binive, bila çavên te nemînin li piþt te û bi xatirê te me hemûyan aza bike mamê hêja.


* * *


Bremen- Alamanya, 07. 12. 2007
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de

Dema weþana nivîsê : 17. 07. 2008


M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !


Piroje ya Kurdistan a Mezin !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg


Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !



Her Bijî Kurd û Kurdistan !



Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=524