Dewleta Tirk êrîþî ser aborîya Kurdistanê dikê !



Dewleta Tirk êrîþî ser aborîya Kurdistanê dikê !

Kurdistanîyên hêja !

Dewleta dagirker a Tirk di xwazê bi rêya þirketên xwe ko li Kurdistana azad di xebitin, pêþketina bazringanî, aborîya Kurdistan reþ bikin û têxin bin siha xirabîyê de.

Weke tê zanîn gelek þirketên Tirk ko dibin qontrola „Serkanîya Leþkerî“ de, bi MHP û Ergeneqonê ve girêdayî li Kurdistana azad di xebitin. Hemû kar û xebatên wan Þirketan bi teqtîk û dîrektîfên daîreya herbî a taybetî ve girêdayîn e. Armanca wan Þirketan ne bi pêþde birina Kurdistanê ye, ji bo tevgera „Bazringanî“ya Kurdistanê têxin bin xeterê ye, feqîrî zêde bibê û hêvîyên gel bi dewletbûnê re nemîn ê .

Îhaleyên ketîn dest xwedîyê þirketên Tirk de, di xwazin hindik çîmento, hesin….. û melzemên erzan lê mesref bikin di rêkûrtkê re bibin xwedî pere û sermayeyên mezin. Kesayetîyên Kurdên sîyasî, birokrat, karsazên Kurdistanê jî hînî riþwet û sextekarîyan bikin. Bi vê egerê ji bo dewleta Kurd di nav xwede têkevê nav anarþîzmê û weke dewletek mafya bidin nasandin. Lê heyhat e Kurd þîyarbûn e.

Pêwiste ko her kes ji bo pêþde birina Kurdistana azad hiþyar bin, bila miho serbilind bê, ji bo feyde û menfîetên þexsî nekevê xefka dijminên gelê Kurd û Kurdistan ê. Pêwist e tevgera bazringanî, aborî, hemû karên dewletî û hemwelatîyan bi tevayî li ser esasê yasayî rûnin.

Dijmin di xwazê bidê nîþandan ko peywendî, serwerî, dezgeh û sîstema Kurdistanê ne yasayîn e, heq-hiqûk nîn e, qanûn û yasa li Kurdistanê nameþin. Qanûn û yasayên heyî jî nikarin hin kesayetî û malbatan qontrol bikin………..

Pêwendîyên sîyasî û bazringanî bi kîjan welatî re dibin bila bibin, pêwiste û giringe jî, lê divê li ser pilan kirina berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistan bin û yasayî bin…….

Pêwendîyên bi Tirkan re jî giringin lê divê pir bi dîqet û hasasîyet bin. Tirkîye dijmin e û ne amadeye ji derveyî Daîreya Taybet a Herbî bi rêyên siwîl têkilîyan bi Kurdistanê re çêbikê.

Þirket û personelên ko li Kurdistanê di xebitin, çendî bi navê hevkarî û bazringanîyê kar dikin jî, lê weke „Buka Lemûn“in ko diçin ser kîjan axê di kevin rengê wê axê. Armanca Roma Reþ aborîya Kurdistan ê tevlîhev bikin, naxwazin Kurdistan û gelê Kurd bi pêþde herê.

Hemû þirketên Tirk ko çûne Kurdistanê bi OYAK ê û hikometê re di xebitin. OYAK Holdîngeka mezin a Leþkerên Tirk e, di ware teknîk a Leþkerî, Hawayî, Derya yî, finans, Otomotîf, Îmar, xwarin-vexwarin, Hesin, Çîmento,………. û hw de di xebitê. Lê baþ tê zanîn pêþengîya wan þirketan hemû mîtin, ajanin, dijminên gelê Kurd û Kurdistanin.

Armanc çin e ?

1 - Tirk na xwazin ji derveyî qontrola wan li Kurdistana azad „Bazringan“î bi pêþde herê.
2 - Dagirker têkilîyên Karsazên Kurd ji bo xwe zerer di bînin.
3 - Þirketên ko ne di xizmeta dagirkerîyêde bin, weke „ Þirketên Mafya û Reþ“ nîþan didin. Wan þirketan bi binemala Kurdewar a Barzanîyan ve girê didin, weke hemû sermayê ko diçê Kurdistanê û li Kurdistanê heye di tekela malbata Barzanîde bin, dikin propaxan de.
4 - Di xwazin Malbata BARZANî di çavên gelê Kurd de reþ bikin.
5 - Di xwazin pêþengîya sermaye têxin dest kesên ko ne Kurdin ( Ereb, Tirkoman, Asûrî… ) de.
6 - Dewleta Tirk ji bilî sîyaseta leþkerî pêve naxwazê nêzî Kurdistana azad bibê. Bi karê nahêlê Kurd pêþya xwe bibînin û sîyaseta siwîl li Kurdistan ê bi pêþ bi kevê.

Bênîqaþ Tirk di xwazin erd û ezman li gelê Kurd bikê toz û dûmana jehrê. 2 heftene bi rêya Televîzyon û rojnama dest bi reþ kirina bazringanî û aborîya Kurdistan a azad kirin e. Îdîa dikin ko Kurd zordestî ya neyasayî li þirketên wan dikin û miameleyên keyfî li dij xwedîyên þirketan didin kirin û heta ko hin kes tên e iþkence kirin jî. Weke li Kurdistanê qanûn û nîzam nebin propaxanda didin kirin.

Îdîa dikin kesên ko nebin þirîkên berpirsên YNK û PDK nikarin kar bikin. Rojnameya Millîyet, Tercuman, Zaman,….. Qanal D Tv, Star Tv…… her roj qampanya reþkirinê zêdetir dikin.

Hin ji wan qempanyagêran nivîskara rojnameya Milliyetê Serpil Yilmaz, Rojnamevanê Tecumanê HAKI KURBAN, sipîkerê Tv Uĝur Dundar, Abas Güçü, Yîĝit Bulut,…... in.

Serpil Yilmaz û hemû qampanyagêran li Kurdistanê gelek pêwendî û înformatorên wan hene, ew ekonomî û bazara li Kurdistanê dikin weke bazara perên reþ. Serpîl Yilmaz bûyerên ko xirabin lê ne rastin gelekan tînê ziman. Bi berdewamî dibêjê „Ez di karim navên gelek kesan bidim ko li Silêmanîyê, Karsazên ko Tirkin, nemane kû neketibin zêndan û îþkencexanan“ de.

Serpil Yilmaz ji xwediyê rojnameya Hewlêrê Rêbwar Kerîm Welî di pirsê „Gelo ev tiþtên ko xirabin, tên serê þirketên Libnanî, Emerîkî, Koreya Baþûr, Îranî û Fransîyan jî ?“

Îdiaker dibêjin „Asayiþ nasin, bi mihanekî piçûk di karin mitehîdan bigrin têxin bin çav.”

Tirk di xwazin ku ticareta xwe ya bi Iraqê re bigihînin 10 milyar dolaran. Kurd jî ji bo xwe zû dewlemend bikin dest datînin ser perên mitehidan. Ew idîa dikê, tenê li Silêmaniyê ji þirketên tirk 70 kes hatine girtin û bin çav kirin.

Serpil Yilmaz di nivîsa xwe de îtîraf dikê kû Daîreya Herb a Taybetî, sermîyandarên piþtgirîya dagirkerîyê dikin ixracî Bakûrê îraqê kirin e. Wezîfeyên wan jî cida cida ne.

Yilmaz bi berdewamî dibêjê „serkeftin ew e, ku meriv bibin þirîkê berpirsekî bilind, bibe þirîkê barzaniyan, divê destekî miho bigihê hikumetê û destê dî bigihê malþêxan jî. Li gorî Yilmaz ê, þertên zindanên Kurdistanê jî gelek giranin, kesên di kevin zêndanan þansê azad kirinê kêmin, yê ewil li Kurdistanê hati bû girtin sekreterê ASID ê Ahmet Çîçek bû, piþtî hatibû azad kirin ji qehra canê xwe dabû.

Mi jî di CNN de gûhdarî Ilnur Çewik kiribû ku idîa dikir hêjî 80 mîlyon dolarên xwe ne sitandin e ………… û gelek îdîayên derew rêz dikir in.

Di hefteya derbasbûyî de Berpirsîyarê programa ARENA Ugur Dundar jî di Star Tv de bi Ekrem Basumlu re ko bi eslê xwe kurdê Tirkîyê ye eynî mijar nîqaþ dikir. Mi ew mijar jî baþ þopand. Ewî kesî gelek derew û vir dikirin. Xwe þêrîn dikir û mesaj mesaj didan dewleta Kûr.

Basunlu îdîayên bêbingeh berdewam kirin û got „li Selaheddînê PKK, PDK û amerîkayî bi hevre ne, mala barzaniyan û PDK, Apocîyan di qontrola xwe de digirin, bi PKK re karên qaçax dikin……. û îdîa kir ku ji wî hatîye xwestin casûsiyê bike, lê wî ne pejirandî ye.

Dîsa berî niha bi eynî armancan rojnameya Zamanê jî ketibû nav derew û bêbextîyan. Îdîa dikê ko Ali Ölmez þirketek bi navê „Koru Enerjî“ damezirand lê bi sersebeba alavên biha bi serneket ye. Piþtre bi navê „Iþin Grup“ þirketa 2 yemîn ava kirîye û gelek îþ kirî ye, lê hêjî pereyên wî nedanê………….

Roma Reþ jîya xwe bi van qampanyên derew û senaryoyan dirêj dikê.

Armanca dewleta Tirk reþ kirina Bazringanî û aborîya Kurdistanê ye ji bo aborîya wê lawaz bikê ye. Ev qampanî plankirî ye ji navendekê tê domandin, girêdayî bi dewleta kûr ve ye. Dewleta kûr naxwazê dewlet xwe li gor wextê nû bikê. Pirsgirêka çarenûsî, sîyasî a gelê Kurd û Kurdistan çareser bibê.

Li kîjan perçên Kurdistan, an kîjan alîyê cîhanê ko ji bo gelê Kurd destketinên neteweyî, pêþve çûn an arîkarî hebin, Roma Reþ di xwazê bi fetisîn ê û têk bibê, bi organîzasyon û bi proxramek e berfereh li dora Kurdistana azad di gerin ji bo hilweþînin. Ev qempanî jî perçek ji operasyonên Leþkerî û siwîlin ko biryara hikomata Erdoĝan û Leþkerî ye…


23. 04. 2008
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de

Dema weþana nivîsê : 02. 05. 2008



M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=522