Dewleta Bê Pirensîb !

Yan Kurdistan ! Yan Neman !



Dewleta Bê Pirensîb !

Kurdistaniyên hêja !

Generalên Tirk vê carê bê pirensîbiya siyaseta xwe ji her demê eþkeretir ji raya raya giþtî re rayê dan. Generalan bi muxtira xwe ya ku goya ew li rejima laîsîzim û sekûler xwedî derdikevin di nîvê þeva 27.04.2007an de meydan ji her kesî re xwendin û dîsa tirs û xofa terora leþkeran xistin dilê xelkê. Niyeta leþkeran êdî roj bi roj derdikeve ser rûyê avê.

Em Kurd leþker û generalên Tirk baþ nas dikin, lê mixabin me Bakûriyan heta niha siyaseteke wisa, ku em dinyayê di derbarê siyaseta Tirkan de îqna bikin ne ajot, an jî em bi hesabên pir teng tevgeriyan, ku kesî zêde guh neda me.

Lê dem û dîrok dermanê her tiþtî ye. Êdî Tirk çiqas lê bixebitin pirsgirêkan li Kurdistanê û Tirkiyê bixetimînin, bifetisînin, dê nikaribin serbikevin.

Ev demeke rojeva Tirkiyê li ser hilbijarina serokkomarê nû hatibû kilîtkirin. AKP xwest Abdullah Gul di roja 27.04.2007an de bike serokkomar, lê di tûra yekem de 367 deng dernexistin, tenê 357 dengên erênî ji Gul re derketin. Partiya Kemalîstan CHP û nijadperestên din beþdarî civîna parlamenê nebûn û CHPê pirsgirêk bir dadegeha bilind ya destûrê.

Dadegeha bilind jî di 01. 05. 2007an de hilbijartina Abdullah Gul betalkir. AKP û serokê wê Erdogan jî mecbûr man, ku hilbijartinên parlamenê têxin rojeva Tirkiyê. Hilbijartin dê di 22ê meha heftan de li Tirkiyê çêbibin. Di pê biryara dadegeha bilind re AKP dîsa xwest biceribîne ku di 06. 05. 2007an de Abdullah Gul di parlamena Tirk de wek serokkomar hilbijêre.

Lê vê carê jî bi ser neket, çimkî 358 parlamenter beþdarî civîna parlamenê bûn.

Endamên CHPê û yên din dîsa neketin civînê, loma Gul mecbûr ma ku di eynî rojê de xwe ji namzetiya serokkomariyê þûnde vekiþîne. Tevlihevî hê jî li Tirkiyê berdewam e. Ne hêsane ku mirov niha bibêje dê dawî çawa encam bide.

Ez bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de me ku dê hilbijartinên nû jî li Tirkiyê çareseriyê neynin, belkû pirsgirêkan ji niha pirtir girantir bikin. Çimkî pirsgirêka general û leþkerên Tirk ya esasî ne ola îslamê û ne jî jidestçûyîna rejima sekûler e. Tirkiye ti demê ne bû welatekî sekûler, nikare jî bibe welatekî sekûler.

Pirsgirêka Tirkan ya esasî û birîna wan ya kûr bê çaretiya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Jixwe general di daxuyaniyan xwe de kesên ne Tirk bin û ne wek wan bin jixwe re wek neyar dibînin û gefan li her kesî dikin. General di daxuyaniyan xwe de wiha dibêjin:

Cumhuriyetimizin kurucusu Ulu Önder Atatürk’ün, “Ne mutlu Türküm diyene!” anlayýþýna karþý çýkan herkes Türkiye Cumhuriyeti’nin düþmanýdýr ve öyle kalacaktýr. ( Ewên ku li hemberî boçûna rêberê me yê mezin Ataturk ku damezirênerê komara me ye dibêje ”xwezî / çi bextewarî ji wî/wê re ku dibêje ez tirk im” derdikeve neyarê komara me ye û dê wisa bimîne )

Ji aliyê din ve tirsa generalan ya herî mezin jî ew e ku heger desthilatiya sivîl hemû têkeve destê AKPê dê selehiyeta wan kêm bibe. Li ser bûyerêrn vê dawiyê êdî bawerî di navbera general û hukumeta Erdogan de nemaye. Belê Hukumeta Erdogan li Tirkiyê di derbarê pirsgirêka aborî û YE de hin guhertin çêkirin, lê hukumeta Erdogan bi ser neket û nikare jî bi ser bikeve, çimkî bîr û baweriya wê di pirsa çareserkirina Kurd, mafê mirovan û demokirasiyê de ji ya leþkeran zêde ne cida ye.

Lê Erdogan êdî çi jî bike nikare xwe ji xiþm û xezeba generalan jî xelas bike, ew mecbûre bi gotina wan bike, çimkî Erdogan jî bi destûra generalan hate ser text. Erdogan ne duriste, ji bo ku li ser text bimîne, loma bi çar destan demokirasiyê hemêz dike, lê xwedî dertê.

Min berê çend caran li ser gotin û kirinên Erdogan di derbarên Kurdan de þîrove kiribû. Erdogan her carê li ser Kurdan gotineke din digot û 180 derece qilopanî dida. Tew Erdogan wisa ziman dirêjiyê dike, ku di hevpeyvîneke di gel rojnama Havadîs de li Beyrûtê dibêje, ku heger li Arjantînê jî Kurdistan çê bibe dê herin li wê derê jî Kurdistanê xirab bikin.

Meþa Tirkan ya Enqerê, Stenbolê û derên din

Tirkên goya li deweleta xwe ya Kemalîzimê xwedî derdikevin bi fîtne û fesadiya CHPê û serokê wê Deniz Baykal li Enqerê di 14.04 û li Stenbolê jî 29.04.2007an de bi beþdarbûna bi mîlyonan, alên Tirkan bi dest de, derketin meydanan, alîkarî dan leþkerên xwe û ji Erdogan û partiya wî re meydan xwendin. Meþên nijandperest hên jî li bajarên din berdewam in.

Goya beþdarvan bi beþdarbûna xwe li dewleta xwe ya Sekûler, bi pirensîb û þoreþên Mistefa Kemal xwedî derdikevin. Bi taybetî van salên dawî fobî ( raste mirov bibêje, nexweþiya ku dê Tirkiye ji destê Tirkan here girtiye ), xwe gihandiye asta herî bilind.


Bê guman Tirk di vê fobî û nexweþiya xwe de ne neheqin, çimkî wan bi destê zorê welatên xelkê zeft kirine, dixwezin xelkê ji xwe re bikin kole, loma ew dizanin dê ji wan re nemîne.

Ji bo ku Tirk xelkê bikin þirîkên derewên xwe, her dem bi çar destan goya li pirensîb û înqilabên Mistefa Kemal xwedî derdikevin. Lê ti kes napirse ma gelo, prensîb û înqilabên Mistefa Kemal hebûn ku ew ewqas lê xwedî derdikevin ?

Bingeha bê pirensîbiya siyaseta dewleta Tirk bi destê Mistefa Kemal bixwe hate avêtin.

Mistefa Kemal goya pergala-sîstema Sekûler ku divêt kar û barê dîn-ol û dewletê ji hev cidabe ji dewletên Ewropa kopya kiriye. Lê ew pergala laîsîzimê jî ji bilî hin tiþtên ku pê çav hatine girêdan heta niha li Tirkiyê nehatiye bikaranîn. Çimkî, heger Tirk wek welatên Ewropa, Fransa û hwd. laîzîzmê bi karbînin, dê mecbûr bin mafê xelkê jî bidinê. Lê Tirk hên jî bi înat û îsrar dewleta Ûnîter diparêzin. ( Yek dewlet, yek netewe, yek ol, yek ziman û yek al. )

Hingiya komara Tirkiyê ava bûye, leþkerên Tirk li Tirkiyê siyaseteke bê þexsiyet û bê pirensîp dimeþînin. Di rastiyê de leþker û generalên Tirk qasî pênc quriþan qîmetê nadin gelên xwe jî. Her Tirkek ji bo general û leþkeran haþayî ji xwendevanan bi Tirkî dibêjin ”Eþek oðlu eþek” ( Kerê kurê keran e ). Ev tarîf ne ya min e. Min ji Tirkan re leþkerî nekiriye, dê ti demê jî nekim, yên ji Tirkan re eskerî kirine dizanin ku leþker çi tîne serê zarên Tirkan û yên din û di dema leþkeriyê de þexsiyet û rûmeta mirovan bi çi awayî binpê dikin. Leþker bi vê siyasetê li hemberî Kurdan û yên din bi ser neketin, lê mixabin Tirk û dewþîrmeyên wan ev siyaseta bê þexsiyetî û bêrûmetî qebûl kirine.

Jixwe meþa Enqerê û Stenbolê û derên din jî îspata wê ye. Generalên Tirk wek þûrê demokiles dest daye ser hustiyê Tirkan û ew hustûxwar kirine. Ji alîkî ve general û ji aliyê din ve jî yên bi navê ola îslamê Tirk mecbûrî qederê kirine. Gotineke Tirkan ku haþayî ji xwendevanan, dibêjin “Klavuzu karga olanýn, burnu boktan kurtulmaz“ ( Yên rehberên wan qijik be, pozê wan ji nava gû xelas nabe ). Niha ev jî tifaqa Tirkan e, heta ew leþkeran û sextekarên ola îslamê ji xwe re wek rehber bibînin, dê ti carî pozê wan haþayî ji xwendevanan ji nava gû xelas nebe.

Heger mirov qiyasekê di navbera rejimên dinyayê û ya Tirkan, rejima Kemalîzimê bike, dê bibîne ku rejimên dinyayê hemû jî ji ya Kemalîzimê pêþdatirin. Rejima Kemalîzimê rejimeke rizyayî ye, rejima Kemalîzimê li ser derewan ava bûye, loma generalên Tirk naxwazin derewên wan derên meydanê û ew ji ser text bêne xwarê.

Generalên Tirk heta niha çi çareser kirine ?, dê ji niha û pêve çi çareser bikin ?.

Generalên Tirk hên tiþtek ji guhertina pêvajoyê di cîhanê de û li Rojhilata navîn fêhm nekirine û naxwazin jî fêhm bikin, çimkî nayê hesabê wan, rant di destê wan de ye.

Leþkerên Tirk xwedî Banke ne, xwedî þîrket û holdîngên pir mezin in. Di dinyayê de emsaleke wiha tine ye. General ditirsin ku dema selahiyeta wan kêm bibe an jî ji dest here, dê wek Saddamîstan di dawiya dawîn de tût û rût li meydanê bimînin. Lê general bixwezin nexwezin, çi jî bikin dema þerê sar derbas bûye, qediyaye û dê generalên Tirk jî wek Saddamîstan di nava lehiya pêvajoya nû de bixeniqin. Niha leþker bi muxtira xwe bi mîlyonan alîgir ji xwe re berhev kirin. Heger Erdogan û partiya wî durist bana û bi Kurdan re îtifaq çêbikirana, dê min û dinya-alemê bidîta çend mîlyon derdiketin meydanan.

Helwesta dewletên Ewropa û DYA

Helwesta Amerîka li hemberî daxuyaniya generalên Tirk pir sist bû. Lê ji aliyê din ve di cih de ye mirov binê vê xalê çixês bike ku heta DYA ji generalên Tirk re nebêje erê, ew nikarin bi serê xwe tevbigerin. Heta niha wisa bûye, dê ji vir û pêve jî wisa be, çimkî generalên Tirk mihtacî Amerîka ne. Dema ku ew bi serê xwe, yanê bêyî gotina Amerîka tevbigerin, dizanin dê çi were serê wan. Hukumeta Almanya qet hewce nedît di derbarê kirîza siyaseta general û hukumeta Tirk de helwesta xwe bîne ziman.

Dewletên Ewropa yên din jî hê bêdengin û ev mesela hewaleyî Olli Rehn, Komîserê Yekîtiya Ewropa ku ji bo firehkirinê berpirsiyare kirin. Olli Rehnê reben jî carê derdikeve pêþiya çapemeniyê an jî bi daxuyaniyekê nîniyên demokirasiyê rêz dike.

Wekî din ne ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û ne jî ji dewletên din ti deng di derbarê vê siyaseta generalan de li Tirkiyê dernayê. Bê guman çapemeniya Ewropa û ya cîhanê berbifireh li ser pirsgirêkê disekinin, lê ji bo çareseriyê ne bese. Pir balkêþe ku ji Natoyê qet deng derneket, çimkî wekî din Nato pozê xwe ji nava ti tiþtekî dernaxe.

Lê divêt mirov matmayî nemîne, Nato rêxistina wan dewletên min li jor behs kiriye, rêxistina eskerî ye û Tirkiyê jî bi salan endamê vê rêxistinê ye.

Deniz Baykal bazirganê tofanê

Hêjayî gotinê ye ku em li ser goya Partiya Sosyal-Demokirat, raste ku mirov bibêje partiya nijadperest CHP û serokê wê Deniz Baykal bisekinin. Rojnama Îngilîz Financial Times li ser serokê CHPê Deniz Baykal dibêje, ew bazirganê tofanê ye, ku ev 15 sale ti alternatîvek rayê nedaye. Deniz Baykal û grûpa wî li defika generalan dixin. Deniz Baykal kariyera xwe heta roja îro li ser bazirganiyê ava kiriye û neyarê Kurdan û demokirasiyê yê sondxwarî ye. Baykal telalê tofanê ye, ba bi kîjan alî de li ba bibe, ew jî wêda dihere.

Helwesta Orhan Pamuk li ser meþa Enqerê û Stenbolê

Orhan Pamuk ji bo semîneran bide hate Almanya û di hevpeyvînekê de ligel rojnama Frankfurter Allgemeine Zeitung di 02.05.2007an de li ser meþa Tirkan ya li Enqerê û Stenbolê kêfxweþiya xwe tîne ziman û hêvî dike ku meþên wiha nijandperest li Tirkiyê berdewam bibin. Wek tê zanîn yê ku di despêkê de kêfxweþiya xwe ji bo Xelatwergirtina Pamuk ya Nobelê anî ziman û bi nivîskî ji raya giþtî re belav kir ez bûm. Hingiya Pamuk Xelata Nobelê wergirtiye, di pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de siyaseta sê meymûnan dilîze.

Ez dixwezim ji Pamuk re bibêjim, Te ev Xelata ne ji bo romana xwe ya li ser Stenbolê wergirt, romana Te qilifa wê bû. Te ev Xelata ji bo gotinên xwe yên bi wêrek di derbarê qirkirina Ermeniyan û Kurdan de ji aliyê Osmaniyan û Tirkan ve wergirt. Heger Te ev gotinên bi wêrek negotana, te yê di xewna xwe de jî ew Xelata nedîta.

Lê divêt tu jî baþ bizanibî Orhan Pamuk, Xelata herî bilind û bi rûmet ew e ku tu ji binê barê Xelata Nobelê derê û di dilê mîlyonan de text bigirî. Tu bixwe jî dizanî niha li Tirkiyê Tirk qasî du quriþan qîmetê nadin Te, Te ji Tirsa ku tiþtek neyê serê te, tu niha li Amerîka dijî.

Heger tu di pirsa Kurd û Kurdistanê de durist bayî, tu yê di dewsa New Yorkê de biçûya Kurdistana azad. Ez sedî sed di wê baweriyê de me dê Kurdan te li baþûrê welatê me li ser destan bigirtana û di nava gul û baxçan de xwedî bikirana. Dê ti kesî nikariba ji sola Te re bibêje xware. Lê mixabin Te rêya Kemalîst û nijandperestan ji xwe re hilbijart.


Almanya, 07. 05. 2007

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=509