KERKUK HEST Û SÎYASETA KURDISTANÎ DA PÊÞ !


KERKUK HEST Û SÎYASETA KURDISTANÎ DA PÊÞ !

  • Kurdistana azad û nîqaþên Kerkukê li herêma bakurê Kurdistanê xeta neteweyî û Kurdistanî heroj pêþdetir didê. Sîyaseta Heya niha ko li Tirkîyê û Kurdistanê dihate bi karanîn vehejand, kûçên Sitrincê ji cihê wan gûherandin, rewþ pozitîf diçê, PKK di navxwede ket nîqaþê, dinya Roma Reþ xiradibê hêdî hêdî berbi matbûnê ve diçê...

  • Kerkuk ji bo sîyaseta Kurdistanî, Kurdewarî û pêþde çûnê bû faqtorek e baþ. Ji sala 1978 heya niha di bakûrê Kurdistan de sîyaseta dagirkeran û PKK hev xwirt dikirin, li pêþya xeta sîyaseta Kurdistanî û Kurdewar de astengeke mezin bûn.

  • Mejîyê Kurdistanî di navbera sîyaseta dagirkeran û PKK de hatibû lawazkirin nedihiþtin derkevê pêþ, serê xwe hildê, erkê xwe bi karbînê û bi karê bileyîzê.

    Daxwîyanîya serokê PCD yê Amedê Hilmi Aydoðdu ko gotibû „Êrîþên li ser Kerkuk û baþûrê Kurdistanê bênekirin em li ser Amedê di pejirînîn“ li dij sîyaseta Imralî bû, manedarîyek gelek giring bû, bû bersiva sîyaseta Kurdistanî, bû moral û xwe nûkirina tevgera neteweyî jî. Piþtî binçavkirina Aydoðdu, dengên ji bo piþtgirîya wî derketibûn, bû sedema milgirtin û nêzîk bûna di nav Kurdên Bakur de.

    Aydoðdu çendî dinav rêxistineka dibin bandora Abdullah Öcalandeye jî lê gelek derûdorên ko li dijî sîyaseta wî ko bi kêmayî dewletek e federe di parêzin li Aydoðdu bi xwedî derxistin û dengên neteweperwer bi yekkir.

    Bi bawerîya mi ev nîþâna lewazketina sîyaseta Abdullah Öcaln a çeft û þaþ e, serîhildana sîyaseta Kurdistanî ye. Lê ji bo berdewamîya serkeftinê cesaret pêwiste….

    Bi rastî naveroka daxwîyanîya Aydoðdu bi cesaret û tijî ye. Bersiva sîyaseta Öcalan û Roma Reþ herdûwa ye. Hestê Kurdistanî ajot pêþ. Rastîya wê zitî sîyseta Abdullh Öcalan a li ser tevayê Kurdistnê ye, bi taybet sîyaseta Öcalan a liser Kurdistana azad red dikê. Daxwîyanîya Aydogdu bandora xwe baþ li kîtla PKK jî kir.

    Ev gûherandinên ko li bakûr çêdibin, bandora hestên serokê Kurdistanêye. Serokê Kurdistanê birêz Meshod Barzanî bi bawerî li serxwe sekinî ye. Ji hestên xweyê kurdewar-Kurdistanîre kêmasîyan napejirînê, ji hêvîyên þehîdanre bi rêz girtin e.

    Dewlet ji lewaz ketina rola A. Öcalan û gaven serketinê ko li Kurdistana azad tên avêtin harbûwe. Weke hirçêhar gefa li Kurdistana azad dikê. Ji bo rola Abdullah Öcalan ne hilweþê çi ji dest Roma Reþ werê di xwazê bikê.

    Îro hesabê li ser Kurda ji herwextê bêhtir e, pêwiste miho vê ji nêzîkve bibîne, bi þopînê, berfereh bi nirixînê û þîrove bikê. Daxwîyanîya Aydoðdu û bûyerên piþtre çêbûn balkêþin û hin hesab jî derxistin berçav.

    Bi taybet îro li ser gelê Kurd gelek hesab tênkirin. Daxwîyanîya Aydoðdu û piþtî daxîyanîyê tiþtên ko çêbûn hin ihtimal û hesabên balkêþ tînê berçav.

    Ez di xwazim bi çend xalan serêz bikim :
    1 - Li dij sîyaseta Îmralî û dewletê derketin e.
    2 - Piþtgirtina kurdistana azade.
    3 - Bi vê mebestê hemû derdorên Kurdistanî bûn e piþtgirên hev.
    4 - Aydoðdu li serxwesekinandina xwe berdewam bikê di wextê pêþya mede di karî sîyaseta bi yekkirina çar perçên Kurdistanê derxê holê û sîyaset bibê Kerkuk=Dîyarbekir=Mihabad=Qamiþlo.
    5 - Bi vê mebestê Kurd wê bêhtir karibin bi hevre dîyalogan xwirtir bikin, sîyaseta Îmrali û dewletê bêçaretir bikin. Di karê yekemîn di warê legalde tifaq çêbin û gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bi hevre têkevin hilbijartinan.

    Gelê kurd ji Aydoðdu bi hêvîye ko di nav PCD de berdevkîya hest û sîyaseta Kurdistanî kiribê. Ji bo rê lêvebê kû sîyaseta kurdistanî-kûrdewar ji niha û pêde bêdengîyê red bikê. Ji bo xwirttir deng derkevê navbirê têxê navbera xwe û Îmralî. Hingî dewlet wê baþtir bi zanibê ko pejirandina dewleta ûnîter bi APO çênabê.

    Di civîna Ewlekarîya Dewletê de Ji bo bi baþûr e rêya dîyalogan hebê biryar derket, lê bawerî pênabê. Serokleþkerê tayê erdê Org. Ilker Baþbuð di 11.03.2007 de li Amedê bi mebesta mesaja Cejna Newrozê, di axiftina xwe de rêbir ser baþûr ko bi leþker têkevinê. Sîyaseta Tirko di derheqa Kurdistanê de ticara yekrû nabê, bêbext û di rû we.

    Dewlet naxwazê APO lawaz bikevê, ji bo bandora APO lewaz nekevê çi ji destê artêþa tirk werê wê bikê, di karê êrîþên xwe li dij derdorên dinav PCD de ko Kurdistanî di fikirin zêdetir jî bikê, lê ji bo dagirkeran nabê çareserî û serketin. Kurdistana azad hestên neteweyî da xwirtkirin, tûjkirin û kes nikarê xwe li hember hestên neteweyî êdî bigrê.

    Li Kurdistanê di vê sedsala 21 ande hiþyarbûna hestên neteweyî weke pêlên þetê Cizîra Bota li hev di qûlibin, lipêþ diçê, ne dewleta Romê û ne bi APO kes nikarê pêþîyê lê bigrê.

    Em hêvîdarin ko Aydogdu li serxwesekinandina xwe berdewam bikê, hêvîyên ko derketin e holê bibin hêvîyê yekgirtin û serketina tifaqa neteweya gelê Kurd û Kurdistan……..

    Em jî bi hêvîya hestê neteweyî û sîyaseta Kurdistanî ji bo serketinê ko bibin rastî li benda gûherîna ne……


    M.Þerîf Mûþtak
    10. 04. 2007

    Serif.muestak@gmx.de


    M. Þerîf Mûþtak

    Serif.muestak@gmx.de

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=506