HÊSABÊ MALÊ LI SÛKÊ NEHAT

FUAT AKPINAR

E-mail: akpinar@t-online.de

ALMANYA 08,04.2003




Ji ber ku Amerîka di dîroka xwe de her dem pir þaþsyên mezin kirine, ji ber ku Amerîka her dem ji xwe pêve bi kesî baweriya xwe ne aniye û ji ber ku Amerîka pir bi teknolojîya xwe, istiqbarata xwe bawere û ji ber ku Amerîka berjewendîyên xwe di ser her tiþtîra digre, quretiyê û pozbilindiyê dike, loma Amerîka ji þaþiyan xwelas nabe.

Qaþo Amerîka ango agahdariyên wan, dê vî carî di heftekî an jî deh rojan dan Iraq bigirtana û li wur hukumetek nû bi lez û bez çê bikrana, lê belê wek tê xwiyan ev pilana Amerîka niha kete avê. Dê þer çi qa berdewam bike hê belû nîne.

Amerîka jî baþ dizanî bû ku þerê dijî Sedamê ker ne qolayiye, ji ber ku gelê Iraqê baweriya xwe bi Amerîka naynînin. Amerîka di sala 1991 bi gelê Iraqê ra xerabî kir û ew di destê Sedam da hîþt. Gerîng Amerîka van hêsabana bikra.

Amerîka çûye Iraqê ne ku sêv û hurmiya berhev (top) bike, çûye ku þer bike û bi zorê rejima Sedam Huseîn ji holê ra bike.

Eger Amerîka di despêkêda tirk derveyî vî þerî bigirtana, bi wanra neketana bazariyê û baweriya xwe sedî sed bi kurdan bi anîna û çekên muhîm bidana kurdên Baþûr, ewê îro neketana vî tengasiyê û di nav çend rojanda ser biketana.

Colin Powell wezirê Amerîka yê derve di roja 02.04.2003 da çû tirkiyê ku têkiliyên xwe û tirka ra baþ bike û çend daxwazên xwe bi tirka da qebûl kirin. Niha tirk dibêjin ku têkiliyên wan baþ bûye û ew bawerin ku êdî li baþûrê Kurdistanê, Kurdîstanek serbixwe çê nabe û kurd nikarin tê kevin Kerkûk û Musilê, ji ber ku Amerîka soz daye wan. Amerîka dikarî bi navê xwe her sozî bide tirka lê belê bila Amerîka tiþtekî baþ bizane be ku ew bi navê kurdan nikarin sozê bidin kesî û ev heqê wan jî nîne.

Berî her tiþtî dixwazim tiþtekî zelal bikim. Ez ne li dijî Amerîkame û ne jî li dijî berjewendiyên Amerîkame. Gotinên ku min li jorê nivîsîne, rexnene ji bo siyaseta Amerîka. Kesekî ku þaþiyan bibîne, rexne neke, ne dikare bibe nivîskar û ne jî dikare bibe rewþenbîr. Wek rewþenbîrek kurd ji bo min jî berî her tiþtî berjewendiyê gelê kurd û Kurdistanê mîhîme.

Amerîka welatê medeniyetêye. Amerîka demokrasiyek pir xurt di welatê xwe da ava kiriye, hurmeta me jê ra heye. Hêviya min ewe ku Amerîka êdî hêviya gelê kurd neþkîne.

Rewþa gelê kurd êdî ne wek her demêye. Gelê kurd û Amerîka êdî mutefîqin û Amerîka vî tiþî qebûl kiriye û ango viya tevdigere. Siyaseta li dijî an jî antî Amerîka siyasetek îflaskirinê ye. Bila kurdên bê fam jî êdî vî tiþtî baþ bibînin û fam bikin ango viay tevbigerin. Wekî din siyaseteke berevajî an jî dijîtiya Amerîka kêrî tu tiþtekî nayê, ancax dikare qoz bide destê dijminên gelê kurd û dîsa wek berê ji kurdan ra astengî derdikeve.

Mehmet Ali BÝRAND di nivîsa xwe ya di roja 25.03.2003 da wiha dibêje “Dê kurd di þera da zerar bikin. (Kürtler savaþtan zararlý çýkacak” û wiha berdewam dike: “Graham Fuller li ser kurdên bakurê Iraqê þîroveyek kir û berevajî geleke dîtinan dê þerê li Iraqê ji bo kurdan wekî ku tê tehmînin kirin encamekên baþ bi xwe ra neyîne.

(Graham Fuller, Kuzey Irak’taki Kürtlerle ilgili ilginç bir yorum getirdi ve çoðunluðun tahminlerinin aksine, Irak’taki savaþýn Kürtler açýsýndan ileri sürüldüðü gibi olumlu sonuçlar getirmeyecek.” Û berdewam dike wiha dibêje:
“Ya rast ez bêjim ku ez jî wekî gelek çavdêran difikirîm û min tahmîn dikir ku piþtî þer di pergala nû da ku li Iraqê pêk bê, dê kurd gelek bi kar û sûd bin. Dîtina ku dê hêza lîder û serokên kurdan (Talebanî û Barzanî) piþtî Sedam zêde bibe û dê bibin hêza berbiçava merkezî derketibû pêþ û belav bibû. Vê dîtinê berdevk û berpirsên resmî yên Enqereyê jî parve dikin. Heta difikirîn ku ewê pêþda herin û Kurdistaneke serbixwe çêbikin, lewre xwe ji hêla leþkerî ve jî li dijî vê yekê amade kirin. Graham Fuller jî di vî warî da cuda difikire.

Ew bawer dike ku di Iraqa piþtî Sedam da dê kurd rewþa xweya niha ku hene beþekê wê winda bikin.

( Doðrusunu söyleyeyim, bende birçok gözlemci gibi, Kuzey Irak Kürtlerinin bu savaþ sonrasý kurulacak olan yeni düzenden çok karlý çýkacaklarýný tahmin ediyordum. Kürt liderlerin ( Talabani ve Barzani ) Saddam sonrasýnda aðýrlýklarýnýn artacaðý ve bir çekim merkezi konumuna gelecekleri görüþü yaygýndý. Bu görüþü Ankara’daki resmi yetkililerde paylaþýyorlar. Hatta onlar daha da ileri gidip, baðýmsýz bir Kürdistan’ýn kurulma olasýlýðýna karþý askeri önlemler alýyorlar. Graham Fuller ise, bu konuda çok farklý düþünüyor. Kürtlerin, Saddam sonrasýnda kurulacak Irak’ta, tam aksine bugünkü konumlarýnýn bir bölümünü kaybedeceklerine inanýyor. )”

Berî her tiþtî muhîme ku bêjim Graham E. Fuller mirovek pir baqile û di analîzên xwe de nakebe þaþiya, ji ber ku ew berê ji bo CIA analîz dinivîsî, pir têkiliyên wî yên baþ bi CIA û bi dewleta Amerîka re heye û ew di Rend Cooparation da jî xebitiye. Ewî di pirsa kurd da jî gelek pirtûk û meqale nivîsiye. Min gelek nivîs û analîzên wî xwediye. Yanê bi kurtayî ne miroveke ku meriv bêje ew van gotinan bi kêf dinivîsîne an jî dibêje.

Lê ez bawerim Graham E. Fuller vî carê gotinên wî dê wek plana Amerîka be. Çawa Amerîka bi plana xweya þer di demek kurta ser neket, Graham E. Fuller jî di van gotinan de ku piþtî þer kurdên ji îro kêmtir mafên wan hebe dê van gotinên wî rast dernekevin. Ez bawerim ne ku Graham E. Fuller di gotinên xwede þaþ dibe, ji ber ku pilana Amerîka tev li hev bû loma.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=50