KERÊ ME ÇÛ SEFERÊ, HAT JI SEFERÊ, DÎSA KERÊ BERÊ


KERÊ ME ÇÛ SEFERÊ, HAT JI SEFERÊ, DÎSA KERÊ BERÊ

Kurdistaniyên hêja !

Sernûçeya vê gotarê ji gotinên pêþiyên me ye. Ev gotin li ser axaftina serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan e, ku wî li New Yorkê dîsa mafê Kurdan daye bin lingê xwe û di pelixîne. Wek tê zanîn, hingiya Erdogan bûye serokwezîrê Tirkan bi taybetî di pirsgirêka çareserkirina Kurdî de potan li ser potan diqirçîne. Gotinek me dîsa heye û dibêjin, “ma bêarî bi peran e ? Mirovek bêar be jixwe bêar e.” Belê ev jî tifaqa Erdogan e. Ji mirovên wek wî re bêar tê gotin. Çimkî du gotinên wî hevdu nagirin. Ji bo wî geh Kurd hene, geh tine ne, geh Kurd birayên wî ne, geh Kurd dijminên wî ne û heger ji destê wî were, dê nehêle li Arjantînê jî Kurdistaneke serxwibixwe ava bibe. Rojnamegerek li New Yorkê ji Erdogan dipirse, “mafê ku hûn ji Tirkên Qibrisê re dixwezin, hûn amade ne ku eynî mafan bidin Kurdan jî ?”

Li ser vê pirsê Erdogan wiha bersivê dide : Mafê Kurdan nîne ku li Tirkiyê daxwaza pirsgirêka mafên xwe bikin. Ji 50 zêdetir hemwelatiyên me yên Kurd endamên parlamenoyê ne.

Û filan û bêvan.

Belê niha pirs ev e, li wî welatê ku serleþker kirîmînel û terorîst be, serokwezîr derewçîn û þovenîst be, mirov çi dikare bi rêya Aþtiyê ji wî welatî bixwaze ? Niha ew 50 kesên ku Erdogan behsa wan dike ku goya eslê wan Kurd in û endamên parlamenê ne, çi ji Kurdan re dikin ? Ew parlamenterên ku nikarin bi awayek wêrektî, bi mêr û mêrxasî pirsgirêka gelê xwe bînin ziman, hejmara wan çi dibe bila bibe, ji bo Kurdan bi 50 quriþî jî nakin.

Receb Tayîp Erdogan niha serokwezîr e û xwe ji bo serokkomariyê amade dike. Ew çi dibe bila bibe, dê ji bo Kurdan her dem wek kerê berê bimîne.

Almanya, 22. 12. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=490