DÝLEKÎ BÝ WÊREK XELATA NOBELÊ WERGÝRT


DÝLEKÎ BÝ WÊREK XELATA NOBELÊ WERGÝRT

Almanya, 13. 10. 2006 - Bê þik û guman Xelat wergirtina Nobelê ya wêjeyî ( edebiyatê ) ji bo birêz Orhan Pamuk bersiveke siyasî li dijî dewleta leþker û dagiker e. Her wiha ev Xelata Nobelê ji bo hemû gel û hindikayiyên li Tirkiyê û Kurdistanê gaveke dîrokî ye. Ev Xelat li dijî zilm û zora rejima Kemalîst e. Ev Xelat ji bo doza mafê mirovatiyê ye. Ez bawerim dê bi vê Xelatê çerxa ji holê rakirina pergala Kemalîzimê dê bi leztir bike. Heger mirov dîroka rejimên totalîter bide ber çavên xwe, dê baþ bibîne ku wêrekiya hin rewþenbrên wek Orhan Pamuk hemû rejimên dîktator di bin erdê re kirine. Mirov dikare birêz Nelson Mandela, Vaslav Havel û hwd. wek nimûne bide. Êdî leþkerên Tirk çiqas jî bixwezin xwe bi wê pargala kalên xwe Mistoyê Beton ve girê bidin, dê nikaribin pêþiya jihevketina sîstemê bigirin.

Çawa rejimên wek Sovyeta Berê ketine çopa cîhanê, dê Kemalîzim jî bikeve wê çopê. Ti hêz êdî nikare vê çerxê þûn de vegerîne.

Ez bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de me ku rojên rizgarkirina Bakurê Kurdistanê pir nêzîktir bûn, dê pergala Kemalîzmê hilbiweþe û Orhan Pamuk jî dê bibe serok dewletê Tirkiya demokirat ya yekem. Xelat layîq dîtina birêz Orhan Pamuk e, ji bilî rejimê peyaman dide pir kesan jî. Ev peyam bi taybetî ji bo kesên wek Yaþar Kemal ku bi felsefe û mantiqa bila “þîþ jî neþewite, kibap jî neþewite” tevdikerin û naxwazin têkilî sabûn û avê bibin ku navbera xwe û dewleta faþîst xerab bibe. Gotineke Tirkan heye ku dibêjin ; “Tostlar alýþveriþte görsün“ ( Bila dost di dan û standinê de bibînin ) Belê tiþtên ku heta niha Yaþar Kemal li ser Kurdan gotine yan jî nivîsandine eynî ew e ku bila dost di dan û standinê de bibînin.

Hêvîdarim ku ev bûyera Xelatstendina Orhan Pamuk ji mirovên wek Yaþar Kemal re jî bibe þîret ku bedela wêrektiyê, mêr û mêrxasiyê rûmet e. Jixwe Xelata Nobelê jî ji bo wê rûmetê têye dayîn.

Ez dixwezim di dawî de ji birêz Orhan Pamuk re bibêjim, baþ e ku mirovên wek Te bi rûmet hene. Pêwîstiya mirovatiyê dê her dem bi mirovên wek Te hebin. Birêz Orhan Pamuk spas ji bo wêrektî, cesaret û qelema Te.

Almanya, 13. 10. 2006 -

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=482