DILÊ KURDISTANÊ ÊDÎ KATALÎZATORA KURDAN E

FUAT AKPINAR

Email: akpinar@t-online.de

ALMANYA 13.04.2003



Wa hatin pêþmergên me þal û þapik li bejna wan, ewin roniya çavên me, gulên sor bidin dest wan. Kerkûk û Mûsil êdî bû xwediyê xwe yên bi asîl. Ne tenê Kerkûk û Mûsil, Kurdistan bi tevayî malê gelê kurde, heta niha ji tu kesîra ne bûye mal û nabe jî mal.

Saltanata Sedamê tolê noker ji holê rabû û kete çopa cîhanê. Tolo, tolo, tolê qol, tu ji kurdan ra gurêx bûyî? De derê meydanê tolo! Ka mêraniya te, tolo? Ka te xeyalet dikir ku tu bibî NABÛKADNEZAR’ê demê tolo!

Niha jî êdî dor dora nokrên Dewleta tirk, faris û nokerên ereban ên sûriyê ye. Ahê kurdan ji tu
kesîra namîne, ew xerabiya Dewletên devrût bi me kiriye, dê di pozê wanra fitîl, fitîl derkeve.

Bila nokerên tirk, faris û ereban (Suriye) hilweþandin û ji holê rabûna sîstema Sedamê tol ji xwere bikin þîret û îbret, ji îro þûnde bi vî awayî tevbigerin. Aqîbeta hate serê Sedamê tol, dê di demek pir nêzîk da bê serê wan jî, eger ew di pirsa kurd û Kurdistanê da ango daxwazên gelê kurd tevnegerin û çareseriyek jêra nebînin, cihê ku Sedamê tol çûye ewê jî herin wê derê.

Her sê dewletên devrût ji nihada bi lez û bez têne cem hev û dixwazin pêþiya tevgera kurd li baþûrê Kurdistanê bigrin û nehêlin di wurda ji bo kurdan Federasyonek çêbe. Mirov dema li dîrokê dinêre tiþtên ku wan sê dewletan Tirkiye, Îran û Sûriyê tîne cem hev, tenê pirsa kurd û Kurdistanê ye. Wekî din dujminên hevin û tu demê baweriya xwe bi hev naynînin û ji destê wan were ewê hev bixwin.

Êdî roj roja kar û xebatê ye ji bo Kurdistanê. Lê belê divê em tiþtekî tu car ji bîr nekin. Av û agir disekine dijmin nasekine. Girîng em hiþiyar bin ku dijmin bi piravakasyonan me nexe þaþiyan. Hêvî û rica min ji PDK û YNK’ê eve, li ser hesabê biçûk tevnegerin û bila êdî dijminên me, bi me kurdan henekên xwe nekin û nebêjin kurd dîsa bi hev ketin.

Welatê me pir dewlemende û têra her kesî dike. Divê bi taybetî ji îro þûnde her tiþt ji bo
berjewendiyên Kurdistanê be. Her çiqas di nav 12 salan da kêmasî hebûn jî dîsa gelê me baþ rayê cîhanê da ku ew di ewqas tengasiyan da welatên xwe bi serbilindî îdare kirin û ji mafên xelkê ra hurmet girtin û heqê gelên biçûk ku li Kurdistanê da dijîn, da wan.

Ev ji bo me kurdan ne tenê li Kurdistanê, li Ewropa û Amerîkayê jî serbilindiye û em dikarin singên xwe xwurt bikin, bidin pêþ û bêjin di welatê mede demokrasiyek xurt heye. Pir muhîme ku bêjim ew karên ku tên kirin, girîng em kurd van karan di raya giþtîda jî baþ bidin naskirin da ku welatên beyanî jî baþ bibînin ku em kurd gelek bi asîlin. Ew tiþtên em ji bo miletên biçûk dikin, ne ji bo ku mînanî tirk û ereban xelkê bixapînin, dikin. Ji ber ku em gelek bi þan û bi þerefin loma em van tiþtan dikin, ji ber ku em ji hurmet û înasaniyetê fam dikin.

Divê kurd bizanibin çi dixwazin û tu car bi Amerîka ra nekevin nava þaþiyan û di pirsa Kurdistanê da ne bi demek nêzîk, divê bi stratejiyek dirêj li meselê binêrin. Pirsa gelê kurd niha di qada navnetewîda pir bi fireh û pozîtîf tê giftûgih kirin. Divê em kurd vî îmkanî ji destê xwe ber nedin û ji bo pêþdaçûna vî rewþa baþ kar û xebatek daha bi profesyonel û dîplomatîk bimeþînin. Dibe ku konfilîkt di nav Iraqê de pir çêbibe û partiyên meyên Baþûr bi siyasetek hostatî pirsan çareser bikin û nekevin nav þaþiyan.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=48