DÝVÊT DEWLETA ÎSRAÎL JÝ GELÊ KURD LÊBORÎNA XWE BÝXWAZE


DÝVÊT DEWLETA ÎSRAÎL JÝ GELÊ KURD LÊBORÎNA XWE BÝXWAZE

Almanya, 24. 08. 2006 — Min di gotara xwe de, ya bi navê “ÞER DÎSA LI ROJHILATA NAVÎN GUR BÛ” li ser Cihûyan got, ku divêt Kurd dijminahiya Cihûyan nekin û ji dewleta Îsraîl re rêz bigirin. Mafê dewleta Îsraîl e ku li dijî terora Erebên kevneperest û paþverû xwe biparêze. Lê mafê dewleta Îsraîl nîne ku sivîlan bikuje. Dewleta Îsraîl nikare xwe bi kuþtina sivîlên bê sûc û guneh di cîhanê de biparêze. Di nav wan sivîlên bê sûc û guneh de, ku heta niha behsa ji 1000 kesî zêdetir li Libnanê têye kirin 24 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê, ji herêma Kurdaxê jî hene.

Divêt dewleta Îsraîl li gorî normên ku ji bo mafên mirovan di qada Navneteweyî de hene li hemberî gelê Kurd li ser vê bûyera tirajedîk lêborîna xwe bixweze û tazmînatê bide malbatên wan 24 kesên di êriþa þer de bûne qurban. Çimkî qet pêwendiya Kurdên bûne qurbana þerê di navbera Îsraîl û Hîzbûlah de bi pirsgirêkên di navbera wan de nîne. Loma dewleta Îsraîl nikare li hemberî vê bûyerê bêdeng bimîne ku her tiþt ji bo wan suriþtî ye. Jixwe ji berê de dewleta Îsraîl bi têkiliyên xwe yên bi kirêt bi dijminên Kurdan re ne hindik kîn û nefreta Kurdan qezenç kiriye.

Dewleta Îsraîl çiqas jî di warê leþkerî de bi quwet û hêz be, hejmara niþtecihên wan li Îsraîlê ji 6 mîlyonan derbas nabe. Lê gelê Kurd bi potansiyela xwe li Rojhilata Navîn quweteke pir mezine. Hejmara gelê Kurd nêzîkî 50 mîlonî ye. Divêt dewleta Îsraîl vê potansiyelê li ber çavên xwe bibîne. Çimkî heger Erebên kevneperest bikaribin, dê di rojekê de hemû Cihûyan di ava kevçiyekî de daqurtînin.

Her çiqas hin hêzên Kurdan li dijî dewleta Îsraîl bin jî, lê dewleta Îsraîl dikare bi siyaseteke durist û bi bawer dilê Kurdan bigire û derî ji siyaseteke nerm re li hemberî Kurdan vebike. Vekirina deriyekî siyaseta pêwendiyê di destê dewleta Îsraîl de ye. Divêt ew gavan biavêjin û diyaloga xwe bi Kurdan re destpê bikin û xurt bikin. Kurd ji bo Cihûyan taluke nînin. Qedera Kurdan û Cuhûyan di pir mijaran de jî xwe digihîne hev û herdu gel jî dikarin li hemberî kevneperest û þovenîstan bi hev re kar bikin. Heger dewleta Îsraîl bixwaze dikare bê mineta her kesî bi Kurdan re pêwendiyên xwe li darbixe.

Divê navberê de Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî biryarek derxist ku herdu aliyên þer pê razîbin û di roja 14.08.2006an de agirbest hate îlan kirin. Leþkerên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dê herin herêmê ku aþtî di navbera herdu seriyan de çêbibe. Jixwe hêviya me hemû mirovên aþtîxwaz jî ew e ku rojekê li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd û Cihûyan jî di nav de bi çareseriyeke aþtiyane çêbibe û hemû gelên li herêmê bê þer û daw, herwiha bê tirs û xofa hevdu bijîn.

Hêvî û daxwaza min ew bû ku serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, hukumeta Kurdistana Azad, an jî serokkomarê Îraqa Federal birêz Celal Talabanî daxuyaniyek li ser wan 24 qurbanên Kurd bidana û li wan xwedî derketana. Çimkî yên bi vîn û îradeya gelê Kurd li ser axa Kurdistanê hatine hilbijartin û Kurdan di qada Navneteweyî de temsîl dikin ew in. Hêviya gelê Kurd ji wan heye ku di tiþtên wiha hesas de li ser serê xwe biêþînin û li gor wê jî tevbigerin û gavan biavêjin. Serê lingê yek hemwelatiyekî welatekî din yên qîmetê didin hemwelatiyê xwe li dereke din biêþe, ew welatên dinyayê radikin ser piyan. Gel û dewletên mezin bûne, ji ber ku qîmet dane hemwelatiyên xwe loma mezin bûne. Ew gel û dewletên qîmet nedane, nadin hemwelatiyên xwe û di rojên teng de li hemwelatiyên xwe xwedî dernayên di rêza cîhanê ya dawîn de mane, badanaj dikin û li ber çavên dewlet û gelên din qet bi qîmeta pênc quriþan jî nakin.

Daxuyaniyeke ji aliyê rayedarên Kurdistana Azad li ser 24 Kurdên ku di nava þerê Îsraîl û Hîzbûlah de ji herêma Kurdaxê bûne qurban, dê cesaretê bide hemû Kurdan û bibe sedema moraleke pir mezin di nava hemû Kurdan de. Dê Kurd ji perçên din jî bizanibin ku heger rojekê tiþtek were serê wan, dê Kurdistana Azad li wan jî xwedî derê. Hetanî perçên Kurdistanê yên din rizgar û azad nebin baþûrê Kurdistanê hêlîna hemû Kurdan e. Divêt ne bi tenê bi gotinan herwiha di piratîkê de jî wisa be. Heger Kurd bixwe li hevdu xwedî derneyên dijmin ji xwe re qurbaniyên Kurdan jî bi kar tînin û goya li wan xwedî jî dertên. Nama Rêxistina Lidijderketina Erebkirina Çiyayê Kurdan/Efrîn (RDEK) li ser vê birînê disekine û bi gazî û haware ku her kes li dijî derê ku rejima Sûriyê qurbaniyên Kurdan ji bo siyaseta xwe ya bi kirêt bi kar neyne.

Almanya, 24. 08. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=475