KURD, SÝYASET Û MEDYA ALMANÝYA



KURD, SÝYASET Û MEDYA ALMANÝYA

Almanya, 05. 04. 2006 — Di 29.03.2006an de li Almaniya, li Düsseldorfê, paytexta herêma ku jê re “Nordrhein Westfalen” dibêjin konferansek li ser ”Siyaset, medya û cudabûnên çandî” çêbû. Ev konferans ji aliyê NAVEND, dezgeha Kurd û Alman ji bo lêkolînên Kurdî di bin çavdêriya birêz Dr. Michael Vesper, wezîrê çandî (Kultûrî) yê kevin, mepûsê niha yê parlemena herêmê û cîgirê serokê parlemena herêma Nordrhein Westfalen ji partiya keskan ve hate lidarxistin. Konferans ji sibê ji seat 10:30 de destpêkir û êvarê di 17:15an de qediya.

Axaftina despêkê birêz Dr. Michael Vesper kir, kêfxweþiya xwe ji beþdaran re anî ziman û bernameya konferansê gellek bi bandor dît, ji konferansê re serkeftin xwest, paþê xatirê xwe ji beþdaran xwest û ji konferansê veqetiya. Di pê birêz Dr. Michael Vesper re serokê NAVENDê birêz Metîn Încesû axivî. Birêz Metîn Încesû di axaftina xwe de spasiya xwe ji bo beþdaran anî ziman û hêviya xwe xwest ku konferans ji pirsgirêkên pêwendiyên di navbera çandan de yên di rojevê de ne ji çareseriyê re kar û xizmet bike. Birêz Metîn Încesû wekî din di axaftina xwe de bal kiþand ser pirsgirêkên Kurdan û siyaseta ku li Almanya Kurdan wek Tirkan dibînin rexne kir. Birêz Metîn Încesû di dawiya axaftina xwe de ji çavdêrê konferansê birêz Dr. Michael Vesper re spasiya xwe anî ziman û got, ku ew gellek ji birêz Dr. Michael Vesper razî ne, ku wî heta niha di pirsa Kurdan de her gav deriyê xwe ji wan re vekirî hiþtiye.

Babetên konferansê wiha bûn. Wêneyên Kurdan di medya de: Tecrûbên rojevê, analîz û asûn (pozîsyon). Birêz Rolfjörg Hoffmann, xebatkarê NAVENDê yê zanistî û Dr. Daniel Müller ji Enstîtuta rojnamegeriyê, Zanîngeha(Zankoya) Dortmund li ser van mijaran axivîn. Birêz Hoffmann li ser çewtiya nûçe û agahdariyên di çapemeniya Almanya û çapemeniya welatên din de wek Swîsre sekinî û di axaftina xwe de hin mînakên balkêþ dan. Wek nimûne, serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî ji aliyê parlamena Kurdistanê bi awayek meþrû hate hilbijartin, çapemeniya Swîsre û yên din li ser vê babetê sekinîn, lê çapemeniya Almanya qet qîmeta nûçeyekê jî neda ku li ser vê bûyerê tiþtekî binivîsîne. Min jî li ser vê babetê nêrînê xwe wiha anî ziman.

1 . Siyaseta Almanya li hemberî Kurdan ji sedsalan de negatîv e.
2 . Lobiya Kurdan li Almanya qels e.
3 . Reaksiyonên piraniya Kurdan ne li gorî îqnakirinê ne.
4 . Çalakiyên Kurdan yên xerab.

Bi raya min ji ber van sedemana çapemeniya Almanya bi nêrîneke negatîv li Kurdan dinêre, loma pir caran dema behsa Kurdan tê kirin, çapemeniya Almanya çi ji destê wan tê tiþtên ne baþ li ser Kurdan dinivîsînin.

Birêz Hoffmann wekî din li ser niheqiya li hemberî Kurdan sekinî û mînakek balkêþ da û got, di cîhanê de 40 dewlet hêjmara wan ji mîlyonekî kêmtir e, lê gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi hêjmara xwe gelê çaremîn e û hêjmara wan 35 mîlyon e wek dewlet nehatine pejirandin.

Li ser mijara ku Kurd di rojeva Rojhilata Navîn de aktor yan jî babet in? Birêz Dr. Îlhan Kizilhan ji Zanîngeha Konstanzê axivî. Birêz Dr. Îlhan Kizilhan di axaftina xwe ya dirêj de li ser rewþa bakur û baþûrê Kurdistanê sekinî û bal kiþand ser rewþa Kurdan ya berê di dema rejima Sadam de û rewþa niha. Li ser pêþdeçûyîna Kurdistana Azad got, her çiqas tecrûbên Kurdan li ser demokrasiyê tinebûn jî, lê ger mirov qiyasekî niha di navbera Kurdistanê û welatên din li Rojhilata Navîn bike, li Kurdistanê gellek gav hatine avêtin û rewþ ber bi çêyiyê ve dimeþe.

Wekî din mijarên konferansê ev bûn :

Cidabûna hindikayiyên nijadî di Medya de, wek nimûne li Amerîka.

Yên li ser vê mijarê axivîn birêz Prof. Dr. Horst Pöttker û Ann Fölting ji Enstîtuta rojnamegeriyê, Zanîngeha(Zankoya) Dortmund bûn.

Çi bihayiyên mirovan li kîjan welatî derbas dibin ?

Birêzan Dr. Jochen Hippler ji Zanîngeha Duissburg-Essen, Dr. Peter Hünseler berpirsiyarê dêrê, Dr. Hans Walter Schulten berpirsiyarê wezaretê ji bo întegrasiyon, malbat, jin li herêma NRW û Hussain Al - Mozany nivîskar û zanyarê ilmê îslamê axivîn.

Di dawiya konferansê de gengeþiya podiyomê li ser babeta têkiliya siyaset û medya wek nimûne bi koçberên Kurd re ji aliyê van kesan ve hat kirin. Chris Bollenbach mepûsê parlamena herêma NRW ji partiya Xiristiyanên Demokrat CDU, Monika Düker mepûsa parlamena herêma NRW ji partiya keskan B90/Die Grünen, Renate Maria Hendricks mepûsa parlamena herêma NRW ji partiya Sosyal Demokrat SPD, Ömer Tuku endamê rêveberiya NAVENDê û Godehard Uhlemann þepê siyasetê ji rojnameya Rheinische Post li Düsseldorfê.

Di dawiya hemû mijaran de gengeþî hat kirin û moderatorên konferansê xanima Julia Evin Bedirxan û Cahît Baþaran bûn.

Di cih de ye ku mirov bêje ev konferans gellek bi ilmî, zana û bi bandor bû, û ez bawer dikim Kurd bi xizmetên wiha delal bi hêsantir dikarin beyaniyan ji bo doza gelê Kurd qezenc bikin.

Hêjayî gotinê ye ku NAVEND di sala 1992an de ji gellek siyasetmedarên Kurd û Almanan ve hatiye damezirandin û heta niha di warê siyasî û lobiyê de ji bo Kurdan pir xizmetên hêja kirine.

Almanya, 05. 04. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_02.jpg






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=455