TAWANBARÝYÊN LÝ DÝJÎ MALBATA BARZANÎ Û CEZAKÝRÞNA Dr. KEMAL SEÎD QADÝR


TAWANBARÝYÊN LÝ DÝJÎ MALBATA BARZANÎ Û CEZAKÝRÞNA Dr. KEMAL SEÎD QADÝR

Almanya, 08.01.2006 — Van rojana di çapemeniya Kurdî de li ser 30 sal cezakirina Dr. Kemal Seîd Qadir gengeþiyeke mezin dest pêkiriye û wisa xuya ye dê demekê jî raya Kurdistanê xerîk û meþxûl bike. Hin kes jî dizanin-nizanin, belkî di jiyana xwe de du gotin jî nenivîsîne, xwe wek demokrat û mafparêz dibînin, îftira, derew, sixêf, dijûn û buxtanên Dr. Kemal Seîd Qadir li ser malbata Barzanî biçûk dibînin û wî diparêzin. Lê li aliyê din, çi dibe bila bibe, ne bi dilê me be jî baþ e ku Kurd di nav xwe de hînî gengeþiyên wiha jî dibin û li ser bûyrên wiha di çapemeniya xwe de diaxiftin, da ku gelê me, civata me jî pê bihase, ku hin caran neheqî, îftira û buxtanên hin kesan çiqas zerarê didin civata Kurdî, ku ji van bûyeran ders bêne derxistin. Ez bawer im di vê xalê de pirsgirêka herî girînig ew e, ku Dr. Kemal Seîd Qadir li Hewlêrê bi qanûn û biryarên, ku di dema Seddam Husêyîn de bi taybetî li dijî Kurdan hatine derxistin, da ku bi cezakirinê dengê nivîskar û çapemeniya Kurdî bibire hatiye girtin.

Jixwe nerazîbûna Kurdan li dijî cezakirina Dr. Kemal Seîd Qadîr bi taybetî jî ev xal e. Divêt em hevdu nexapînin, kesên kêm zêde ji siyaset û hiqûqê hinekî dizanin, dikarin bêyî ku li ser zêde serê xwe biêþînin navê vê biryarê wek biryareke siyasî bi nav bikin. Li aliyê din jî her kes dizane ku biryarên Seddam Husêyîn li dijî Kurdan hemû jî biryarên siysî ne.

Loma ne hewce ye ku mirov zêde li ser vê biryarê bisekine û bêje, gelo ev biryar siysî ye an na ? Kî çi dibêje bila bibêje û kî jî ji bo berjewendiyên xwe yên þexsî çiqas rûn-don dihelîne bila bihelîne, ev biryara 30 sal cezakirinê biryareke siysî ye. Ez bi xwe jî, bêyî ku vî mirovî qasî nîskekê biparêzim ji biryara 30 sal cezakirina wî gellek aciz bûm. Kêmasî an jî þaþiyên Kurdistana Azad, hukumet û hemû dezgehan di vir de ew e, ku ev nêzîkî 15 sal e parlamena xwe neþuxulandin û Kurdistana Azad ji qanûn û biryarên Seddamê dîktator xalî nekirin. Dadegehên Kurdistana Azad bi biryarên wiha ti xizmetê ji Kurdan re nakin, ew bi biryarên wiha leke tînin ser Kurdistana Azad û hacetan didin destê dijminên Kurdan. Loma bûyera cezakirina vî mirovî niha êdî ji pirsa navxweyî derketiye, bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Cihê pirsê ye ku em bêjin: Gelo dadegeha Hewlêrê bi 30 sal cezakirina vî mirovî ji Kurdan re ji bilî xerabiyê di qada navneteweyî de çi qezenc kir ? Bedelê îftira, derew, sixêf, dijûn, boxtan û hwd ji devê kesekî, ne 30 sal ceza ye. Bûyerên wiha bi derew û boxtanan li welatên demokrat bi cezayên peran û an jî bi îhtaran têne dayîn.

Mirov li Ewropa du mirovên bê sûc û bê guneh jî bikuje dîsa 30 sal ceza nagire. Kurdistana Azad bi van bûyeran rola xwe di qada navneteweyî de xerab dike û ew qezencên ku heta niha bi ewqas bedel, ked û zahmet hatine qezençkirin, bi carekê ji holê radike. Pirsa girîng ew e, ku kî ji vî mirovî bawer dike û derew û boxtanên wî bi çend quriþan dikin ?, û kî di vê babetê de wî diparêze ?. Ez bawer dikim ti kurdek bi gotinên wî ne bawer e û ew li ber çavên pir kesan jî wek paranoya û aqilsivik tê hesabkirin. Dê cezayê herî mezin ji bo vî mirovî ew bûya, ku dadegeha Hewlêrê li ser pîskolojiya wî lêkolîn çêbikira û cezayê tedaviya pîskolojîk bida wî ku ewî jî êdî nikariba xwe, ne li Kurdistanê û ne jî di qada navneteweyî de bi derewên xwe, xwe biparêze. Lê mixabin ku dadegeha Hewlêrê bi cezakirina 30 salî hacetên pir mezin dane destên wî, ew û malbata wî niha di qada navneteweyî de baþ ji xwe re bi kar tînin. Ez bawer dikim, ku Dr. Kemal Seîd Qadir bi provakasyonên xwe, xwe gihand armanca xwe. Ewî di cîhanê de bi mîlyaran dolar pere bireþanda jî, dê nikaribûya ewqas reklama xwe çêbike. Lê sed hezar carî mixabin, ku siyaset û dadegeha Kurdistanê hatin provakasyona vî pîskopatî. Û dîsa sed hezar carî mixabin, ku mirov di vê mijarê de jî dibîne, ku li Kurdistana Azad hê jî hesabên pir biçûk têne kirin. Ez pir pê diêþim ku bêjim, em Kurd hên jî hînî ramanên mezinbûnê nebûne.

Bê guman mirov dikare û divêt her welatparêzek xwe mafdar bibîne, ku rexneyan li hukumet û hemû dezgehên Kurdistanê bigire. Civata bê rexne civateke mirî ye, civata bê rexne, dibe civata Misto Kemalê Betonê Contirk, dibe civata Hîtler, civata Seddam Huseyîn û hwd. Û divêt kesên xwedî qelem hin caran bi rexneyên xwe siyasetmedaran bihejînin jî. Lê divêt em tiþtekî baþ bizanibin: Mafê ti kesî nîne, ku kesekî û malbata wî – kî dibe bila bibe – bi tawanbariyên bê bingeh sûcdar bikin. Divêt em bi rexneyên xwe rêzgirtinê ji bîr nekin, di sînorê mirovatiyê, realîtê de bimînin, hestiyarên û hesasiyetên xwe her dem bidin aliyekî û li gorî aqil û mantiq tevbigerin.

Lê divêt ev mirova jî baþ bizanibe, ku ne ji mafê wî ye, ew wisa rasthatî þexsan û malbatan bi boxtanan tawanbar bike. Eger delîl û îspatên wî hene, divêt ew wan derîne holê. Na, eger tiþtekî tine ye, mafê wî nîne, ku bi vî awayî kîna xwe li dijî malbata Barzanî birijîne. Eger hinekî þerm û rêzgirtina vî mirovî ji mirovatiyê re heba, dê ji malbata Barzanî re rêz û hurmet bigirta. Mirov dikare li ser þaþî û kêmasiyan bisekine, ne þerm e ku mirov rexneyan jî bike, lê þerm û fedî ye ku malbatek wek malbata Barzanî, ku bi þan, bi þeref û bi rûmet doza Kurdistanê li hemberî dijminan bi lehengî parastiye û bi hezaran þehîd li seranserê Kurdistanê dane bi çavsorî tawanbar bike. Eger hinekî bihna Kurdayetiyê, welatparêziyê ji vî mirovî bihata dê kêmtir ji þehîdên enfal fedî bikira.

Malbata Barzanî mohra xwe li Kurdistanê xistiye û Melle Mistefa Barzaniyê mezin mîlada Kurdî ye. Malbata Barzanî bi þehîd û lehengan ji bo me Kurdan li hemberî dijminan li ber xwe dan û em Kurd îro di cîhanê de bi perçeyekî azad xelat kirine. Dijminên Kurdan bi çar çavan li hêviya wê rojê ne, ku bi derewan malbata Barzanî li ber çavên gelê Kurd reþ bikin. Loma malbat Barzanî bûye dirik di çavên Farisên kevneperest, di çavên Erebên þovenîst û di çavên contirkên devrût de çikyaye. Çimkî birîna wan li ser malbata Barzanî kûr e. Çimkî malbata Barzanî ji bo rizgarkirina Kurdistanê derbên mezin li wan dane. Eger hêza dijminên Kurdan têr bikira dê di rojekê de malbata Barzanî di nav ava kevçiyekî de bixeniqandana. Qet nayê fêhm kirin, ku ev mirova bi çi mantiqî dijûn û sixêfan li malbata Barzanî dike û serokê Kurdistanê dike bin tawanbariyan.

Niha di cih de ye ku bêye pirsîn, armanca vî mirovî çi ye ? Ew dixweze ji van derewên xwe çi sûd û îstifadeyê bigire ? An jî ew bi van boxtanan dixweze ji kê re xizmetê bike ?

TÝKA, RÝCA, DAXWAZ

Ez ji serokê xwe yê birêz serokê Kurdistanê, lawê Melle Mistefa Barzaniyê pîroz Mesûd Barzanî tika, rica û daxwaz dikim, ku bi lez û bez pêþî li vê gengeþiyê bigire, Dr. Kemal Qadirê bêxêr efû bike, ew mezinahiya xwe rayê her kesî bide û destûrê nede, ku careke din li Kurdistana Azad þaþiyeke wiha dîrokî dubare bibe.

Almanya, 08. 01. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )


fuadsipan@yahoo.de


Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=436