DÝNYA ÊDÎ JÝ CÝNAWÝRÊN ROJHÝLATA NAVÎN RE TENG BÛYE, EW MECBÛR ÝN HÊSABÊ SÛCÊN XWE BÝDÝN


DÝNYA ÊDÎ JÝ CÝNAWÝRÊN ROJHÝLATA NAVÎN RE TENG BÛYE, EW MECBÛR ÝN HÊSABÊ SÛCÊN XWE BÝDÝN

Almanya, 23. 10. 2005 — Dinya êdî ji cinawirên Rojhilata Navîn re teng bûye, ew nikarin xwe ji sûcên xwe xelas bikin, mecbûr in hêsabên sûcên xwe bidin. Jixwe di 19.10.2005an de bi dadigehkirina Sadam dest bi hêsabê sûcên cinawiran li Rojhilata navîn hate kirin. Niha jî dor dora cinawirên din e. Îran, Sûriye, Tirkiye û dewletên Ereb yên cinawir jî dê dor bi dor hêsabên sûcên xwe bidin. Dewletên cinawir yên niha li ber devê topê ne, Îran û Sûriyê ne. Sûriye diheje, îro yan jî sibê dê ji holê rabe. Rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ku li ser Sûriyê hatiye amadekirin nîþana ji holêrakirina rejimê ye.

Li gorî Rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî-UN destê rejima Sûriyê di qetilkirina serokwezîrê Libnanê yê berê de heye. Wek tê zanîn, Refîq Herîrî û ji bilî wî ji 20 kesan zêde di 14ê meha sibatê sala 2005an de bi teqîna bombê di tiranbolê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ev bûyer ji DYA, ji YE û bi taybetî jî ji Neteweyên Yekbûyî-UN re bû armanca lêkolînê, ku derînin meydanê destê kê raste rast di vê meselê de heye. Bi mehan e, ku ji bo vê lêkolînê sawciyekî bilind ji Almanya, ji Berlênê bi navê Detlev Mehlis hate hilbijartin. Detlev Mehlis di raporê de dibêje, bi têra xwe belge û dokûment hene, ku destê berpirsên rejima Sûriyê yên bilind, ku endamê El-Mixaberata Sûriyê ne, di vê dek û dolabê de heye. Rapora Detlef Mehlis 53 rûpel dirêj e û ew dibêje gelek tiþt hene, ku nehatine zelalkirin, îcar dora dewleta Sûriyê ye, ku tiþtên nehatine zelalkirin, bixwe zelal bike. Di bin emrê Detlev Mehlis de 100 kes kar dikin. Heta niha îfadeya 400 kesan hatiye stendin û lêkolîn li ser 60 hezar dokûmentan hatiye çêkirin. Di raporê de tê gotin, ku ji serokkomarê Libnanê yê niha Emîle Lahûd bigire hetanî wezîrê hundir yê Sûriyê, ku ji vir demek berê xwe kuþt (an jî hate kuþtin) destê wan têde heye. Detlev Mehlis di raporê de dibêje, ku dewleta Sûriyê bi hemû derfetên xwe lê xebitî, ku înformasiyonên þaþ li ser qetilkirina Herîrî bide. Vê raporê niha di cîhanê de dengekî pir mezin daye û çavê dinyayê niha li ser Sûriyê ye.

Rejima Sûriyê bi hemû derfetên xwe îdiayên Rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî red dike. Redkirina vê raporê pilpitîbûna rejimê ya dawî ye; ew êdî nikare xwe tev jî bide, çimkî dest û lingên wan hatine girêdan. Jixwe DYA, Îngilistan û Firansa ji niha de haziriyan dikin, ku di hefteya pêþiya me roja sêþmbê 25.10.2005an de dermafê Sûriyê de di Konseya Ewlekariyê de biryarekê derbas bikin, ku Sûriyê ji dinyayê îzole bibe. Li gorî rojnama “Washington Post” ne tenê dewletên Amerîka û Ewropa herwiha dewletên cinawir yên wek Misir û Seûdî jî ji niha ve berê xwe ji Sûriyê guhertine.

Belê dewleta El-Mixebarat diheje, tenê rojan dihejmêre. Lê belê Kurd li Sûriyê çiqas ji guhertinê re amade ne?. Rejima Sûriyê bi siyaseta xwe ya qirêj - kêm zêde piraniya partî û siyaseta Kurdan kiriye bin kontirola xwe. Gelo Kurd dê bikaribin ji van bûyeran dersan bigirin û têkiliyên xwe ji ser hev bi rejimê re qut bikin?. Bi raya min, ew mecbûr in têkiliyên xwe bi rejimê re qut bikin. Divê hemû partî û rêxistinên Kurdan aqilê xwe topî serê xwe bikin, li gorî siyaseta realîst tevbigerin û xwe ji guhertinê û ji desthilatiyê re li Sûriyê amade bikin. Ewên bi rejimê re bimînin û ji rejimê re çaþîtiyê bikin, dê wek rejimê têk herin. Ji îro þûnde ti kara Kurdan nîne, ku bi rejimê re tevbigerin û rûn di nanê rejimê bidin.

Ez ji kûrahiya dilan di wê baweriyê de me, ku potansiyeleke mezin bi bîr û bawer li Rojavayê Kurdistanê heye û ger ew li gorî siyaseta realîst tevbigerin, siyaset û stratejiyeke xurt di nav xwe de amade bikin, dê li Sûriyê û Kurdistanê serbikevin. Lê na, ger ew baweriyan xwe bi siyaseta Ereban ya bi qirêj bînin, dê wek rejimê têk herin, belkî derfet jî ji wan re tinebe, ku hesabên xerabiyên xwe jî bidin.


Çavkanî :

http://www.nzz.ch/2005/10/22/al/articleD96HD-composite.html

http://www.welt.de/data/2005/10/21/791707.html

http://www.faz.net/s/RubDDBDABB9457A437BAA85A49C26FB23A0/Doc~EDE33580FF0444F55A8D69FE7C0957205~ATpl~Ecommon~Scontent.html

http://www.nzz.ch/2005/10/21/al/newzzEF1X06FF-12.html

Almanya, 23. 10. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=419