SÝYASETA BÊ HESAB



SÝYASETA BÊ HESAB

Almanya, 07. 09. 2005 — Mijara vê gotara min li ser rojnameya Özgür Politika û Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya ye, ku ji ailiyê wezîrê Almanya yê hundir Otto Schily ve di 05. 09. 2005an de hate qedexekirin. Wezîrê Almanya yê hundir Otto Schily sedemên qedexekirina rojnameya Özgür Politika, Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamiya ( MHA ), weþanxaneya Mezopotamiya ya pirtûkan û weþanxaneya MÎR Muzîk bi nêzîkbûn û girêdayiya van dezgehan bi PKK-Kongra-Gel ve dide girêdan. Û her wiha tiþtê balkêþ jî ew e, ku Otto Schily di daxuyaniyê de dibêje, ku li ser êriþên di van rojên dawî de li Tirkiyê bûne, ew napejirîne, ku PKK propogandaya xwe li Almanya bike.

Çavkanî, daxuyaniya wezîrê hundir Otto schily bi Almanî :
http://www.bmi.bund.de/cln_028/nn_122688/Internet/Content/Nachrichten/
Pressemitteilungen/2005/09/Verbot__extremistische__Vereine.html


Pêwîst e ku ez hinekê li ser hostatiya siyaset, polîtîka û dîplomasiyê bisekinim. Siyaset, politika û dîplomasî wek pîþeyên ( mesleg ) din bi serê xwe pîþe ye û kesên ku van karan dikin, divêt mirovên hosta, zana û pijyayî bin, ku bikaribin bi taybetî di tengasiyan de hesabên xwe baþ bikin; ji bo demên pêþ bizanibin ji þaþiyên xwe jî hesaban derînin, ku careke din nekevin tengasiyan û li gorî rewþan siyaseta realîst bimeþînin. Dawiya siyaseta bê hesab her dem îflas e û hin caran jî bihayê wê pir giran e. Çawa ku mirovekî mihendiz nikare ji nexweþekî re raçetekê binivîsîne û wî / wê derman bike û her wisa doktorek jî nikare pilanên xaniyan çêbike û her wiha her kes jî nikare siyasetê bike.

Pîvanên siyaseta Apociyan ew e, ku kî zêde biqêre û bêje : Bijî! Bijî !... kî destê xwe rake û îþareta du tiliyan ya Victory bilind bike, kî bizanibe û bikaribe li ser welatparêzan tehdîdan bike, kî pêþiya rêyan û Otobanan bigire, kî bizanibe molotof kokteylan bavêje, kî bi destê zorê peran ji welatparêzan bistîne, wan biþêlîne û kî li welatparêza bide, bikuje û hwd...., ew ji bo Apociyan siyasetmedar e.

Apociyan beþek ji siyaseta Kurdên Bakur xistine xizmeta Tirkên Kemalîst û goþîst û daxwazên tevgera Kurd û Kurdistanê kirine qurbana berjewendiyên generalên Tirk. Özgür Politika û Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya di xizmeta wan de borîzanî dikir û derveyî pîvanên rojnamegeriya Ewropayî; û li derveyî pirensîpên gelê Kurd bû. Loma wan ev xiþim anîn serê xwe.

Kurdistaniyên hêja !

Mirov hin caran di polîtîkayê de û di daxwazên xwe yên siyasî de dikeve þaþiyan û xetayan jî dike, û mirov hin caran jî di tekoþînê de winda dike. Her çiqas bi daxwaza dilê mirovan nebe jî û her tiþt her dem gorî daxwaz kar û tekoþîna mirovan nameþe. Di tekoþînê de wendakirin jî heye û serkeftin jî heye. Ev hemû sirûþtî ne. Lê di jiyana mirovatiyê de ya herî girîng pirensîb e. Mirov bi dijmin re dikare li ser her tiþtî biaxive û gorî rewþê li ser hin daxwazên mînîmûm û li ser daxwazên maksîmûm jî bisekine. Yekcarî ne mimkûn e, ku mirov xwe bigihîne daxwazên xwe yên maksîmûm jî, û ger mirov mecbûr bimîne daxwazên xwe yên mînîmûm jî dipejirîne, ku bi hêsanî xwe bighîne daxwazên xwe yên maksîmûm. Bê guman mirov dikare di siyasetê de û di jiyana xwe de her dem guhertinên pozîtîv jî çêbike û ev gorî rewþan pêwist e jî. Lê, nabe ku mirov xwe 180 derece bizivirîne. Kesên di siyasetê de serserkî qilopaniyan didin, zû an jî dereng winda dibin û dawiya sîyaseta wan tê. ( Ji gotara min ya binavê Adnana Menderes û Adullah Öcalan )

Almanya, 07. 09. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=404