RÊWÎTIYEKE BI ZILIM Û REZALET LI NAV DEWLETA EL-MIXABERAT Û DEWLETA DEVRÛT

Fuat Akpinar

Dema ez berê xwe didime Kurdistanê, dilê min dike gulpe gulp, ez nizanim ji kêf û eþqa çûyîna Kurdistanê çi bikim. Eger ez helbesvan û þaîr bama, ezê bibama bilbil, ger ez hozan bama, ezê bibama þalûl û bilbil. Ji kerb û heyecana çûyîna Kurdistan dibim wek zarokan. Zarok çawa bi tiþtên biçûk þa dibin û lotikan davêjin û pê kêf dikin, ez jî wisa dibim.

Lê pir mixabin çûyîna baþûrê Kurdistanê ne hêsan e. Ji bo çûyîna baþûrê Kurdistanê, em Kurd mecbûr in di deriyên rezalet û zilmê re derbas bibin û herin Baþûr.

Ez ji Almanya roja 21.08.2003an ji Düsseldorf bi balafirê bi bala ketim û min berê xwe di ser Maceristan û Sûriyeyê re da Baþûrê Kurdistanê; wisa li paytextê Maceristan, li Budapest min balafir veguhest û berê xwe da bajarê Þamê.

Hewceyî gotinê ye, ku li ser Þamê û bi taybetî li ser Sûriyeyê û Ereban çend gotinan bêjim. Gotinek heye, dibêjin ”Þam þekir e, welat þêrîntir e” ez jî dibêjim “Þam çiqas jî þekir be, ji Kurdan re jehr e”. Ji ber ku Þam ji aliyê Baasî û Erebên kevneperest ve têye desthilatkirin û rejîma Esad û nokerên der û dora wî înkarî û stûxwariyê li gelê Kurd li Sûriyê û Baþûrê Biçûk dikin, loma dewleta El-Mixaberat, Þam û Sûriye bi giþtî, him ji gelê xwe re (ji Ereban re) û him jî ji gelê Kurd û yê din re kiriye gola jehrê.

Dora 22 dewletên Ereban hene. Ji wan yek çû, mane 21. Min heta niha ji wan dewletan, Urdin, Misir û Sûriye dîtiye. Ez bawer dikim, ku ji bilî van dewletan, yên min li jor wek mînak dane, dewletên Ereb yên din jî cidahiya wan ji hevdu nîne. Mirov lê dinêre, pergala wan, mentalîte, tevger, bajar, rê û dirb û hwd wek hev in. Bajar û gundên Ereban ji pîsî û qirêjiyê derbas nabin.

Ereb di pirsa ola îslamiyetê de wisa ji xwe bawer in, ku ew xwe wek pasvanên (bekçiyên) îslamiyetê dibînin. Lê pir mixabin dewletên Ereb yên min heta niha dîtine, ne ji îslamiyetê, ne ji heq û hiqûqê, ne ji mafên mirovan û ne jî ji dinyayê tiþtek fêr nebûne. Ji bilî dîktatoriyê û gemariyê jî tiþtekî nizanin. Siyaseta wan hemû li ser derew, dek û dolaban hatiye çêkirin. Ne ji gelê xwe re û ne jî ji gelê biyanî re rêzê digirin. Her dewletek ji dewletên Ereban bûye wek malbatên qiral, mîr, axa, þêx û began. Tenê ji selteneta xwe fêhm dikin û jiyana xwe roj bi roj didomînin.

Rêwîtiya min ya bi zilim û rezaletê ji Þamê dest pê kir. Ez ji þefeqa sibê de bi Otobûsê di ser bajarê Halebê re heya ber destê êvarê gihîþtim Qamîþlo. Li Qamîþlo, garaca Otobûsan li taksiya kurdekî siwar bûm û çûme cihê liqê PDK. Min xwest ku ez di heman demê de herim Baþûrê Kurdistanê. Lê pir mixabin, kêf û eþqa min di qirika min de ma. Berpirsiyarên PDK ji min re gotin, tu ne îro dikarî, ne jî sibê dikarî û belkî ne jî dusibe dikarî herî Baþûr. Ne ku wan ne dixwest, lê ji ber sedemên ku rejîma Sûriyê û dewleta wana El-Mixaberat wisa dixweze. El- Mixaberat rojê carekê bi serê xwe tiþtekî derdixe, biryareke nû dide. Dewlet ne dewlet e, dewleteke çirto û virto ye, her tiþt bi kêfa dilê wan e. Min pirsî ku, ka ji bilî di ser ava Dicle re, wekî din rê û derfet heye yan nîne? Ji min re gotin, ku mirov dikare di sînorê Girê Koçeran re (Ereb jêre dibêjin “Til Koçek”) biçe Baþûr. Lê belê, çûyîna di vî sînorî re jî ne hêsan e. Biraderên PDK ji min re gotin, her çiqas jî tu hemwelatiyê Almanya yî jî, dîsa rejîma El-Mixaberat tengasiyan derdixe. Ji ber ku di paseporta min de cihê rojbûna min hatiye nivîsandin, loma dê ji min re ne hêsan be, ku El-Mixabarat rê bide min, ez herim Baþûrê Kurdistanê.

Ez rabûm, min xatirê xwe ji biraderan xwest û bi teksiya Kurdê Qamîþlo berê xwe da sînorê Girê Koçeran. Teksî rêya sînor ji Qamîþlo de dora saetekê dikudîne. Li ser sînor - wek ku biraderên PDK ji min re gotin - wisa jî bû. Ez gelekî lê xebitîm, ku ez “Þefê El-Mixaberatê” îqna bikim, lê wî got, emir “ji Þama jehrê ye”, ez nikarim te di sînorê Girê Koçeran re derbasî Kurdistana Iraqê bikim. Ez mecbûr û bê çare mam, ku dîsa vegerim Qamîþlo.

Di dema çûyîn û vegera sînorê Girê Koçeran de, þofêrê teksiyê ku bi xwe kurdê Qamîþlo ye, derdê xwe, belengaziya xwe û zordariya ku ji aliyê rejîma El-Mixaberatê ve tê kirin ji min re got. Ji ber ku wî ne xwest, ez di nivîsa xwe de qala navê wî bikim, loma ez navê wî nabêjim. Gava qala navê wî bêye kirin, dibe ku rejîma El-Mixaberat pê bihese dê wî yan têxe zîndanê yan jî lê îþkence bike. Min xwest, ku ez navekî din lê bikim, lê di pey re, li Silêmaniyê wezîrê rewþenbîrî kek Fatah Zaxoyî ji min re got, heke tu navekî din jî lê bikî û dewleta El-Mixabarat pê bihese, hîngê li Qamîþlo çiqas kes bi wî navî hebin, ewê hemû ji aliyê wan ve bêne komkirin û ji wan hesab bêye xwestin. Loma ya baþ ew e, ku tu navê xwe lê bikî.

Kekê Fatah Zaxoyî bi xwe ji Partiya Zahmetkêþên Kurdistanê ye. Ew berê demekê li liqê partiyê li Sûriyeyê maye. Dema Sekreterê Partiya wan birêz Qadir Azîz di Medya TV de dîtin û nêrînên xwe gotibûn, dewleta El-Mixaberat ew þeþ mehan xistibûn zîndanê û jêre gotibûn, tu ji PKKê re kar dikî. Ezê di nivîsên xwe yên pêþerojê de bi awayekî berfireh qala hevdîtina li gel kekê Fatah Zaxoyî bikim. Li ser vê agahiya ku kek Fatah Zaxoyî da min, min jî navê xwe li wî kesî kir.

Fuat Akpinar (niha wek þofêrê teksiyê) dibêje ”Bav û kalên min hemû ji Qamîþlo ne. Dewleta Sûriyê Qamîþlo wek welatê xwe dihesibîne. Lê belê, ez ku ji Qamîþlo me, li vî welatî bê nasname me. Yanê ti tiþtekî ku ez xwe pê bidim naskirin û bi awayekî fermî (resmî) bêjim, ez ev im nîne. Ez hetanî ku nezewicîbûm li Sûriyê wek biyanî dihatim naskirin. Dewletê kaxezek dabû min, da ku ez bizanim, ez kî me. Lê wek hemwelatiyê Sûriyeyê nedihatim hasibandin. Ez bi vê kaxezê jî razî bûm. Min ji xwe re jineke Kurd ji Bakurê Kurdistanê xwest. Dema zarokên me çêbûn, ji ber ku min nexwest zarokên min wek min bê nasname bimînin, min ew li ser nasnameya (kutika) dêya wan li Tirkiyê qeyd kirin.

Dema dewleta Sûriyê pê hesiya, ku min zarokên xwe li ser dêya wan li Tirkiyê qeydkirine, di heman demê de, ew kaxeza ku dabûne min, ji min standin û ji wê demê þûnde ez bê kaxez im. Min ev teksî wek þexis ji xwe re standiye. Gava polês min bi rêwiyan re digire, ez mecbûr dibim ku pereyên qezenca xwe wek reþwet bidim wan û xwe bi vî awayî ji wan xelas bikim. Fuat Akpinarê þofêr bi gazî û hawar e, dibêje, bila dinya me ji vê zilmê xelas bike”.

Ez vegeriyam Qamîþlo, dîsa raste rast çûme liqê PDK û min ji wan re got, ku El-Mixaberatê li sînorê Girê Koçeran ez bernedam Baþûr. Wan ji min re got, tu here hotêlê, sibê were, ka em ji te re çi bikin? Ez wê þevê li Qamîþlo li hotêlê mam û roja din dîsa çûme liqê PDK.

Li liqê PDK biraderekî berpirsiyar ji min re got, em ji te re raste rast bêjin, ku em nikarin garantî bidin, sibê, dusibe an jî çend rojên din tu bikaribî herî Baþûr. Min bala xwe dayê, ku rewþ berbat e û çêrok dirêj e, ez mecbûr mam di sînorê Qamîþlo û Nisêybînê re herim Silopî û þansa xwe li wê derê biceribînim. Biraderên PDK ji min re gotin, tu nikarî di Silopî re, di sînorê Xabûr û Îbrahîm Xelîl re jî herî Baþûr. Qidûmên min di çogan de þikiyan, min nizanî ez çi bikim? Ez hinekê fikirîm û min biryara xwe da û got, ezê þansa xwe li ser Xabûr û Îbrahîm Xelîl biceribînim. Ji ber ku demek berê hinek nasên min jî di ser Silopî re çûbûn Baþûrê Kurdistanê, loma min bawer kir, ku ezê di Silopî re herim Baþûr.

Beriya ku ez çêroka çûyîna xwe di ser Silopî re bêjim, dixwezim di derheqê kêmasiyên înformasyonan ji aliyê liqê PDK ve li Qamîþlo bînim ziman. Her çiqas ji wan re ne hêsan be jî, divêt PDKya navendî, liqên partiyên din, bi taybetî liqên li Ewropa û Amerîka, di derheqê guhertinên sînor de di heman demê de agahdar bike. Bi baweriya min, divêt mercên ku têne guhertin, di K-TV û hemû çapemeniya Kurdistanê de bêne belavkirin, da ku kesên herin Kurdistanê bizanibin li pêþiya wan çi tengasî hene û bila wek min þerpeze nebin.

Min berê xwe da sînorê Qamîþlo û Nisêybînê. Li ber sînor gelek kurdên belengaz sekinîbûn, da ku herin aliyê din, mirov û nasên xwe bibînin. Ji ber ku saet ji dehan derbas nebûbû, polêsên dewleta El-Mixaberat û yên dewleta devrût tikes bernedidan. Min paseporta xwe dirêjî polêsekî dewleta El-Mixabarat kir, ku ew bihêle ez derbas bibim. Wî hinekê li paseporta min nihêrî û dît, ku ev paseporta biyaniyan e. Hîngê destûr da min, ku ez beriya saet dehan derbas bibim. Lê belê xwezil wisa hêsan bûya, ez derbasî aliyê din bibama. Kontrol ne yek e, ne dido ne û sisê ne. Ez çûme, ku bila muhir li paseporta min bikeve, ez ji dewleta El-Mixaberat derkevim. Lê di dîwanê de mirovekî xurt û girs, ser çavên wî wek qîr reþ, bi min re bi kurdî axivî û got, were, were hundir. Wî ez birim dawiya avahiyê, bîroyeke biçûk. Ev mirovê ser çav reþ û qîr ji xwe re aþ û baþ qise dike û dibêje, girîng e tu li xwe miqate bî, vira dewleta Ereban e, ne wek Ewropa ye, rawêj û nesîhetan dide min û ez gelek dame sekinandin. Min bala xwe dayê, ku ewê ji min re astengiyan derîne, min ji cizdanê xwe 10 Euro derxistin, ku ez bidimê, ew bi min re hêrs bû û got na bawo kes ji te pereyan naxwaze, ez dixwezim ji te re alîkariyê bikim û hwd. Di dawiya dawîn de karê min xelas bû û ez derbasî aliyê sînorê Tirkan bûm.

Li aliyê Tirkan mirovekî gazî min kir û got, paseporta xwe bide min. Min jî paseporta xwe dayê, wî li min nihêrî û mohreke biçûk li paseporta min xist. Min jê pirsî, ku ev çi mohr e? Wî got, ev mohra ku min li paseporta te xist, têye wê wateyê (manê), ku tu nexweþ nînî û dikarî derbasî Tirkiyê bibî. Min jê pirsî, ka ewî çawa tê derxist, ez nexweþ nînim. Wî got, di ser çavên te re xuya ye, ku tu ne nexweþ î. Min ji wî mirovî pirsî, ku ew li herkesî wisa dinihêre?! Wî got, erê. Di pê vê kontrola doktor re, ez li hêviya polês mam. Polêsê Tirkan li sînor, hin caran li aliyekî û hin caran jî li aliyê din dinêre.

Tirkan bi derewan doktorek danîne ser sînor, ku qaþo li kesan binêre, ka ew nexweþ in yan na. Gotineke Tirkan heye, dibêjin ”Beroþ binê te reþ e, ya te ji ya min reþtir e” (Tencere dibin kara, seninki benden kara). Niha ev jî tifaqa dewleta El-Mixaberat û dewleta devrût e. Herdu dewlet jî di dinyayê de wek dewletên hovî têne naskirin û mentalîta wan yek e. Îcar ji hevdu jî qayîl nînin. Bi rastî ev kirinên xerab hemû li ser Kurdan in.

Dema ku ez û gelek kesên din li benda polêsên Tirkan bûn, tiþtek pir peywendîdar bala min kiþand. Li aliyê sînorê dewleta El-Mixaberat heykelê Hafiz Esadê Beton danîne û li aliyê din (li hember) dewleta devrût a Tirkan jî heykelê kalê Tirkan, yê Mistoyê Beton danîne.

Ez ji hêrs û kerban enirîm(qiherîm) û min ji Xwedayê pîroz re got, hey Xwedêyo va çi ye, te aniye serê me Kurdan?. Li welatê me, li ser axa bav û kalên me, xelk welatê me wek milkê bav û kalên xwe dihesibînin û di nava welatê me de ji xwe re sînor çêkirine, bi her awayî gelê me biçûk dixînin, hên ew me sûcdar û tawanbar dikin û dayîna mafên mirovan jî ji me re pir dibînin.

Lê bila dijminên gelê Kurd baþ bizanibin, Kurd çiqas xerabiyên wan dibînin, ji destên wan çiqas dikþînin, ewqas jî ji wan bîz û nefret dikin. Dinya ne danek e û ne jî rojek e. Sadamê tol û hov jî demekê li Iraqê û Kurdistanê cirît davêtin. Em dibînin, ku dawiya wî çawa bû. Dawiya Sadam çawa bû? Tu þik û gumana min tune ye, ku dê di pêþerojê de, dawiya wan dîktatorên din jî, wisa be û ewê jî wek Sadamê tol têkevin çopa dîrokê.

Di pê kontrola polês re, ez ji sînorê Tirkan jî derbas bûm. Li ser sînor, li Nisêybînê, li teksiyê siwar bûm û min berê xwe da Silopî. Min û þofêrê teksiyê bi rê de li ser gelek tiþtan qise kir. Ez û wî bi taybetî em li ser zordariya dewleta devrût sekinîn. Þofêrê teksiyê ji min re gelek bûyerên di navbera leþkerê Tirkan û gerîllayan de gotin. Em bi rê de di ber çend gundan re derbas bûn, þofêrê teksiyê gundek þanî min da û got, ev gund gundê Qorociyan e, navê gund Eyserê ye. Ewî qala gundekî din jî kir û got, ew gund jî gundê Hizbullahan e, navê gund Axinikê ye. Þofêrê teksiyê qala gelek bûyerê ku ji aliyê dewletê ve di ser serê wî û malbata wî re derbas bûne, kir. Þofêrê teksiyê gelek dilbirîn bû û digot, hinek Kurd ji me hene, pir bêbext in û di xizmeta dijminan de ne. Eger Kurd bi dijminên xwe re kar nekin, dijminên me ti car nikarin li dijî me ser bikevin.

Cizîra Botan

Dema em nêzîkî bajarê Cizîra Botan bûn, þofêrê teksiyê ji min re got, eger tu bixwezî ezê te bibim ser gora Zîna Zêrîn û Memê Alan. Min jî ev pêþniyarî li ser serê xwe pejirand û em çûne ser gora Zîna Zêrîn û Memê Alan. Di pê serdana gorê re, em bi rê ketin û çûne Silopî.

Li vir hewceyî gotinê ye, ku ez çend peyvan li ser Cizîra Botan bêjim. Tiþtên li Cizîrê û Silopî bala min kiþand, axaftina kurdî bû. Pir mixabin, ku kurdên Cizîra Botan zimanê kurdî pir xerab kirine. Mirov dikare bêje, wan zimanê me yê delal, ku ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve ewqas dewlemend kirine, Ciziriyên niha ev ziman wisa xerab kirine, ku mirov gotinên wan bi hêsanî fêhm nake.

Li Silopî di pê xwarina nîvro re, min bi teksiyeke din berê xwe da sînorê Xabûr. Lê hên pirs di serê min de hene, ku ka Tirk bihêlin, ez derbasî Baþûrê Kurdistanê bibim an na? Bi rê de gotara Yalçin Doðan hate bîra min. Yalçin Doðan rojnamegerekî Tirk e û ji rojnameya Hurriyetê re dinivîsîne. Yalçin Doðan ji vir demek berê bi rojnamegerekî din re, yê bi navê Özdemi Ýnce, çûbû Baþûrê Kurdistanê û Iraqê û li ser bûyerên li wê derê nivîsîn. Di sernivîsa xwe ya 30.07.2003an de dibêje, ”Deriyê zilmê Xebûr” (Zulüm kapýsý Habur). Yalçin Doðan di nivîsa xwe de gelek rexneyên tûj li dewlet û hukumeta xwe dike û di dawiya nivîsê de dibêje 20 deqe û 2 saet. Yalçin Doðan berdewam dike û dibêje, polêsê taybet û paseport, çûyîn yan jî hatin, di dawî de hemû 2 Saet. Çimkî paþê fîþê teqîbê, nimreya fîþê, destûr, sicîl, îmza, mohr, nimreya mohrê, fîþê sicîlê, fîþê îmza, dînê diya wî!...wekî din biçûkkirin û binxistina mirovan jî di ser de. Li aliyê Bakurê Iraqê hemû 20 deqe. Çay têye îkramkirin û di heman demê de jî kar xelas dibe. Yalçin Doðan di dawî de wiha berdewam dike û dibêje, hezar sal li ser kevneþopiya Împarator, heþtê sal siyaseta komarê li ser Xebûr. Li hember dewleteke nû ava dibe. Ew kurdên ku em naecibînin (begen nakin)!...Deriyê zerarê, deriyê îþkencê, deriyê þermê, di dawî de deriyê zilmê.

Van gotinên Yalçin Doðan hemû rast in. Ez jî heta ji sînorê Xabûr derbas bûm û ketime sînorê Îbrahîm Xelîl; li ber tava havînê ya nîvro pijiyam. Li aliyê Baþûrê Kurdistanê, mirovan didin rûniþtin, çay û avê bê pere îkram dikin û mirov xwe wek li mala xwe dibîne û tevdigere.

Belê çûyîna min bi çi zilim û rezaletê derbas bû, hatina min a Almanya jî bi wî awayî, bi zilim û rezaletê derbas bû. Min xwest, ku ez ji wê de di ser sînorê Girê Koçeran re werim. Serokê nivîskarên Duhokê Mamoste Hasan Silêvanî ji min re got, tu di kû re hatiye, dê dîsa di wir re jî herî. Wekî din tê pir demên xwe winda bikî. Loma ez mecbûr mam dîsa di ser sînorê Îbraîm Xelîl û Xebûrê û Nisêybîn û Qamîþlo re vegerim û wisa çûme Þama jehrî û ji wê derê jî min berê xwe da Almanya.

Çûyîn 35 saet û hatin jî 35 Saet, dike 70 saet, ev zilim nîne çi ye?


Bang û tika (rica)

Bang û tika (rica) min, bi taybetî ji hukumeta Kurdistan, ji PDK, YNK û partiyên din ew e, ku bila ew bi hemû derfetên xwe vê zilma hatin û çûyîna Baþûrê Kurdistanê çareser bikin, da ku balafir ji bajarên baþûrê Kurdistanê rabin û li wê derê daynin. Divêt deriyekî wisa vebe û bi vî awayî pirek di navbera Kurdistanê û derveyî welat de peyda bibe, da ku em jî ji vê zilma zordaran xelas bin û bila mirov ji Amerîka, Ewropa û ji derên din raste rast bikaribin herin Baþûrê Kurdistanê. Eger derfeteke wiha çêbibe, dê bazar di navbera Baþûrê Kurdistanê û biyaniyan de zêde bibe û ji bo çareserkirina pirsa Kurdan jî gelek derfet têkeve destê Kurdan, pêwendî û diyalog bi biyaniyan re pêþde here.

Nîþe: Ezê di pêþeroj de pir bi berfirehî li ser çûyîna xwe û semînera ku min li bajarê Duhok li ser bûyerên nû û rewþa aborî da; û bûyerên ku min li wê derê dîtine binivîsînim.






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=40