Dîvar

Seyid Feysel Moctevî

Dîvar

Navê te ber çavê gelê kurda çi sare !
Dîvarekî rengê te ber nûra xudê, pir tar û mare !

Rengê te rengek nalibare
Þiklê te ber çavê dilê meiþûq xare

Çeqyayî dil,tu bûyî kul
Dil xerqi xwîn, ey bêxudê, dîvaro rabe

Bê sîberî bê mohteva
Beyna me da, bûyî beko,dîvaro rabe

Birlîn hiloþandin gelo
Em ketne bin, ey bêxudê , dîvaro rabe

Dîvar nemanel vê dinê
Beyna welatan, bê xudê, pa rabe rabe

Ey Agirî, dijmin bisojîne bi qehrê
Ser Qers û Qefqaz û Mekû, dîvaro rabe

Þetê Eres, avî li kanya çavê kurda
Bo bûyî merzê Ermen û Îran û Azer, rabe rabe

Qendîl bo, Sînorê Tirk, Îran, Îraqî ?
Singe te dayim þev çera berxê welate, rabe rabe

Deþta mezin, xûþka Cizîrê
Kê çandine sîngê te de, ev sîm û mîn, tu kirye giryan ?

Barane ya rondik li çavê te dibare ?
Te pir kirin Dicle Firat beske grînê !

Axînê dil, Dil pir kirin
Damanê van axa biþo, pa rabe rabe

Qapûsî yan dîvari xew
Mala me bo bîhaniya te levvekir, pa rabe rabe


Senendec : 01. 07. 2005
Helbest :
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=399