LORÎKA HEYVÊ, HEYVÊ



LORÎKA HEYVÊ, HEYVÊ

Heyv hate dezgehê
Di çerçefa xwey nêrgizî de,
Lê dinere, lawik lê dinere
Ew hey ziq lê dinere,
Û di bayê çelq bûyî de
Heyv herdu destên xwe dilivîne,
Singa xwey hiþk ji gullê xuya dike
Du pêsîrin tolaz û zelal belû dibe.

* *

- Dûr bireve, heyvo, heyvo, heyvo
Heger Qereçî hatin
Wê dilê te dîl bikin,
Gerdenî û gulîskin spî jê çêbikin.

- Lawiko, bihêle ez dîlan bikim,
Heger Qereçî hatin
Wê te bibînin li ser sindanê,
Û herdo çavê tey biçûk wê girtînbin.

* *

- Dûr bireve, heyvo, heyvo, heyvo
Ez nuha
Dengê simê hespê wan dibihîzim.

- Lawiko, min bihêle
Û spî-bozê min þelû neke.

* *

Siwarê hespan nêzîkbûn
Gurmîna daholê zîzbû li gelî,
Û li hundurê dezgehê
Herdo çavên lewik girtîbûn.
Di rê-berê zeviyê zeytûna re
Qereçî dihatin
Qemerbûn nola xewna,
Ser hildayî
Û çav berdayî.

* *

Çendîn kund dixwîne !
Ahî.. çawa li ser darê dixwîne,
Û
Li perê ezmana heyv difire
Û zarokî biçok bi deste.

* *

Li dezgehê
Dilûlin Qereçî û digrîn.
Û ba li tiþtê bûyî dimeyzîne
Anuha dimeyzîne li tiþtê bûyî.

*-*-*-*

2 -

BIRÎSYOZA Û BA

Birîsyoza bi rê ve tê
Û li heyvek ( 1 ) ji çermê îskan dide,
Di navbera rêyek bej-avî de
Ji cam û ji darên Xarê,
Bêdengiyek ji awazan direve
Ku wê nabire biqandina stêran,
Dikeve hemberî çelqdana derya
û tewîndinê,
Bo þevên xwey miþt ji masiyan.
Û li ser kupên çiya
Pasîvan xilmaþ dibin,
Bircên gewr dipasivînin,
Cihê Angtar(2) lê dijîn.
Lê qereçiyê avê
Bo mijûlya xwe bînin,
Tixûbin ji qeseloka
Û kadînê Þînýya
Ji tîjikê dara berûyên þîn çêdikin.

* *

Birîsoza bi rê ve tê
Û li heyvek ji çermê îskan dide
Û bi nêrîna(dîtina) wê re
Ba yê tucarî ranaze hilbû.
Ew "San Kiristofer"ê tazî
Bi zimanê ezmanî xemilandî
Li keçikê dibane
Ya li awazek veþirtî dide.

- Herê keçikê
Kirasê xwe hilke, dabibînim laþê te
Bi tiliyê xwey kevnar bipiþkivînim
Gula nêviyê teyî renge-þîn.

* *

Birîsyoza.. defê tavêje
Û bê hedan direve
Û bayê nêr li pê dibeze
Þûrê xwey germ kiþandiye.

* *

Derya diþerme
Û bi xuþîna pêlê xwe ve neguhdêre
Tirþ dibe rengê darê zeytûna
Ta bilûrên siyan distirên
Bi rûpela zingilên berfa þeyatok re.

- Bireve Birîsyoza, bireve
Ta ku bayê þîn negihêje te !
Bireve Birîsyoza, bireve
Binêre, ji kuve tê te
"Satîra" ( 3 ) xweyê stêrkên tazî
û zimanê þewqdayî ..?.

* *

Birîsyoza.. ji tirsa ruhê þêrîn
Derbasî wê mala bû
Ku li piþt dara berû'ya þîne,
Ew mala serkêþê Angtarê ye,
Ji sawa qîrîna dengê wê
Sê pasvan bilez hatin
E'bê wan li wan civandî
Û kumê wan li nav çavê wan payî.

* *

Ew kesê Angtar
Peyalek ji þîrê germ
Û yek ji meyê dide qereçiyê,
Birîsyoza devê xwe nadê ye.
Bi xem dibêje û bi girînî
Buyera xwe ji van kesan re,

.. Li derve
Ba bi engirandin
Dev qafikê serê ban dike.

1 - An li defê dide..Tepilk, Req
2 - Angtar: navê kevin ji Engilîzî ya re.. dema Selahedînê Eyobî.
3 - Satîra: Di meslociya de, Zilamekî daristanê ye, pir tolaze .

*-*-*-*

3 -

PEVÇÛN

Li nîviyê newalê
Þûrên "Elbesête"
Mîna masiya dibiriqîne
Çiko bi xwîna dujmin ve
xemilandîye

* *

Þewqa kaxezên lîskê yen sar
Di biriqandina keskahiyê de
Diqulipin
Bi hespin hêcbûyî
û riwin fêrisan belû bibe.
Û liser þaxê dara zeytûnê
Du pîre-jin digrîn,
Û gayê pevçûnê radipelike dîwar.
Çend firiþtin reþ tênin
Firiþtin bi bask girsî-dirêjin.
Desmal û berfa pijaftî amadedikin,
Ji þûrên "Elbesête"
Çendekê Xiwan Antonyo ji "Montiya"
Laþê wê yê miþt binefþ
Mirarkî liser kendal digindire,
Û hunarek di riwê wê de çikilye
Liser xaçek ji agir siwar bû ye
Di riya mirinê radipelike.

* *

Rê-þop tê, bi zilamên leþker re
Di navbera zeviyê zeytûna re,
Bi lorîka marê lal ve
Xwîna rijiyayî digirî,

- Hey zilamên leþkerî birêz:
Ev çîroka kevin bi xwe ye..
Çar kes ji Romê
Û penc Qertacî hatine kuþtin..

* *

Êvar, ji darê hejîran
Û ji xuþîna germ ta girtiye,
Li nav lingên þervanên birîndar
Bê-hiþ ketiye,
Û hin firiþtên reþ
Di bayê roava de difirin
Firiþtin kezî dirêj
Û dil ji zeyta zeytûna.

*-*-*-*


4 -

LORÎKA XILMAÞBÛYÎ

Þîn, þîn ( 1 )
Çendî hezdikim tu þîn bî.
Þîn ba, þîn þax.
Giþtî li derya
Û hesp li çiya.
Dixewne li eywanê
Û sî li ser newqê raxistî.
Laþ þîn, por þîn
Û çav ji zîvê sar bû.
Þîn, þîn
Çendî hezdikim tu þîn bî.
.. Di tava heyva qereçiyan de
Her tiþt lê dinerin
Lê ew tiþtekî nabîne.

* *

Þîn, þîn
Çendî hezdikim tu þîn bî.
Stêrkin mezin ji qeþa spî
Bi masiyên tarî re tên
Bo rê vekin li ber þevpeqê,
Û dara hejîra
Bayê xwe dixurîne
Bi çilpê pelê xwe ve,
Û çiya
Mîna pisîka dizek
Tora xwey tirþ vedide.
Lê , ew kiye tê..?
Û bi kuve dere.?
Keçik li eywanê dimîne
Laþ þîn, por þîn
Dixewne bi deryayên tal ve.

- Hevalo,
Dil min heye dagijbikim
Hespê xwe bi xaniyê wê !
Zînê xwe bi neynika wê !
Kêra xwe bi þûh'a(2) wê !
Hevalo, ez birêndar hatime
Ji dergehên "Kabora"( 3 ).

- Ger min karîba.. xorto
Minê bo te, ev dadij bikira.
Lê ez nema me ew kesî berê
Û ne xanî nuha xaniyê mine..

- Hevalo, min dil heye
Ez çeleng bimirim,
Liser livînê xwe

-Ger biva- Liser textê hesinî
Rapêçayî di çerçefin Hullendî de.
Ma qene, tu birînê min nabîne
Ji singê ta bi qirikê ve.

- Sê sed gulên qemer
Belabûne li qutikê te,
Xwîna tey germ diherike
Ji gelek ciha ji piþtoteka te,
Lê ez nema me ew kesî berê
Û ne xanî nuha xaniyê mine..

- De bihêle- bi kêmanî-
Hilkiþim qatên bilind

- De bihêle hilkiþim - bihêle
Eywanên keske-reng
Eywanên heyva biçok
Cihê av lê diþkin.

* *

Hingê
Herdo heval hildikþin
Ta bi eywanên bilind,
Li dû wan xêzin ji xwînê
Mîna lekan dimîne,
Û li banê qafikan
Çirayên ji tenege dilerizin,
Hezar lorîkên ji qizêzê
Þevpeqê birîn dikin.

Þîn, þîn
Çendî hezdikim tu þîn bî,
Þîn ba, þîn þax .
Herdo heval hilkiþiyan jor
Û bayê xurt
Tamek biyan liser lêvan dihiþt
Tama tal bi ni'na' û reyhan ve,

- Hevalo, kanî ew ?
Li kuye ew keçika delodîn.?

- Çend caran li bendî te ma !
Û çend caran wê li bendê te bimîne
Liser wê eywana þîn,
Rû geþ
Por reþ.

Li ber bîra avê
Keça Qereçî liba dibû,
Laþ þîn, por þîn
Û çav ji zîvê sar bû,
Heyva perçak ji qeþa
Biser riwê avê diket,
Çendî þev kedî bûyî xwe dikona
Nola gasînek biçûk,
Û zilamên leþkerî serxweþ

Li deriya dixînin.

Þîn, þîn
Çendî hezdikim tu þîn bî.
Þîn ba, þîn þax.
Giþtî li derya
Û hesp li çiya.

1 - Kesk, keskahî.. rengê kesk.
2 - Þûh' ; kember, ristek ji hevirmêþe, jin newqa xwe pê girêdidin.
3 - Kabora: Gundeke li derdora Qurtuba ye.

*-*-*-*

5 -

XWE-PERISTA (1) QEREÇÎ

Bêdengiyek ji kils û rîhanê.
Û tolik li nav hûre-giya.
Xwe-peristê
Liser hîzarekî qenewîçan
gulin ji rengê qirþa çêdike.
Û heft firokên mewþûrî
Li asoyê tentena cûn difirin.
Çingîna zingilin ji dûr hiltê
Mîna hirçê liser piþtê paldayî.
Çendî xweþike qenewîçên wê
Jiber çelenge hunera wê.
Ji sawîrên xwe dihune
Gulin ji rengê qirþa çêdike.
Çi gulê berberoya
Çi çîçekên magnoliya
Bi morîkên þiyatok û rîbanan,
Çi zaferan
Û çi heyvin liser riwê hîzar,
Pênc narinc di þekir de dakirî
Li bixêrîka nêzîk dikijilî.
Mîna birînê Îsa ye
Ji Mîriyê ( 2 ) hatiye çinîn.

Ser çavê xwe-piristê xuya dike
Siya du þerbazên siwar
Bi hespê xwe bazdidin,
Bayekî dêwî lal hiltê
Kirsê wê hildike,
Gulavî pêre difûre
Hunavê wêy þekirî þerm-dike,
Gava ewr û çiya dibîne
Li dûrbûna çola bê xwedî
Dilê wê dipirçive.
Ah! Çi beyarek þewibî ye
Bi bîst rokan dibiriqîne.
Çi sawîrê wê dibîne
Ku çemin liser lingan þipya ne,
Lê.. Hîn mijole
Bi gulê qenewîçê xwe ve
Tevî ku þewqa asoyî
Li nav sura bayan
Daseke þeþrengê(3) dilîze..
Di navbera qelþên perdên ji qirþa
Ku bi agirê dixsiyê dikele.

1 - Xwe-perist: Keç an jina xwe diyarî kar û xebata olî dike, bi teybet li kinþta (Fila) Xiristiyana.(راهبة)
2 - Miryê: Bajareke li baþûrê Îspaniya ye, tê nasîn bi çandiniyê.
3 - Þeþreng: Þetrenc, ew lîstika þah û rex û ferezîna. (شطرنج)

*-*-*-*






Xewndevanê hêja: Ev wergereke ji wêja Helbestvanê Ispaniya bilind yê navdar (LORKA ( Fedrîko garisya LORKA)ye, ji pirtûka wî ya bi navê: (( Lorîkên Qereçiyan )) =( Romancero Gitan )= حكايا الغجر.e.
Ew bi xwe ji 20 helbestan û zêdetirin, ezê bikim çar besh bo xwendevana, her yek pênc helbestan dibe, ew bi xwe ji du wegerê Erebî hatine girtin, lê bi hêvî me ku em karibin xweþ bi cih bînim, û ji xwendekaran re bi rêbikin bo ziman û wêja û çanda Kurd pê geþ bibe..



Ciwanê Abdal

Ciw@nê ABDAL

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=394