Mehabadê



Mehabadê

Mehabadê tu mezlûma dilê tarîxa kurdayî
Li ber bahoz û sermayê þirîn mayî necevyayî

Kîjan roje ku xwîn çavê kejale te nebarîbe
Heger çi xwîn ji dil cokin vilahî ser bilin mayî

Bûye rizqê te xwîna gel lit e nakin derîx ev gel
Hemêþe gel tede maye ku tu bibye kela þayî

Bixo xwînê ku sorava te çave dijmina reþ ket
Tu surma çave kurdayî,tu bejnek berz û balayî

Çi Qazî be çi Qadir be dibe bibne fidayê te
Þivan û þeh nigehbanin ku tu bibye bilindayî

Çirayê çar çiraya me li devra te monewer bit
Tu bibye bîka bajaran li bejnê ali medyayî

Hemi tazî û þînê me bi þînek taze weghazî
Li ser nû de bibe qazî,qezayê dûr ke avayî

Tu þehrek xoþ û avayî tu Qernate û Bexdayî
Seyid Sablaxe,Sablaxe,ne wek van çol û sehrayî

Senendec 21. 07. 2005

Helbest : Xezel
Vezn : Mefaîlon Mefaîlon Mefaîlon Mefaîlon
Behr : Hezecê Mosemenê Salim

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com

mojtavy@hotmail.com





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=392