Þehîd, axa me rehber, dît

Seyid Feysel Moctevî

Þehîd, axa me rehber, dît

Serokatiya rêzdar Kak Mesûd Barzanî li Kurdistana fidiral û dimokratîk de li hemû azadîxazê kurd û cihanê pîroz be,paþî salê dûr û dirêj,arezûya mezine gelê me hat dîtin,heyva 14ê bin evra derket û mala me rûnahîya xwe da cihanê, rûnahiya çiraya taze li hemû malê kurdan re pîroztir.

Þehîd, axa me rehber,dît
Gelik mesrûr û keyfîne

Rehînê xwîna þîrîne
Lema ev renge, rengîne

Hemû zarûkê kurdistan
Li þehr û gund û þaxistan

Bi armanca te keyxoþin
Ku avata te bû hingî

Te bo vê can beden der kir
Li nav xwînê de razayî

Heta roja ko can cismê te kirneder
Nigehban bûy li axa xwe

Þehîdê milk û mala me
Kesanê ku bi hîvabûn

Bibînin rojekî rojîn
Li axa kurd û Kurdistan

Bi bayek nerm ala me
Li ser malan biket reqsê

Doriþma me cehanî bit
Bi kurdan bêje mebrûkon

Enan û Bûþ û þahê din
Li dinyayê bi þahê me

Mobarek bayîyek gotin
Devê her nakesan sotin

Hemî kom bûn li Hewlêrê
Li mala parlimana me

Dibin mêvan dibin mêvan
Mobarek kin serokê me

Serokê karvanê arezûya kurd û Kurdistan
Mibarek ser mibarek bit

Serê me ser weten her roj vekî ser sal û salê nû mibarek bit
Gelo îro li te Bexda û Tehran û Sitenbolê mobarek bit

Dema ala me ser þehrê Mehabadê direxþan bû
Û Qazî pêþevayê me

Tu zarû bûy û çavê te bi alê bû
Nikarî dûrî armanca þehîda bî

Tu ser binçîneyek pakî
Tu nesla Mostefayê babê kurdayî

Mibarek bit li te tacê þehê kurda
Li kurdan tu mibark bî

Tu bûyî caniþînê Þêx Obeydillahê Þemzîna
Û babe xwe û Qazî, Þêx Seîd Pîran

Qezaqistan û Qefqazê heta devra sipî behrê
Bite þadin,eva dengek mezin bo te

Bira,Kake, te dengê xort û lavê me
Kire mêze li ceþnê de?

Li ceþna tac û textê me
Mehabadê û þehrê din

Li Binxetê û Amêdê
Evanê ku Herîmê pîçekê dûr bûn

Bi darê pasebana bûn kebabek din
Ser û piþt û teniþtê genc û levê me

Ku bo beþdar ceþnê bûn?!
Ku bo beþdar ceþnê bûn?!

Meger tu bûyî pêxember Medînê da
Ku kafir Mekkê da bukjin mosilmana?!

Eve cara evil nîne
Ku ceþna me dibe jehrek

Û tên kuþtin û tên girtin
Li keyf û þahî û ceþna

Li qernê irtibatatê
Bi bêdengî,diçin hebsê

Nikarin bidne nîþanê
Birîna xwe

Þikandin dest û pê û ser
Sero,ez bêjme kê îro?


Evanê ku bidarê zolmê êxistim
Li bajêran tek û tenha

Meger harî mi ket
Dengê girîna dayika xemxar

Bi mezlûmî
Û pir rondik

Me nîne resma firmêskê
Kû nîþanê cehanê din

Evan istêrê rijyayî
Bi destê korê bêaqil

Li kîj taxê cihanê de miriv ceþna xwe mehrûmin?!
Li tazî,þîna mehrûmin

Þehîdê me li ser erdê
Nikarin bikne bin axê

Gunehkarin eger bêjin mibarek bit
Eger miryê me mir, bêjin serit xweþ be?!

Emê te her mobarek kin
Mibarek rê û resmê te

Me hay û hoyî rêka xwe
Feravan dîtine lavo

Misala kelbi la yelhes
Û yelhes her vekî yêkin

Li keçkê xwînê natirsin
Li birsî bûnê napirsin

Sokana kiþtîyê bigre
Bibe aramiþa sahil

Bira,lavo
Hemû kurdan bi yek çavî bike mêze

Mibarek bit
Te ew peymaneya iþqê

Li te textê kîyanî bibte mimbarek
Serok Mesûd, dilê kurda bite rone

Bila her va bimînit ew
Omîda van tu xweþtir ke

Nehêle çilmisin gul vê gulistanê
Nehêle dengê bilbil bibte xamûþî

Civane gul herîma me
Li van bilbil mobarek bit

Kilîda baxê pir gul dane destê te
Emanet destê þahê me mobarek bit

Yeqînen ez dizanim mîr vaqif bû
Ku dê þêvra mezin bo xwe miheya ket

Li zanayê ku teqdîrê
Bi koncê dûr havêtin

Tifaq û yekdilî,yekcar pîroze,mibarek bit
Seyid bavirke Mîrê me,bi tiblê kirye ew gostîl


Helbest : Nû
Senendec, 17. 06. 2005



Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com

mojtavy@hotmail.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=376