Dest dirêjî

Seyid Feysel Moctevî

Dest dirêjî

Min xo destê xwe dirêjî kes nekir
Lê çima destê neyaran gel mi kir

Ya ku xûlan gel kurê Zalî nekir
Dame ber þûr û tivinga vî pitir

Min neavêt kevr hêlûna kesê
Bo çi topa hêlina min xar kir

Min nerênî mal û dermala kesê
Boçi vana mêze mala min dikir

Min bi kafir zanin û malim helal
Lev li ser mala mi cavê xar pir

Mal û milkê min li bo van bû reva
Bûne xan û ez kirim meslûl û þir

Zane û batecribe dêjin bi me
Her ki bistînit li mêhrûyê bezir

Dê bezir bit vî jiyana xweþtevî
Mame heyran zor û zolma tête vir

Sal û qernan gel kurê kurdan dikin
Çaq û çille zik mezin nabin kevir

Bêje Seydî baverim ez Rojhilat
Rê vebûne, mifteyan qifle vekir

Senendec 2005- 04- 05
Helbest : Xezel
Vezn : Faêlaton Faêlaton Faêlon
Behr : Remelê Mosedesê Mehzûf


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com

mojtavy@hotmail.com





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=371