XEMA DILÊ MI NE PARTÎYA HEWE YE, KA KARÊN HEWE BÛN ÇI ?

M. Þerif MÜÞTAK


XEMA DILÊ MI NE PARTÎYA HEWE YE, KA KARÊN HEWE BÛN ÇI ?


Bila ev nivîsa mi daxa ber çavên kesên xwedî rêxistin, lê ji bo kesên mejî teng, nezan weke ko zanabin xwe didin pêþ, bi hevalê xwe re bêbext, di rêya xebate de asteng, dev nerm, piþthiþk, an bê exlaq, ko her wextê hevalê xwe ji bo berjewendîyên xwe di þopînin, xapoker, rabûnrûniþtin, danstandin, karê hevalê xwe ji bo berjewendîyên xwe di nav tevgerê de dikin nîqaþ, xeydok, …û sekter bê.

Wexta mirov bi wan re di kevî têkilîyan bê rûmetî ji wan di bar ( rijih ) ê, ko firseta peyda dikin di hema wexê de dest bi reþkirina hevalê xwe dikin. Ji xwe ko yek qolî an di qolî firset ketin dest wan, hevalê xwe yê di dereca yekê de nezîk jî bê, ticara efo nakin.

Partîyên Kurd ko ji wan cida ne, Kurdistanî ne, ne Kurdistanî ne, bê hempa didin ber kûlm û pehînan, ti di bêjî 40 milyon kurd ketine bin siha wan, bûne pêþeng ( a ) ê gelê Kurd û Kurdistan. Ko psîkolojîya insanekî naskirin xwe wilo texlît dikin, weke Bûkalemûn axa ko di ser re di borin, di kevin rengê wê axê. Kurdistan, Kurdistanî, Kurdistanîbûnê ji bîr dikin, ji ber ko ew bi xwe bi tirsin, tirsonekin û bê rûmetîyê datînin cihê rûmetê. Hey bêziravê tirsonek.

Ma hûn di xwazin xwe bi gûherin, Kurdistanî bin an têkevin xetayê PKK ûnîterbûna dewleta Tirk, mîsaqê millî û Ala wê bi pejirênin ?

Xema dilê mi ne partî, ne seroke, xema dilê mi karê hewe ye. Hûn çiqas Kurdistanî ne, Kurdewarin, bi hevre dostin, kelêmê çavên dijminin, hûn di karin pêþenga gelê Kurd bin ?

Navbera EY û dijmin roj bi roj ne xweþ dibê. Ji bo pratîkê, berbedel, mesaja hewe a Kurd, Kurdistan, Kurdistanî û Kurdewarî ji bo gelê Kurdistan çîye ?

Di rêxistinên Kurd de, hin kesên ji xwe ne bawer, hevalê xwe yê, zîrek, jîr, li ber çavê partîzan a reþ dikin, hevalê xwe bi þûnde pehîn dikin, bi yek qolî, di qolî an bi civîn, ji bo rêya xebatê li hevalê xwe bigirin, tiþtên neyî û ne bûwî lê weke bûwî elan dikin. Ji bo xwûna nû, cûwan nekevê nav partî yê, hereket, tevger ji wa nebûr ê, hejmara partîzan a teng digrin, an li gor berjewendîyên xwey ê þexsî hejmara sofî ya zêde dikin, zanebûn ê, mejî û mêrxasîyê bin ling dikin. Ew bi xwe nezan û mejî teng, lê weke kesê zana xwe bilind nîþan didin.

Ji bo xwe prensîbekê datînin xwe wilo qanalîze dikin. Organîzasyonê li gor xwe di rêçînin. Ji xwe re di bêjin „Bila kiçik bê a mi bê, mezin bê a mi bê û bila tevger ji mi nebûrê“

Li xwe veger, li þopa xwe meyzeke, ti ji kûderê gihayî kûderê. Serketin çine, zerer-zîyan çîne, di þûna pratîk a te de çi fesadî, neyartî ma, te çend kes bi bêbextî, ne rastî yê, bi awayê xwe, ji karê netewe yî, welatparêzî, millî avêtin, dûrkir, pehînkir an paqijkir ?

Ji ber ti ne zan, ne jîr, ne aktîf bûwî, te ne dikarî li gor demê xwe bi gûherî, navreþ bûwî, ji ber kû te ne di xwest ti li mala xwe rûnîhî û te ne di xwest þoreþger kê ji te bi wesiftir cihê te bigrê. Ti di nav tevgera welatparêzî de ketî fen û fîta, te dolab girêdan, gerandin û dan gerandin û te hevalê xweyê dîrokê sala êþand. Heja ti exlaqê xweyê genî û sîyaseta xwe a gemar di domînî. Te zerer zîyan daye tevgera gelê Kurd û Kurdistanî. Rê berde, ko ti þoreþgerbî ji rê derkeve, bila sîyaseta Kurdistanî, tevgera Kurdewari partîzanî û demokratîk xwûrt bibê. Ma ti ji gû danxwarin a bi zorê jî fedî nakî. Ti exlaq û sîyaset a genî terk nakî.

Qesra Sipî û Perleman a Ewropa herdû ketin e Kurdistanê. Cihan gelê Kurd û Kurdistanê nîqaþ dikê. Plan û projên hilweþandina dijminê gelê Kurd li ser masê di nêqaþêde ye. Tirko ketîye tarîyekê rê jê dernaxê, hewar û gazîya wî Surî û Îran e, herdo di armanca tivingê den e. Exlaq û sîyaseta genî ti jê dernakevê hiþyar be, zaro, malbat, gelê te û Kurdistana te çêtire.

Hêja ti berjewendîyên xwe û partîya xwe datînê pêþîya menfîetên gelê xwe, ti çi di xwazî ?

Rexne û nêrîna mi li kî zor tê zor nayê, kî digrê ser xwe û nagirê ser xwe ji bo mi ne giringe. Kî bigrê ser xwe, ew ji xwe bin þile, ko bigrê ser xwe deng nekê û li xwe ne vegerê, ji bo wa gotina mi hê bêhtir tûjtir e. Ez di xwazim ko ew kî bin derkevin holê em bi hevre nîqaþ bikin.

Vêca ez di pirsim.

1 - Ti amadeyî ko þaþîyê te di partîya xwe de kirî û ti dikî, alanî bi navkî û xwe rexne bikî ?

2 - Ti amadeyî rêya kar û xebatê ji hevalê xweyê ko ji te zanatir jîrtir, aqtîf û mêrxas re berdî ?

3 - Ti amadeyî pêþî ji bo menfîetê gelê xwe, xwûna nû û cûwan têxî nav partîya xwe ?

4 - Hevalên ko partîya te ne di zêndanan de gel û partîya xwe paristî ye, ti lê bi xwedî derketî, an ti ji bo þexsîya xwe bilind bikî te pere komkîrin, girtîyên þoreþê te kirin e propaxanda xwe ?

5 - Ti li malbatên girtî û malbatên þehîdên partîya xwe bi xwedî derketî, an te bi navê þehîd û girtîyên partîya xwe pere kom ( dikî ) kirin ?

6 - Te çend partîzanê zana, aqktîf, mêrxas, bi awa yê xwe suçdarkirin bi awa yê xwe ji pêþya xwe paqijkirin e ?

7 - Ti bi zana yî, karbar, partîzanî û sîyaseta xwe bawerî ko ti ji hevalê xwe pêþdetirî ?

8 - Ti amadeyî bêtirs li berxwe bidî ji bo ti gelê xwe ji sefseta Imrali û Kemalîzmê bi parêzî ?

9 - Te soz li ser xwe daye ko feyda gelê xwe danî pêþya feyda xwe û a partîya xwe ?

10 - Te soz û peyman heye ti ji bo gelê Kurdistan, Kurdistan, Kurdistanî û Kurdewar gelê te qûbleta te bê, li dijî hemû êrîþên ko bên ser axa azad û ti jî pêþmergê Kurdistan a federel`î ?

Ez ji tevayê rêxistinên Kurdistan re di bêjim di pirsim, xema dilê mi ne partî û serokin.

Xema dilê mi kîjan partî, serok, sîyaset çiqas Kurdistanî ye, gavên Kurdewari hene û tavêjê ?

Ji bo sefseta Imrali vale derkevê, muxalefeta Kurdistanî wê li Kurdistanê çawa derkevê kolana, meþa li darxê, êrîþên ji dewletê û PKK werin ser gel wê vale derxê û berbedel çîye ?

Imralî bi lez û bez þagirta digrê axê didê ser singa gelê Kurd, ma ti nizanî rewþ roj bi roj bindikevê, xalo wên ko gotin li telê di kevê ?

Tevgera baþûrê Kurdistan bingeha serketinê ye, hejmara dagirkerên Kurdistan daxist sisê ya. Dewleta Tirk weke harê qûdûz girtî bê, xwe tavêjê siha xwe, dilopên xwûnê ji dev di niqûtin. Li baþûr helwesta Kurdistanî, bû egera dewleta tarî li Tirkîye dîsa derket pêþ Serok komar ê kevin Silêman demîrel di bêjê „Dewleta kûr her wextê heye, ko valeyî derket bi xwe di bê dewlet, ko zeafa dewletê çêbû bi xwe dewlete.“

Demirel destpêke ke nû nîþan didê, heyîna dewleta kûr di pejirîn ê, dewleta kûr ketî ye nav kar, bi lez karê xwe di domênê. Receb Teyîb Erdoðan ji bo xwe bi dewleta kûr þêrîn bikê dîsa dest bi inkarkirina gelê Kurd kirî ye.

Serok komar Ahmet Necdet Sezer ji bê çaretî, lewazî a sîyasî çû serdana Serokê dîqtator û mejî zarok ê dewleta Surî Biþar Esad. Di çapemenîya cihanê de weke Tirk serê xwe ji EY re nizim nakin nîþandan, lê bûyer zitê vê ye, bê çaretî ye. Têkilîyên EY û Tirko di alîyê nexweþîyê de hingî dibê kûrtir dibê. Îro ji bo EY pêpelûnk a xwe hilavêtinê Baþûr ê Kurdistan û Israîl e, Kurd û EY mil bi milin û Bihar bi dilê gelê Kurd e.

Ji kerema xwe bila rê ji coþbûna tevgera Kurdistanî re bê vekirin, dem û wext zû di fitilîn, em gelê Kurd her wextê li paþ gûhortina wext mane, em vê carê ji gûhortina wext dîsa bi þûnde nemînin. Pêwist e ko tevgerên Kurd li her çar peçên Kurdistan Kurdistanî bin, Kurdistanî bijîn, Kurdistanî rabin, rûnin, bi hevre Kurdistanî û kurdewar bi hûnin.

Li Baþûrê Kurdistan rastî ya têkilîyan, tifaqên Kurdistanî û millî di pratîkê de derket holê û xwîyakir. Tevgera sîyasî a Kurd ji îro û pêde gelek pêwistî pêhe ye ko Baþûrê Kurdistan mînak bigrê. Tevayên rêxistinên sîyasî, demoqratîk, kesayetîyên serbi xwe û ronakbir di nav partîya xwe de û ji derveyî partîyan, bila kes li pêþya kesê ne asteng bê, herkes li gor qeweta xwe, xwe têxê bin bar û ji karê xwe re bila em Kurdistanî bin, Kurdewar û millî bin. Kîjan Kurd li kûdera cîhanê ko bijî, bila piþtgirê axa azad bê û xwe pêþmergê axa azad bibînê.

18. 04. 2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=362