FARÝS, EREB Û TÝRKO DAGÝRKERÝN AN EMERÎQAN ?

M. Þerif MÜÞTAK


FARÝS, EREB Û TÝRKO DAGÝRKERÝN AN EMERÎQAN ?


Ko li dagirkerên Kurdistan teng dibê rûwê wa ji ber zor, zilm a kirîn û bi hevre dayîn kirin sor, zer û reþ dibê. Lêvên wa qemûþk digrin, di çilmisin, çavên wa û serê wa nizim dibin, dûvikên xwe têxin nav ranên xwe, xwe tavêjin ser çokên xwe û xwe tavêjin ber lingên xwirta. Weke ne ew bûn ko meydan ji herkesê re di xwestin di gotin „ABD û qewetên hevpeymanan beyî me nabin“ û heroj hejmara xetên sor zêde dikirin.

KONGRA GEL û serokê wê jî di gotin "dewleta Emerîqan damezirandî, Emerîqan kengê herê baþûrê Kurdistan wê hilweþê" weke ko li bendâ Emerîqan bûn ko wê kengê ji Iraq derkevê û weke heyamê borî dîsa þerê Kurd û Kurdistaanê bikin. DEHAP jî daxwîyanî daye di bêjê "nîqaþên li Tirkîye ko dijî Emerîqan, bi xwe li dijî Kurda ye" Kengî Tirk di sîyaseta hovanede teqinîn û destên xwe ji mecbûrî di xwazin di rêjî Kurda bikin, ji nûve DEHAP û KONGRA GEL jî di xwazin xwe li hemberî baþûrê Kurdistan nerm bikin.

Hesêbe ne KONGRA GEL bû ko berî heftekê ji bo istikrarê li baþûrê Kurdistanê xira bikin Kemalê sor kûþtin? Sîyaseta KONGRA GEL jî di þibê texlîtkirina sîyaseta dagirkera. Vêca Faris, Ereb û Tirko dagirkerin an Emerîqan? Em hinekî vê mijarê vekolin. Sala 1639 ko peymana Qesrê Þirîn di nav bera împeretorî a Elî Osman û împeretorî a Firsê de çêbûwî, cara yekê Kûrdistan kirin di perçe.

Perçek ma dibin destê Tirko yê Elî Osmanî de û perçek ma dibin destê Împeratorîya Firsê de. Li bakurê Kurdistanê walî Kurd nîþan di kirin, zimanê Kurdî ne qedexe bû, gelê Kurd ne di hate inkarkirin, lê belê împeratorî a Elî Osman serana her tiþtê distand, ko serane behta dayin problem nebû. Li herêma rojhilatê Kurdistan jî rewþ ne gelek cida bû Vê rewþê berdewamkir heta wextê ko Bedirxan Beg Mîrê Bota li dijî dewleta Elî Osman serî hilda û gavên dewlet bûnê avêtin. Sînorên xwe di ser wanê re heya bi Tebrîzê ferehkirin û dergehê ber bajarê Tebrîz anî li ber Xwendegeh(camîa)a Cizîr`a Bota da, ew dergeh hêja li ber zanîngeha bajarê Cizîra Bota ye. Sekehê pera çêkir, dest bi kerxane a çek çêkirinê kir, li ser gola Wanê kiþtî çêkirin, ji bo feqîrîyê weqif vekirin, þelandin, pêxwasî da rakirin, xwendevan ji bo xwendinê rêkirin ewrupa, dadgeh çêkirin, rêxistinên dewlet bûnê roj bi roj dane zêdekirin û hêza leþkerî da damezrandin. Di Kurdistanê de kî li dijî îdara Bedirxan Beg derdiket ew di hilweþandin, lê ferqane ne têxiste di nava gelê Kurd û Kurdistanê de.

Di nav ola de cida bûn ne dikir. Di tevayê Kurdistanê de heq û edalet bi cih tanî û Bedirxan Beg li ber serana Împeratorî a Elî oman derket û redkir. Di nav Împeratorî a Elî Osman û qiralîyet a Firsê de pêxwasî, þelandin, talankirin, bê edaletî, dizî weke rewþa dewleta Îran, Surî, Tirko û Iraq a îro heroj zêdetir dibû. Dê weledên xwe tavêtin, serê insana bi bi mecîdîkî, di qemerî yê qûl û çerxîkî bû.

Rewþa Mîrê Bota ji bo herdo împeretorîya bi bû tirseke mezin, tesîra xwe roj bi roj li ser tevayê herêmên Kurdistan`ê zêdetirdikir, gelên di nav împeretorî a Firsê û Elî Osmanî de jî jê süd digirtin. Herdo împeratorî ji tesîra îdara Bedirxan Beg pir bê çar mabûn. Di nav Împeratorîya Firsê û Elî Osman de bi bû nîqaþeke pir mezin. Ew di tirsan ko peymana qesra Þirîn bi berxwedana Bedirxan Beg Mîrê Bota bê rûxandin. Ji wê bonetê herdo dagirker weke rewþa îro li hev di gerân û bi hev di þêwîrîn.

Þêwirmend û dostê dagirkera yek jê qiralê wê wextê ê Îtalya bû. Qiralê Îtalî ji bo tifaq xirakirina gelê kurd û Kurdistan, mîsyoner þîyandin nav Asûrîya. Asûrî li hember Bedirxan Beg bi kar anîn, þer dan dest pêkirin. Pistî xûn rijandineke pir Asûrî teslim bûn, lê þerê di nav bera Asûrî û Bedirxan Beg de bû nîqaþ. Ew nîqaþ tesîra xwe da nav bine mala Bedirxan Beg. Bi gelek sebebên dî îdara Bedirxan Beg hate roxandin û sirgonî Stenbolê kirin, ji Stenbôl nefî Girîtê bû, ji Girîtê ew sirgonî Þamê kirin. Hatina wî û tevayê malbata wî a Kurdistan`ê qedexe bû, li Þamê çû ser heqîya xwe. Piþtî herba cîhanê a yekemîn rojhilata navîn bi destê Ewrûpîya hate levakirin, bi wê neqiþkirin ê sala 1926 dewleta Iraq hate avakirin, Kurdistan kirin sê parçe, di sala 1948 de dewleta Surî hate damezrandin û Kurdistan bû çar parçe. Hejmar a dagirkeran jî bû çar. Dagirkera dostên xwe û hevalbendên xwe jî hebûn. Wexta herba cîhanê a yekemîn ko ros kete Kurdistanê gelek Kurd derbasî nav Ros bûn. Di wextê Stalîn de gelek ji wa Kurda hatin kûþtin, gelek jê bi alî yê rojhilat û alîyê sibirya ve hatin sirgonkirin, gelek jê ji bircîbûn mirin û perîþan man. Bi texmîn îro jî li dor 1.5-2 milyon Kurd li welatên ji yekîtîya sovyet mayîn dijîn.

Li ser Kultur, dîrok a Kurd û Kurdistan xwedîyê roleka bilindin, xizmetên wa pirin û bêhtirên wa xwendevanin. Ji Roja ko Kurdistan ji alîyê Firsê, Tirko û Ereban ve hate dagirkirin û virde roj bi roj rewþa gelê Kurd û Kurdistanê xirabtir di bê, ji hemû mafê xwe ê sîyasî û neteweyî tên dûrkirin. Lê bi slogan û vira em birayê hevên. Îro A. Öcalan û KONGRA GEL jî piþtgirîya va duriþm(slogan) a dikin û êrîþî ser welatparêza dikin. Ji bo gelê Kurd lawaz bimînê dagirker bi hevre kar dikin. Ji roja ko dewleta yekbûyî a Emerîqan biryara xwe a hatina Iraq û rojhilata navîn dayî û vir de, dagirkerên gelê Kurd û Kurdistanê li hev di gerin, bi hevre peymana çêdikin, gefa dikin, terorîstan bi hevre perwerde dikin, peymanên dewletbûn ê navneteweyî êdî nasnakin. Carna hinek dagirker ji bo xwe ji destê Emerîqan xilas bikin ji dizî hev, hevdo tînin ber mezatê, hevdo di firoþin bi mecîdîkî, sê teka, di qemerî yê qûl û çerxîkî.

Ji ber ko dagirkerên Kurd û Kurdistanê bê çare mane, heroj sîyasetê bêhtir tevlî hev dikin, çapemenîya wa hemû exlaq û terbîya xwe windakirîye, di þibin weke gûra êrîþî ser dewleta Emerîqan û Kurda dikin, gelê xwe ji sedî 80 xistine pêþberî Emerîqan de. Dagirkerên bê rûmet, bê exlaq, inkarkerê netewa gelê Kurd û Kurdistan, bê fedî kirin di bêjê „Emerîqan dagirker e.“ Hesêbe ev 366 salin dagirkerên Ereb, Tirko û firsê heroj gûl û kûlilka didin destê gelê Kurd û Kurdistan.

Ji roja qewetên Emerîqana yekbûwî û peymanan daketin nav Iraq, rê li dîktatorê Sedam girtin, ji wê rojê virde, xewnên þev û roja li Tirko, Firsê û Ereban herîmîn e. Weke ne ewin dagirkerên xwîn rêj û talanker, weke ko emerîqan heta niha Kurdistan dagirkirî ye û ewin di xwazin gelê Kurd û Kurdistan azad bibê. Vêca niha di bêjin, divê em û Kurdên baþûr bi hevre dost bin. Bila lê gelê Kurd baþ di zanê hûn marê di tûr dene. Ez bi xwe dagirkerîya Emerîqan qebûl dikim, di bêjim sersera û ser çava.

Ev 366 salin Firsê, Tirko û Ereb Kurdistan dagirkiri ne. Bi qasî nifûsa Kurd a îro bi gelekê bêhtir Kurd kûþtine, hewe bi yek olamê karbarê xwe kirîye ji holê rakirina gelê Kurd. Di qada navneteweyî de dagirker di bêjin em û kurd birane, Kurd hemwelatîyê mene, lê li gorî dagirkerên Kurd û Kurdistanê, ji Kurda re li ser marsê û Jûpîterê jî jîyan qedexe ye.

Berî niha rojnama Emerîqan a bi nav û deng The Wall Street Journal de bi îmza Robert L. Pollock goti bû “ Dîsa Tirkîye Zilamê nexweþ ê Ewrupa ye” bi jehrê nivîsek li ser dewleta Tirko nivîsî bû. Pistî vê nivîsê arîkarê wezîrê Leþkerî ê Emerîqan Douglas feith got „Ko li Tirkîye halo li dijî Emerîqan derketin berdewam bê, berdewam kirina têkilîya wê pir zorbê“ ji ber vê gotinê derdorên sîyasî û çapemenîya Tirko li nav hev ket. Ji wê rojê û virde ji sîyasetmedarên Kurdistana Baþûr re di bêjin „sîyasîyên xwedî tecrube.“ Weke ne Tirko ye heroj di got serok eþîr û dewleta pêþmerga û Yahudîya. Bê fedîne û Þeþ rûwên wa hene. Gelo ma ev ji xwe fedî û þerm nakin ?

02. 03. 22005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=354