Roja Nû Pîroz

Seyid Feysel Moctevî


Roja Nû Pîroz


Paþî qernan lêmiþtên metirsî, mij û dûmanên sar û reþ, evrê nexweþiyê li esmanê Kurdistanê, Roja germe xweþ li hemî zarûk û mezinên bajar û gundê vîwelatî tev deste gulê nevroza rengîn Pîroz û mimbarek be.mimbarek be siba serbilindiya me li Rojhilata Navîn.

Roja 6ê ye meha Avrîlla sala 2005ê diçe, ku bibe sembola gelê me li dîroka bilinde vê de, û li teniþta padiþahiya Dîyako de cî bigirê.xewn û royayê van bike rastî. rengê gulê cilmisiye gulistanê geþ ke.bêhna xwîn û barûtê li pozê van biþut. edlahiyê û aþitiyê li mala þevitye van mêvan ke .rojê reþe sirgûnî, derbiderî, îdam, darizandinên neheqî, kuþtin, sotin û birîndar kirina milyoniye gelê me, piþtî tûfanekî nexweþ berê xwe dide gemya pan û berîn li behrekî aram û bê tûfan.

Hilbijartina Mam Celalê Talebanî vek Kurdekî þoriþgêr bi serokkomariya Îraqa mezin li aliyê parlimana vî welatî.mizgîniyekî mezin bû. bo hemî gelên bindest ku ronahiya Rojê li nêzîk bibînin.û baver kin ku tucarî Roj li bin evra de namîne.û roja intiqamê li zalim re gelik nexweþtir li sitema vî sitembara re ye.bila pîroz be serketina gelên bindest li ser Firevnê xwînxar.dervekirina kela zalimê xwînmij bi destê sitembarê devranê.

Bêguman þoriþê mezine kurda li Bakûr, Baþûr, Rojhilat û Rojavayê bi pêþkêþ kirina milyona þihîdê hemêþe sax û qelema helbestwan û nivîskarê mezine me ,çiraya dîroka me rewþen kir. Îro roj de hemi binemalên ser bilinde Þihîdan li nav çînê gelê xwe de êmîþê baxê dest çandiye van li ser dara azadiyê dibînin. û rondikên keyfxweþiyê bin sîbera vê dare de dirijînin. Dara Qazî li Mehabadê çandî piþtî 50 sala rih û rîþê xwe avêtne hemi baxê vê gulistanê. û þêneyekî nû li ser wê koka mezin li Bexdayê þîn bû. Tovê ku biharê çandin, biharê þîn bû.dijmin nekarî vê çiqa dara mezin biliqîne. ev gelik dû de bûn ku çiraya me bitemirînin. mala me hiloþînin. ema nekarîn. bazivirî. bû tofanekî mezin, mala van ser çira de hiloþand. dêjin çirayekê ku xudê hilke, her kesê ku pifketê dê ridîna vî bisoje.

Kenyan û xweþiya gulê gulistanê pîroz û berdevam be. Ala rengîn li ser hemi banê gelê me bi dirêjatiya Dicle û Firatê biherike.û gelê kurd li arezûya xwe dûr neke. em îro ketne ser rêyekî teze. nû. rêya aþtî û dostiya gelê cihanê. em li qedîma xwe de mêrkuj nebûne. û me tu caran mala kesê xirab nekirye. evên ku malên van hatî xirab kirin em bûn. qurbaniyê salên bêdavî. kurd kavê kevn nadine ba û dîsan jî hez dikin gel cînarê xwe vekî cînarkî baþ bijîn. û þerbeta dostîniyê li destê van vergirin. û ev jî mafên gelê bindest bavir kin. ta ku jîna baþ bibe mivanê Rojhilata Navîn.

Senendec 07. 04. 2005

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=325