SERLEÞKERIYA TIRK, GELÊ KURD BI ALÇAX Û ÎXANETIYÊ SÛCDAR Û TEHDÎT DIKE


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

SERLEÞKERIYA TIRK, GELÊ KURD BI ALÇAX Û ÎXANETIYÊ SÛCDAR Û TEHDÎT DIKE


KURDISTAN - AMED, 24. 03. 2005 - Serleþkeriya Tirk bi daxuyaniyekê di 22.03.2005an de ji bo sedema, çend zarokan di pîrozbahiya Newroza Mersînê, di 20.03.2005an de ala Tirkan þewitandine, qiyametê radike ser piyan û grûbeke zarokan wek alçax û îxanetkar bi nav dike.

Serleþkeriya Tirk di daxuyaniya xwe de wiha dibêje :

Türk Milleti engin tarihinde iyi ve kötü günler görmüþ, sayýsýz zaferler yanýnda ihanetler de yaþamýþtýr. Ancak hiçbir zaman kendi vatanýnda kendi sözde vatandaþlarý tarafýndan yapýlan böyle bir alçaklýkla karþýlaþmamýþtýr. ( Gelê Tirk di dîroka xwe de pir kêm rojên baþ û ne baþ dîtiye, li kêleka serkeftinên bê hejmar, îxanetî jî jiyaye. Lê belê ti demê li welatê xwe ji aliyê qaþo hemwelatiyên xwe ve rastî pêkanînek tiþtek wiha bi alçaxtî nehatiye ).

Û wiha berdewam dike :

Hem bir ülkenin vatandaþý olmak, havasýný teneffüs etmek, suyunu içmek, karnýný doyurmak hem de o ülkenin en kutsal ortak deðeri olan Bayraðýna el kaldýrmaya yeltenmek, gaflet, dalalet ve hýyanetten baþka bir þekilde tarif edilemez. ( Tuyê him bixwezî bibî hemwelatiyê welatekî, hewa wê bîhn bikî, ava wê vexwî, zikê xwe têr bikî him jî destê xwe rêberî qîmeta herî bilind ya pîrozweriya hevpar re rakî, ev gaflet e, delalet e û îxanet e ku bi awayekî din nayê tarîf kirin )

http://www.tsk.mil.tr/guncel/diger_faaliyetler/basinaciklamasi_22032005.htm

Serleþkeriya Tirk bi van gotinên li jor di þexsên çend zarokên Kurd de, ku xwestine ala Tirkan biþewitînin li gelê Kurd heqareta dike, wan bi alçaxtî û îxanetiyê bi nav dike û biçûk dixîne. Lê serleþkeriya Tirk bi zanetî sêv û hurmeyan tevlihev dike, ku Kurdan sûcdar bike. Di binê vî mantiqê de mesele ne sê zarok in, ew dixwezin hemû gelê Kurd bi van gotinên “alçaxtî û îxanetiyê” têxin sûcdarî þewitandina ala xwe.

Serleþkeriya Tirk bi van gotinan him qanûn û peymanên navneteweyî û him jî qanûn û peymanên xwe yên huqûqê bin pê dike. Ger ez ne þaþ bim, ev cara yekem e di dîrokê de Tirk ji Kurdan re dibêjin, “qaþo hemwelatî”. Çimkî dewleta Tirk heta niha dinya-alem bi gotinên vala, ku Kurd hemwelatiyên Tirkiyê yê yekem in dixapand û hê jî dixapîne. Loma bi bîr û baweriya min, daxuyaniya serleþkeriya Tirkan tiþtekî jî zelal dike, ku ne em ji wan re dibin û ne jî ew ji me re dibin, gotinên bê bingeh û derew qaþo biratiya Kurd û Tirkan jî pûç derdxin meydanê. Ez niha li Amedê me û gelê Kurd vê daxuyaniya serleþkeriya Tirk ji xwe re wek heqaret dibîne.

Serleþkeriya Tirk dibêje, goya Kurd hewa wan bîhn dike, ava wan vedixwe û nanê wan dixwe. Ev gotin bi serê xwe alçaxtiya herî hezin e, ku ew bi vê bê mantiqsiziyê êriþî gelê Kurd dikin. Gelê Kurd bi keda xwe kar dike, bacê jî dide, bi destê zorê her tiþtî dide wan, dîsa jî qîma xwe naynîn û serleþkeriya talanker vê carê jî raste rast ji Kurdan re sixêf û çêran dike.

Ewên welatê min, axa min, hebûna min, jiyana min, zimanê min, çanda min, û hemû heyiyên min qedexe bike, bin pê bike, biçûk bike, ji her alî ve tecawizî mafê min bike, nikare min wek hemwelatiyê xwe bihesibîne, ev hemwelatiyeke bi zordariyê ye û Kurdan ti carî ev di dilê xwe de ne hesibandiye, ne pejirandiye. Lê di daxuyaniya serleþkeriya Tirkan de tiþteke nû heye. Serleþkeriya Tirkan bi vê siyseta xwe ya talankeriyê nikare bi ser bikeve. Wan êdî winda kiriye, dem ne dûr e, ku wê li Amedê ala Kurdistanê li jor li ba bibe. Jixwe ji niha de jî ji bilî cihên fermî yek aleke tirkan li ti dera Ameda rengî tine ye.


KURDISTAN - AMED, 24. 03. 2005


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=321