TIRK Û EWROPA WÊ BI HEV KEVIN

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

TIRK Û EWROPA WÊ BI HEV KEVIN

Almanya, 04. 03. 2005 - Tirk çiqas jî ji kêfan li ser demgirtina muzakereya ku di 03.10.2005an de bi Yekîtiya Ewropa re çirtik û lotikan bavêjin jî, dê navbera wan û YE li ser gelek mijaran û bi taybetî jî li ser Komkujiya Ermeniyan di pêþerojê de xerab bibe. Ez bawer dikim, ku çiqas dema muzakereyê nêzîk dibe, dê ewqas jî kêfa Tirkan bireve. Û ez ji kûrahiyan dilan dizanim, ku Tirkiye, dê ti demê nebe endama YE. Çimkî Ewropî, bi taybetî Rojavayê Ewropa ji Tirkan hez nakin. Bê guman sedem pir in. Sedemên herî girîng, ola îslamê û hovîtiya Tirkan e.

Fraksiyona partiya Almanya CDU û CSU ya Yekîtiya Xiristiyanên Demokirat û ya Yekîtiya Xiristiyanên Sosyal, ku muxalefeta mihafezekar bi hev re bi îmza bîst parlamenterên wan di bin serokatiya Xanima Angela Merkel de, di 22ê meha Sibatê sala 2005an pêþniyaznameyek dane parlamena Almanya, ku di meha Nîsanê sala 2005an de li ser 90 saliya Komkujiya Ermeniyan bêye sekinandin. Wek tê zanîn, Ermenî her sal di 24ê Nîsanê de Komkujiya ku ji aliyê Tirkan de li dijî wan pêk hatiye bi bîr tînin. CDU/CSU di vê pêþniyaziyê de wiha dibêje:

Die Rechtsnachfolgerin des Osmanischen Reichs, die Republik Türkei, bestreitet bis heute, dass diesen Vorgängen eine Planmäßigkeit zugrunde gelegen hätte bzw. dass die Todesfälle während der Umsiedlungstrecks und die verübten Massaker von der Osmanischen Regierung gewollt waren. Diese ablehnende Haltung steht im Widerspruch zu der Idee der Versöhnung, die die Wertegemeinschaft der Europäischen Union leitet, deren Mitgliedschaft die Türkei anstrebt.

Komara Tirkiyê, wek paþmaya zagonî ya Imparatoriya Osmanî, heya roja îro napejirîne, ku wê împaratoriya berî wê wek bingeh ji xwe re pilan danîbû û kokujiyên ku di dema derxistina mirovan de ji warên wan pêkhatin, her li gor daxwaza hukumeta Osmanî bûn. Ev helwesta Tirkiyê ya nepejirandinê li dijî ramana sulhetiyê ye, ya ku Yekîtiya Ewropa li ser diçe, û Tikiyê dixwaze bibe endama wê.

http://www.cducsu.de/aktuelles/initiativen/3D13485CD3362D5911C2F98618B8F97E11348-kfm7yd8i.pdf
(çavkanî, malpera fraksiyona partiya Almanya ya muxalefetê CDU/CSU)

Li ser vê bûyerê lingê Tirkan ketiye soleke teng û dîsa wek her dem ji bilî înkarkirina Komkujiya Ermeniayan nizanin ji raya dinyayê û ji raya Almanya re çi bêjin.

Van rojana hema hema di hemû rojnameyên Almanya de, çi biçûk û çi jî mezin, li ser Komkujiya Ermeniyan têye sekinandin, ku ji aliyê seroka partiya CDU Xanima Angela Merkel ve ji bo parlamena Almanya hatiye pêþniyazkirin. Ev bûyereke nû ye, ku ji partiyeke wek CDU/CSU dertê, ew partiya mixalefetê ye û rola wê li ser siyaseta Almanya ne pir kêmî partiyên hukumetê ne. Çimkî desthilatiya piraniya eyaletên (herêmên) Almanya di dest wan de ye û piraniya endamên konseya dewleta Almanya jî di destê CDU/CSU de ye. Ev jî tê wê maneyê ku biryarên ji parlamena Almanya, yên ji aliyê partiya sosyal demokirat û ji aliyê partiya keskan ve dertên, ji sedî þêst heta ji aliyê konseya Almanya ve neyên pejirandin nabin biryar. Loma hukumeta Almanya di pir mijaran de nêrîna CDU negire, nikare tiþtekî bike û bi serê xwe biryaran di parlamentê de derbas bike.

Bê guman armanca partiya CDU ku dixweze Komkujiya Ermeniyan bike rojeva Almanya ne ji dil de ye. Ew ti demê jî di pirsa Komkujiya Ermeniyan de ne ji dil de bûn. Ji ber ku ew li dijî endametiya Tirkan e, loma niha van gûz û kapên xwe li dijî Tirkan parve dikin û Komkujiya Ermeniyan bi kar tînin. Eger CDU ji dil ba, wan dikarîbû di nav çardeh salan de ku ew beriya sala 1998an xwediyê desthilatiyên bûn, ev mijara bianîna rojeva Almanya.

Lê hêvîdar im, ku di pêþerojê de di parlamena Alamyanya de ne tenê li ser Komkujiya Ermeniyan ku ji aliyê Tirkan ve hatiye pêk anîn, her wiha li ser berpirsiyariya Almanan û Ewropiyan jî bêye sekinandin.

Wek min li jor jî got pirsa Almanan û Eropiyên Rojava ne tenê Komkujiya Ermeniyan e. Alman û Ewropiyên din ji Tirkan nefret dikin û tenê ji bo berjewendiyên xwe dixwazin bi Tirkan re dan û standinê çê bikin. Wekî din Tirk eleqederî Ewropiyan nake û dema girtina ji bo muzakerê dê belkî Tirkan hinekî bîne rê. Endametiya Tirkan ji bo YE xewn û xeyal e û ewê wisa bimîne jî.

Wek tê zanîn, Fransa di sala 2001an de biryarek li ser Komkujiya Ermeniyan ji parlamena xwe derxistibû û Tirkan demekê qoçên xwe li dîwaran dan û di dawî de çûn di cihên xwe de rûniþtin. Lê ne tenê muxalefeta Almanya li dijî endametiya Tirkan e. Firansa jî li dij e û van rojana ji parlamena xwe biryarek zagonî derxist, ku di sala 2007an de bi pêkanîna referandomeke erênî ancax Tirk dikarin alîkariya Firansa bigirin. Ez bawer dikim, dûrî aqilan e, ku gelê Firansa di sala 2007an de ji bo endametiya Tirkan re erê bêje.

Tirk wisa bê çare mane, ku êdî êriþî nivîskarên xwe yê navdar Orhan Pamuk dikin. Çima Orhan Pamuk di hevpeyvîneke xwe de gotiye, ku dewleta Osmaniyan mîlyonek Ermenî qirkiriye û sî hezar Kurdan kuþtiye, loma niha li Tirkiyê fermana wî dane.

Di pirsa Kumkujiya Ermeniya de divê em Kurd jî hiþyar bin û ji dil de lê bixebitin, ku Komkujiya Ermeniyan li her welatî bêye pejirandin û Ermenî li dijî Tirkan ser bikevin. Çimkî Tirkan ne tenê Komkujî li dijî Ermeniyan pêk anî, herwiha li dijî Kurdan jî bi pilan û proje bi destê Misto Kemal li Dêrsimê û derên din li Kurdistanê pêk anîn. Û divê Kurd xwe ji berpirsiyariya xwe jî li dijî Ermeniyan þûn de nekiþînin û þaþiyan nekin, ku nekevin dewsa Tirkan. Çimkî yên bi pilan û proje li dijî Ermeniyan biryar girtibûn Osmanî bûn. Lê bi destê gellek Kurdan Ermenî hatine qetilkirin û divê em vê rastiyê jî qebûl bikin, ku rola pîs ya ku Tirk tê de ne, nekevin wê rolê û ji Ermeniyan lêborîna xwe bixwezin.

Ez dixwezim li jêr bi mînakeke biçûk ji dîroka Ewropiyan daynim ortê, ku dijberî û dijminahiya Tirkan bi çi awayî li Ewropa kok girtiye.

Împaratoriya Osmaniyan di sala 1683an de hatibû ber deriyên Viyana (Awûstûrya) ku hemû Ewropayê bi destê zorê têxe bin desthilatiya xwe. Viyanî ji hovîtiya Osmaniyan wisa qehirîbûn, ku wan xwarinek ji ar û avê çêkiribûn ku ev xwarin þibandibûn mînanî ala Tirkan. Ji ber ku ala Tirkan ji Hîvê hatiye girtin, Viyaniyan jî ev xwarina ji ar û avê kiribûn wek ala Tirkan ku ji wan re bêje, hûn nikarin derbasî Ewropa bibin, emê we wek ala we bixwin. Navê vî xwarinê Croissant e. (Kirosan) Kesek nizanibe, jê bê pirsînê ku Croissant xwarina kîjan welatî ye, dê bersiv Firansa be. Çimkî Croissant gotinek Firansiz e û ger mirov wergerîne têye mana Hîvê.

Di pêvajoya nû de, dê rewþa Tirkan ne tenê li Ewropa, herwiha bi Amerîka re jî ji rewþa niha xerabtir be. Rapora Amerîka ya sala 2004an li ser mafê mirovan çend roj berê hate belavkirin, ku li ser Tirkiyê dibêje, di pê ewqas guhertinên di parlamena Tirkan de derbas bûne, di piratîkê de qîmeta wan nîne, Tirkan dîsa nîþên xerab ji Amerîka girtin. Amerîka roj bi roj dûrî Tirkan dibe. Dê Tirk di pêþerojê de nikaribin bazara hespan jî êdî bi Amerîka re bikin. Û baweriya welatên Rojhilata Navîn jî êdî bi Tirkan nemaye. Jixwe ji niha de nîþanên xerabbûna têkiliyên Tirkan û dewletên Rojhilata Navîn gellek in. Tirkan bi taybetî bi Îran û Sûriyê re cerx kir û piþta xwe bi wan de kir. Çimkî Tirk pir lê xebitîn, ku bi Îran, Sûriyê û yên din re tevbigerin, da ku dewleta Kurdî neyê damezirandin. Lê niha li xwe diwarqilin, ku siyaseta wan ya bi qirêj nameþe. Bê guman Tirk wisa ne bi hêsanî dest ji siyaseta xwe ya bi qirêj berdidin, lê mecal ji wan re ne maye, loma niha taktîkên xwe diguherînin. Tirk çiqas jî xwe þêrîn rayê dinyayê bidin, ji dil de nînin û di niyeta wan de xapandozî û fêlbazî heye, loma dê ser nekevin û dê têk herin. Tirkên feqîr û belengaz di xerabiyek wisa dijwar de mane, ku êdî nikarin sixêk û kifirbaziyên xwe jî bikin. Ew jî dizanin, ku dinya êdî li wan roj bi roj teng dibe, loma metodên wan yê berê êdî pere nakin


Almanya, 04. 03. 2005


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=316