ROYAR ÇÊÇIKÊN BÊJÎ WÊ ÇI JI ÇÊLKWÊNREBAT RE BÊJIN ! ?



ROYAR ÇÊÇIKÊN BÊJÎ WÊ ÇI JI ÇÊLKWÊNREBAT RE BÊJIN ! ?


Birçîbûn li ser sînga vê xefletê di van katjimêran de tiktika helwesta laþ e ! Bê wate ye ??? Erê di helwesta ramanên keviz girtî û revok de MA EV CI YE : ..... ? Ji dizokên xewnan re di van rewrewkan de bê pêvedan e ! Jehremar e !...Xweþbûna mirîhestin ! Zemzema ku em tê de kelandin û herimandin ji berî 1400 salî ta anha ji bo serxweþiya OMERÊ KURÊ ELXATTAB ku KURDÎA di nav hawhawa gêjên HORIYAN de hiþt û zarokên me bi wêjeya Xwe a bêwêje : “ LE-FITÛHAT “ perwerde kirin em gîhandin vê serdemê û em di newqa Birçîbûnan de gevizandin û hêdî hêdî gerdenên þox û þengên me li Mekkê û Medînê bi serjêkerên PÊXIMBERÊ xwe hingivan din ! Ew bû Royar ew dem bû birçîbûnan dest pê kir ! birçîbûna hiþ û birçîbûna gewd ! Ew OMERÊ wan sîmbola mafdariya wan em bi toza xaptîpên AYATÊN xwe, hechecîkên Me ÇOMIRANDIN ! Bi simên pêxwasên xwe E’RABÊN KUJER “ WE EÞEDDÛ KUFREN WE NÎFAQEN” li me kirin kirasên cewcewkan ! ELQA’QA’Ê çete þaþikên bi neqþên hovîtiyê serûbin kirî li dor rojhata me rapêçan ! Erê Merwan birçîbûnê hê ji wir dest pê kiribû ! Di liva zimanê me de EBCEDHEWWESA xwe bi deng kirin ! Erê ROYAR birçîbûnan hê ji wir serî dabûn ! Îca ROYAR xwecezakirin li hember cezaristhezan wê çi bike ! ? Erê ROYAR xwekuþtin li hember KUJERAN wê ci bike ! ? Erê ROYAR ahengên þîniyan li hember þînavakiran wê çi bike ! ? Erê ROYAR wê...................! ? Pirs bi xew bersiv e ! Pirs bi xwe tevdan e ! Pirs bi xwe ji hinekan re REV E ! Pirs bi xwe destan e ! Destanek bêwestane ! Pirs dev e li zimanekî digere ! Pirs tirs e , pirs e , bazdan û li xwe vegera hiþ e ! Erê ROYAR .....................! ?

Têbînî : Helbestvan ROYARÊ AMEDÎ ( MERWAN OSMAN ) ji 18 / 1 / 2005. Ta vê rojê di greva birçîbûnê de ye : dijî çewisandinên ku li gelê Kurdistana rojava tên kirin !

INGILISTAN 8 / 2 / 2005.

Mervanê Keleþ

mervan111@hotmail.com

mervan112@yahoo.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=309